Nimêja xusûf û kusûfê

Nimêja xusûf û kusûfê

Nimêja kusûf û xusûfê

Kusûfa tavê
Çûna rohnîya tavê, yan jî hinek ji rohnîya wê di naverojê de ye.
Xusûfa heyvê
Çûna rohnîya heyvê yan jî hinek ji wê di şevê de ye.

Hikmet ji kusûf û xusûfê

>Ew du nîşan ji nîşanên Xuda ne. Xuda bi wan evdên xwe ditirsîne da ku lê vegerin.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Roj û heyv ji bo mirina ti kesî û ji bo jîyana wî jî xirab nabin. Lêbelê ew du nîşan ji nîşanên Xuda [ezzewecelle] ne, ew bi wan evdên xwe ditirsîne. Naxwe dema ew xirab bibin, bi nimêjê hawara xwe bigihînin.» (Ebûdawud rîwayet kiriye)

Nimêja kusûf û xusûfê

Hukmê nimêja kusûf û xusûfê

>Ew sunneteke mûekked e.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye; «Roj û heyv du nîşan ji nîşanên Xuda ne. Ew ji bo mirina ti kesî û ji bo jîyana wî jî xirab nabin. Naxwe dema hûn wê bibînin, bangî Xuda bikin, tekbîran bînin, nimêj bikin û sedeqeyan bidin.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

Wextê nimêja kusûf û xusûfê

>- Wextê nimêjê ji destpêka xirabbûna rohnîya wan heta bi vebûna wan e.

>- Nimêjker nimêja xwe temam dike heta çendan kusûf û xusûf cube jî. Dema ew nimêja kusûf û xusûfê biqedîne û hê jî ew neçûbe, ew nimêja wan dubare nake. Lêbelê misliman dê li ser kirina dûa û îstiğfaran dewam bikin.

Sifetê nimêja kusûf û xusûfê

>Ji Aîşe [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; «Di serdema pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] de roj xirab bû, pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] li pêşîya mirovan nimêj kir; rabû qiyamê û qiyama xwe dirêj kir. Paşê ew çû rikûê û wî rikûa xwe jî kir. Paşê ew rabû qiyamê û ew qiyama wî kêmtirî qiyama pêşî bû. Paşê ew çû rikûê û rikûa xwe dirêj kir lêbelê kêmtirî rikûa pêşîn bû. Paşê ew çû sicûdê û sicûda xwe jî dirêj kir. Paşê wî wekî ku di reketa yekê de kiribû di reketa duduyan de jî kir. Paşê dema wî selam da roj xuya bû, ji însanan re xutbe xwend, hemdê Xuda kir û pesnê wî da, paşê jî got: «Roj û heyv du nîşan ji nîşanên Xuda ne. Ew ji bo mirina ti kesî û ji bo jîyana wî jî xirab nabin. Naxwe dema hûn wê xirabbûnê bibînin, bangî Xuda bikin, tekbîran bînin, nimêj bikin û sedeqeyan bidin».(Buxarî rîwayet kiriye)

>Li ser vî esasî, dema kusûf û xusûf çêbibe:

>1. Banga ji bo nimêjê bi “Es-selate camîe” tê dayîn.

>2. Dema însan kom bibin, îmam dê li pêşîya wan du reketên dirêj bike, ewê di wan de qîraetê bi cehrî bike [bi eşkerehî bixwîne]. Ewê di reketa pêşî de fatîhê, piştî wê jî sûretekî dirêj bixwîne, paşê biçe rikûê û rikûa xwe dirêj bike. Paşê ewê ji rikûê rabe û bibêje; “Semîellahû lîmen hemîdeh, rebbena welekel hemd” Paşê ewê fatîhê û sûretekî ji yê pêşî kurttir bixwîne, paşê ewê biçe rikûê û rikûa xwe dirêj bike lê ji rikûa pêşî kurttir bike. Paşê ewê ji rikûê rabe û bibêje; “Semîellahû lîmen hemîdeh, rebbena welekel hemd.” Paşê ewê biçe sicûdê, ewê du sicûdên dirêj bibe, ewê di navbera wan de rûne û rûniştina xwe dirêj nake. Paşê ewê ji sicûda duduyan bi tekbîr anîn rabe û ewê reketa duduyan jî bi qiyama wê, rikûa wê û sicûda wê wekî reketa yekê bike. Lêbelê ewê di miqdarê de kêmtirî wê be. Paşê ewê rûne, tehîyyetê bixwîne û selam bide.

Sunnetên nimêja kusûf û xusûfê

>1. Sunnet e, ew bi cemaetî were edakirin, lê heke ew bi ferdî jî were edakirin, ğem nake.

>2. Ewê di mizgeftê de be, li pêşîya jinan ti asteng nîn e, ew jî dikarin herinê.

>3. Ewê bi qiyama xwe, rikûa xwe û sicûda xwe ve were dirêjkirin. Lêbelê heke kusûf û xusûf xuya bibin, ewê wê sivik bike.

>4. Reketa duduyan bi qiyama xwe, rikûa xwe û sicûda xwe ji reketa yekê kurttir e.

>5. Ewê piştî nimêjê weizan li xelkê bike, qudreta Xuda di bîra wan bîne, ji wan re hikmeta kusûf û xusûfê eşkere bike û wan li ser kirina taetan û terka mûnkîratan teşwîq bike.

>6. Ewê zehf dûa, îstiğfar, zarezar, sedeqe û emelên salih yên wekî van bikin heta Xuda wê tarîtîyê ji ser mirovan rake û bibe.

>Di kusûfê de ji bo dûa rakirina destan durust e.

>7. Lewra hedîsa Ebdûrrehman kurê Semûre [Xuda jê razî be] heye, dibêje: «Ez hatim cem pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ew di nimêjê de jipêya bû û herdu destên xwe jî rakiribûn.»
(Mûslim rîwayet kiriye)

Hinek tewcîhat û areste

>1. Heke xusûf û kusûf neyên zanîn, heta xirabbûna wan neçe, hingê nimêja wan nayê qezakirin.

>2. Naskirina îlmê hedîsê ji bo sebebê xusûf û kusûfê, ew du nîşanbûna ji nîşanên Xuda pûç nake. Ji ber ku Xuda pê evdên xwe ditirsîne, divê misliman xwe bi îbadet û zarzarkirina li ber Xuda meşğûl bike; ne ku xwe bi nêrîn û çavdêrîya li xusûf û kusûfê meşğûl bike.

>Lewra ji Ebûbekre [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; “di serdema pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] de roj xirab bû, ew derket û ebayê xwe dikişand..” Ev tirsa zehf ya pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] nîşan dide.

>3. Gihiştina reketê di nimêja kusûfê de bi gihiştina rikûa pêşî dibe. Naxwe rikûa pêşî li kî biçe û ew bigihîje ya duduyan ew reket lê çûye, divê ew piştî selama îmamê xwe wê bi sifetê wê temam bike.

>4. Nimêja kusûfê heta di wextên qedeğekirî de jî tê edakirin.

>5. Heta kusûf û xusûf bi eyanî neyên dîtin, nimêja kusûf, yan jî xusûfê bi xeberê tenê meşrû nabe.

02_17_002.psd



Tags: