Zekata heywanên çarpê [hêştir, dewar û pez]

Zekata heywanên çarpê [hêştir, dewar û pez]

Zekata heywanên çarpê

Heywanên çarpê;
Hêştir , dewar û pez

Hukmê zekata heywanên çarpêyan wacib e.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Kîjan xwediyê hêştir, dewar û pezan zekata wan nede, ew roja qiyametê bi mezintirîn qelewbûna xwe tê, bi quloçên xwe lê dixe û bi simên xwe pêlê dike. Çi qas dawîya wan xilas dibe, ya pêşîya wan lê vedigere [ev wisan dewam dike] heta di navbera mirovan de hukm tê kirin.» (Mûslim ew rîwayet kiriye.)

Şertên wacibbûna zekata heywanên çarpêyan

>1. Saleke temam li cem xwediyê wan di ser wan re derbas dibe. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Zekat di malekî de nîn e, heta sal di ser de derbas nebe.» (Îbnmace ew rîwayet kiriye.)

>2. Divê ew bi devê xwe biçêrin. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Di her hêştira ku bi devê xwe diçêre de di her çilan de bintû lebûnek zekat heye.» (Nesaî ew rîwayet kiriye.)

>Hêştirên ku bi devê xwe diçêrin; ew hêştir in ku bi devê xwe ji giyayên çêrîyê û pûşê helal xwedî dibin. Ew giya bi kirina Xuda Teala şîn dibe ne ku însanan ew çandiye. Lêbelê heke xureka wan ji çandinîya mirovan be, ew nayê jimartin ku bi devê xwe diçêre û têde zekat jî nîn e.

>3. Divê ew werin xwedîkirin ji bo îstîfadekirina ji şîrên wan û sexlên wan; ne ko ji bo kar û şiğûl bin. Hêştira karker, ew hêştir e ku xwediyê wê, wê ji bo cot, avdana erdê, yan birina pertalan, yan jî hilgirtina baran, bikartîne.

>Hêştirên karker, di wan de zekat nîn e. Lewra ew çax, ew dikeve nav îhtiyacên însên yên eslî yên wekî cil û bergan. Lêbelê dema ew ji bo kirêkirinê hatibe hazirkirin, zekat di qezenca wê de heye dema sal di ser de derbas bibe.

>4. Divê çarpê bigihîjin nîsaba şerîî.

Nîsaba şerîî ji bo zekata heywanên çarpêyan

Ya yekê; nîsabên hêştiran [devehan] û miqdarê ku di her nîsabeke wan de wacib dibe

>Enes kurê Malik [Xuda jê razî be] rîwayet dike: Ebûbekrê siddîq [Xuda jê razî be] ji wî re nivîsandibû: «Ev ferza sedeqê [zekatê] ye. Ewa ku pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] li ser mislimanan ferz kiribû, ewa ku Xuda fermana wê li pêğemberê xwe [dirûd û silavên Xuda lê bin] kiribû; di bîst û çar hêştir û kêmtirî wan de, ji pez, ji ber her pêncan ve pezek zekat heye. Dema ew bigihin bîst û pêncan heta bi sih û pêncan di wan de bintû mexadeke (“Bintû mexad” Ewa ku salek temam kiribe.) mê zekat heye. Dema ew bigihin sih û şeşan heta bi çil û pêncan di wan de bintû lebûneke (“Bintû lebûn” Ewa ku du sal temam kiribe.) mê zekat heye. Dema ew bigihin çil û şeşan heta bi şêstan di wan de hiqqekek (“Hiqqe” Ewa ku sê sal temam kiribe.) zekat heye. Dema ew bigihin şêst û yekê heta bi heftê û pêncan di wan de cezeekek (“Cezee” Ewa ku çar sal temam kiribe.)zekat heye. Kî ji çar hêştirên wî pê ve nebin, di wan de sedeqe [zekat] nîn e; lêbelê heke xwediyê wan bixwaze tiştekê bide, ew cuda ye. Dema ew bigihin pênc hêştiran di wan de pezek (Di pezan de ya ku ji bo zekatê tê derxistin cezea ji mehan çêdibe. Ew jî ew berx e ku şeş mehî be, ji pezê reş jî senîye çêdibe. Ew jî ewê ku salek temam kiribe.) zekat heye.» (Buxarî rîwayet kiriye.)

Nîsab û zekatên hêştiran [devehan]

>Hijmara hêştiran

>Miqdarê zekata wacib têde

>9:5

>Pezek

>14:10

>Du pez

>19:15

>Sê pez

>24:20

>Çar pez

>35:25

>Bintu-mexad [ewa ku salek temam kiriye]

>45:36

>Bintu-lebûn [ewa ku du sal temam kiriye]

>60:46

>Hiqqe [ewa ku sê sal temam kiriye]

>75:61

>Ceze‘e [ewa ku çar sal temam kiriye]

>90:76

>Du Bintu-lebûn

>120:91

>Du Hiqqe

>.......120

>Di her çil hêştiran [devehan] de bintu-lebûnek û di her pêncî hêştiran de hiqqekek zekat heye.

Ya duduyan; nîsabên dewaran û miqdarê ku di her nîsabeke wan de wacib dibe

>Mûaz kurê Cebel [Xuda jê razî be] dibêje: «Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ez şandim Yemenê û ferman li min kir ku ez ji her sih dewaran nêr, yan jî mê zekat bistînim û ji her çilan jî nagohnekê (“Tebîî û Tebîe” Ew golikê ku salek temam kiribin.) bistînim. (“Mûsinne” Ewê ku du sal temam kiribin.)» (Ebûdawud rîwayet kiriye.)

Nîsab û zekatên dewaran

>Hijmara dewaran

>Miqdarê wacib di wan de

>30:39

>golik [ewê ku salek temam kiriye].

>40:59

>nagohn [ewê ku du sal temam kirine].

>60:69

>du golik

>70:79

>golikek nagohnek

Ya sisêyan; nîsabên pez û miqdarê ku di her nîsabeke wan de wacib dibe

>Di hedîsa Enes [Xuda jê razî be] ya bûrî de ev jî hatiye: «Di sedeqa [zekata] pez de di yên ku bi devê xwe diçêrin de, dema bibin çil heta bi sed û bîstan pezek zekat heye. Dema ew ji sed û bîstan zêde bibin heta bi du sedan du pez zekat hene. Dema ew ji du sedan zêde bibin heta bi sê sedan di wan de sê pez zekat hene. Dema ew ji sê sedan zêde bibin, di her sedekê de pezek zekat heye. Dema ew pezên mirov, yên ku bi devê xwe diçêrin ji çilan pezeke tenê kêm be, hingê di wan de zekat nîn e. Lêbelê heke xwediyê wan tiştekê sedeqe bide ew cuda ye.» (Buxarî ew rîwayet kiriye.)

Nîsab û zekatên pez

>Hijmara pêz

>Miqdarê zekata wacib di wan de

>40:120

>pezek

>121:200

>du pez

>201:300

>sê pez [çi qas sedek lê zêde bibe, pezek li zekata wî jî zêde dibe].

Di sifetê wacib de

>Di zekatê de ya wacib ev e; ew ji malê navê dibe, ne ji qencê wî, ne jî ji xirabê wî. Naxwe bila erkedarê zekatê salên wacib li ber çavên xwe bigre. Lewra ji wê kêmtir çênabe. Ji ber ku ew zirarê digihîne feqîran. Ji wê bilindtir û çêtir jî nayê standin. Lewra ew jî zulm û tengavkirina zengînan e. Sewala nexweş, ya eybdar û yextîyara hizhizî jî nayên standin. Lewra ew feyde nadin feqîran, di hemberê van de ya dermale jî nayê standin. Dermale, ewa qelew e ku ji bo xwarinê hatibe xwedî kirin. Ewa avis û şîredar jî nayê standin. Şîredar ewa ku kehrê xwe xwedî dike. Ewa avis jî nayê standin û ewên qencên ku çav ji wan têr dibin jî nayên standin, lewra ew ji malên qenc in, standina wan jî zirarê digihîne zengînan.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Zinhar, xwe ji standina malên wan yên zehf baş biparêze!» (Buxarî ew rîwayet kiriye.)

Di bara xultetê [tevlîhevkirinê] de di heywanên çarpêyan de

>Ew du celeb in:

Celebê yekê; tevlîhevkirina eynan e

>Tevlîhevkirina eynan ev e; du mirov di malekî de hevşirîk in, ew di navbera wan de hevpar e, para yekî ji wan ji para yê din nehatiye veqetandin. Tevlîhevkirina eynan bi mîrasê dibe û bi kirînê jî dibe.

Celebê duduyan; tevlîhevkirina ewsaf e

>Ew jî ev e; para her yekî ji wan ji para yê din veqetandî û pêzan e. Cîrantî tenê wan digihîne hev.

>Ew bi herdu celebên xwe herdu malên tevlîhevkirî dixe wekî malekî tenê. Dema tevahîya herdu malan bibe nîsab. Divê herdu şirîkên malê wan tevlîhevkirî ji ehlê wacibbûna zekatê bin. Heke yek ji wan kafir be, tevlîhevkirin ne durust e û ew bandorê jî nake. Divê ew herdu malên tevlîhevkirî di hevşî [ew êwirgeh] de hevşirîk bin. Divê ew di çêregehê de hevşirîk bin, ew bi hev re herin çêregehê û ji çêregehê bi hev re jî vegerin. Divê ew di satilê, mera û nêrî de jî hevşirîk bin. Naxwe nêrîyê gohnxwarinê dê yek be û ew herdu jî dê têde hevşirîk bin. Dema ev şert li cih bin, herdu mal bi bandorê tevlîhevkirinê dibe wek malekî tenê.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Ji tirsa zekatê ne malê ji hev cuda tê komkirin; ne jî malê komkirî ji hev tê cudakirin. Ew malê ku ji tevlîhevkirinê be, ew di navbera wan de wekhev li wan vedigere.» (Îbnxuzeyme rîwayet kiriye.)

>Naxwe tevlîhevkirin di wacibbûna zekat û saqitkirina wê de bandor û tesîrê dike. Ev jî di heywanên çarpêyan tenê de çêdibe; di ğeyrê wê de çênabe.

>Nimûneya komkirina malên ji hev veqetandî wiha ye:

>Sê şexs hene, her yek ji wan çil pezên wî hene. Tevahîya pezê wan sed û bîst pez çêdibe. Heke em her yekî ji wan yekî serbixwe qebûl bikin, li ser her sê yan sê pez zekat wacib e. Lêbelê dema em pezê her sêyan kom bikin, pezeke tenê zekat li malê her sêyan dikeve. Li vir, her sêyan malê xwe kom kirine, ji bo sê pez zekat li malê wan nekeve; lêbelê pezeke tenê zekat li malê wan bikeve.

>Nimûneya ji hev veqetandina malê komkirî jî wiha ye:

>Şexsek çil pezên wî hene. Dema pê dihese ku karmendê zekatê hatiye, ew pezê xwe ji hev vediqetîne, bîst pezan dixe cihekî û bîst pezên xwe yên din jî dixe cihekî din. Bi vî awayî, zekat ji wan nayê standin, lewra ew ji hev cuda nagihin ber zekatê. (Buxarî ew rîwayet kiriye.)



Tags: