Hinek ji edebên nimêjê

Hinek ji edebên nimêjê

Hinek ji edebên nimêjê

Nimêj, îbadetekî mezin e; misliman têde bi qelbê xwe û bedena xwe berê xwe dide Xuda Teala. Naxwe berîya wê divê amadekarî û hazirîyeke nefsî û bedenî hebe; ji bo xwe jê re vala û xwerû bike û bi awayê sehîh wê eda bike. Ji bo vê, ev tiştên ku tên jê re meşrû dibe.

1. Îxlas e

>Lewra Xuda Teala gotiye: {Halev e ku ferman li wan hatibû kirin ku ew bes; bi dilsadeyî ji Ellah tenê re ‘îbadetê bikin, li ser dînê pak, yê rast û durust bimînin, nimêjê bikin û zekatê bidin. Ha ev e dînê rast û durust.} [Beyyîne, 5]

>Xuda, emelê ku xalis mûxlis ji bo wî be û têde rîyakarî û nîşan-dayîn û celebên şirkê yên din ne be, qebûl dike.

2. Sipehî desmêj-girtin e

>Ew, edakirina wê bi awayê mûkemmel e.

>Ji Ebûhûreyre [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: «Ma ez tişteke ku Xuda pê xeta mehû dike û pê dereceyan bilind dike, ji we re bibêjim?” Sehabîyan jê re got; belê, ya pêğemberê Xuda! Wî ji wan re got: “Sipehî desmêjgirtina di serma û germê de, pirr gav-avêtina di çûna mizgeftan de û çavnêrîkirina nimêjê piştî nimêjê ye, ha ev e nöbet.» (Mûslim rîwayet kiriye)

3.Pêşwext çûna ji bo nimêjê ye

>Ew, pêşwext derketina ji bo gihiştina fezîleta çavnêrîkirina nimêjê ye.

>Ji Ebûhûreyre [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: «Yek ji we, her di nimêjê de ye; heta çavnêrîya nimêjê bike.» (Buxarî rîwayet kiriye).

4.Zikrê Xuda ye:

>- Dema mirov ji malê derkeve, bila bibêje: «Bi navê Xuda, min xwe siparte Xuda, heke ne bi Xuda ti plan û hêza min nîn e.» (Ebûdawud rîwayet kiriye). «Xudayê min! Ez bi te hifza xwe ji vê dikim; ku ez ğeyrê xwe ji rê bixim, yan ew min ji rê bixin, ez ğeyrê xwe bişemitînim yan ew min bişemitînin, ez zulmê li ğeyrê xwe bikim yan ew zulmê l imin bikin, yan ez qedrê ğeyrê xwe nizanibim yan jî ew qedrê min nizanibin». (Ebûdawud rîwayet kiriye)

>- Dema mirov biçe mizgeftê jî mirov dê zikrê Xuda bike û bibêje: «Xudayê min! Di dilê min de nûrê çêke, di zimanê min de nûrê çêke, di guhê min de nûrê çêke, di cave min de nûrê çêke, di pişt min de nûrê çêke, di pêşîya min de nûrê çêke, di ser min de nûrê çêke û di bin min de nûrê çêke. Xudayê min nûrê bide min!» (Mûslim rîwayet kiriye)

5.Hêdî hêdî û bi sergiranî birêveçûna ji bo nimêjê ye:

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Dema hûn qametê bibihîzin bimeşin herin nimêjê, hêdî hêdî û bi sergiranî herin; lezê nekin, hûn bigihîjin çend reketan wan bikin û hûn negihîjin çend reketan jî wan temam bikin.»
(Buxarî û Mûslim rîwayet kirine).

6. Zikr li cem çûna mizgeftê ye:

>- Dema mirov biçe mizgeftê, bila mirov pêşî lingê rastê bavêje û bibêje: «Ez bi Xudayê mezin, bi wechê [zatê] wî yê kerîm [camêr] û bi siltanê wî yê qedîm xwe ji şeytanê qewitî diparêzim!» (Ebûdawud rîwayet kiriye) «Bi nave Xuda, dirûd û silav li ser pêğemberê Xuda be!» (Mûslim rîwayet kiriye) «Xudayê min, derîyên rehma xwe ji min re veke!» (Mûslim rîwayet kiriye)

>- Dema mirov biçe tiwaletê [avrêjê] bila mirov pêşî lingê xwe yê rastê bavêje û bibêje: «Bi navê Xuda, dirûd û silav li ser pêğemberê Xuda be. Xudayê min, ez kerema te dixwazim! Xudayê min, min ji şeytanê qewirandî biparêze!» (Îbnmace rîwayet kiriye)

7. Bila ew nerûne, heta du reket nimêj neke:

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Dema yek ji we biçe mizgeftê, berîya rûne bila du reket nimêj bike.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

8. Xwe parastina ji dihevre-derbaskirina telîyan e:

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Dema yek ji we desmêja xwe sipehî bigre, paşê bi qesda çûna mizgeftê derkeve, bila ew telîyên xwe di hev re derbas neke! Lewra ew di nav nimêjê de ye.» (Ebûdawud rîwayet kiriye)

9. Xwe meşğûlkirina bi zikr e:

>Dema mirov çavnêrîya nimêjê bike, bila xwe bi zikr, dûa û tîlaweta [xwendina] Qur’anê meşğûl bike; hem jî divê mirov teşwîşê [şaşkirinê] ji nimêjkeran re çêneke.

10. Xuşû [tirs] di nimêjê de ye:

>Xuşû, kakila nimêjê û rûh û canê wê ye. Lewra nimêja bê tirs û xuşû û bê hazirbûna dil, wekî bedena bê rû»h û can e.

>Îbnreceb [rehma Xuda lê be] gotiye: “Eslê xuşûê [tirsê]: Nermîya dil, tenikbûna wî, sakinbûna wî, xwe nizmkirina wî, xwe şikandina wî û şewitîna wî ye. Dema dil bitirse, pê re temamê destûpêyan û azayên din jî ditirsin. Lewra ew tab‘îê wî ne.”
(El-Xuşû Li Îbnreceb)

>Naxwe tirs û xuşû cihê wê dil e, zimanê wê yê xwebêjîyê jî destûpê ne.

11.Pêbendbûna bi sunneta pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ye di hemû nimêjên xwe de:

>Nimêj îbadet e, têde pêbendbûn wacib e. Însan nikare tişteke ku pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] nekiribe bike yan jî tişteke ku negotibe, bibêje. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Wekî ku hûn min dibînin ez nimêj dikim hûn jî wisan nimêj bikin.»
(Buxarî rîwayet kiriye)



Tags: