Sifetê nimêjê

Sifetê nimêjê

Sifetê/awayê nimêjê

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Wekî hûn min dibînin ez nimêj dikin, hûn jî wisan nimêj bikin.» (Buxarî rîwayet kiriye)

>Ji Aîşe [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; «pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] nimêj bi tekbîrê û xwendina el-hemdû lillahî rebbil alemîn dest pê dikir. Dema ew diçû rikûê serê xwe bi jorê ve ranedikir û ew rast jî nedikir lêbelê di navbera herduyan de bû. Dema wî serê xwe ji rikûê radikir jî heta jipêya pişta wî tam rast nedibû, ew nediçû sicûdê. Dema wî serê xwe ji sicûdê radikir, heta rûniştî tam rast nebûya nediçû sicûdê. Wî di her du reketan de ettehîyyatû digot. Wî pêyê xwe yê çepê radizand û pêyê xwe yê rastê radikir. Wî li ser pehnîyê rûniştina şeytên men dikir û razandina mêr ya zendên xwe her wekî razandina direndeyan jî men dikir. Wî bi selamê dawî li nimêja xwe dianî.» (Mûslim rîwayet kiriye)

Îstiqbala [berê xwe dana] qiblê û tekbîra îhramê

>- Ewê ku bixwaze nimêj bike, ewê berê xwe bide qiblê, ewê di nimêja xwe de bi tirs be û ewê hest bi sekna xwe ya li pêşberî Xuda Teala bike.

>- Paşê ewê bi dilê xwe nîyetê li nimêjê bîne. Nîyet, cihê wê qelb e. Bi dev gotina nîyetê ne caiz e. Lewra ew bid‘et e. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Emel bes bi nîyetan e. Kî, nîyeta çi kiribe bes ew jê re heye.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine).

>-Paşê ewê destên xwe heta bi dehma herdu milên xwe yan jî guhên xwe bilind bike û ewê bibêje: “Ellahu ekber” (Mûslim rîwayet kiriye) [Xuda ji hemû tiştan mezintir e]

>-Paşê ewê di bin singa xwe de destê xwe yê rastê deyne ser destê xwe yê çepê û ewê destê çepê xwe bi destê rastê xwe bigre.

Îstiftah û xwendina Fatîhê

>-Nimêjker, serê xwe nizm dike û li cihê sicûda xwe dinêre (Buxarî rîwayet kiriye) Paşê ew dibêje: «Xudayê min ez te ji hemû kêmasîyan pak didêrim û hemdê te dikim, navê te pîroz e, mezinatîya te bilind e, ji bilî te ti îlah nîn in.» (Mûslim rîwayet kiriye)

>-Paşê ew di piştî wê de dibêje: «Ez bi Xuda, xwe ji şeytanê qewitî diparêzim!” “Bi navê Xudayê dilavanê dilovîn» (Mûslim rîwayet kiriye)

>-Di piştî wê de ew Fatîhê dixwîne (Buxarî rîwayet kiriye), paşê ew «Amîn» dibêje, yanî bersiv bide.

>-Nimêjker di herdu reketên pêşîn de di piştî Fatîhê de sûretekî din, yan jî ji Qur’anê çi bizane, dixwîne. Ew di nimêja fecrê û herdu reketên pêşîn yên meğrib û eşayê de bi eşkerehî dixwîne.

Rikû û rabûna jê

>Nimêjker herdu destên xwe radike, tekbîr tîne û dice rikûê, ew herdu destên xwe datîne ser kabên xwe, ew telîyên xwe vedike, wekî yê ser wan digre, ew pişta xwe û serê xwe rast dike, paşê sê caran dibêje: «Xudayê min yê mezin, ez te ji hemû kêmasîyan pak didêrim!» (Tirmizî rîwayet kiriye)

>Paşê [îmam û mûfred ji rikûê] radibe û dibêje: «Kî hemdê wî bike, Xuda jê qebûl bike» (Tirmizî rîwayet kiriye) û [tev] dibêje: «Xudayê me, bi qasî tijebûna asîmanan û tijebûna erdê, tijebûna navbera herduyan û tijebûna tişta ku piştre tu bixwaze, hemd her ji te re be!» (Tirmizî rîwayet kiriye) mûsteheb e, ew destê xwe deyne ser singa xwe, wekî ku berî rikûê, di qiyama [jipêya] xwe de jî wisan kiribû.

Sicûd û rabûna jê

>-Nimêjker, tekbîr tîne, paşê jî diçe sicûdê. Pêşî ji wicûda wî herdu kabên wî dikevin ser erdê, paşê jî herdu destên wî (Ebûdawud rîwayet kiriye) , paşê enîya wî û bêhvila [pozê] wî. Ew herdu mistên xwe li dehma guhên xwe yan jî milên xwe li ser erdê vedike, ew telîyên xwe bi cîhetê qiblê ve datîne, ew herdu zendên xwe (Buxarî rîwayet kiriye) ji erdê radike, ew herdu bazûyên xwe ji teniştên (Mûslim rîwayet kiriye) xwe û zikê xwe ji herdu rehnên xwe dûr dike û sê caran dibêje: «Ez Xudayê xwe yê bilindtirîn ji hemû kêmasîyan pak didêrim!» (Mûslim rîwayet kiriye) Ew di sicûdênxwe de jî zehf dûayan dike.

>- Paşê ew bi tekbîrê re serê xwe radike û destên xwe ranake, ew bi îftîraşkî; pêyê xwe yê çepê radizîne (Tirmizî rîwayet kiriye) û pêyê xwe yê rastê radike, ew berê telîyên pêyên xwe dide cîhetê qiblê, ew destên xwe vekirî datîne ser rehnên xwe, berê telîyên xwe jî dide cîhetê qiblê û dibêje: «Xudayê min, li min bibûre, li min were rehmê, jidestçûyên min li min vegerîne, min bîne ser rêya rast û rizqê min bide.» (Buxarî rîwayet kiriye).

>- Paşê ew tekbîr tîne û wekî ya yekê diçe sicûdê.

>- Paşê ew tekbîr tîne û serê xwe radike û rûniştineke sivik dike jê re rûniştina îstîrahetê tê gotin. Lewra hedîsa Malik kurê Hûweyris [Xuda jê razî be] di bara sifetê nimêja pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] heye dibêje: «Heta rûniştî tam rast nebûya, ranedibû.» (Buxarî rîwayet kiriye). Paşê ew tekbîr tîne û ji bo reketa duduyan radibe û birha xwe berdide ser destên xwe.

>-Paşê ew wekî reketa yekê, reketa duduyan jî nimêj dike; lêbelê ew dûaya îstiftahê naxwîne.

Teşehhud/et-tehîyyat

>Dema nimêjker ji herdu reketên pêşîn vala [xilas] bike, ewê ji bo teşehhuda yekê rûne; pêyê xwe yê çepê radizîne û pêyê xwe yê rastê radike, ew destên xwe datîne ser rehnên xwe, destê xwe yê çepê vedike, telîyên qelîç û bapelîçê ji destê xwe yê rastê

>digre, ew bi telîya navê digel ya girê heleqê çêdike û ew telîya şehdê jî radike. Ew bi telîya şehdê jî li cem teşehhudê îşaret dike û bi çavên xwe lê dinêre û dibêje: «Her xweşî ji Xuda re be, selewat, pakî jî. Selam, rehma Xuda û bereketa wî li ser te be, ey Pêğember! Selam li ser me be û li ser evdên Xuda yên Salih bin. Ez şehde didim ku ji Xuda pê ve ti îlah nîn in û ez şehde didim ku Mûhemmed evdê wî û pêğemberê wî ye.» (Buxarî rîwayet kiriye)

>- Paşê ew tekbîr tîne û radibe-heke nimêj ji du reketan zehftir be-; ewê bi tekbîrê re destên xwe rake û di reketên mayî de ji Fatîhê pê ve naxwîne.

>- Ew di tehîyyata dawîyê de bi tewerrukî rûdine. Tewerruk; (Ebûdawud rîwayet kiriye) mirov pêyê xwe yê çepê radizîne û ji alîyê rastê ve derdixe û li ser cihê rûniştina xwe rûdine û pêyê xwe yê rastê jî radike, ew dûayên ku di tehîyyata yekê de hatine dixwîne û vê jî lê zêde dike û dibêje: «Xudayê min! Meqamê Mûhemmed û ehlê Mûhemmed mezin û bilind dike, wekî ku te meqamê Îbrahîm û ehlê Îbrahîm jî mezin û bilind kiriye. Lewra tu ehlê pesn û sena yî. Xudayê min! Bereketa xwe li Mûhemmed û ehlê Mûhemmed bike, wekî ku te bereketa xwe li Îbrahîm û ehlê Îbrahîm jî kiriye. Lewra tu ehlê pesn û sena yî.» (Buxarî rîwayet kiriye)

>-Paşê ew dibêje: «Xudayê min! Ez bi te, xwe ji ezabê cehennemê, ji ezabê qebrê, ji fitna sağ û mirîyan û ji şerê mesîhê Deccal, diparêzim.»
(Buxarî rîwayet kiriye)

Selam

>Di dawîya nimêjê de nimêjker ji rexê milê xwe yê rastê ve selam dide û dibêje: «Silav û rehma Xuda li we be.» (Mûslim rîwayet kiriye) her wiha ew wisan selam dide mile xwe yê çepê jî.

02_06_007-The Opening Takbeerah.jpg

Tekbîra îhramê

02_06_008.psd

Rikû û rabûna jê

02-05-010.jpg

Xwendina Fatîhê

02_06_011-E.jpg

Sicûd û rabûna jê

02_06_010-Sitting between the two Prostrations.jpg

Rûniştina di navbera herdu sicûdan de

02_06_009.jpg
02_06_014_1.jpg
02_06_012-Sitting for the Final Tashahhud.jpg

Rûniştina ji bo tehîyyata dawîn

123 (1).png
02_06_015.psd

Selam

Hinek zikrên [tesbîhatên] piştî nimêjê

>-[Sê caran] «Ez lêborîna xwe ji Xuda dixwazim.” “Xudayê min tu selam î, selam ji te ye. Hey xwediyê mezinatî û keremê, tu pîroz û bilind î.»
(Mûslim rîwayet kiriye)

>- «Ji Xuda pê ve ti îlah nîn in, ew yek e, ti şirîkê wî nîn in, desthilatî ya wî ye, hemd ji wî re ye û ew li ser kirina her tiştê kare ye. Xudayê min! Tu çi bidî ti kes nikare jê re bibe asteng û tu çi nedî jî ti kes nikare wê bide, tu xwedan merdî?! feyde nade, merdî her ji te ye.» (Buxarî rîwayet kiriye)

>- «Ji Xuda pê ve ti îlah nîn in, ew yek e, ti şirîkê wî nîn in, desthilatî ya wî ye, hemd ji wî re ye û ew li ser kirina her tiştê kare ye. Ti plan û hêza me nîn e, heke ne bi Xuda be. Ji Xuda pê ve ti îlah nîn in, em ji wî tenê re her îbadet dikin, nîmet ya wî ye, kerem ya wî ye, senayê sipehî ji wî re ne. Ji Xuda pê ve ti îlah nîn in, em dilxalîsane jê re îbadet dikin çendan bi kafiran ne xweş be jî.» (Mûslim rîwayet kiriye)

>- [Sih û sê (33) caran] «Ez Xuda ji hemû kêmasîyan pak didêrim, hemd her ji Xuda re be, Xuda ji hemû tiştan mezintir e.” “Ji Xuda pê ve ti îlah nîn in, ew yek e, ti şirîkê wî nîn in, desthilatî ya wî ye, hemd ji wî re ye û ew li ser kirina her tiştê kare ye.»
(Mûslim rîwayet kiriye)

>- «Xudayê min, li ser kirina zikrê te, şukrê te û îbadetê te yê sipehî, arîkarîya min bike.»
(Ebûdawud rîwayet kiriye)

>- Xwendina Ayetûl kursî, sûretê Îxlas, Feleq û Nas. (Nesaî rîwayet kiriye).

Mijarek

>Di sifetê nimêjê de bê ferq û cudahî jin jî her wekî mêr e.



Tags: