Sicûda sehwê, şukr û tîlawetê

Sicûda sehwê, şukr û tîlawetê

Sicûda sehwê, şukrê û tîlawetê

Ya sisêyan; sicûda sehwê

Sicûda sehwê
Ew ji du sicûdan pêktê, nimêjker wan dike; ji bo tijekirina kêmasîya ku di nimêja wî de hasil bûye ji bo sehwê.

Sebebên sicûda sehwê

>Sebebên sicûda sehwê sê ne: Şek, zêde û kêmasî.

1. Şek e:

Şek
Ew dudilî ya di navbera du tiştan de ye, gelo kîjan ji wan bûye.

>Şek bi nisbet nimêjê du beş e:

1.Şeka piştî nimêjê ye:

>Ev şeka ha, li ber çavan nayê girtin.

>Nimûneya wê wiha ye; zilamek di piştî nimêja fecrê de ketiye şekê; gelo wî nimêja fecrê du reket kiriye yan jî sê reket? Eva ha jî, li ber çavan nayê girtin; lêbelê heke ew wê yeqîn bike, hingê ewê bi yeqîna xwe emel bike.

2.Şeka di nav nimêjê de ye

>Ev şek jî, ji du haletan xalî nabe:

a. Yek ji herdu tiştan li cem wî girantir e:

>Li vir, ewê bi ya ku li cem wî giran be, emel bike û ewê piştî selamê jî biçe sicûda sehwê. Nimûneya wiha ye; zilamek nimêja nîvroyê dike, ew di reketa xwe de kete şekê; gelo ew reketa duduyan e, yan jî ya sisêyan e? Lêbelê li cem wî zena xurt ew reketa sisêyan e. Evê ha, wê dixe reketa sisêyan û nimêja xwe temam dike, piştre ew di piştî selamê de dice sicûda sehwê.

>Delîla vê jî ev gotina pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ye: «Dema yek ji we di nimêja xwe de bikeve şekê, bila li ya rast bigere, paşê bila selam bide, paştir bila du sicûdan bibe.»
(Îbnhibban rîwayet kiriye)

02_10_002-يسلم.psd

Ew selam dide

02_10_001-يسجد-للسهو.jpg

Ew ji bo sehwê dice sicûdê

b. Yek ji herdu tiştan li cem wî giran nayê:

>Li vir, ewê li ser ya hindik ava bike; ewê nimêja xwe temam bike û berî selamê ji bo sehwê biçe sicûdê.

>Nimûneya wê wiha ye: Zilamek nimêja nîvroyê dike, di reketa xwe de kete şekê, gelo ew ya duduyan e, yan jî ya sisêyan e, lêbelê li cem wî yek ji wan jî giran nehat? Evê ha, emelê xwe li ser ya hindik ava dike, wê reketa duduyan qebûl dike, nimêja xwe temam dike û berî selamê jî jib o sehwê dice sicûdê.

>Delîla vê jî ev gotina pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ye: «Dema yek ji we di nimêja xwe de bikeve şekê, nezanî çend reket nimêj kirine, gelo sisê yan jî çar, bila şekê bavêje û bila ew wê li ser yeqîna xwe ava bike. Paşê berî selamê du sicûdan bibe.» (Mûslim rîwayet kiriye)

02_10_004-يسجد-للسهو.psd

Ew ji bo sehwê dice sicûdê

02_10_003-يسلم.psd

Ew selam dide

2. Zêdehî ye:

>Ew e ku nimêjker di nimêja xwe de rikûekê yan jî sicûdekê.. zêde bike.

>Zêdehî jî ji du haletan xalî nabe:

a. Nimêjker di esnaya kirina wê de wê bibîr tîne.

>Li vir, divê ew jê vegere û nimêja xwe temam bike. Paşê, ewê di piştî selamê de ji bo sehwê biçe sicûdê.

>Nimûneya wê wiha ye: Zilamek nimêja nîvro dike û rabûye ji bo reketeke pêncan jî bike, paşê di esnaya reketê de hate bîra wî. Li vir, divê ew di cih de rune, nimêja xwe temam bike, paşê di piştî selamê de ji bo sehwê biçe sicûdê.

b. Nimêjker di piştî kirina wê de wê bibîr tîne.

>Evê ha, nimêja xwe temam dike, paşê di piştî selamê de diçe sicûda sehwê. Delîla vê, hedîsa Îbnmesûd [Xuda jê razî be] e, dibêje;«pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] nimêja nîvroyê pênc reket kirin, jê re hate gotin; ma di nimêjê de zêdehî çêbûye? Wî got; “ew çi ye?” Jê re got; te nimêj pênc reket kir. Wî jî piştî selamê du sicûd birin». (Buxarî rîwayet kiriye)

3.Kêmasî ye:

>Ew e ku nimêjker, ruknekî yan jî wacibekî ji rukn û wacibên nimêjê kêm bike.

1.Kêmkirina ruknekî ye:

>Dema ev rukn tekbîra îhramê be, ji xwe ew nimêj betal e. Lewra ew hîç nehatiye destpêkirin. Heke rukn, ji bilî tekbîra îhramê ruknekî din be, ew jî ji du haletan xalî nabe:

a. Nimêjker piştî bigihîje cihê wê ji reketa piştî wê, wê bibîr tîne.

>Li vir, ew wê reketa ku ew rukn jê terk kiribû, îlğa [pûç] dike û wê reketa piştî wê dixe cihê wê.

>Nimûneya wê wiha ye; zilam di reketa yekê de rikû ji bîr kir, paşê di reketa duduyan de di rikûê de ew hate bîra wî ku wî di reketa yekê de rikû ji bîr kiriye. Evê ha, ewê vê reketa xwe reketa yekê qebûl bike û qîmet nade reketa bûrî, ewê nimêja xwe temam bike, paşê di piştî selamê de ji bo sehwê biçe sicûdê.

02_10_006-يسلم.psd

Ew selam dide

02_10_005-يسجد-للسهو.psd

Ew ji bo sehwê dice sicûdê

b. Nimêjker, berî bigihîje cihê wê ji reketa piştî wê, wêbibîr tîne.

>Li vir, divê ew li ruknê metrûk [devjêberdayî] vegere, wî û yên piştî wî jî bike, nimêja xwe temam bike, paşê piştî selamê jî ji bo sehwê here sicûdê.

>Nimûneya wê wiha ye; zilamek sicûda duduyan û rûniştina berî wê ji reketa yekê ji bîr kir, ew piştî rabû rikûa reketa duduyan hate bîra wî, ewê lê vegere, rûne û biçe sicûdê. Paşê ewê nimêja xwe temam bike, piştî selamê jî ewê ji bo sehwê biçe sicûdê.

2.Kêmasîya wacibekî ye:

>Dema nimêjker wacibekî ji wacibên nimêjê ji bîr bike, lewra ew ji sê haletan xalî nabe:

a. Berî ew ji cihê wê yê ji nimêjê veqete, ew tê bîra wî

>Li vir, ew wê dike û tiştek jî li ser wî nîn e.

b. Piştî ew ji cihê wê yê ji nimêjê vediqete, berî ew bigihîje ruknê piştî wê tê, ew tê bîra wî.

>Li vir, ew vedigere, wê dike, paşê nimêja xwe temam dike, ew piştî selamê jî, ji bo sehwê diçe sicûdê.

c. Ew piştî gihiştina ruknê pey wê, ew tê bîra wî.

>Li vir, ew di nimêja xwe de berdewam dike, lê venagere û berî selamê jî ew ji bo sehwê diçe sicûdê.

>Nimûneya wê wiha ye; zilamek di reketa duduyan de ji sicûda duduyan radibe ji bo reketa sisêyan û tehîyyata yekê ji bîr kir, berî rabe hate bîra wî ku tehîyyat ji bîr kiriye. Evê ha, dê rûniştî bisekine û tehîyyatê bixwîne, paşê ewê nimêja xwe temam bike û tiştek li ser wî nîn e.

>Heke piştî rabe berîya tam jipêya piştrast bibe, hate bîra wî, ew rûdine, tehîyyat dixwîne, paşê nimêja xwe temam dike û piştî selamê jî ji bo sehwê diçe sicûdê.

>Heke piştî jipêya tam piştrast bû, hate bîra wî, tehîyyat jê dikeve, ew lê venagere, ew nimêja xwe temam dike û berî selamê jî ji bo sehwê diçe sicûdê.

>Delîla vê hedîsa Ebdûllah kurê Bûheyne [Xuda jê razî be] heye, dibêje; «pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] li pêşîya wan nimêja nîvro kir, ew di herdu reketên pêşîn de rabû û nerûnişt, sehabe jî pê re rabûn, heta dema wî nimêj temam kir, sehabîyan çavnêrîya selama wî kir, ew rûniştî bû û tekbîr anî, berî selam bide, du sicûd birin, paşê selam da». (Buxarî rîwayet kiriye)

>Cihê sicûda sehwê

>Piştî selamê

>Berî selamê

>a- Li cem zêdehîyê

>b- Li cem şeka ku têde yek ji herdu tiştên ku şek di wan de heye, giran tê

>c- Li cem kêmasîya ruknekî ku nimêjker berî gihiştina cihê wê ji reketa piştî wê, bibîr tîne

>d- Li cem kêmasîya wacibekî ku piştî ji cihê wê ji nimêjê veqete û berî gihiştina ruknê piştî wê, bibîr tîne

>a- Li cem kêmasîya wacibekî ku nimêjker piştî gihiştina ruknê ku li pey wî tê, bibîr tîne

>b- Li cem şeka ku li cem wî yek ji herdu tiştên ku şek di wan de heye, giran nayê

Sifetê sicûda sehwê

>Sicûda sehwê, wekî sicûda di nimêjê bi xwe de ye, di tekbîra li cem sicûdê, rabûna jê, tişta ku têde di halê sicûdê û navbera herdu sicûdan de jî tê gotin.

Tekbîra îhramê

02_10_007-The Initiating Takbeerah.jpg

Ew ji bo sehwê diçe sicûdê

02_10_008-Prostrating for Forgetting.jpg

Hinek mijar

>Dema nimêjker berî temambûna nimêjê selam bide û heta piştî demeke dirêj jî neyê bîra wî, ewê ji nû ve wê nimêjê îade bike. Lêbelê heke piştî demeke hindik were bîra wî her wekî du deqîqeyan yan sê deqîqeyan, ewê nimêja xwe temam bike û piştî nimêjê ji bo sehwê biçe sicûdê.

>Divê memûmî di sicûda sehwê de bibe peyrew û tabîê îmamê xwe; çendan ew piştî sehwkirinê jî gihabe wî.

>Dema nimêjker du sehwan bi hev re bike, cihê yekê ji wan berî selamê be û cihê ya duduyan jî piştî selamê be, ewê berî selamê ji bo sehwê careke tenê biçe sicûdê.

Ya duduyan; sicûda şukrê ye

Sicûda şukrê
Sicûda şukrê ji bo Xuda, li cem hasilbûna nîmetekê, yan karekî keyfxweşker, yan jî rakirina nexweşîyekê û yên wekî wan, tê birin.

>Delîla meşrûîyeta sicûda şukrê: Hedîsa Ebûbekre [Xuda jê razî be] ye, dibêje; «Herçî pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] bû, dema karê keyfxweşîyê, yan jî mizgînîyek jê re dihat, ew ji bo şukrê Xuda diçû sicûdê.» (Ebûdawud rîwayet kiriye)

Sifetê sicûda şukrê

>Ji bo sicûda şukrê desmêj ne şert e. Lêbelê ew tekbîr tine û dice sicûdê û dibêje; “Subhane rebbîyel ‘ela” ewê hemdê Xuda bike, jib o nîmetên ku dane wî jî şukrê Xuda bike, paşê ewê ji sicûdê rabe, tekbîr nayêne û selam jî nade.

Ya sisêyan; sicûda tîlawetê

Sicûda tîlawetê
Ew sicûdek e, xwendevan dema ayeteke ku têde sicûd hebe, derbas bibe, ew diçe sicûda tîlawetê.

>Delîla meşrûîyeta tîlawetê; ew hedîs e ku ji Îbnûmer [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, dibêje; «Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ji me re sûret dixwend ku têde sicûd hebû, ew diçû sicûdê û em jî diçûn sicûdê.» (Buxarî rîwayet kiriye)

>Sicûda tîlawetê, dema xwendevan di nimêjê de di ber ayeteke ku têde sicûd hebû de derbas bibe, ew diçe sicûdê; çi ew nimêja sirrî be, çi jî cehrî be, yan jî çi li derveyî nimêjê be. Ji bo sicûda tîlawetê jî desmêj ne şert e.

Sifetê sicûda tîlawetê

>Xwendevan, yan jî guhdarê Qur’anê ji bo sicûdê tekbîr tîne û dibêje; “Subhane rebbîyel-‘ela” û ewê dûa bike û bibêje; «Rûyê min ji Xudayê ku bi plana xwe û hêza xwe ew aferandî, guhê wî û çavên wî şeq kirin re çû sicûdê.» (Tirmizî rîwayet kiriye)

>«Xudayê min! Ji min re bi wê li cem xwe sewabekê binivîse, bi wê ji ser min gunehekî deyne, wê li cem xwe ji min re bike zexîre û wekî ku te ew ji evdê xwe Dawud qebûlkirî wê ji min jî qebûl bike.»
(Tirmizî rîwayet kiriye)

>Paşê ewê tekbîr bîne û ji sicûdê rabe -heke ew di nav nimêjê de be- ji xwe heke ew ne di nav nimêjê de be, ewê bê tekbîr û selam ji sicûdê rabe.

Ayetên ku sicûdên tîlawetê di wan de hene, ev in:

>Sûretê ‘Eraf, ayeta 206’an

>Sûretê Nehl, ayeta 49’an

>Sûretê Re‘ad, ayeta 15’an

>Sûretê Meryem, ayeta 58’an

>Sûretê Îsra, ayeta 107’an

>Sûretê Hecc, ayeta 77’an

>Sûretê Hecc, ayeta 18’an

>Sûretê Neml, ayeta 25’an

>Sûretê Furqan, ayeta 60’an

>Sûretê Sad, ayeta 24’an

>Sûretê Secde, ayeta 15’an

>Sûretê Necm, ayeta 62’yan

>Sûretê Fussîlet, ayeta 37’an

>Sûretê Eleq, ayeta 19’an

>Sûretê Înşîqaq, ayeta 21’an

Hinek mijar

>Rêwîyê li ser heywana xwe siwar, dema ayeta sicûdê bixwîne, ewê ji heywana xwe peya bibe û ji bo tîlawetê [xwendinê] biçe sicûdê. Heke ev jê re hêsan nebe, ewê ji bo sicûdê bi serê xwe îşaret bike.

>Dema xwendevan ayeta sicûdê dubare bike, sicûdeke tenê têra wî dike.

>Di wan wextên ku menkirina nimêjê têde hatiye kirin de jî sicûda tîlawetê çêdibe.

>Dema xwendevan neçe sicûda tîlawetê, guhdar jî naçe sicûdê, lewra wî bi wî îqtîda kiriye û ew di tîlawetê de peyrew û tabiê wî ye.

>Ewê ku bê qesda guhdarîkirinê li xwendevanî guhdarî bike, her wekî wî yê ku di ber de derbas dibe, yan jî ew jê meşğûl be, ew di sicûdê de nabe peyrew û tabiê wî. Lewra wî di tîlawetê de li pey wî nîyet neanîye û îqtîda pê nekiriye.



Tags: