Mîqat

Mîqat

Mîqat

Mîqat di ferhengê de;
Tixûbê di navbera du tiştan de ye.
Mîqat di navlêka fiqhî de;
Ew zeman û mekan e ku şerîetê ji bo îbadetê kiriye tixûb û wext.

Cureyên Mîqatê

Ya yekê: Wextên Mîkatê

Cîhên Mîkatê
Ew cih in ku şerîetê ew ji bo îhraman dîyar kirine.

>Ji bo însanê ku dixwaze biçe hecê, yan jî ûmrê ne durust e ji wan derbas bibe; heke ihram li xwe nekiribin. Ew jî pênc mîqatin (El-Mewaqîtû we evadûha, ya Şêx Ebdûllah el-Besam, mecelletû Mecmeûl-Fiqhûl Îslamî, hijmara 3, cuzuya 3, rûpel, 1553. )

1. Zûl-Hûleyfe:

>Zûl- Hûleyfe, vêga li alîyê başûrê Medîna Nebewî ye. Jê re “Ebyarû ‘Elî” tê gotin. Ew kêm-zêde 420 km’an ji Mekkê dûr e.

>Ew mîqata xelkê Medînê ye.

05_03_001-Ḍhul-Hulayfah.png

Zûl-Hûleyfe

2.Cûhfe ye:

>Cûhfe, ew nêzîkî bajarê Rabiğ e. Ew kêm-zêde 186 km’an ji Mekkê dûr e.

>Ew mîqata xelkên Şam, Misr û Meğribê ye.

05_03_002-Al-Juḥfah.png

Cûhfe

3. Yelemlem:

>Ew newaleke mezin e, di rêya xelkê Yemenê ya ji bo Mekkê de ye. Ew îro, bi “es-Se‘dîye” tê navkirin. Ew kêm-zêde 120 km’an ji Mekkê dûr e.

05_03_003-Yalamlam (As-sa‘diyyah).png

Yelemlem [es-Se‘dîye]

4. Qernûl Menazîl:

>Ew vêga bi “Seylûl Kebîr” tê navkirin. Ew kêm-zêde 75km’an ji Mekkê dûr e. Ew mîqata xelkê Necd û Taîfê ye. Li jora wê, li ser rêya Taîfê li rexê hediyê ciheke heye jê re “Wadû Mûhrim” tê gotin. Ew herdu jî mîqata xelkê Necdê û her mirovî ne, ku ji rêya Taîfê ve tên.

05_03_004-Qarnul Manāzil (As-sayl).jpg

Qern [el-Menazîl es-Seyl]

5. Zatû Îrq:

>Ew, vêga bi “ed-Darîbe yan jî el-Xerîbat” tê navkirin. Ew, ciheke li rojhilatê Mekkê ye. Ew kêm-zêde 100km’an jê dûr e. Ew, vêga çol û şemirandî ye.

>Ew mîqata xelkên rojhilatê ye [Îraq, Îran û yên li pişt wan e].

>Delîla van mîqatên bûrîn ev rîwayeta Îbnebbas [Xuda jê razî be] e, dibêje: «Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ji bo xelkê Medînê Zûl-Hûleyfe, ji bo xelkê Şamê Cûhfe, ji bo xelkê Necdê Qernûl Menazîl, ji bo xelkê Yemenê Yelemlem, mîqat kufş kir û got: «Ev, ji bo wan e û ji bo wan mirovan e, yên ku dixwazin biçin hec û ûmrê, heke ne ji ehlê wan bin jî; lê ji rêya wan ve werin. Ewên ku ji bilî wan bin jî, ji kuderê ve bixwaze, heta [mîqata] xelkê Mekkê jî ji Mekkê ye.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine.)

>Herçî Zatû Îrq e, di vê hedîsa bûrî de behsa wê nehatiye kirin. Ew jî Ûmer kurê Xettab [Xuda jê razî be] ew dîyar kiribûye. (Buxarî rîwayet kiriye)

05_03_005.jpg

Zatû Îrq [el-Xerîbat]

05_03_006.psd

Hinek mijar

>- Kî, bê îhram ji van mîqatan derbas bibe, heke îmkan hebe, divê ew dîsa lê vegere. Heke îmkan ji bo vegerîna wan nebe, fîdyekek li ser wî lazim dibe. Ew jî bizinek e. Ewê wê li Mekkê serjêke û wê li miskînên Heremê belav bike.

>- Kî, di ser van mîqatan de derbas bibe û ne ji xelkên wan be, ewê ji wan îhraman li xwe bike. Heke mirovek ji xelkê Necdê ji rêya Medînê ve were, ewê ji Ebyarû ‘Elî îhraman li xwe bike.

>- Kî, mala wî li kêmtirî cihên mîqatan be, li terefê Mekkê be. Ewê ji cihê xwe ji bo hec û ûmrê îhraman li xwe bike. Her wekî xelkên Cidde, Behre û Şeraî‘ê.

>- Kî, ji rêyekê ve were ku ew di ber mîqatan de derbas nabe; her wekî bi rêyên bejî, behrî û hewayî were, dema ew were dehma nêzîktirê mîqatan, ewê ji wir îhraman li xwe bike.

>Lewra Ûmer gotiye: «Ji rêya xwe ve li dehma wan binêrin.» (Buxarî rîwayet kiriye.)

>- Kî, li nav Mekkê nîyeta hecê bike, çi ew ji xelkê wê be, çi jî ne ji xelkê wê be, ewê ji wê îhraman li xwe bike. Herçî ûmre ye, ewê ji cihê nêzî hillê îhraman li xwe bike, her wekî Teîm û Cî‘eranê. Ev cih, li derveyî tixûbê Heremê ye.

Ya duduyan: Wextên Mîkatê

Wextên zemanî
Wextê Hec û Ûmrê

a- Wexta mîqata Hecê:

>Mehên hecê: Şewal, Zûlqade û dehê ji Zîl-Hiccê ne.

b- Wextê miqata Ûmrê:

>Tevê salê ye



Tags: