Mesha li ser xufikan, goran, cebîre, kincên li ser birînê hatin pêçan û tiştên ku bi birînê ve hatine kirin

Mesha li ser xufikan, goran, cebîre, kincên li ser birînê hatin pêçan û tiştên ku bi birînê ve hatine kirin
93
Xufik
Ew çermê ku li ser ling tê wergirtin.
Gore
Ewên ku ji pembû û yên wekî li ser ling tên wergirtin.

Hukmê mesiha li ser herdu xufik û goran

Ji bo gellek hedîsan mesiha li ser xufik û goran durust e. Yek ji wan ev e: Hatiye rîwayetkirin ku dema pirsa mesiha li ser xufikan ji Enes kurê Malik [Xuda jê razî be] hate kirin, wî got; «Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] mesih li ser wan dikir.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine.)

Şertên mesihkirina li ser xufik û goran

1. Piştî temambûna desmêjê wergirtina wan e. Ji Mûğîre [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; «Ez li seferekê bi pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] re bûm, min xwe tewand jib o herdu xufikên wî ji lingên wî bikişînim. Wî ji min re got; dest ji wan berde. Lewra min ew herdu tahir xistibûn lingên xwe û wî li ser herduyan mesih kir.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine).

2. Divê ew herdu xufik lingan heta bi gwîzekan binixumînin. Mesih li ser berjêrtirê ji gwîzekan. nayê kirin. Lewra ew herdu ne ji ling e.

3. Divê herdu xufik ji tişteke tahir hatibin çêkirin.

4. Divê ew herdu xufik mûbah bin. Divê ew ne ji tişteke wekî hevrîşm ji mêran re heram be.

5. Divê mesih di esnaya wî muddetê sînordarkirî be. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ji bo mesihê muddeteke sînordarkirî diyar kiriye [ji bo mirovê li mal be şev û rojek e. Ji bo rêwîyan sê roj in]; derbaskirina wî muddetî ne durust e.

6. Divê mesih di bêdesmêjîya biçûk de be; ne bêdesmêjîya mezin [cenabet]. Ji Sefwan kurê ‘Essal [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; «Dema em rêwî bûn, pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ferman li me dikir ku em sê rojan li ser xufikên xwe mesih bikin; em wan ji lingên xwe nekin ji bo bêdesmêjbûna ji gû, mîz û xewê; lêbelê ne ji cenabê.» (Buxarî rîwayet kiriye).

Yanî ew mirovê ku bi cenabe bûbe, divê ji bo xwe şûştinê wan ji lingên xwe bixe. Paşê careke din wan bixe lingên xwe.

Conditions-for-Wiping-Over-Leather-Footwear-and Socks.jpg

01_08_001-Wasting Water.psd

Awayê mesiha li ser xufik û goran

Mirov bi herdu destên xwe yên ji avê şil, careke tenê jora xufikên xwe mesih dike; ji telîyên lingên xwe [dest pê dike] heta bi alîyê paqa xwe; lingê rastê bi destê rastê tê mesihkirin û lingê çepê jî bi destê çepê tê mesihkirin.

Jêra xufikan û kenarên wan nayên mesihkirin. ‘Elî [Xuda jê razî be] gotiye; «Heke dîn bi dîtin-nêrînê bûya, mesihkirina jêra xufikê dê ji jora wê baştir bûya! Min pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] dît ku jora xufikên xwe mesih dikir.» (Ebûdawud rîwayet kiriye)

Wiping-with-Both-of-His-Hands.jpg

Mesih bi herdu destên xwe

01_08_006-Wiping the Bottom of the Kuff.psd

Mesiha jêra xufikê

Wiping-the-Bottom-of-the-Khuff.jpg

Mesiha kenarê

Mûddetê mesiha li ser xufik û goran

Ji bo mirovê li mal roj û şevek e; ji bo mirovê rêwî sê şev û sê roj in.

Delîla vê, ev gotina ‘Elî [Xuda jê razî be] ye: «Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] mûddetê mesihê ji bo rêwî sê roj û şev û ji bo yê limal jî rojek û şevek dîyar kiriye.» (Nesaî rîwayet kiriye).

Hesabkirina mûddeta mesihê

Mûddetê mesihê ji serê mesiha piştî bêdesmêjbûnê dest pê dike. Naxwe dema herdu gore li ser desmêjê xistin lingên xwe, paşê bêdesmêj bû, paştir ji bo cara yekem mesih kir, ji vê mesihê şev û rojek [bîst û çar saet] tê hesabkirin.

Nimûneya wê wekî vê ye; zilamek desmêj girt, herdu lingên xwe şûştin, paşê herdu gorên xwe xistin lingên xwe, nimêja sipêdê kir, di saeta 10ê sipehê de bêdesmêj bû; desmêja wî şikest, dema saeta 11a sibehê hat, demêj girt ji bo nimêja danê tavê bike, li ser herdu gorên xwe mesih kir. Ha li vir, jê re durust e, heta saeta 11a sibeha roja dinê li ser wergirtina goran û mesihkirina li ser wan berdewam be. Ev ji bo yê li malê ye. Herçî rêwî ye, ji bo wî jî sê roj û sê şev in.

Calculating-the-Time-Limit-for-Wiping.jpg

Betalkerên mesiha li ser xufik û goran

1. Bi dawîbûna mûddeta mesihê ye.

2. Derketina yekî ji wan yan jî herduyan ji lingên wî ye.

3. Çêbûna bêdesmêjîya mezin e. Lewra ji Sefwan kurê ‘Essal [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; «Dema em rêwî bûn, pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ferman li me dikir ku em sê rojan li ser xufikên xwe mesih bikin; em wan ji lingên xwe nekin ji bo bêdesmêjbûna ji gû, mîz û xewê; lêbelê ne ji cenabê.» (Tirmizî rîwayet kiriye).

Removal-of-the-Socks-Nullifies-the-Wiping.jpg

Derketina gorê mesihê betal dike

Mesiha li ser cebîre, îsabe, lisûqê

Pênasîya cebîre, îsabe û lisûqê

Cebîre
Ew dês, dep û yên wekî wan ku li ser cihê şikestî tê şidandin.

Casts.jpg

Îsabe
Ew qumaş û yên wekî wî ku pê birîn û cihê şewitî tê pêçan ji bo tedawîyê.

01_08_016.psd

Lisûq
Ew tişta ku ji bo dermankirinê bi birînê ve tê kirin.

Band-Aids.jpg

Delîla meşrûîyeta mesiha li ser cebîrê

Ji Cabir [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; « em derketin seferekê, kevirek li zilamekî ji me ket û serê wî şikand, paşê şeytan pê kenî. Wî ji hevalên xwe pirs kir, got; gelo hûn ji min re ruxsetê dibînin ku ez teyemmum bigrim? Jê re gotin; em wê ruxsetê ji te re nabînin. Lewra tu dikarî avê bikarbînî. Wî jî xwe şûşt û mir. Çi dema em hatin cem pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ev rewş jê re hate vegotin, wî got; «Wan ew kuştiye, Xuda jî wan bikuje! Çima wan pirs nekir, dema wan nezanîbû?! Lewra dermanê nezanînê pirsîn e. Têra wî dikir ku teyemmum bigirta, yan li ser birîna xwe kincek şidandiba, -ango şeka ji rîwayetkarî ye- lê bipêçaya, paşê mesih li ser bikira û bedena xwe ya mayî jî bişûşta.» (Ebûdawud rîwayet kiriye).

Şertên mesiha li ser cebîre, îsabe û lisûqê

1. Di îsabe û cebîrê de şert e; ew ji wî cihê ku dermankirina wî tê xwestin û derdora wî ya ku ji bo bicihkirina van tiştan îhtiyac pê heye, derbas nebe.

2. Ne şert e ku cebîre û îsabe li ser teharetê hatibe danîn; wekî ku ji bo vê mûddetek jî ne şert e, madem ji bo mayîna wê îhtiyac hebe. Lewra ji bo wî durust e, ew mesihê li ser wê bike di esnaya tahirbûna ji herdu bêdesmêjîyan [ya biçûk û ya mezin] de. Kengê îhtiyaca wî pê nema, hingê divê ew wan ji serê rake û li cem desmêjê jî wî azayî bişoyê.

3. Di lisûq û îsabe û yên wekî wan de; ji wan tiştên ku rakirina wan û îadekirina wan hêsan dike, wiha tê nêrîn:

a. Heke bê zirar lê ketin û bê dereng ketina şîfayê rakirina wan û şûştina cihê bin wan hêsan be; ewê wan rake, cihê bin wan bişoyê û paşê wê îade bike [deyne ser wan].

b. Heke bê zirar lê ketin û dereng ketina şîfayê rakirina wan û şûştina cihê bin wan ne hêsan be, ewê li cem şûştina azayê ku ew li serê ne, ewê li ser wê mesih bike [wan ji ser cihê birînê raneke].

Awayê mesiha li ser cebîre û îsabê

Splints.jpg

Awayê Meshkirina Li Ser Cebîrê

Awayê mesiha li ser îsabê

How-survey-on-gang.jpg

Awayê Mesiha li ser paçikê li ser birînan

Manner-of-Wiping-Over-Adhesive-Bandages.jpg

Awayê hesabkirina mûddetê mesihê

01_08_017 copy.psd
01_08_011-10am he broke his wudu’.psd

Zilamekî desmêj girt, herdu lingên xwe şûştin, paşê herdu goreyên xwe wergirtin, nimêja sipêdê kir, di saeta 10ê sibehê de jî bê desmêj bû, wî desmêja xwe şikand. Çi dema saeta 11ê sibehê hat, wî desmêj girt ji bo nimêja dûha [danê tavê] bike û li ser goreyên xwe mesih kir. Ha li vir, ji wî re cewaz heye ku li ser wergirtina goran û mesihkirina li ser wan berdewam be; heta saeta 11ê sibeha roja piştî wê were.

Ev ji bo yê li malê ye. Herçî rêwî ye, ji bo wî jî sê roj û sê şev in.



Tags: