Cihê nimêjê û hukmê wê

1902

Pênasîya nimêjê

Nimêj di ferhengê de
Dûa ye.
Nimêj di navlêka fiqhî de
Îbadetkirina ji Xuda Teala re bi hinek gotin û kirinên xusûsî; bi tekbîrê dest pê dike û bi selam-dayînê bi dawî dibe.

Cihê nimêjê di îslamê

>Nimêj ruknê duyem ji ruknên îslamê ye. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Îslam li ser pênc bingehan hatiye avakirin; şehde dayîna ku ji Xuda pê ve ti îlah nîn in, Mûhemmed jî evdê wî û pêğemberê wî ye, kirina nimêjê ye.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

>Nimêj ji hemû emelan çêtir e. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Emelê ji hemû emelan çêtir nimêja di ewwelê wextê wê de ye.» (Tirmizî rîwayet kiriye)

>Nimêj navbirra navbera îslam û kufrê ye. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Di navbera însên û şirk û kufrê de terka nimêjê ye.» (Mûslim rîwayet kiriye)

>Nimêj sitûna îslamê ye. Îslam di piştî tewhîdê de li ser wê ava dibe. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Serê vî karî [dînî] îslam e, sitûna wî jî nimêj e.» (Ehmed rîwayet kiriye)

Fezîleta nimêjê

>Nimêj ji xwediyê xwe re nûr e. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Nimêj nûr e.» (Mûslim rîwayet kiriye)

>Nimêj ji xetayan re kefaret e. Lewra Xuda [ezzewecelle] gotiye: {Di herdu rexên rojê de, ji şeve jî di demen nêzî rojê de nimêj bike, bêguman qencî gunehan dibin, ev bîranîneke ji boy ê ku dibîra xwe bînê} [Hûd: 114] Hem pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] jî gotiye: «De ka ji min re bibêjin, heke çemek li ber derîyê yekî ji we hebe, ew rojê pênc caran xwe ji wê bişoyê, qey tiştek ji qirêja wî dimîne?!» Sehabîyan jê re got; tiştek ji qirêja wî namîne. Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: «Ev nimûneya pênc nimêjan e, Xuda bi wan xetayan jêdibe.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

>Nimêj ji bo çûna cennetê sebeb e. Lewra çi dema Rebîe kurê Ke‘b hevaltiya li cennetê jê xwest, pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] jê re got: «Naxwe tu jî bi zehf kirina sicûdan arîkarîya min li ser nefsa xwe bike». (Mûslim rîwayet kiriye)

Hukmê nimêjê

>Her pênc nimêj bi kîtab, sunnet û îcmaê wacib in.

>Kîtab e. Xuda [ezzewecelle] gotiye: {Nimêjê eda bikin, zekatê bidin û bi nimêjkeran re nimêj bikin}.[Beqere; 43]

>Sunnet e. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye; «Îslam li ser pênc bingehan hatiye avakirin; şehde dayîna ku ji Xuda pê ve ti îlah nîn in, Mûhemmed jî evdê wî û pêğemberê wî ye, kirina nimêjê, dayîna zekatê, hecca Beytê û rojîya Remezanê ye.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

>Ji Telhe kurê Ebdûllah hatiye rîwayetkirin, gotiye; zilamekî ji pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] îslam pirs kir; ew çi ye? Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] jê re got: «Pênc wext nimêj di şev û rojê de ne.» Wî jê re got; ma ji bilî van ti nimêjeke din li ser min heye? Got; «Na! Lêbelê ku tu sunnetan bikî, tu karî wan bikî.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

>Îcma ye. Lewra temamê ummetê îcma kiriye ku her pênc wext nimêj di şev û rojê de wacib in.

Nimêj li ser kî wacib e?

>Nimêj li ser her mislimanê baliğ û biaqil; çi mêr be, çi jin be, wacib e.

Qezaya nimêjê

>Mirovê kafir, dema misliman bibe ferman lê nayê kirin ku ew nimêjên xwe yên berî mislimanbûnê lê çûne, qeza bike.

Hukmê tarîkûs-selatî [bênimêjî]

1. Tarîkûs-selat, ewê ku wacibbûna wê înkar dike:

>Tê zanîn; heke ew cahil be, heke [piştî hînbûna wê jî dîsa] ew li ser înkara xwe israr bike, ew kafir e, ew Xuda û pêğemberê wî û îcmaa mislimanan tekzîb dike.

2. Tarîkûs-selat, ewê ku ji tenbelîya xwe nimêj nake;

>Kî bi qesd û ji tenbelîya xwe terka nimêjê bike, ew kafir dibe. Divê karbidest wan gazî nimêjê bike û mûddetê sê rojan tobê li wî erz bike. Heke ew tobe ji xwe rind e. Heke na, ewê wek mûrted were kuştin. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Ehda [ferqa] ku di navbera me û wan de heye nimêj e. Kî wê terk bike, ew kafir dibe.» (Tirmizî rîwayet kiriye)

>Hem jî dîsa pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye; «di navbera însên û şirk û kufrê de terka nimêjê heye.» (Mûslim rîwayet kiriye)

Nimêja yê biçûk

>Mirovê biçûk, dema bigihîje heft salîya xwe, jê re tê gotin; nimêj bike, ji bo li ser kirina wê perwerde bibe. Dema ew bigihîje deh salîya xwe, ji bo kirina wê dê were lêxistin lêbelê ne lêdaneke ku wî biêşîne. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Dema zarokên we heft salî bibin, ji wan re bibêjin nimêj bikin. Dema ew deh salî bibin [heke nimêj nekin] ji bo nimêjê li wan jî bidin.» (Ebûdawud rîwayet kiriye).



Tags: