FirağEw firağên ku av û dîgerên wê di wan de tên parastin.
Bikaranîna firağên zêr û zîv
1. Di xwarin û vexwarinê de
Bikaranîna wan heram e; lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] gotiye; «Hûn di firağên zêr û zîv de venexwin û hûn di firağên wan de nexwin. Lewra ew li dinyayê ji wan re ne; li axretê jî ji me re ne.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine) Hem jî pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] gotiye; «Ewê ku di firağên zîv de vedixwe, ew agirê cehennemê dikişîne zikê xwe.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)
2. Di ğeyrê xwarin û vexwarinê de
Bikaranîna wî [zîv] di ğeyrê xwarin û vexwarinê de her wekî desmêj û ğeyrê wê de durust e; lewra ew hedîsa buhurî behsa xwarin û vexwarinê tenê kiriye; hem jî sabit bûye;
Xwarin di firağên zîv de
Xwarin di firağên zêr de
«Ku li cem Ummû-seleme [Xuda jê razî be] firağeke zîvî hebû hinek mû ji pora pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] têde bûn.» (Buxarî rîwayet kiriye)
3. Bikaranîna firağên ku bi zîv hatine lehîmkirin
Bikaranîna firağên ku ji bo îhtiyacê bi zîvê hindik hatibe lehîmkirin durust e; lewra sabit bûye; «Ku qedeha pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] şikest, wî cihê şikestî ji zîv girt.» (Buxarî rîwayet kiriye)
Misînê zîv ji bo desmêjê
Bikaranîna firağên bi zîv lehîmkirî
Li xwe kirina zêr ji bo mêr
Lixwekirina zêr ji bo mêr ne durust e; lewra ji Ebûmûsa el-eşerî [Xuda jê razî be] sabit bûye ku pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] gotiye; «Cilên hevrîşm û zêr li mêrên ummeta min hatiye heramkirin û ew ji jinên wan re hatiye helalkirin.» (Tirmizî rîwayet kiriye)