Sifetê Hec û Ûmrê

Sifetê Hec û Ûmrê

Sifetê Hec û Ûmrê

Sifetê Hecê

>Kî, bi qesda hecê were, yan ewê mûtemetî be, yan qarin be, yan jî mûfrid be. Herçî Mûtemettî be, ew piştî ûmra xwe dike, ji îhramên xwe derdikeve. Herçî qarin û mûfrid bin, ew di îhramên xwe de berdewam dibin û emelên hecê jî ji roja heştê destpê dike, heta bi dawîya roja sêzdehan.

>Ev jî li gorî rojan beyankirina wê ye:

Roja sêzdehan ji meha Zîl-hiccê [roja Terwîyê ye] (Ji vê rojê re “Roja Terwîye” tê gotin. Lewra hacî ji bo Mîna û Erefatê têra xwe avê werdigrin. Lewra av li wir nîn e.)

>1. Di roja heştan de sunnet e mirov berî nîvroyê ji bo hecê îhramên xwe li xwe bike û ewê ji mekanê xwe bikeve îhraman. Heke ew li Mekkê be, ewê ji wir bikeve îhraman. Heke ew li Mînayê be, ewê ji wir bikeve îhraman. Ewê xwe bişoyê, bêhna xweş li xwe bide, cilên îhraman li xwe bike û ji bo hecê lebbeyka xwe bîne û bibêje: «Ferman bike Xudayê min, ferman bike. Ferman bike, ti şirîkê te nîn in, ferman bike. Hemd, nîmet û milk her ji te re ne, ti şirîkê te nîn in» (Buxarî ew rîwayet kiriye.)

>2. Ew berê xwe dide Mînayê, têde nimêja nîvro, esr, meğrib, eşa û fecrê eda bike. Ji roja talîyê her nimêjekê di wextê wê de bike û nimêjên çar reketî jî kurt bike. Ew li Mînayê dimîne heta derketina tavê di roja nehan de ye. Zehf telbîyekirin jî sunnet e.

05_06_001-Ihram.PSD

Îhram

05_06_002.JPG

Bêhna xweş li xwe dan

05_06_002_1.jpg

Xwe şûştin

05_06_004-Mina.png

Mîna

Roja nehê meha Zîl-Hiccê roja Erefê ye.

>1. Dema tava vê rojê derkeve, hacî bi lebbeykê ber bi Erefê ve dimeşin. Sunnet e, hacî berê xwe bidin Nemîrê. Ewê li wir bimîne heta tav zaîl bibe, heke ev jê re hêsan bibe. Dema tav zaîl bibe û wextê nîvro were, ji îmamê mislimanan, yan jî cîgirê wî re sunnet e, xutbeyeke mûnasibî rewşa wan ji hacîyan re bixwîne. Ewê têde tewhîdê iqrar bike û wan hînî hukmên hecê û erkên wan yên dînî bike.

>2. Paşê ew li wir nimêja nîvro û esrê bi cemû-teqdîmî eda dike û ew nimêjê kurt dike. Di vê rojê de ji hacîyan re meşrû ye ku berê xwe bidin qiblê û zehf dûa bikin. Bila zehf xwe bidin dûa û ew zarzarkirin, xwe rebenkirin, bêçaretî û mûhtacbûna xwe ya bi Xuda [ezzewecelle] xuya bikin. Bila ew di dûayan de îlhah bikin û wan dubare dubare bikin.

>Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Dûaya çêtirîn dûaya roja Erefê ye. Çêtirîn tişta ku min gotî û ya ku pêğemberên berîya min jî gotin: «Ji Xuda pê ve ti îlah nîn in, ew yek e, ti şirîkê wî nîn in, desthilatî ya wî ye û hemd her ji wî re ye. Ew li ser kirina her tiştê kare ye.» (Tirmizî ew rîwayet kiriye)

>Heta jê were bila ew ji xwe re dûayên mesûr bike û bila ew xwe ji dûayên peydakirî yên zehmet dûr bigre. Heke ew tiştekê ji Qur’anê bixwîne sipehî ye. Bila ew zehf selewatan li ser pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] bide.

>3. Hacî piştî roj biçe ava ji Erefê vedigere Mûzdelîfê û ne durust e, ew berî roj biçe ava vegere. Heke ew berî roj biçe ava jê derkeve, heke bi şevê be jî dîsa ewê li wê vegere. Heke ew venegere wê, divê ew xwînekê bide. Ew jî pezek e, yan heftyeka hêştirê ye, yan jî heftyeka dewarekî ye.

05_06_005-Muzdalifah.jpg

Mûzdelîfe

05_06_006-Namirah.jpg

Nemîre

05_06_007-Arafāt.jpg

Erefat

Tewcîhat

>1. Wiqûfa Erefê, bi hebûna hacî li Erefê ya di roja nehê de bicih dibe. Hîç ferq nake; çi ew jipêya be, yan rûniştî be, yan gêrkirî be, yan jî siwar be. Wateya wê ne jipêyabûn e.

>2. Wiqûfa li Erefê ruknek ji ruknên hecê ye. Bêyî wê hec ne sehîh e. Dema wiqûf ji dest mirov biçe, hec jî ji dest mirovî çûye.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Hec Erefe ye!» (Ehmed ew rîwayet kiriye)

>3. Wextê wiqûfa li Erefê ji vedana fecra roja nehê destpê dike heta bi vedana fecra roja dehê dewam dike. Naxwe kî, di vî wextî de li Erefê wiqûfê bike çendan kêlîkek be û ew jî ji ehlê wiqûfê be, heca wî durust e. Kî jî di vî wextî de wiqûf jê re hasil nebe, heca wî ne sehîh e.

>Lewra Îbnebbas [Xuda jê razî be] bi merfûkî rîwayet dike û dibêje: «Kî berî vedana fecrê bigihîje Erefê, ew gihaye hecê» (Elbanî ew di Sehîha el-Camîê de bi jimara [5995] sehîh dêrîyaye)

>4. Erefe tev cihê wiqûfê ye. Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] li cem çîyê nêzîkî zinaran berê xwe da qiblê û wiqûfa xwe kir û hilnegerîya ser çîyê.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Min ha li vir wiqûf kir, Erefe tev cihê wiqûfê ye» (Mûslim ew rîwayet kiriye)

>Heke ji hacî re hêsan bibe, ew li wî cihê ku pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] lê wiqûf kirî, wiqûfa xwe bike, bila bike. Heke ew jê re hêsan nebe, li her cihekî Erefê wiqûf çêdibe. Wiqûf li newala berî Erefê ne sehîh e. Navê wê newala “Erene” ye. Ew naçe ser çîyê û hilnagere ser zinaran jî. Herçî Erefe ye, tixûbê wê melûm e. Li ser wan elamet hene, ew ji berê de li ser wan hatine danîn. Vêga jî li ser wan hinek elametên nû yên mezin û zehf eşkere hatine danîn. Ew ji hemû alîyan ve tixûbê wê eşkere dikin.

>5. Divê hacî mezinbûn û fezîleta vê rojê di bîra xwe bîne [û zanibe ku] Xuda têde qencîyê li evdên xwe dike, bi wan hewayê diavêje melaîketên xwe û têde mirovan zehf zehf ji êgir azad dike.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Rojek nîn e ku Xuda ji roja Erefê zehftir mirovan têde ji êgir azad bike. Xuda nêzîk dibe. Paşê bi wan hewayê diavêje melaîketan û dibêje: Evên ha çi dixwazin?» (Mûslim ew rîwayet kiriye)Divê hacî saetên vê roja qenc binirxîne, toba xwe nû bike, nefsa xwe mûhasebe bike û ew wê bi gerê, axaftina zêde û nîqaşê zayî neke.

Şeva dehê vegera ji bo Mûzdelîfê û şev-bûrandina li wê ye

>1. Hacî piştî roj diçe ava ji Erefê vedigere Mûzdelîfê. Ji bo hacî sunnet e, bi hêdî hêdî û sergiranî vegere ji bo mirovan neêşîne. Bila ew leybbeyke bibêje û zehf zikrê Xuda [ezzewecelle] bike.

>2. Dema hacî bigihîje Mûzdelîfê, ew berî pertalên xwe û tiştên xwe peya bike, dest bi nimêja meğrib û eşayê bi cemû-teqdîmî dike û eşayê jî bi kurtînî dike.

>3. Divê hacî di vê şevê de şeva xwe li Mûzdelîfê derbas bike, li wir nimêja fecrê zû eda bike û ew berî fecrê ji Mûzdelîfê naçe; heke ne ji bo uzrekî be; her wekî jin û zarokên zeîf û yên ku hevaltiyê bi wan re dikin, yan jî ew mirovên bi xizmeta hacîyan radibin, dema heyv here ava, ji wan re durust e ew dawîya şevê ji Mûzdelîfê vegerin.

>4. Dema hacî nimêja fecrê eda bike, mûsteheb e, ew were cem Meşirûl Heramê, berê xwe bide qiblê, destê xwe bilind bike û zehf zikr, tekbîr û dûa bike. Ewê wisan dewam bike, heta roj tam zer bibe. Ew li Mûzdelîfê li kîjan cihî rawest, durust e.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Min ha li vir wiqûf kir, Mûzdelîfe cihê wiqûfê ye.» (Mûslim ew rîwayet kiriye)

>5. Dema hacî ji Mûzdelîfê vegere, jê re mûsteheb e, raje heft kevirkan ji bo avêtina Cemra roja yekê tenê. Herçî rojên mayî ne, ew kevirkên xwe ji Mînayê werdigre, ew ji kîjan mekanî kevirkan wergire, durust e.

Roja dehê meha Zîl-Hiccê roja Îdê ye

>1. Ew nimêja fecrê eda dike. Paşê heta berî derketina tavê, xwe ji bo zikr û dûa vala dike.

>2. Hacî berî derketina tavê ji Mûzdelîfê vedigere û berê xwe dide Mînayê. Ew di rêya xwe de jî telbîyê zehf dibêje. Dema ew bigihîje newala Mûhessir lezê dike. Ew newal berî Mînayê ye, di navbera wê û Mûzdelîfê de ye. Dema ew bigihîje Mînayê bi emelên roja îdê radibe. Ew emel jî bi kurtî ev in: Remîya Cemra Eqebê, qurban, helq, yan jî teqsîr, tewaf û seyî ye.

>3. Dema hacî bigihîje Mînayê, ew berê xwe dide Cemra Eqebê, ew ji cîhetê Mînayê ve dawîya Cemreyan e; ji cîhetê Mekkê ve jî cemra yekê ye. Dema hacî bigihîje wê, telbîya xwe qut dike û heft kevirkan li pey hev diavêje wê; ew bi her kevirkekî re tekbîr tîne. Wextê wê yê mûsteheb ji fecra roja îdê destpê dike. Heke ew dawîya şevê, berî fecrê jî remîya wê bike, sehîh e û jê re çêdibe. Wextê remîyê heta vedana fecra roja yazdehan jî berdewam dibe.

Tewcîhat

>- Divê misliman li cem remîya wî ji bo cemreyan û edakirina wî ji bo şîarên hecê yên din jî, xwe ji êşandina birayên xwe hacîyan biparêze.

>- Divê hacî emîn bibe ku kevirkên wî ketine kortên remîyê. Lewra hinek însan şaş dikin û zen dikin ku remî ji bo cihê sabit e, kevirk nakevin kortên avêtinê. Hinek însan jî ji mesafekeke dûr remîyê dikin, kevirkên wan nakevin kortên avêtinê. Yên wekî van waciba remîyê eda nekirine.

>- Divê misliman xwe ji mûbaleğekirina di remîyê de biparêze. Her wekî remîya bi kevirên mezin, yan jî bi pêlavan. Sunnet e, hecmê kevirkan piçekê ji liba nokan mezintir be.

>Lewra hedîsa Cabir kurê Ebdûllah [Xuda jê razî be] heye, têde dibêje: «Min pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] dît remîya Cemrê bi kevirkên wekî kevirên berkehnîkê kir» (Mûslim ew rîwayet kiriye Kevirkên xezfê, kevirkên biçûk in, însan wan dixe navbera her du telîyên xwe şehdê û davêje.)

>- Dema hacî kevirkên xwe tevan careke tenê bavêje, ew jê re kevirkekî tenê tê hesabkirin. Heke ew, wan bê avêtin, di kortan de deyne jî ne sehîh e; divê her avêtin û remî hasil bibe.

>4. Zilam serê xwe kur dike, yan jî ji tevî kurt dike. Helq [kurkirin] ji teqsîrê [kurtkirinê] çêtir e. Herçî jin e, ew jî bi qasî serê telîyê ji serê xwe kurt dike.

>5. Hacî li Mekkê peya dibe, tewafa îfadê dike. Di vê tewafê de ne remel heye; ne jî îtîbaa heye. Hacî piştî tewafê du reket nimêj dike. Di vê tewafê de ya baş; hacî cilên îhraman ji xwe bike, piştî remî û helqê, ew cilên xwe yên adetî li xwe bike û bêhna xweş jî li xwe bide.

>Lewra Aîşe [Xuda jê razî be] rîwayet dike, dibêje: «Min bêhna xweş li pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] dida ji bo îhramên wî dema wî îhram li xwe dikirin û ji bo îhram jixwekirina wî jî berî ew Beytê tewaf bike.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine.)

>6. Wextê tewafê piştî vedana fecra roja îdê destpê dike. Ew ji şeva îdê di dawîya şevê de, berî fecrê jî caiz e; ji bo yên ku ji ber zeîftîya xwe ji Mûzdelîfê lezê dikin. Durust e ew, wê ji roja îdê texîr bike jî lêbelê xîlafa ya baş e.

>7. Piştî tewafa îfadê, divê mûtemettî seyîya di navbera Sefa û Merwê de bike. Herçî mûfrid û qarin in, heke wan piştî tewafûl qudûmê seyî kiribin, ji xwe piştî tewafa îfadê ti seyîyek li ser wan nîn e. Dema hacî ji tewafa îfadê û seyîyê xilas bibe -heke seyî li ser wî hebe- emelên roja îdê jê re temam bûne. Lêbelê divê ew li Mînayê vegere ji bo şeva yezdehê li wê derbas bike.

Tertîba emelên roja îdê:

>Sunnet e tertîba emelên roja îdê wekî rêza bûrî pêkwere: Remî, paşê qurban, paşê helq, paşê tewaf, paşê seyî ji bo yê ku seyî li ser wî hebe. Heke ew hinekan ji wan emelan li pêşîya hinekan ji wan emelan bike jî caiz e. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ruxset ji bo vê daye. Heke hacî pêşî helqê bike, paşê remîyê bike, ev durust e. Heke pêşî qurbanê bike, paşê tewafê bike, paştir remîyê bike, ev jî sehîh e. Her wiha ye yên din jî. Lewra di vê rojê de çi tişta ku hatibe teqdîmkirin, yan jî texîrkirin ji pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] hatibe pirskirin, her wî gotiye: «Bike, ti tengasî nîn e» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine.)

cimg1708.jpg

Remîya cemra eqebê

1

hqdefault.jpg

Serjêkirina qurbanê

2

05_06_011.jpg

Porkurkirin yan jî porkurtkirin

3

05_06_011-Tawaf.jpg

Tewaf

4

05_06_012-Sa’i antara Safa dan Marwa.jpg

Seyî di navbera Sefa û Merwê de

5

05_06_013-Bermalam di Mina.jpg

Şevbûrandina li Mînayê

6

Tehellûla yekê û tehellûla duduyan:

>Tehellûla [îhram ji xwe kirina] yekê: Mûbahbûna hemû qedeğeyan e ku ew bi sebeb îhraman ji îhramwergirî re heram bûne; ji bilî kutana jinan, mûbaşereta [çermê xwe gihandina çermê] wan, yan jî eqda nîkahê; ev jê re helal nabin. Tehellûl jî bi kirina du tiştan hasil dibe. Ew herdu tişt jî remîya Cemra Eqebê ye, helq e, yan jî teqsîr e, tewaf digel seyîyê ye ji bo yê ku seyî li ser wî hebe.

>Tehellûla [îhram ji xwe kirina] duduyan: Mûbahbûna hemû qedeğeyan e ku ew bi sebeb îhraman ji îhramwergirî re heram bûne. Tehellûla duduyan bi kirina wan hemû tiştên bûrî, hasil dibe.

>Ti elaqa serjêkirina qurbanê bi tehellûlê re nîn e. Heke hacî serjêkirina qurbana xwe heta bi roja yazdehê texîr bike û emelên din yên roja îdê bike, ew tehellûl dike; çendan qurbanê serjê neke jî.

1. Rojên teşrîqê

>Rojên teşrîqê, sê roj in: Roja yazdehê, roja diwazdehê û roja sêzdehê meha Zîl-Hiccê ne. Çima ji wan re “rojên teşrîqê” hatiye gotin? Lewra goştên qurbanan di wan de tê qutkirin, perçekirin û li ber tavê tê hişkkirin.

>Ji xwe pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] jî di bara van rojan de gotiye: «Bila haya we jê hebe ku ev rojên ha, rojên xwarin, vexwarin û zikrê Xuda ezzewecelle ne.» (Ebûdawud ew rîwayet kiriye)

Roja yezdehê û şeva wê

>Roja yazdehê şevbûrandin li Mînayê wacib e. Di roja yazdehê de piştî zewala tavê remîya hersê cemreyan jî tê kirin; her cemrekek bi heft kevirkan tê avêtin (Ew sê kort in. Di her kortekî de stûnên sabit hene. Ew ji aliyê Mekkê ve dikeve dawîya Mînayê. Ya yekê; cemra suğra [biçûktirîn] ye. Paşê cemra wusta [navê] ye. Paştir jî cemra kubra [mezintirîn] ye. Ew jî cemra Eqebê ye. Ew ji rexê Mekkê ve tixûbê Mînayê ye.).

Sifetê Remîyê

>Remî, bi cemra yekê tê destpêkirin: Hacî heft kevirkan li pey hev diavêje wê û bi her kevirkekî re jî tekbîr tîne. Divê ew kevirk jî bikevin kortê. Paşê ew piçekê ji wê bipêşve diçe, radiweste, destên xwe bi jorê ve radike û dûa ji Xuda [ezzewecelle] dike.

>Paşê jî cemra wusta [navê] tê: Hacî her wekî cemra yekê heft kevirkan diavêje wê, piştî wê herdu destên xwe bi jorê ve radike û dûa dike.

>Paşê Cemra Eqebê tê: Hacî heft kevirkan divêje wê jî û piştî wê ji bo dûa jî ranawestê.

05_06_016.jpg

Cemra ûla [yekê]

000-7178095081381818734718.jpg

Cemra Eqebê

05_06_014-The last Jamrah (Jamratul ‘aqabah).jpg

Cemra wusta [navê]

Roja diwazdehê û şeva wê

>Şeva diwazdehê şevbûrandina li Mînayê wacib e. Dema tav zaîl bibe, mirov remîya hersê cemreyan dike, wekî ku di roja yazdehê de jî derbas bû.

>Heke hacî di vê rojê de lezê bixwaze, ew remîyê dike û berî roj biçe ava ji Mînayê derdikeve. Heke roj biçe ava û ew hê jî li Mînayê be, hingê divê ew şevbûrandina li wê bike û di roja sêzdehê de jî remîyê bike. Ev jî, ji wî re zêdebûna xêrê ye.

>Xuda Teala dibêje: {Kî, di du rojan de lezê bike, jê re guneh nîn e; kî, texîr jî bibe, guneh jê re nîn e, ji bo yê xwe biparêze.} [Beqere, 203]

>Meqsûd jê ev e: Kî, di du rojên teşrîqan de lezê bike, ew jî roja yazdeh û diwazdehê ye, yan jî texîr bibe û roja sêzdehê jî temam bike.

Roja sêzdehê û şeva wê

>Hacî roja sêzdehê di piştî zewalê de remîya hersê cemreyan -bi sifetê ku di roja yazdehê de derbas bûye- dike û bi çûna ava ya tava vê rojê re wextê remîyê jî xilas dibe, diqede.

derengxistina remîyê

>Heke hacî remîya cemreya rojekê heta roja piştî wê texîr bike, durust e. Heke ew wê heta roja dawîyê jî texîr bike, dîsa durust e. Lewra rojên teşrîqê tev, ji bo remîyê wext e.

Sifetê remîyê, dema ew wê texîr bike

>Hacî ji ber roja yekê ve dest bi remîya di hersê cemreyan de, dike. Paşê ew ji cemra suğra vedigere, ji ber roja pey wê jî remîyê dike û her wiha ne, yên din jî. Ew jî piştî zewalê, dibe.

Tewafûl Weda‘a

>Dema hacî bixwaze ji Mekkê derkeve, ew tewafa weda‘ê [xatir-xwestinê] dike. Ew ji wacîbatên hecê ye. Di piştî wê de seyî nîn e. Tewafa weda‘ê ji ser jina di heyzan de û ji ser jina bi çêl dikeve.

Texîra tewafa îfadê heta bi weda‘ê

>Heke hacî tewafa îfadê texîr bike heta dema weda‘ê, ev durust e. Lêbelê xîlafa ya baştir e. Jê re sehîh e, ew bi tewafa îfadê ji ber tewafa weda‘ê bes û îktîfa bike; bi şertê ku nîyet ji ber tewafa îfadê be, ji wî re ji ber weda‘ê ve têrê dike; çendan piştî wê seyîyê jî bike.

Hikmet ji tewafê

>Hikmet ji tewaf, seyî û remîyê bicihanîna zikrê Xuda ye.

Sifetê Ûmrê

>1. Dema mûtemir [ûmre-xwaz] bigihîje mîqatê, ew xwe dişoyê, bêhna xweş li xwe dide, cilên îhraman li xwe dike, bi: «Ferman bike, ez dixwazim ûmrê eda bikim» nîyeta xwe li ûmrê tîne.

>2. Ew bi: «Ferman bike Xudayê min, ferman bike, ferman bike ti şirîkê te nîn in ferman bike, hemd, nîmet û milk her ji te re ne, ti şirîkê te nîn in.» (Buxarî ew rîwayet kiriye.) dest bi telbîyê dike. Ew her telbîyê dibêje, heta Beytê dibîne û berê reş îstîlam dike.

>3. Ew diçe ji bo bikeve Mescîdûl Heramê, ew bi rastê xwe destpê dike û bi dûaya çûna mizgeftê dûa dike.

>4. Ew telbîyê qut dike û dest bi tewafa Beytê dike. Ew bi berê reş destpê dike û maç dike -heke ew jê re hêsan bibe- heke ew jê hêsan nebe, wî îşaret dike.

>5. Ew Beytê dixe çepê xwe û heft şewtan [tûran] tewafê dike. Ew bi berê reş destpê dike û pê bidawî jî dike.

>6. Sunnet e, ew di sê şewtên pêşîn de remelê bike. Remel; lezkirina di meşîyê de digel nêzî hev kirina gavan bêyî pengizîn e. Sunnet e, ew di vê tewafa xwe tevî de îttîbaê bike. Ew jî wiha dibe; milê xwe yê rastê vedike û ji bin wî ve dikeve ebayê û herdu terefên xwe jî dixe ser milê xwe yê çepê.

Şertên Tewafê

>Di tewafê de nîyet, teharet û setra ewretî şert in. Ew heft caran tewaf dike. Ew bi berê reş destpê dike. Ew Beytê dixe rexê çepê xwe û di navbera şewtên wê de li pey hev dike; lêbelê heke nimêj were qametkirin, yan jî cenazeyek hazir bibe, hingê ewê nimêj bike, paşê ewê şewtên xwe yên mayîn temam bike. Divê tewafa wî bi temamê Beytê be. Heke ew ji Hicrê ve bikevîyê tewafa wî ne durust e; lewra Hicre ji Ke‘bê ye.

05_06_021.PNG

Şûştin

Îhram

05_06_019.jpg
05_06_020.JPG

Bêhna xweş

>7. Ew di tewafê de ji dûayan çi bixwaze, ji xwe re dûa dike. Dema ew were dehma ruknê Yemanî wî îstîlam dike û tekbîr tîne. Heke ew nikaribe [wî îstîlam bike], wî îşaret nake, tekbîr jî nayêne û ew di navbera ruknê yemanî û Hecerê Eswed de dibêje: «Xudayê me! Li dinyayê ya sipehî bide me û li axretê jî ya sipehî bide me û me ji ezabê êgir biparêze!» (Ebûdawud ew rîwayet kiriye)

>8. Dema ew şewta hefttan xilas bike, herdu milên xwe bi ebayê xwe dinixumîne û terka îttîbaê dike; lewra îttîbaa, di tewafa ûmrê û tewafa qudûmê tenê de sunnet e.

>Paşê ew berê xwe dide meqamê Îbrahîm [silavên Xuda lê bin] -heke ew jê re hêsan bibe- ew li pişt wî du reket nimêj dike û di reketa yekê de piştî fatîhê sûretê “Kafîrûn” û di reketa duduyan de jî sûretê “Îxlas” dixwîne. Heke nimêja li pişt meqamî jê re hêsan nebe, kuderê bixwaze, li wir nimêj dike.

Tewcîhat

>1. Divê misliman di nav tewafkaran de îzdîhamê çêneke û di îstîlama berê reş, yan jî maçkirina wî de zehmetîyê hem ji xwe re, hem jî ji wan re çêneke. Her wiha ye, bila ew remelê jî neke, heke ew bi remela xwe ezîyetê bide tewafkaran.

>2. Di tewafê de çi jê re hêsan bibe, bila ew wê dûayê ji xwe re bike. Ji bilî tişta bûrî, ji bo tewafê ti dûayeke taybetî nîn e. Heke ew di tewafê de Qur’anê jî bixwîne, ğem nake.

>3. Îttîbaa, di tewafa ûmrê, yan jî qudûmê de di her şewteke [tûreke] tewafê de sunnet e.

>4. Bila jin xwe di tewafa xwe de ji îzharkirina zînet û bêhnên xweş û bilindkirina dengê xwe bi zikr û dûa biparêze.

>5. Ew derdikeve Sefayê, dema nêzîkî wê dibe jî, vê gotina Xuda Teala dixwîne: {Bêguman Sefa û Merwe ji nîşanên Ellah in. Naxwe kî bi sedema Heccê, yan jî ‘Ûmrê here serdana Beytê, jê re ti guneh nîn e ku di navbera herduyan de se‘îyiyê bike. Kî, bi dilê xwe bixwaze qenciyekê bike, bêguman Ellah, spasdar û zana ye.} [Beqere, 158]

>6. Ew hildigere Sefayê, berê xwe dide qiblê, herdu destên xwe bi jorê ve bilind dike, Xuda mezin didêre, hemdê wî dike û dibêje: «Ji Xuda pê ve ti îlah nîn in, ew yek e, ti şirîk jê re nîn in, milk her jê re ye, hemd her jê re ye. Ew li ser kirina her tiştê kare ye. Ji Xuda pê ve ti îlah nîn in, ew yek e, wî peymana xwe anîye cih, arîkariya evdê xwe kiriye û wî bi tenê hevalbend bezandine.» (Buxarî rîwayet kiriye.)

>Paşê ew di navbera wê de dûa dike. Hedîs jî “sê caran” wekî vê dibêje û têde ev jî heye: «Ew wekî li ser Sefayê kirî li ser Merweyê jî dike.» (Mûslim ew rîwayet kiriye)

>7. Ew ji Sefayê peya dibe, berê xwe dide Merwê û ew di navbera herdu alayên kesk de di meşa xwe de lezê dike. Ew hildigere Merwê; wekî ku li Sefayê kirî her wisan li Merwê jî dike.

>8 Ew di navbera Sefa û Merwê de heft caran se‘îyê dike. [Çûn şewteke û hatin jî şewtek e].

>Di se‘îyê de teharet sunnet e. Heke ew bêdesmêj se‘îyê bike jî dîsa sehîh e. Her wekî mûwalat [li pey hev] jî di navbera se‘î û tewafê de sunnet e.

>9. Ew di piştî se‘îyê de pora serê xwe kurt dike; bi awayekî wisan ku ew di serê wî de tam xuya be. Jin jî ji her terefên pora xwe bi qasî sertelîyekê jê kurt dike.

>Ji bo mêr porkurkirin ji porkurtkirinê çêtir e.

>Lewra Ebûhûreyre [Xuda jê razî be] rîwayet dike, dibêje; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: «Xudayê min, li porkurkeran bibûre!» Sehabîyan got; ji bo porkurtkeran jî? Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] sê caran got: «Xudayê min, li porkurkeran bibûre!» Sehabîyan got; ji bo porkurtkeran jî? Û got: «Ji bo porkurtkeran.» (Buxarî rîwayet kiriye.)

>Heke ew mûtemettî be ji ûmrê, ber hecê ve û li wir mûddetek nebe ku têde pora wî dirêj bibe, hingê porkurtkirin çêtir e. Bila ew porkurkirinê ji bo hecê texîr bike.

>10. Ew ji îhramên xwe derdikeve.

>Bi vê, ew ûmra xwe xilas dike.

>Jin jî di se‘yî û tewafê de wekî mêr e. Lêbelê ev ferq heye; ew di tewafê de remelê nake û di se‘ya navbera herdu sitûnên kesk de jî lezê nake, ew pora xwe kur nake; lê ji temamê terefên wê bi qasî sertelîyekê jê kurt dike. Sertelî, movika telîyan ya jor e.

05-06-074.jpg

Se‘îyî di navbera Sefa û Merwê de



Tags: