Zekata fitrê

Zekata fitrê
108

Ehlê zekatê

>Ehlê zekatê; ewên ku zekat heqê wan e. Ew heşt sinf in, Xuda [ezzewecelle] hijmara wan dîyar kiriye û gotiye; ew heqê wan bi tenê ye: {Sedeqe wek ferzeke ji Xuda, bes ji bo feqîran, miskînan, karkerên li ser zekatê, mûellefetûl-qulûban [dan hezkirina dilên wan] koleyan, ğariman, di rêya Xuda de û rêwîyan e. Xuda zana û xwedî hikmet e.}
[Tewbe, 60]

1. Feqîran

Feqîran geljimareya feqîr e.
Feqîr; ew kes e ku bi qasî têra xwarin, vexwarin, cil û meskenê wî û xizanên wî bike, malê wî nîn e.

>Bi qasî ku heta saleke temam têra wî û malbata wî bike, ji malê zekatê jê re tê dayîn.

2. Miskînan

Miskînan, geljimareya miskîn e.
Miskîn; ew kes e ku malê wî têra nîvê îhtiyacên wî, yan jî hinekê ji nîvê îhtiyacên wî zêdetir, dike. Her wekî wî kesê ku sed dînarên wî hene; lê îhtiyaca wî bi du sed dînaran heye. Bi qasî ku heta saleke temam têra wî û malbata wî bike, ji malê zekatê jê re tê dayîn.

3.Karkerên li ser zekatê

Karkerên li ser zekatê;
Karkerên li ser zekatê; ew kes in ku rayedar û karbidest ji bo komkirina zekatê û parvekirina wê li mûhtacan wezîfê didin wan. Bi qasî heqdesta karê wan ji zekatê ji wan re tê dayîn, çendan ew zengîn bin jî. Lewra karker xwe ji bo vî karî vala û weqf dike. Lêbelê heke ji dewletê heqdestê, yan jî mûçeyeke wan hebe, ti parek ji zekatê ji wan re nayê dayîn.
Karkerên li ser zekatê, komkarên wê, nivîsevanên wê, pasevanên wê û belavkerên wê li ser xwedî heqan tev dikevin navê.

4. Mûellefetûl-qulûb [dan hezkirina dilên wan]

Mûellefetûl-qulûb;
Ew mezin in ku di nav qewmê xwe de bi xebera wan tê kirin. Ji lewma bi dayîna zekatê ji wan re mislimanbûna wan, rêgirtina li ber xirabîya wan, yan xurtbûna îmana wan, yan jî berevanîkirina wan ji mislimanan li dijî dijminekî ji dijminên mislimanan, tê hêvîkirin.

>Bi qasî ku dilê wan bi îslamê xweş bibe û bi qasî ku vê meqsûdê hasil bike, ji malê zekatê ji wan re tê dayîn.

04_07_003.PSD

5. Rîqab

Rîqab;
Ew, koleyê mûkateb e. Mûkateb; ew kole ye ku xwe ji xwediyê xwe dikirre. Evê ha, bi qasî ku ew pê bikare deynên xwe yên “girêbesta xwe azadkirinê” eda bike, jê re zekat tê dayîn.

>Ji bo her yek ji wan azad bibe, teserrufatîya wî bicih were, ew bibe endamekî bihavil di civakê de û ew jî bikare bi awayekî baş îbadetê ji Xuda Teala re bike. Her wiha mirov dikare ji vê beşa zekatê fidye di ber êsîrên mislimanan yên herbê de jî bide.

6. Ğarîmûn

Ğarîmûn geljimareya ğarim e.
Ğarim ew kes e ku deyn li ser wî hene.

>Ğarîmûn du cure ne:

>Ya yekê; ew kesê ku ji bo îhtiyacîya xwe deyn li ser wî hene. Evê ha, dema feqîr be, bi qasî ku pê bikare deynên xwe eda bike, ji zekatê jê re tê dayîn.

>Ya duduyan; ew kesê ku ji ber du komên misliman lihev anîne deyn li ser wî çêbûne. Evê ha, çendan zengîn be jî, bi qasî ku ew pê bikare temamê wan deynên xwe eda bike, ji zekatê jê re tê dayîn.

7- Di rêya Xuda de

Di rêya Xuda de;
Ew kes in ku di rêya Xuda de cîhadê dikin.

>Evên ha, bi qasî ku têra cîhada wan ya di rêya Xuda de bike, ji zekatê ji wan re tê dayîn. Gellek kar û xebatên dozdarî yên din jî hene ku di rêya Xuda de cîhad tên jimartin û ji bo wan sedeqe nayên dayîn da ku mirov pê rabin jî, dikevin nav vî beşê zekatê.

8- Rêwî

Rêwî;
Ew mûsafir û rêwî ye ku di sefera xwe de bêçare maye û pê re mal jî nemaye.

>Evê ha, bi qasî ku ew pê bikare bigihîje welatê xwe, ji zekatê jê re tê dayîn, çendan ew zengîn be jî.

Hişyarî

>1- Ji bilî wan sinifên navbûrî pê ve zekat, ji ti kesê din re nayê dayîn. Çendan ew di rêyên xêr û qencîyê de be jî; her wekî avakirina mizgeft, hicre, nexweşxane û dîgerên wan jî; ew karên xêrê yên ku mûmkin e mirov sedeqeyên xwe yên arzûmendane bide wan.

>2- Li cem dabeşkirina zekatê, ne şert e ku ew her heşt sinif tev para xwe jê bigrin; lêbelê dayîna wê ji sinfekî tenê ji wan sinfan re jî durust e.

Ewên ku zekat ji wan re nayê dayîn

1. Dewlemend, xurt û kesibkar in

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Di zekatê de ji bo dewlemend, xurt û kesibkarî par nîn e.» (Ebûdawud ew rîwayet kiriye.)

2. Dê-bav, kur û nevî û jin e; ewên ku nefeqê wan li ser mirov wacib e

>Ne durust e misliman, zekata xwe bide yekî ji wan kesên ku nefeqê wan li ser wan wacib e; her wekî bavan, dêyan, bapîran, dapîran, zaroyan, niviyan; lewra dana zekatê ji wan re, îhtiyaca wan bi nefeqê wacib nahêle û nefeqê wan ji ser mirovî dixe; ji lewma feyda zekatê li mirovî vedigere, naxwe ew jî dibe her wekî ku mirov zekat dabe xwe bi xwe.

3. Kafirên ku ne mûellefetûl-qulûb bin

>Dana zekatê ji kafiran re, ne durust e; heke meqsûd jê ne dan nermkirin û hezkirina dilên wan ji bo îslamê be.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Ew [zekat], ji zengînên wan tê standin û li feqîrên wan tê vegerandin.» (Buxarî rîwayet kiriye.)

>Bi nessa vê hedîsê zekat, ji zengînên mislimanan tê standin û ew ji feqîrên wan tenê re tê dayîn. Lewra yek ji meqsûdên zekatê jî zengînkirina feqîrên mislimanan, xurtkirin û sağlemkirina stûnên hezkirin û biratîyê di navbera endam û ferdên civaka misliman de ye. Ev jî digel kafiran ne durust e.

4. Alê [malbata] pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ye (Alê pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] Benû Haşimî ne.)

>Ji ber şerefmendî û qedrbilindîya wan zekat, ji ehl û malbata pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] re ne helal e.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Ev sedeqeyên ha, qirêjên mirovan e. Bêguman ew ji Mûhemmed û alê [malbata] Mûhemmed re ne helal e.» (Mûslim rîwayet kiriye.)

5. Azadkirîyên alê [malbata] pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ne

>Azadkirî; ew kole ne ku alê [malbata] pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ew azad kirine.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] dibêje: «Sedeqe, ji me re ne helal e. Azadkirîyên qewmekî jî ji wan bi xwe ne.» (Tirmizî rîwayet kiriye.)

>Maneya “ji wan bi xwe ne” Statûya wan jî wekî statûya azadkerên wan e. Naxwe çawa zekat ji Benû-haşimîyan heram be, eynî wisan ew, ji azadkirîyên wan re jî heram e.

6. Koleyê memlûk

>Zekat, ji koleyan re nayê dayîn. Lewra malê kole dibe malê xwediyê wî. Naxwe dema zekat ji koleyekî re were dayîn, ew dikeve ber milkê xwediyê wî. Hem jî ji ber ku nefeqê wî li ser xwediyê wî ye zekat jê re nayê dayîn. Lêbelê ev hukmê ha, ji koleyên ku bi xwediyê xwe re girêbesta xwe azadkirinê kiribin re û ji koleyên ku karkerê li ser zekatê bin re jî ne derbasdar e. Lewra dema kole karkerê li ser zekatê be, ji wî re jî para zekatê tê dayîn; ji xwe hingê ew jî wekî karkerê bi heqdest e. Lewra mirov dikare bi destûra xwediyê wî koleyî bi heqdest bigre û bide xebatê.

Dayîna karkerên li ser zekatê

>Zekat, ji karkerê li ser zekatê û ji ğariman re jî tê dayîn; çendan ew dewlemend bin jî. Ew mirovê ku karibe kar bike; heke wî xwe ji bo teleba îlmê şerîî vala kiribe û malê wî jî nebe; lewra teleba îlmê jî cîhada di rêya Xuda de ye, her wiha ye mûcahid û mûellefetûl-qulûb jî zekat ji wan re tê dayîn. Lêbelê heke ew mirovê ku karibe kar û xebatê bike, abid be, wî xwe vala kiribe û terka kar û xebatê kiribe ji bo kirina îbadetên nafîle, zekat ji wan nayê dayîn. Lewra feyda îbadetê ji abid tenê re ye; lêbelê îlm ne wisa ye.

>Lewra Xuda Teala dibêje: {Gelî yên ku îman anîne! Ji tiştên xweş yên ku we bidest xistine û ji yên ku me ji bo we ji erdê derxistine înfaq bikin. Hûn ji malê xwe [ji bo sedeqe dayînê] qesda yê nehêja nekin; hûn wî înfaq dikin û hûn bi xwe jî nîn in ku wî wergirin; heke hûn çavên xwe jê negirin! Zanibin ku Xuda dewlemend û pesnande ye. Şeytan we bi feqîrtiyê ditirsîne û şîreta nemerdîyê li we dike. Xuda jî peymana meğfîreteke ji xwe û keremê dide we. Xuda kerem-fereh û zana ye.} [Beqere, 267-268]

Derxistina zekatê

Wextê wê

>Derxistina zekatê di cih de bilezûbez wacib e; dema wextê wacibbûna wê were û mirov karibe wê derxîne jî. Heke zerûret nebe, derengxistina wê ji wextê wacibbûna wê ne durust e. Zerûret ev e; her wekî ew li devereke ji welatê xwe dûr be, yan jî ew ketibe hebs û zindanê û yên wekî van e.

>Delîla wacibbûna wê ya bilezûbez ev gotina Xuda Teala ye: “Roja dirûna wê heqê wê [zekatê] bidin.} [Enam, 141] {Zekatê bidin.} [Nûr, 56]

>Raweya fermanî jî kirina bilezûbez dixwaze.

Hukmê lezkirina li zekatê

>Lezkirina li zekatê ji bo du salan û kêmtirî wan jî durust e; dema di wexta lezkirina li zekatê de nîsab temam bûbe.

Cihê derxistina wê

>Ya baş; derxistina zekatê ji bo ehlê wî bajar û welatî be ku malê zekatê li wî ye. Lêbelê heke îhtiyac pê hebe, guhastina zekatê ji welatê malê zekatê ji bo welatekî din jî durust e; vêca hîç ferq nake, çi ew welat nêzîk be, çi jî ew dûr be. Her wekî ew welatê ku zekat ji bo wî hatibe guhastin feqîrtir be; yan jî hinek xizmên xwediyê zekatê li welatekî dûr bin û ew jî wekî feqîrên welatê wî jar û feqîr bin. Lewra di guhastina zekatê de ji bo wan hasilbûna meslehetê heye. Ew jî sedeqe û sileya rehmê ye. Ev dîtin-nêrîna ku dibêje; “guhastina zekatê ji welatekî ji bo welatekî din durust e”ya rast û durusttir e. Lewra gotina Xuda Teala: {Sedeqe, bes ji bo feqîr û miskînan e.} [Tewbe, 60] gelemper e. Yanî zekat ji bo her feqîr û miskînên li her cih û deveran e.

Ew malê ku ji zekatê derdikeve û ewê ku ji zekatê dernakeve

>Ji zekatê, malê navîn tê derxistin; ne ji baştirê wî û ne jî ji nehêjayê wî. Naxwe xwediyê mal ne mecbûr e, sewalê xwe yê qelew, yan ya avis, yan jî nêrîyê xwe ji bo zekatê derxe, yan jî ew fêkîyên xwe yên baştirîn ji bo zekatê derxîne; lêbelê heke ev bi rizamendîya xwedîyê mal be û dilê wî jî pê xweş be, ew çêdibe.

>Her wiha ne durust e, ew ji nav malê xwe yê baş jî malê nehêja ji bo zekatê derxîne; lêbelê heke malê wî tev ji çînîya nehêja be, yan jî sewalên wî hemû nexweş bin, hingê ji wî re durust e, ew zekatê ji wan derxîne.

>Lewra Xuda Teala dibêje: {Hûn ji malê xwe [ji bo sedeqe dayînê] qesda yê nehêja nekin; hûn wî înfaq dikin û hûn bi xwe jî nîn in ku wî wergirin; heke hûn çavên xwe jê negirin!} [Beqere, 267]

>Di hedîsê de wiha hatiye: «Ji bo zekatê heywana pîr55, ya eybdar, gîskê nêr nayên derxistin; lêbelê heke zekatdar bixwaze, ğem nake.» (Buxarî rîwayet kiriye.)

>Hem ji pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ji Mûaz re gotibû: «Zinhar, xwe ji standina malên wan yên çêtirîn biparêze!» (Buxarî rîwayet kiriye.)

Tewcîhat

>1. Divê zekatdar ji bo dana zekata xwe li mûsteheqan bigere û bila ew nebe adetekî salane ku wê bide ne mûsteheqan.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Têde para yê zengîn, yê xurt û yê kesibkar nîn e.» (Ebûdawud rîwayet kiriye.)

>2. Divê zekatdar ji bo dana zekata xwe li feqîrên û mûsteheqtir bigere. Çiqas sifetên mûsteheqbûnê di şexsekî de zehf bin, ew ji bo wergirtina zekatê heqtir û lipêştir dibe. Her wekî feqîrê lêzim be, yan jî feqîrê talibê îlmê be. Her wiha ne, yên din jî.

Ewê ku ji bo wergirtina zekatê heqdartir e

>Layiq e ku zekatdar ji bo dana zekata xwe li feqîrên mûsteheqtir bigere. Çiqas sifetên mûsteheqbûnê di şexsekî de zehf bin, ew ji bo wergirtina zekatê heqtir û lipêştir dibe. Her wekî feqîrê lêzim be, yan jî feqîrê talibê îlmê be. Her wiha ne, yên din jî.



Tags: