Ezan [Bang] û Qamet

Ezan [Bang] û Qamet

Ezan [bang] û Qamet

Pênasîya Ezan û Qametê

Ezan di ferhengê de;
Ragihandina hatina wextê nimêjê bi zikrekî taybet e.
Qamet di ferhengê de;
Ragihandina rabûna ji bo destpêkirina nimêjê bi zikrekî [vegotineke] taybet e.

Hukmê ezan û qametê

1. Di bara cemaetê de

>Ji bo her pênc nimêjên ferz tenê çi li seferê be, çi jî hederê [li malê] be bi cemaetî-kirin ferzûl kîfaye ye. (Ferzûl kîfayet; ew îbadet e, heke hinek mirovên ku têra wê dikin pê rabin, wê eda bikin, guneh ji ser yên mayîn jî radibe). Lewra ew ji şîarên eşkere yên îslamê ne, terka wan ne durust e. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Dema wextê nimêjê were, bila yek ji we ji we re bang bide, paşê bila mezintirînê we li pêşîya we îmamtîya we bike.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

2. Di bara yê mûnferid [bi tena serê xwe] de

>Ew sunnet e. Ji Ûqbe kurê ‘Amir [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; min ji pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] bihîstiye ku digot; «Rebbê te ji şivanê pez ecêbmayî dimîne ku ew li navsera çîyayekî ye, bang dide û nimêj dike. Xuda -ezzewecelle- dibêje; de li vî evdê min binêrin, bang dide û nimêj dike, ew j imin ditirse. Ez li evdê xwe bûrîm û mine w xistiye cennetê.» (Nesaî rîwayet kiriye)

Hikmet ji ezanê

>1. Îlamkirina [îlana] hatina wextê nimêjê û cihê wê ye.

>2. Teşwîqkirina nimêja bi cemaetî ye.

>3. SHişyarkirina ğafilan û dibîrxistina jibîrkeran e; ji bo edakirina nimêjê, ewa ku ji hemû nîmetan mezintir û xweştir e.

Ezan kengê meşrû bûye û sebebên wê?

>Ezan di sala yekema hicrî de meşrû bûye. Sebebê wê jî ev û; çi dema îhtîyac bi danîna elametekî çêbû ku tev pê hatina wextê nimêjê nas bikin, mislimanan di vê mijarê de bi hev re îstîşare kir. Çi dema bû şev, Ebdûllah kurê Zeyd di xewna xwe de zilamek dît, wî naqosek hildigirt, wî jê re got; “ma tu vê naqosa xwe difiroşî?” Wî zilamî jê re got; “Tu dê çi jê bikî?” Ebdûllah jê re got; “Emê pê ji bo nimêjê gazî bikin.” Wî zilamî jê re got; “Ma ez tişteke jê çêtir nîşanî te bidim?” Ebdûllah jê re got; “Belê.” Wî zilamî ew hînî ezana naskirî kir, paşê qamet jî hînî wî kir. (Daremî rîwayet kiriye)

>Ebdûllah got: Çi dema li min bû sibeh, ez hatim cem pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin], min xewna xwe jê re vegot, wî got: «Xuda hez bike, ew xewneke heq e. Digel Bilal rabe ser xwe, wan jê re bibêje, lewra dengê wî ji dengê te bilindtir e.» (Ebûdawud rîwayet kiriye)

Fezîleta Ezanê

>1. Her tiştê ku dengê mûezzinî gihabîyê ew roja qiyametê li cem Xuda [ezzewecelle] jê re dibe şahid. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Çi cin be, çi însan be, çi tişteke din be ku dengê mûezzin bibihîze, her ew roja qiyametê jê re şehde dide». (Buxarî rîwayet kiriye)

>2. Heke mirovan fezîleta ku ezanê de heye bizanîyana, ewê ji bo wê bi hev re biketana pêşbirkê. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Heke însanan sewaba ku di ezan û sefa pêşîn de heye, bizanîyana, paşê ew bê qurekirin bidest wan neketana, wan dê ew qure bikirana». (Buxarî rîwayet kiriye)

Şertên sehîhbûna Ezanê

>1. Divê muezzin misliman, mêr û eqilmend be.

>2. Divê ezan bi tertîb be.

>3. Divê ew li pey hev be, di navbera peyvên wê de navbireke mezin nebe.

>4. Divê ew li cem hatina wextê nimêjê be.

Sunnetên Ezanê

>1. Îstiqbala [berê xwe dana aliyê] qiblê ye.

>2. Divê muezzin ji herdu bêdesmêjîyan paqij be.

>3. Divê muezzin di herdu hey‘eleteynan: Hey ‘eles-selah û hey‘elel felah de li milê rast û çepê xwe bifetile.

>4. Divê muezzin herdu telîyên xwe yên şehdê bixe guhên xwe.

>5. Divê muezzin xwedan dengekî xweş û xurt be.

>6. Divê ezan bi tertîl [tecwîd] û hêdî hêdî were xwendin.

02-02-003.jpg

Mûezzin telîyên xwe dixe guhên xwe

Sîğeya/raweya Ezan û Qametê

>1. Sîğeya ezanê: “Ellahu ekber, Ellahu ekber, Ellahu ekber, Ellahu ekber. Eşhedû ellaîlahe îllallah, Eşhedû ellaîlahe îllallah, eşhedû enne Mûhemmeder-resûlûllah, eşhedû enne Mûhemmeder-resûlûllah. Heyye‘eles-selah, Heyye‘eles-selah, Heyye‘elel-felah, Heyye‘elel-felah, Ellahû ekber, Ellahû ekber, la îlahe îllellah.” (Mûslim rîwayet kiriye)

>2. Sîğeya qametê: “Ellahu ekber, Ellahu ekber, eşhedû ellaîlahe îllallah, eşhedû enne Mûhemmeder-resûlûllah, Heyye‘eles-selatî, Heyye‘elel-felah, Qed qametîs-selatû, qed Qametîs-selah, Ellahû ekber, Ellahû ekber, laîlahe îllellah.”

Kî ezanê bibihîze, çi jê re mûsteheb e?

>1. Mûezzin çi dibêje, ewê jî wê bibêje. Lêbelê dema mûezzin bibêje; «Heyye‘eles-selah heyye‘elel-felah» [Werin nimêjê, werin xilasîyê] ewê jî bibêje: «La hewle wela quwwete îlla billah» (Buxarî rîwayet kiriye) [Heke ne bi Xuda be ji me re ti plana vegerîna ji gunehan û ti hêza me nîn e!]

>2. Ewê di piştî ezanê de bibêje; «Eşhedû laîlahe îllallah wehdehû la şerîkeleh, we enne Mûhemmeden ‘ebdûhû weresûlûhû, redîtû billahî rebben, webi Mûhemmedin [sellellahû ‘eleyhî wesellem] resûlen, webil Îslamî dînen» (Mûslim rîwayet kiriye) [Ez, Xuda ji xwe re Rebb, Mûhemmed ji xwe re pêğember û îslamê ji xwe re dîn qebûl dikim]

>3. Ewê piştî ezanê selewatan li ser pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] bide. Paştir jî ewê wiha bibêje: «Ellahûmme! Rebbe hazihîd-de‘wetit tamme, wes-selatil qaîme, atî Mûhemmeden el-wesîlete, welfedîle, web‘eshû meqamen Mehmûdenil lezî we‘edtehû» (Buxarî rîwayet kiriye) [Xudayê min! Rebbê vê doza tam û nimêja ku tê edakirin, wesîle û fezîlê bide Mûhemmed û wî bişîne meqamê mehmûd, ewê ku te jê re soz daye]

>4. Ewê di navbera ezan û qametê de ji xwe re dûa bike. Lewra dûayên di wê wextê de bê bersiv namînin. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Dûa di navbera ezan û qametê de nayê vegerandin.» (Ehmed rîwayet kiriye)

Hinek ji hukmên Ezan û Qametê

>1. Heke du nimêj: Her wekî nîvro û esrê bên cem [kom] kirin, ji bo wan ezaneke tenê têrê dike. Lêbelê ji bo her yekî ji wan qametek dê were kirin.

>2. Dema ji bo nimêjê werê qametkirin, piştre destpê kirina bi wê were texîrkirin, cara duduyan jî ji bo îadekirina qametê îhtiyac nîn e.

>3. Divê mûezzin xwe ji ğeletkirina lefzên ezanê biparêze. Hinek ji wan wiha ne:

>a. Gotina: “A’llahu ekber?” bi pirsnîşanê.

>b. Gotina: “Ellahu ekbar” bi a-yeke piştî b-ayê.

>c. Gotina: “Ellahu ekber” bi zêdekirina w-awê.

>4. Dema qamet were kirin, dest bi nimêja nafîle [sunnet] nayê kirin. Lêbelê dema qamet were kirin û dest bi nafîlê hatibe kirin, heke hindik mabe, ewê were temamkirin, heke ew gellek mabe, bê selam dayîn, ewê were qutkirin û ewê digel îmam bikeve nimêja ferz.

>5. Ezana zarokê mûmeyyîz jî sehîh e.

>6. Ezan û qamet ji bo nimêja ku bi xew û jibîrkirinê bûbe qeza jî meşrû dibe. Lewra ji pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] sabit bûye ku dema sehabe heta hilatina tavê razabûn û nimêja sipêdê li wan çûbû, «Ferman li Bîlal kir, wî ezan da. Paşê wan desmêj girt û du reketên [sunnetên] sipêdê kirin. Paşê ferman li Bîlal kir, wî ji bo nimêjê qamet kir û wî jî li pêşîya wan nimêja sipêdê kir.» (Ebûdawud rîwayet kiriye)

>7. Ewê ku li mizgeftê be, piştî ezanê jê dernakeve; heke ne ji bo uzrekî be. Lewra ji Ebûhûreyre [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; «Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ferman li me kir: “Dema hûn li mizgeftê bin û ji bo nimêjê ezan were dayin bila yek ji we ji mizgeftê dernekeve heta nimêj neke!» (Ehmed rîwayet kiriye)

>8. Ji mûezzinî re meşrû ye ku ew dengê xwe di herdu şehadetan de nizm bike, paşê dîsa dengê xwe di “heyye ‘eleteynan” de bilind bike. Lewra ew di sunnetê de sabit bûye. (Ebûdawud rîwayet kiriye)

Nayê xwestin;

>1. Ezan dayîn, bi awayê melodî û stranbêjî bi şeklê ku herf, hereke, sekinan biguherîne û têde kêmkin û zêdekirinan çêke.

>2. Bi dengê bilind gotina selat û selamê di piştî ezanê de.

>3. Gotina hinekan ji wan li cem bihîstina: “Qed qametis-selatû” [nimêj tê kirin] gotina: “Eqamehellahû we edameha” [Xuda wê bide kirin û bide dewamkirin]

Ezana fecrê

>Ji bo fecrê du ezan meşrû ne. Ezana yekem; berî hatina wextê nimêjê dibe. Ezana duyem; ji bo îlankirina hatina wextê nimêjê dibe. Di ezana yekem de meşrû ye ku mûezzin du caran bibêje; “Es-selatû xeyrûn mînen-newm” [nimêj ji xewê çêtir e!] Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Dema tu ezana yekema sibehê bidî, bibêje; es-selatû xeyrûn mînen-newm! es-selatû xeyrûn mînen-newm» (Ebûdawud rîwayet kiriye) [Nimêj ji xewê çêtir e! Nimêj ji xewê çêtir e!]

Ezan Şeytên diqewitîne

>Ji Ebûhûreyre [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: «Dema ji bo nimêjê ezan were dayîn, Şeytan pişta xwe dide û jê re tirr heta ezanê nebihîze. Dema ezan xilas bibe dîsa ew berê xwe dide û tê. Dema ji bo nimêjê were qamet kirin ew pişta xwe dide û diçe. Dema qamet xilas bibe” ew berê xwe dide û tê heta dikeve navbera însên û nefsa wî bi xwe û jê re dibêje: Vê û wê bîne bîra xwe, tişta ku wî nedianî bîra xwe heta dibe ku însan nizane çend reket nimêj kiriye. Dema yek ji we nizanibe çend reket nimêj kiriye; gelo sê yan jî çar bila rûniştî du sicûdan bibe.»
(Buxarî rîwayet kiriye)

Hinek feyde

>1. Piştî ezanê û berî qametê derketina ji mizgeftê ne durust e. Lewra hedîsa Ebûhûreyre [Xuda jê razî be] heye; dema zilamekî zilamek dît ku piştî ezanê dikir ji mizgeftê derkeve û derbas bibe, wî got; herçî evê ha ye, wî bêemrîya Bavê Qasim [dirûd û silavên Xuda lê bin] kir.

>2. Ji bo ti nafîleyan, ji bo nimêjên herdu îdan, ji bo nimêja baranê, jib o nimêja cenaze, ji bo nimêja roj-xirabbûnê ezan nayê dayîn û nayê qametkirin. Lêbelê mirov di roj-xirabbûnê de dibêje: «Es-selatû camîe» [rabin nimêja bi cemaet, bi kom]

>3. Mûezzin di baran û sermaya dijwar de piştî «heyye ‘elel-felah» ê [werin xilasîyê] dibêje: «Ela sellû fî rîhalîkum.» [Li malên xwe nimêj bikin!]



Tags: