Home /Zekatê /Zekata zêr û zîvan

Zekata zêr û zîvan


Zekata herdu neqdan: Zêr û zîv

Herdu neqd:
Zêr û zîv û ew bankanot in, ku îro di pîyasê de tên bikaranîn û dikevin cihên zêr û zîv.

Hukmê zekata herdu neqdan wacibbûn e,

>Lewra Xuda [ezzewecelle] dibêje: {Ewên ku zêr û zîv berhev dikin û wan di rêya Xuda de înfaq nakin, mizgînîya ezabekî cansoj bide wan.}
[Tewbe, 34]

>Hem jî pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] dibêje: «Kîjan xwediyê zêr û zîv heqê wê zekatê jê eda neke, dema roja qiyametê tê, jê re dibin bistên hesinî ji êgir, ew di agirê cehennemê de li ser wî tên sincirandin; bi wan teniştên wî, enîya wî û pişta wî tê dağdan. Ew di rojeke ku miqdarê wê pêncî hezar sal de, çiqas sar dibe, jê re tê sincirandin, [ew wisan dewam dike] heta di navbera mirovan de hukm tê kirin; vêca rêya wî tê dîtin, yan bi cennetê ve ye, yan jî bi êgir ve ye.» (Mûslim ew rîwayet kiriye.)

Şertên wacibbûna zekata herdu neqdan

>1. Bi ser de derbasbûna salê ye.

>2. Ji xwediyê xwe re milkbûna tam e.

>3. Gihiştina nîsabê ye.

Nîsaba zekata herdu neqdan

>1. Nîsaba zêr bîst dînar [85 gram] e. Dînar ji zêr= çar gram û çaryeka giramekê ye. Naxwe nîsaba zêr bi graman 4.25X20=85 gram ji zêrê xalis e.

>2. Nîsaba zîv dused dirhem [595 gram] e. Dirhem ji zîv=2.975 gram e. Naxwe nîsaba zîv bi graman=2.975x200=595 gram ji zîvê xalis e.

>3. Nîsaba pelên neqdî, li ser esasê bihayê nîsaba zêr yan jî zîv ya di wextê deranîna zekatê de tê hesabkirin û nirxandin. Dema nîsaba yekî ji wan bigihîje wî miqdarî têde zekat wacib dibe.

>4. Wek nimûne; heke grama zêr=30 dolar be, dema li cem mirovekî 85x30=2550 dolar hebe, têde zekat wacib dibe.

Pelên neqdî;

Zîv

Zêr

Miqdarê herdu neqdan

>Miqdarê zekata wacib di zêr û zîv û pelên malî de çaryeka dehyekê ye: 2.5% ji sedan e.

>Di her bîst dinar zêr de nîvê dînarekê zekat tê derxistin. Ewa ku ji bîst dinar zêr zêde be jî çi hindik be, çi jî gelek be, li gorî wê tê hesabkirin.

>Di her dused dirhem zîv de pênc dirhem zîv zekat tê derxistin. Ewa ku jê zêde be, li gorî wê tê hesabkirin.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Dema dused dirhemên te hebin û sal jî di ser wan de derbas bibe, hingê di wan de pênc dirhem zekat heye. Di zêr de tiştek li ser te nîn e; heta ew ji te re bibe bîst dînar. Dema bîst dînar zêrên te hebin û sal jî di ser wan de derbas bibe, hingê di wan de nîv dînar zekat heye. Tişta ku ji wan zêde be, ew jî li gorî wê tê hesabkirin»
(Ebûdawud ew rîwayet kiriye.)

Nimûneyeke tetbîqî

>Zilamek 9000 [neh hezar] dolarên wî hene û li cem wî saleke temam di ser wan de derbas bû, gelo zekat li ser wî heye?

>Ya yekê; emê nîsaba zekatê li gorî bihayê zêr û zîv wiha hesab bikin:

>Nîsaba zekatê ji zêrê xalis heştê û pênc gram e.

>= 85 gram zêrê xalis roja wacibbûna zekatê bihayê grama zêr bû, em bibêjin; grama zêr =30 dolar e.

>= 85x30 = 2550 dolar e.

>Nîsab =2550 dolar e. Naxwe malê vî zilamî gihaye nîsabê û salek jî bi ser de derbas bûye, naxwe hingê zekat li ser wî wacib dibe.

>Ya duduyan; em miqdarê zekata ku li ser wî deranîna wê wacib dibe wiha hesab dikin:

>Miqdarê zekatê=2.5% [ji çilan yek e]

>=9000 x 2.5+100=225 dolar e.

>Naxwe li ser vî zilamî wacib e, 225 dolar zekatê ji malê xwe derxîne.

>Em nîsaba ku 85 gram ji zêrê xalis e, wiha hesab dikin û dibêjin; bihayê grama zêrê xalis di roja wacibbûna zekatê de 30 dolar e.

>85

> X

> 30

> =

> 2550

Miqdarê nîsabê bi grama zêr

Bihayê grama zêr roja wacibbûna zekatê

Nirxê nîsabê bi neqdan

>Hesabê miqdarê zekata ku deranîna wê wacib dibe, 2.5% ji nirxê mal e.

>9000

>2.5

>X

>÷

>100

> =

>Zekata ku deranîna wê wacib e

>225$

Gelo zêr û zîv tên ser hev ji bo malê mirov bi ber zekatê bikeve?

>Dema zilamek hinek zêr û zîvê wî hebe, lêbelê her yek ji wan nagihîje nîsabê. Qewlê racih; zekat li ser wî nîn e. Ewê zekata zêr li gorî miqdarê nîsaba wî bide û zekata zîv jî li gorî miqdarê nîsaba wî bide û ew ji bo temambûna nîsabê zêr û zîv nabe ser hev; lewra ew du cinsên ji hev cuda ne û delîlek jî warid nebûye, nehatiye ku lazim bike; mirov yekî ji wan bibe ser yê din da ku pê nîsab temam bibe.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] dibêje: «Di miqdarê kêmî pênc weqîyan de zekat nîn e.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine.)

>Naxwe ewê ku zêr û zîv bîne berhev, ew zekatê di kêmtirî pênc weqîyên zîv de wacib dike.

Zekata xişran

>Xişr û zînet du qism in: Xişrên zêr û zîv hene, xişrên ne zêr û zîv hene.

1. Xişrên zêr û zîv

>Qismê yekê; ew xişrên ku ji bo hilanîn û komkirinê tên hazirkirin, yan jî ewên ku bi nîyeta ticaret û bazirganîyê tên standin, zekat di wan de wacib e.

>Qismê duduyan; ew xişrên ku ji bo îstîmal û bikaranînê tên hazirkirin, îhtiyat û tedbîr dixwaze, mirov zekatê ji wan derxîne ji bo tiştek di stûyê mirov de nemîne.

>Lewra jinek hate cem pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin], keçeke wê jî pê re bû, di destê keça wê de du bazinên sitûr yên ji zêr hebûn, pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] jê re got: «Ma hûn zekata van didin.» Wê jê re got; ne xêr! Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] jê re got: «Ma bi te xweş e ku Xuda roja qiyametê di şûna wan de du bazinên ji êgir bixe destên te.» Ew dibêje; min ew derxistin û ji pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] re avêtin. Wê got; «bila ew ji Xuda [ezzewecelle] û pêğemberê wî [dirûd û silavên Xuda lê bin] re sedeqe bin.» (Ebû Dawud rîwayet kiriye.)

>Hinek alim hene, di xişran de zekatê wacib nabînin. Lewra ev xişr ne malek e ku ji bo zêdebûnê hatibe komkirin. Lêbelê ew pertalekî şexsî ye, tê bikaranîn û îstîfade jê tê kirin, ew jî her wekî cil, hewcehîyên malê û pertalan. Xişr îhtiyac û zîneta jinê ye. Esl ev e; mal zêde bibe, yan jî qabilê zêdebûnê be, heta zekat têde tehqîq bibe.

>Lê îhtiyat û tedbîr dixwaze, mirov zekatê ji xişrên ku ji bo bikaranîna mûbah û zînetê hatine hazirkirin jî derxîne. Lewra ev gotin, bi îhtiyattir e û bêhtir tiştek di stûyê mirov de nahêle.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Tişta ku te dixe gumanê terk bike û tişta ku te naxe gumanê wê bike.» (Buxarî rîwayet kiriye.)

Xişrên zîv

Xişrên zêr

2. Xişrên ne zêr û zîv:

>Her wekî elmas, yaqût, mercan û yên wekî van, bihayê van çiqas giran be jî zekat di van de wacib nabe; lêbelê heke ew ji bo ticaretê hatibin hazirkirin, hingê ew jî dikevin çarçoveya pertalên ticaretê.

Mercan

Yaqût

Elmas