Zîyareta Medînê, fezîleta wê û cihê wê

Zîyareta Medînê, fezîleta wê û cihê wê
70

Navên Medîna Nebewî

1. Medîne

>Lewra Xuda Teala dibêje: {Ew dibêjin; heke em vegerin Medînê, yên ezîz wê yên zelîl jê derxînin!} [Mûnafîqûn, 8]

2. Tabe

>Cabir kurê Semûre [Xuda jê razî be] rîwayet dike, dibêje; min ji pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] bihîst ku digot: «Xuda navê Tabe li Medînê kiriye.» (Mûslim rîwayet kiriye)

3. Teyyîbe

>Zeyd kurê Sabit [Xuda jê razî be] rîwayet dike, dibêje; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: «Ew teyyîbe ye; ew gunehan jêdibe, wekî ku agir jî qirêja zîv jêdibe.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

Fezîleta Medîna Nebewî

>Se‘d kurê Ebûweqqas [Xuda jê razî be] rîwayet dike, dibêje; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Medîne ji wan re çêtir e; heke ew bizanin; kî ji bo dilê wî di yeka ji wê çêtir de hebe, terka wê bike, Xuda dê di şûna wî de yên ji wî çêtir bîne wê. Kî li ser dijwarîya wê û tengasîya wê sabit bimîne, ezê roja qiyametê jê re şefaetkar -ango- şahid bim.» (Mûslim rîwayet kiriye)

>Ebûhûreyre [Xuda jê razî be] rîwayet dike, dibêje; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: «Bi cihbûna li gundewarekî (Ferman bi gundekî kir; yanî bi hicretkirin û çûna gundekî, bicihbûna li wî û peyabûna li wir ferman kir.) ferman li min hatiye kirin, ew gundewaran meğlûb (Gundewaran dixwe; ehlê wê mirovên deverên din meğlûb dikin û ew dibe navenda artêşa Îslamê.) dike, Yesrîb dibêjin, ew Medîne ye. Ew mirovan (Mirovan paqij dike; neqencan ji mirovan derdixe.) paqij dike, wekî ku kurh (Kurh, ewê ku hesinbirr pê pif dike hesin.) jî zengara hesin (Zengara hesin; qirêja wî ye.) jêdibe»

>(Buxarî û Mûslim ew rîwayet kirine)

Hinek xusûsîyetên [taybetmendîyên] Medîna Nebewî

>1. Ew ji navbera ‘Eyr û Sewrê -du çîyan e- herem e. Darên wê nayên birrîn û sewalên wê jî nayên nêçîrkirin.

>Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Medîne, ji ‘Eyr heta bi Sewr herem e. Kî têde bîd‘etekî peyda bike, yan jî xirabekî li wê bihewîne, laneta Xuda, melaîket û însanan tevan li wî bibare; Xuda roja qiyametê ji wî fîdye û gerewekê qebûl nake» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

>Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ew kiriye herem, wekî ku Îbrahîm [silavên Xuda lê bin] jî Mekke kiribû herem.

>Ebdûllah kurê Zeyd [Xuda jê razî be] rîwayet dike, dibêje; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Îbrahîm [silavên Xuda lê bin] Mekke kiribû herem û jê re dûa kiribû. Min jî Medîne kiriye herem, wekî ku Îbrahîm [silavên Xuda lê bin] jî Mekke kiribû herem, min di bara mûdda [çenga] wê û saa wê de dûa jê re kiriye, wekî ku Îbrahîm [silavên Xuda lê bin] jî ji Mekkê re dûa kiribû» (Buxarî rîwayet kiriye)

>Ferq di navbera Herema Mekkê û herema Medînê de; herembûna Mekkê bi ness û îcmaê sabit e. Di herembûna Medînê de îxtîlaf heye; lê ya sehîh, ew jî herem e.

>2. Nimêja li Medînê qatbiqat e

>Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Nimêjeke di vê mizgefta min de ji bilî mizgefta Heramê, ji hezar nimêjên di ğeyrên wê de çêtir e!» (Buxarî rîwayet kiriye)

05_11_002-Mount Thawr.jpg

Çîyayê sewr

05_11_003-.jpg

Çîyayê ‘Eyr

>3. Bexçekek ji bexçeyên cennetê li wê ye, nimêjkirina li wê sunnet e.

>Ebûhûreyre [Xuda jê razî be] rîwayet dike, dibêje; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: «Navbera mala min û Mînbera min bexçekek ji bexçeyên cennetê ye. Mînbera min jî li ser hewzê min e» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine.)

05_11_004-The Noble  Meadow.gif

Rewza pîroz

>4. Mesîhê Deccal di axir zemanê de nakeve nav Medînê û êşa taûnê jî.

>Enes kurê Malik [Xuda jê razî be] rîwayet dike, dibêje; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: «Deccal tê ku were nav Medînê, melaîketan dibîne ku nobetê lê digrin. Xuda hez bike, ne taûn tê navê, ne jî Deccal.» (Tirmizî rîwayet kiriye)

>5. Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] dûa bereketê jê re kiriye.

>Enes kurê Malik [Xuda jê razî be] rîwayet dike, dibêje; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: «Xudayê min! Du caran bi qasî bereketa ku te xistî Mekkê, bereketê bixe Medînê.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

>6. Nêçîra Mekkê têde hem guneh, hem jî ceza heye. Nêçîra Medînê jî têde guneh heye, lê ceza nîn e. Gunehê ku ji nêçîra Mekkê tê, ji gunehê ku ji nêçîra Medînê tê, mezintir e. (Li [kitêba] Mûmetti‘ê cildê 7, rûpela, 257’an binêre! )

Hukmê zîyareta Mizgefta Pêğember [dirûd û silavên Xuda lê bin]

>Zîyareta Mizgefta Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ne ji şertên hecê, ruknên wê û wacîbatên wê ye. Lêbelê ew sunnet e, di her gav û demê de rewa ye.

>Divê ji zîyaretê meqsed, nimêja di mizgeftê de be, ne di qebrê de.

>Lewra Ebûhûreyre [Xuda jê razî be] rîwayet dike, dibêje; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: «Sefer ji bo sê mizgeftan tenê tê kirin: Mizgefta Heramê, Mizgefta Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] û Mizgefta Eqsayê.» (Mûslim rîwayet kiriye)

>Şeyxûl Îslam Îbnteymîye gotiye: “Heke ji seferê qesda wî serdana qebra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] be; ne nimêja di mizgefta wî de be.. bi dîtin-nêrîna îmaman û pirranîya aliman; ev ne rewa ye û ferman jî pê nehatiye kirin.... Hedîsên di bara serdana qebra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] de bi îttîfaqa ehlê îlmê tev zeîf in; heta ew lêanîn in, ti kesê mûtemed ji ehlê Sunenan tiştek ji wan rîwayet nekirine û ti kesî ji îmaman jî tiştek ji wan delîl qebûl nekiriye.” (Mecmûûl-Fetawa, cild, 27, rûpel, 26)

Hukmên zîyaretê û edebên wê

>1. Dema zîyaretkar bigihîje Mizgeftê, jê re sunnet e lingê xwe yê rastê pêşî bavêje û bibêje; «Xudayê min, derîyên rehma xwe ji min re veke!» (Mûslim rîwayet kiriye.)

>2. Ew du reketên hedya mizgeftê nimêj dike. Heke ew wan di Rewza Şerîf de bike, hîn çêtir e.

>3. Zîyaretkirina qebra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] û herdu hevalên wî jî sunnet e. Ew bi edeb, dengê nizm û sergiranî li ber qebra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] radiweste û dibêje: “Ey Pêğember! Silav, rehm û bereketa Xuda li ser te be. Xuda meqamê te mezin bike û ji ummeta te mûkafata xêrê bide te.”

>Paşê ew lingê xwe yê rastê gavekê, yan jî du gavan diavêje ji bo li pêşberî Ebûbekr [Xuda jê razî be] rawest, silavê lê dike û dibêje: “Ey Ebûbekr, xelîfê pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin]! Silav, rehm û bereketa Xuda li te be. Xuda ji te razî be û ji ummeta Mûhemmed [dirûd û silavên Xuda lê bin] jî mûkafata xêrê bide te.”

>Paşê ew lingê xwe yê rastê gavekê, yan jî du gavan diavêje ji bo li pêşberî Ûmer [Xuda jê razî be] rawest, silavê lê dike û dibêje: “Ey Ûmer, mezinê mûmînan! Silav, rehm û bereketa Xuda li te be. Xuda ji te razî be û ji ummeta Mûhemmed [dirûd û silavên Xuda lê bin] jî mûkafata xêrê bide te.”

>4. Ji bo zîyaretkarê Mizgefta Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] sunnet e, her pênc nimêjên xwe yên ferz di mizgefta pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] de eda bike û têde zehf zikrê Xuda bike, zehf zehf jê dûa bike, nimêjên sunet zehf bike, bi taybetî jî di Rewza Şerîf de bike.

>5. Ji bo zîyaretkarî sunnet e Mizgefta Qubayê jî zîyaret bike ji bo têde nimêj bike. Heke zîyareta wê di roja Şemîyê de be hîn çêtir e.

>Lewra hedîsa Îbnûmer [Xuda jê razî be] heye, dibêje; «pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] hem bi siwarî, hem jî bi peyatî dihate Mizgefta Qubayê, têde du reket nimêj dikir.» Di rîwayeteke din de dibêje: «Ew dihate Qubayê» yanî her şemîyê dihatiyê. (Mûslim rîwayet kiriye)

>6. Zîyaretkirina qebrên Beqîê, şehîdan û qebra Hemze jî sunnet e.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] diçû serdana wan, ji wan re dûa dikirin û digot: «Gelî ehlê xanîyên mûmîn û mislimanan! Silav li we be. Xuda hez bike, em jî tên digihîjin we. Ez ji bo me û we efîyetê ji Xuda dixwazim.» (Mûslim rîwayet kiriye.)

Xeta û şîyarî di zîyaretê de

>1. Sefer û girêdana karwanan e, ji bo qesda zîyareta qebr û cihên eserî yên li Medînê. Lêbelê ya rewa, di bara girêdana karwanan de ji bo zîyareta Mizgefta Pêğemberî û nimêja têde, zîyareta qebrê jî di navê de ye.

>2. Berê xwe dana qebrê li cem dûa ye.

>3. Dûaya ji pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] û xwestina îhtiyacan ji wî ye; ne ji Xuda [ezzewecelle], ev ji şirka mezintirîn e.

>4. Xwe meshkirina bi dîwanê hicrê ye bi qesda bereketê. Ev ji bîd‘etên heram e û yek ji navgînên şirkê ye.

>5. Bilindkirina dengê xwe li cem qebra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin], rabûna dirêj, ji dûr ve dubarekirina silavê ye çi qas biçe hundur, danîna destê rastê li ser destê çepê ye li ser singê di esnaya silavê de ye her wekî awayê nimêjê.



Tags: