Nimêja înê

Nimêja înê

Nimêja cumûê/înê

Hukmê nimêja înê

>Nimêja înê, li ser her mislimanê baliğ, biaqil û dêmanî [mûstewtin] ku jê re di terka wê de uzr nebe, ferzûl eyn e[yanî divê her kes wê ji ber xwe ve eda bike].

>Ev ayet û hedîsên ha, ferzûl-eynbûna wê nîşan didin:

>1. Xuda [ezzewecelle] dibêje: {Gelî yên ku îman anîne! Dema roja înê banga nimêjê were kirin di cih de bi lez herin nimêjê, herin zikrê Ellah û dest ji kirîn-firotinê berdin.} [Cumûe, 9]

>2. Ev gotina pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ye: «Yan hinek mirov dê dev ji terk-kirina înan berdin, yan jî Xuda dê mohrê li ser qelbên wan bixe, paşê jî ewê bibin ji ğafilan.» (Mûslim rîwayet kiriye).

Ewên ku în li ser wan ne wacib e

>Çûna înê li ser jinê, yê biçûk, yê rêwî û yê nexweş; ewên ku bi çûna wê zehmetîyeke pirr dijwar digihîje wan, ne wacib e. Lêbelê dema evên ha biçin nimêja înê digel ğeyrên xwe sehîh e, ji wan re çêdibe. Heke ew neçin înê jî, ewê nimêja xwe ya nîvroyê bikin.

02_14_004-Anak Kecil.gif
02_14_001-Orang Sakit.jpg
02_13_005.jpg
02_14_003-Perempuan.bmp

Yê biçûk

Yê nexweş

Yê rêwî

Jin

Fezîleta roja înê

>Roja înê ji hemû rojên hefteyê çêtir e. Piştî ummetên din ji ser wê rêwind bûn, Xuda ew ji vê ummetê re terxan kiriye. Di bara fezîleta wê de gellek hedîs hatine.

>Hinek ji wan ev in:

>1. Ev gotina pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ye: «Çêtirîn roja ku tav li serê derketîye roja înê ye. Têde Adem hatiye xuliqandin, têde ew çûye cennetê û têde jê hatiye derxistin.»
(Mûslim rîwaye kiriye)

>2. Ji Ebûhûreyre [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: «Kî xwe bişoyê, paşê were înê û bi qasî jê re hatibe nivîsandin, nimêj bike. Paşê huş bibe heta îmam ji xutbeya xwe vala bibe, paşê pê re nimêj bike, jê re gunehên navbera wê înê û îna din û sê rojên zêdetir jî tên efûkirin.» (Mûslim rîwayet kiriye)

>3. Ji Ebûhûreyre [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] digot: «Her pênc nimêj, în heta bi înê û remezan heta bi remezanê gunehên navbera xwe didin efûkirin; dema xwe dûrkirina ji gunehên mezin were kirin.»
(Mûslim rîwayet kiriye)

>4. Ji Hûzeyfe kurê Yeman hatiye rîwayetkirin, gotiye; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: «Xuda ummetên berî me ji înê rêwinda kirin. Roja şemîyê ji cihûyan re bû. Roja yekşemê ji krîstîyanan re bû. Xuda em jê re anîn. Xuda em ji roja înê re anîn ser rêya heq. Wî în, şemî û yekşem çêkirine. Her wiha ew roja qiyametê li pey me tên. Em ji ehlê dinyayê yên paşîyê ne û roja qiyametê jî em yên pêşî ne, berî mexlûqan ji wan re hukm tê kirin.»
(Mûslim rîwayet kiriye)

>5. Ji Nûman kurê Beşîr hatiye rîwayetkirin, gotiye; «Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] di herdu îdan û înê de Sebîhisme Rebbîkel ‘ela û Hel etake hedîsûl ğaşiyetî dixwendin.” Wî gotiye; “dema roja îd û înê diketin rojekê, ew herdu di herdu nimêjan de dixwendin.»
(Mûslim rîwayet kiriye)

>6. Çêtirîn roja ku tav li serê derketiye roja înê ye. Têde Adem hatiye xuliqandin, têde jê hatiye derxistin, têde tobeya wî hatiye qebûlkirin, ew têde miriye, têde roja qiyametê radibe û heywanek nîn e ku ew roja înê neyê guhdarîkirin; ji dema sibeh vedide heta tav derdikeve ji tirsa saetê [qiyametê] lêbelê cin û însan na. Têde saetek heye kîjan însanê misliman nimêj bike û li wê saetê pirsa îhtiyaca xwe ji Xuda rast bîne, Xuda her dê wê bide wî.
Ke‘b gotiye; ew di her salê de rojek e? Min jê re got; na, ew di her înê de ye. Wî got; Ke‘b Tewrat xwend û got; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] rast gotiye!
Ebûhûreyre gotiye; paşê ez çav li Ebdûllah kurê Selam ketim, min behsa rûniştina xwe digel Ke‘b jê re kir. Ebdûllah kurê Selam got; ez dizanim ew kîjan saet e. Ebûhûreyre got; min jê re got; Wê j imin re vebêje. Ebdûllah kurê Selam got; Ew saeta dawîn ya roja înê ye. Min jê re got; Çawa ew saeta dawîn ya roja înê ye, halev e ku pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye; «Kîjan însanê misliman di wê saetê de nimêj bike» halev e ku însanê misliman di wê saetê [dawîya roja înê] de nimêj nake? Ebdûllah kurê Selam got; ma pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] negot; «Kî li dîwanekê rûne û çavnêrîya nimêjê bike, heta ew nimêj bike jî ew her di nimêjê de ye? Wî got; min jê re got; belê, wî jî got; ew jî ew e» (Ebûdawud rîwayet kiriye)

>7. Çêtirîn rojên we roja înê ye. Têde gellek selewatan li ser min bidin. Lewra selewatên we li min tên erzkirin. Wî got; sehabîyan got; ya pêğemberê Xuda! Selewatên me çawa li te tên erzkirin halev e ku tu rizîyî? Wî got; ew dibêjin, tu rizîyî. Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got; «Xuda tebareke weteala bedenên pêğemberan li ser erdê heram kiriye.” Selatên Xuda lê bin» (Ebûdawud rîwayet kiriye)

Şertên sehîhbûna înê

>1. Wext e: Ew berî wextê xwe û piştî derketina wextê wê jî, her wekî nimêjên ferz, ne sehîh e. Wextê wê jî wekî wextê nimêja nîvro ye.

>2. Divê cemaetek beşdarî wê bibin: Ew ji mirovekî mûnferid ne sehîh e. Kêmtirînê cemaetê sê kes in.

>3. Îstîtan [dêmanîbûn] e: Ew niştecihbûna li gundekî ava ye. Gundê ava, ew gund e ku însan çi havîn be, çi zivistan be, mala xwe jê bar nakin. Herçî ehlê çol û konan yên koçer in, ji wan nimêja înê sehîh e, lê li ser wan ne wacib e.

>4. Divê li pêşîya wê du xutbe hatibin xwendin e: Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] li ser wê dewam kiriye.

02_14_006-Nomads, who live in tents.jpg

Ehlê çolê

02_14_007-Time for Jumu’ah.jpg

Wextê nimêjê

02_14_008-It is observed in congregation.jpg

Ew bi cemaetî nimêj dike

Sifetê nimêja înê

>Nimêja înê, du reket e. Ew têde fatîhê bi cehrî [eşkerehî] dixwîne. Sunnet e, di reketa yekê de piştî fatîhê sûretê Cumûê û di reketa duduyan de jî piştî fatîhê sûretê Mûnafîqûn yan jî di reketa yekê de ‘Ela û di reketa duduyan de jî Ğaşiye bixwîne. (Mûslim rîwayet kiriye)

Herdu xutbe

Hukmê herdu xutbeyan

>Herdu xutbe wacib in. Ew ji bo sehîhbûna înê şert in. Heke pirranîya beşdaran zimanê Erebî fehm bikin û di meneyên wê yên di nav cumle de bigihin, herdu xutbe jî dê bi Erebî bên xwendin. Ji bo hînkirina zimanê Erebî û mûxalefet nekirina bi rêça pêğemberê xwe [dirûd û silavên Xuda lê bin] re. Lêbelê heke pirranîya beşdaran zimanê Erebî fehm nekin, ğem nake, mirov dikare wan bi zimanên din jî bixwîne. Lewra di xutbê de esl; fêrkirin û rê nîşandan e; ne xutbe xwendin bi tenê ye. Tabîî heke mûmkin be, divê ayet bi zimanê Erebî bên xwendin, paşê meneya wan were tercûmekirin.

Temamkerên xutbê

>Xutbeya înê jê re rukn nîn in; lêbelê li gorî urfê, ew bi tişteke ku navê xutbê lê were kirin, hasil dibe. Lêbelê ji kemal û temamkera xutbê ye ku xutbexwên wiha bike:

>1. Hemdê Xuda bike.

>2. Herdu şehadetan bibêje.

>3. Selewatan li ser pêğemberê xwe [dirûd û silavên Xuda lê bin] bide.

>4. Wesîyeta bi teqwaya Xuda bike.

>5. Xwendina tiştekê ji Qur’anê.

>6. We‘izan bike.

Mûstehebên xutbê

>1. Bila Xutbe li ser mînberê were xwendin.

>2. Dema xetîb [xutbexwên] hilgere ser mînberê, bila selamê li xelkê bike.

>3. Bila bi rûniştineke sivik navberê bixe navbera herdu xutbeyan.

>4. Bila herdu xutbeyan kurt bibirre.

>5. Bila di herduyan de dûa bike.

Ew tiştên ku di nimêja înê de hatine qedeğekirin

>1. Roja înê, dema îmam xutbê dixwîne, axaftin heram e. Lewra pêğemberê xwe [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Dema roja înê îmam xutbê dixwîne, tu ji hevalê xwe re bibêjî, «huş be!» te leğû kir» (Buxarî rîwayet kiriye)

>2. Mekrûh e, mirov xwe di ser stûyê mirovan re biqevêze. Lêbelê heke ew îmam be, yan jî ew xwe biqevêze cihekî vala ku ne bi wê be, nabe, hingê ew ğem nake.

02_14_009.JPG

Îdraka [gihiştina] înê

>Divê misliman lezê li nimêja înê bike û pêşwext here wê. Heke ew ji nimêjê dereng bimîne û di reketa duduyan de digel imam bigihîje rikûê, ewê wê nimêja înê temam bike. Lêbelê heke ew negihîje reketa duduyan, ewê nimêja xwe nîvro temam bike. Her wiha ewê ku ji bo xew û dîgerên wê nimêja înê lê biçe, ewê wê nimêja nîvro bike; yanî ewê wê çar reket nimêj bike.

Roja înê çi mûsteheb e

>1. Roja înê xwendina sûretê Kehf e. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Kî, roja înê sûretê Kehf bixwîne, ew jê re navbera du înan rohnî dike.» (Hakim rîwayet kiriye)

>Zehf kirina selewatan li ser pêğemberê xwe [dirûd û silavên Xuda lê bin] ye. Lewra ji Îbnmesûd el-ensarî [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; pêğemberê xwe [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: «Roja înê zehf selewatan li ser min bidin. Lewra roja înê kî selewatan li ser min bide ew ji min re tên erzkirin.» (Hakim rîwayet kiriye)

>3. Xwe şûştin û bêhna xweş li xwe kirin e: Lewra pêğemberê xwe [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye; «kî, roja înê xwe bişoyê û heta karibe xwe tahir bike, ji dohnê xwe li xwe li bide yan ji bêhn-xweşîya mala xwe bêhna xweş li xwe bike. Paşê ew derkeve û xwe li navbera du mirovan nexe, wan ji hev neveqetîne, paşê bi qasî ku jê re hatibe nivîsîn nimêj bike, paşê dema îmam biaxive, ew huş bibe, jê re gunehên navbera wê û îna din jî tên efûkirin.» (Buxarî rîwayet kiriye)

>Mekrûh e, mirov xwe di ser stûyê mirovan re biqevêze. Lêbelê heke ew îmam be, yan jî ew xwe biqevêze cihekî vala ku ne bi wê be, nabe, hingê ew ğem nake.

Hinek mesele di bara înê de

>1. Sunnet e, mînber sê pêpeling bin. Lewra mînbera pêğemberê xwe [dirûd û silavên Xuda lê bin] jî wisan bû.

02_14_010-A mimbar with three steps.png

Mînber sê pêpeling e

>2. “Sûretê Cumûê” ne sunnet e. Lewra berî înê nimêjker rûdinin, li xwendevanî guhdarî dikin, ew jî heta banga înê ji wan re hinek ayetên Qur’anê dixwîne, yan jî ew bi dengê tekbîran hinek beyt û zikrên bi kom dikin. Dema îmam li ser mînberê rûne ezaneke tenê meşrû ye. Lewra di serdema pêğemberê xwe [dirûd û silavên Xuda lê bin] û serdemên Ebûbekr û Ûmer [Xuda ji wan razî be] jî wisan bû. Ji xwe naskirina hatina wextê hêsan e; ji lewma îlletê [sebebê] meşrûîyeta ezana Osman [Xuda jê razî be] ji holê rabûye. Lewra li bazara Medînê bangek dihate dayîn ji bo xelk zanibin wextê nimêjê hatiye.

>3. Dema nimêjker were mizgeftê û îmam jî li ser mînberê xutbe dixwend, hingê ew berî rûne bila du reketên sivik nimêj bike. Lewra pêğemberê xwe [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Dema roja înê yek ji we were û îmam jî xutbe dixwend, bila ew du reket nimêj bike û bila di wan de derbas bibe.» (Îbnxûzeyme rîwayet kiriye)

>4. Xutbexwên bi telîya xwe ya şehdê dûa dike û ew di halê dûayan de destên xwe ranake. Lêbelê di îstisqayê [baran xwestin], yan jî di dûaya ji bo rawestina baranê de destên xwe radike. Lewra ji Hûsayn kurê Ebdûrrehman [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; «Min pêğemberê xwe [dirûd û silavên Xuda lê bin] dît ku xutbe dixwend, dema dûa dikir -bi telîya xwe ya şehdê îşaret kir - wiha digot.» (Ehmed rîwayet kiriye)

02_14_011-The imam pointing with his finger.jpg

Ew bi telîya xwe îşaret dike

>5. Ti sunneteke berî nimêja înê nîn e. Lewra mûsteheb e, mirov berî bangê sunnetên mûtleq bike. Lewra pêğemberê xwe [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Kî, roja înê xwe bişoyê û heta karibe xwe tahir bike, ji dohnê xwe li xwe li bide yan ji bêhn-xweşîya mala xwe bêhna xweş li xwe bike. Paşê ew derkeve û xwe li navbera du mirovan nexe, wan ji hev neveqetîne, paşê bi qasî ku jê re hatibe nivîsîn nimêj bike, paşê dema îmam biaxive, ew huş bibe, jê re gunehên navbera wê û îna din jî tên efûkirin.» (Daremî rîwayet kiriye)

>6. Sunneta piştî înê jî du reket nimêj tê kirin. Lewra Îbnûmer [Xuda jê razî be] rîwayet kiriye, gotiye; «Pêğemberê xwe [dirûd û silavên Xuda lê bin] piştî înê li mala xwe du reket nimêj dikir.» (Cemaet rîwayet kiriye) Yanî mirov çar reket nimêj bike. Lewra pêğemberê xwe [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Ji we kî, piştî înê nimêj bike, bila çar reket nimêj bike.» (Mûslim rîwayet kiriye) Baştir e, mirov wan sunnetan li mala xwe bike.

>7. Dema îd û în li hev rast bên, ji bo îhtîyatê bila mirov hem nimêja îdê hem jî înê bike. Heke nimêja îdê bike, ji hindikahî ve divê ew nimêja nîvroyê bike. Ji xelkê bajarên dûr re ruxset heye ku dema ew nimêja îdê bikin, ew ji bo nimêja înê venegerin. Lewra ji Îyas kurê Ebûremle eş-Şamî hatiye rîwayetkirin, gotiye; «Min Mûawiye dît, wî ji Zeyd kurê Erqem pirs kir; tu bi pêğemberê xwe [dirûd û silavên Xuda lê bin] re hazirî du îdan bûyî ku ew ketibin rojekê? Wî got; belê. Wî serê naverojê nimêja îdê kir, paşê di bara înê de ruxset da û got; “kî bixwaze wan bi hev re kom bike, bila wan kom bike.» (Ehmed rîwayet kiriye)



Tags: