Rojîya sinnet

Rojîya sinnet
39
Rojîya sinnet
Rojîya Sinnet, her rojî ye ku însan bi nîyeta nêzî Xuda Teala bibe, radibe wê digre.

>Di rojîya sinnet de fezîleteke mezin û sewabeke zehf heye.

>Hedîsa qudsî de, ji Ebûhûreyre [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, dibêje; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: “Her karê kurê Adem jê re tê zêdekirin, hesenetek bi deh sewaban zêde dibe, heta bi heftsedan jî zêde dibe. Xuda [ezzewecelle] gotiye; «Lê rojî na! Lewra ew ji min re ye û ezê mûkafata wê bidim» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine).

Hinek roj hene, rojî-girtina wan sunnet e

1. Şeş roj ji meha Şewalê ne.

03_04_001.psd

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Kî, rojîya Remezanê bigre, paşê li pey wê şeş rojan ji Şewalê jî bigre, dibe her wekî rojîya salewext.» (Mûslim rîwayet kiriye)

>Hîç ferq nake; çi mirov wan rojan li pey hev bigre, çi jî wan ji hev cuda cuda bigre.

03_04_002.psd

2. Neh roj ji serê meha Zîl-Hiccê ne

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye:
«Ti roj nîn in ku emelê salih di wan de li cem Xuda ji van deh rojên Zîl-Hiccê hezkirîtir be.” Me jê re got; ya pêğemberê Xuda! Ma cîhada di rêya Xuda de jî bi qasî wan ne hezkirî ye? Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: “Cîhada di rêya Xuda de jî ne bi qasî wan hezkirî ye; lêbelê cîhada wî zilamê ku bi canê xwe û malê xwe di rêya Xuda de derkeve cîhadê û bi tiştekê ji wan venegere, ew ji wan hezkirîtir e.» (Buxarî rîwayet kiriye)

>Sunnet e, mirov di wan deh rojan de zehf zehf îbadetê bike, zikrê Xuda, bike, laîlaheîllellah bibêje, Qur’anê bixwîne, sedeqeyan bide û rojîya wan jî bigre, lêbelê roja îdê na, lewra rojî-girtina wê heram e. Ji van rojan jî ya zehf xêr e mirov têde xêran bike û rojî bigre, roja Erefê ye, lê ne ji bo mirovê namzedê hacîtîyê be. Roja Erefê jî roja nehê Zîl-Hiccê ye.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Rojîya roja Erefê, ez ji Xuda hêvîdar im ku ew pê sala berîya wê û sala piştî wê jî bide efûkirin.» (Mûslim rîwayet kiriye)

3. Rojîya Aşûrayê ye

Aşûra
Roja Aşûrayê, roja dehê meha Mûherremê ye.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Rojîya roja Aşûrayê ji Xuda hêvîdar im ku ew sala berîya xwe dide efûkirin.» (Mûslim rîwayet kiriye)

>Sebebê rojîya wê ev delîla ha ye: Ji Ebdûllah kurê Ebbas [Xuda jê razî be] hatiye riwayer kırın, gotiye; «Dema pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] hate Medînê, wî cihû dîtin ku roja Aşûrayê rojî digirtin, wî got; “ev çi ye?” Jê re gotin; ev rojeke qenc e. Ev, ew roj e ku Xuda têde Benû-îsraîlî ji dijminên wan xilas kirine, Mûsa rojîya wê girtibû. Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got; “ez ji bo Mûsa ji we lipêştir im.” Wî jî rojîya wê girt û bi rojî-girtina wê jî ferman kir» (Buxarî rîwayet kiriye)

>Her wiha rojîya roja nehê jî mûsteheb e. Lewra di rîwayeta Mûslim de warid bûye, ku, gotiye; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Heke ez heta sala werê sağ bimînim, ezê roja nehê jî rojî bigrim.» (Mûslim rîwayet kiriye)

4. Rojên sipî ji her mehê.

Rojên sipî:
Ew roja sêzdehê, çardehê û pazdehê her meha erebî ye. Çima ji wan re “rojên sipî” hatiye gotin? Lewra şevên wan ji ber tava heyvê sipî ne.

>Lewra ji Ebdûlmelik kurê Minhal, wî jî ji bavê xwe rîwayet kiriye, gotiye; ew bi pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] re bû. Wî got; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] bi rojî-girtina rojên sipî ferman dikir û digot: «Ew rojî-girtina salewext e.» (Îbn Hibban rîwayet kiriye)

5. Rojîya herdu rojên duşem û pêşemê ji her hefteyê ne.

>Lewra ji Ebûhûreyre [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: «Emel, rojên duşem û pêşemê li min tên erzkirin. Ez dixwazim dema bi rojî bim, emelê min were erzkirin.» (Tirmizî rîwayet kiriye)

6. Rojîya rojekê û xwarina rojekê

>Çêtirîn rojîya sinnet, rojîya Dawud [silavên Xuda lê bin] e; wî rojekê rojî digirt û rojekê jî rojî nedigirt.

>Ji Ebdûllah kurê ‘Emr [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: «Rojîya ku Xuda zehf jê hez dike, rojîya Dawud e; wî rojekê rojî digirt û rojekê jî difitirî.» (Nesaî rîwayet kiriye)

7. Rojîya meha Mûherremê ye

>Ji Ebûhûreyre [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: «Çêtirîn rojî, piştî Remezanê heyva Xuda Mûherrem e.» (Mûslim rîwayet kiriye)

8. Rojîya meha Şabanê ye

>Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] bi qasî ku di Şabanê de rojî digirt, wî di ti meheke din de ewqas rojî nedigirt.

>Lewra ji Usame kurê Zeyd hatiye rîwayetkirin, gotiye; min got; “Ya pêğemberê Xuda! Min tu nedîtî ku bi qasî tu di Şabanê de rojî digrî, di meheke din de ewqas rojî bigrî, ev ji ber çi ye? Pêğemberê Xuda got: «Ew meh, însan di navbera Receb û Remezanê de jê ğafil dibin. Ew meh, têde emel hildigerin jorê, diçin hizûra Xudayê alemê. Ez hez dikim ez bi rojî bim û emelê min bi jorê ve were bilindkirin.»
(Nesaî rîwayet kiriye)

>Herçî ew qedeğekirina rojîyê ye, ewa ku di hedîsa pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] de warid bûye: «Dema Şaban bi nîvî bibe, heta Remezanê rojî negirin!» (Îbn Xuzeyme rîwayet kiriye)

>Mirov dikare wê bi du awayan şîrove bike; ew texsîskirina nîvê paşîyê ji bo rojî girtinê ye. Yan jî ew bi hev û din ve nekirina Şabanê bi Remezanê ve ye.

>Naxwe ew kesê ku di serê şabanê de rojî bigre û dawîya wê ji bo rojî-girtinê texsîs neke û wê negihîne Remezanê jî, di rojî girtina wî de ti tengasî nîn e.

Ew rojên ku rojîya wan heram e; ew rojên ku rojîya wan mekrûh e

Ya yekê: Ew rojên ku rojî-girtina wan heram e

>1. Rojîya rojên herdu îdan heram e.

>Lewra ji Ebûhûreyre [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] rojîya rojên herdu îdan: Roja qurbanê û roja Fitrê qedeğe kirine. (Mûslim rîwayet kiriye)

>2. Rojîya rojên Teşrîqan; ew her sê rojên piştî roja îda qurbanê heram e.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Rojên Teşrîqan rojên xwarin û vexwarinê ne» (Mûslim rîwayet kiriye)

>Lêbelê ji bo mirovê hacî rojî-girtina wan durust e; dema ew mûtemettî be, yan mûqarin be û qurban jî bi dest wî neketibe.

>Lewra Xuda Teala gotiye: {Ewên ku nikaribin qurbanekê serjê bikin, bila sê rojan li hecê û heft rojan jî dema vegeriyan malê xwe bi tevayî deh rojan, rojî bigirin} [Beqere, 196]

>3. Rojîya roja şekê heram e. Ew roja sihê şabanê ye. Dema şeva wê şeva biewr û toz be, dîtina heyvê asteng bike.

>Lewra gotina ‘Emmar [Xuda jê razî be] heye, dibêje: «Kî roja şekê rojî bigre, ew li hemberî Bavê Qasim [dirûd û silavên Xuda lê bin] rabûye.» (Tirmizî rîwayet kiriye û gotiye; hedîseke hesen û sehîh e)

Ya duduyan; ew rojên ku rojîya wan mekrûh e

>1. Rojî-girtina meha Recebê bi tenê mekrûh e.

>Lewra mezinkirina meha Recebê şîarek [sembolek] ji şîarên serdema cahîlîyetê ye. Naxwe rojî-girtina wê bi tenê jî dibe sağkirina şîarên ehlê serdema cahilîyetê.

>2. Rojî girtina roja înê bi tenê jî mekrûh e.

>Lewra rojî-girtina roja înê bi tenê hatiye qedeğekirin.

>Ji Ebûhûreyre [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: «Bila yek ji we roja înê bi tenê rojî negire. Lêbelê heke ew berîya wê rojî bigre, yan jî piştî wê rojî bigre, hingê ew ğem nake» (Mûslim rîwayet kiriye)

>Lêbelê heke ew berîya wê û piştî wê jî rojî negire, lê rojî-girtina roja înê li rojî-girtina adeteke wî rast were, hingê rojî-girtina wê ne mekrûh e.

>3. Wîsal jî mekrûh e.

>Wîsal ew e; mirov rojîya rojekê -bêyî îftarkirin di navbera wan de- bigihîne rojîya rojeke din. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] wîsal qedeğe kiriye.

>Ji Ebdûllah kurê Ûmer [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] wîsal qedeğe kiriye. Sehabîyan jê re got; tu jî wîsalê dikî! Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ji wan re got: «Ez ne wekî we me; lewra xwarîn û av û av vexwaribe ji min re tê dayîn» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

Hişyarî û areste

>1. Divê misliman di îbadetê xwe de xwe pêbendê şerîeta Xuda be. Naxwe bila ew, wan rojên ku Xuda rojî-girtina wan qedeğe kiribe, rojî negre. Bila ew rojîyekê di hinek rojan de peyda neke ku pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] jî rojîya wan texsîs nekiribe. Her wekî rojîya 27ê Recebê, yan jî rojîya nîvê şabanê.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Kî di vî dînê me de tişteke ku ne jê be, peyda bike, ew jê qebûl nabe» (Mûslim rîwayet kiriye)

>2. Divê misliman xwe ji mezinkirina şîarên kafiran dûr bigre. Divê ew rojeke ku kafir wê mezin didêrin, bi awayekî xusûsî têde îbadetê neke û rojî negire.

Rojî di nêrîna Tibbê de

>Rojî ji bo dermanên cildî bi feyde ye. Sebeba wê jî ev e; ew rêjeya avê di nav xwînê de kêm dike, tavilê rêjeya wê di çerm de jî kêm dike. Kêmbûna wê jî asêbûna çerm û berxwedêrîya wî li hemberî mîkrop û nexweşîyên mîdeyî yên mîkropîk xurt dike.



Tags: