Hukmên nimêjê

Hukmên nimêjê

Hukmên Nimêjê

1.Nimêja mirovê rûniştî

a. Di nafîleyan de

>Nimêja mirovê rûniştî di nafîleyan de sehîh e û jê re nîvê sewaba mirovê jipêya heye. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Heke ew, jipêya nimêj bike, ew çêtir e. Kî, rûniştî nimêj bike, jê re nîvê sewaba mirovê jipêya heye. Kî, razayî [gêrkirî] nimêj bike, jê re nîvê sewaba mirovê rûniştî heye.» (Buxarî rîwayet kiriye)

>Lêbelê heke ew ji ber uzrekî xwe rûniştî nimêj bike, jê re sewaba temam heye. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Dema însan nexweş bikeve, yan jî biçe seferê, jê re wekî emelê ku dema li mala xwe û tendurust dikir, sewab heye.» (Buxarî rîwayet kiriye)

b. Di ferzê de

>Nimêja mirovê rûniştî di ferzê de ne sehîh e; heke ew karibe jipêya raweste.

2.Nîyet e.

Hinek ji hukmên nîyetê

>Di nav nimêjê de qutkirina nîyetê ne durust e. Naxwe kî nîyeta qutkirina nimêjê bike, nimêja wî qut dibe, li ser wî wacib e, ew ji serî ve dest pê bike.

>Kî, bi nîyeta sunnetê nimêj bike, ji wî re ne durust e, ew di nav nimêjê de wê vegerîne nimêja ferzê.

>Kî, bi mûnferid [tena serê xwe] nîyeta xwe li nimêja ferz anîbe, paşê cemaetek were, ji wî re durust e, ew nîyeta xwe vegerîne sunnetê, wê du reket temam bike, paşê silav bide û bi wê cemaetê re nimêja xwe bike.

3.Xwendina Fatîhê ye

>Xwendina Fatîhê li ser nimêjkerî wacib e; çendan ew nimêjeke cehrî [fatîha bi eşkerehî bê xwendin] memûmî be jî. Lewra ji Ubade kurê Samit [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; «Em di nimêja fecrê de li pişt pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin]. Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] xwend, xwendin lê giran hat. Çi dema wî nimêj xilas kir, got: “Dibe ku hûn li pey îmamê xwe dixwînin?” Me got; belê, ev e, ya pêğemberê Xuda! Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: “Hûn ji bilî fatîha kitêbê, wisan nekin. Lewra ewê ku fatîhe nexwendibe, jê re nimêj nîn e.» (Ebûdawud rîwayet kiriye)

4.Te’mîn [amîn gotin] e.

>Te’mîn: Gotina nimêjkerî: “Amîn” e. Ew jib o her nimêjkerî sunnet e; çi imam be, çi memûmî be, çi mûnferid be, çi nimêja ferz be, çi jî nimêja sunnet be, çi nimêja fatîhe têde bidizîkahî be, çi jî fatîhe têde bi eşkerehî be. Lêbelê di cihên fatîhe têde bi dizîkahî be de ew jî bi dizîkahî dibe û di cihên têde fatîhe bi eşkerehî be, ew jî bi eşkerehî dibe.

>Delîla vê jî gotina pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ye: «Dema îmam amîn bibêje, hûn jî amîn bibêjin. Lewra ewê ku amîna wî li amîna melaîketan rast were, jê re gunehên wî yên bûrî tên efûkirin.» (Buxarî rîwayet kiriye)

5.Seketata îmam e

>Sektetek [huşbûnek] di navbera tekbîr û xwendinê de ye, ji bo dûaya îstiftahê.

>Di sunnetê de sekteteke ji bo îmam di navbera xwendina Fatîhê û sûretê piştî wê de tesbît nebûye.

>Sektetek piştî bi dawîkirina ji xwendinê ya berî rikûê jî heye.

02_06_002.PNG

6.Cehr [eşkere xwendina fatîhê] di halê qezakirina ferzê de û di nafîleyan de ye

>Dema nimêj li mirov biçe û mirov jî bixwaze wê qeza bike, gelo mirov dê bi dizîkahî, yan jî bi eşkerehî fatîhê bixwîne? Nirxandina vê bi nimêjê ye, ne bi wextê qezakirinê ye. Naxwe heke mirov nimêja cehrî [ewa ku xwendina fatîhê têde bi eşkerehî tê xwendin] di naverojê de jî qeza bike, mirov têde bi eşkerehî dixwîne.

>Sunnet bi dizîkahî xwendina di nafîleyan de ye. Lêbelê ji nav sunnetan ewa ku di bara wê de bi eşkerehî xwendinê delîlek hatibe, her wekî terawîh û xusûfê, di wê de bi eşkerehî tê xwendin.

7.Rakirina herdu destan e

>Herdu dest di van cihên tên de tên rakirin:

>Tekbîra îhramê.

>Tekbîra rikûê.

>Li cem rabûna ji rikûê.

>Li cem rabûna ji tehîyyeta yekê.

8.Îdraka [gihiştina] reketê ye

>Dema memûmî bi îmamî re bigihîje rikûê, ew digihîje wê reketê. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Kî, bigihîje rikûê, bêguman ew gihaye wê reketê.» (Ebûdawud rîwayet kiriye)

9.Tum’anîne [tedîla rukna] ye

>Tum’anîne di temamê ruknên nimêjê de ruknek ji ruknan e; bêyî wê nimêj sehîh nabe. Lewra Ji Ebûhûreyre [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; «pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] çû mizgeftê, zilamek jî çû mizgeftê û nimêj kir. Paşê ew hat û silav li pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] kir. Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] silava wî veda û got: “Vegere, nimêj bike. Lewra te nimêj nekiriye.” Ew zilam vegerîya, wekî ku nimêj kiribû, dîsa wisan nimêj kir, paşê hate cem pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] û silav lê kir. Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] jê re got: “Silav l ite be jî.” Paşê jê re got: “Vegere, nimêj bike. Lewra te nimêj nekiriye.” Heta wî ew sê caran kir û wî got; ez bi wî kim ku tu bi heqîyê şandî, ez ji vê sipehîtir nizanim, min hîn bike. Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] jê re got: “Dema tu rabî nimêjê, tekbîra xwe bîne, paşê bi te re çi ji Qur’anê hebe, wê bixwîne. Paşê here rikûê heta tu di rikûê de mutmeîn bibî, paşê rabe heta pişta te jipêya tam rast bibe. Paşê here sicûdê, heta tu di sicûdê de tam mutmeîn bibî, paşê rabe heta tu rûniştî tam mutmeîn bibî, tu vê di temamê nimêja xwe de bike.» (Buxarî rîwayet kiriye)

10.Tehrîka [livîna] zimanî ye

>Di xwendina Qur’anê, tekbîran û zikran de xwendina di dilê xwe tenê de têrê nake. Lêbelê divê mirov wan bi zimanê xwe jî bilêv bike. Kêmtirîna wê bi xwendinê livandina ziman û herdu lêvan e.

11.Heyeta sicûdê ye

>Sicûd li ser heft azayan dibe. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Dema însan biçe sicûdê, pê re heft teref diçin sicûdê; rûyê wî, herdu mistên wî, herdu kabên wî û herdu pêyên wî.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine).

02_07_005.jpg

Enî

02_07_004.jpg
02_07_006.jpg

Herdu mist

02_07_007.jpg

Herdu kab

02_07_008.jpg

Herdu pê

12. Îşaretkirina bi telîyan e

>Sunnet, îşaretkirina bi telîyan di tehîyyatê de ye. Lewra hedîsa Waîl kurê Hucr [Xuda jê razî be] heye dibêje: «Paşê telîya xwe rakir, min ew dît, wî ew dilivand û pê dûa dikir.» (Nesaî rîwayet kiriye)

02_07_001.JPG

Nayê xwestin;

>- Eşkere gotina nîyetê û gotina wacibbûna pêrekirina wê digel tekbîra îhramê.

>- Zêdekirina peyva “şukr jî” li cem gotina “Xudayê me hemd her ji te re be” ev zêdehî ji pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] nehatiye îsbatkirin.

>- Zêdekirina peyva “seyyîdîna” di tehîyyatê de yan jî di selatdayîna ser pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] di nimêjê de.

>- Li cem selamdayînê bi destê rastê îşaretkirina rexê rastê û bi destê çepê jî îşaretkirina rexê çepê.

>- Bi destê hev girtina nimêjkeran û gotina yekî ji wan: “Bila Herem be!” Yê din jî “Ji me tevan re” û tiştên wekî vê.

>- Eva ku hinek di piştî nimêjê de dikin, yek ayetul kursî dixwîne, paşê dibêje; subhanellah! Ewên din jî pê re dibêjin, subhanellah...

>Bi destê xwe maliştina rû di piştî dûa û zikr de



Tags: