Home /Zekata tiştên ku ji erdê derdikevin

Zekata tiştên ku ji erdê derdikevin


Tiştê ku ji erdê derdikevin;
Her tişt in, ku ji erdê derdikevin û îstîfadekirina ji wan jî mûmkin e.

>Ew tiştên ku ji erdê derdikevin du celeb in: Hibûbat [dane], fêkî, maden û defîne

Ya yekê: Hibûbat [dane] û fêkî

Hibûbat;
Ew her dane ye ku dibe qût, çi ceh be, çi genim be û çi jî dîgerên wan bin.
Fêkî;
Ew her fêkî ye ku dibe qût, çi xurme be, çi mewîj be, çi behîv be.

Hukmê zekata hibûbat [dane] û fêkîyan

>Zekata hibûbat [dane] û fêkîyan wacib e.

>Lewra Xuda [ezzewecelle] dibêje: {Heqê [zekata] wê roja çinîna wê bidin.} [Enam, 141]

>Hem jî pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] dibêje: «Di ew tiştê ku asîman û kehnî wî av didin û ya ku bi xwe av vexwe de zekat dehyek e. Di wê ya ku bi rijandina avê li serê tê avdan de jî zekat nîvê dehyekê ye.» (Buxarî ew rîwayet kiriye.)

Şertên wacibbûna zekata hibûbat [dane] û fêkîyan

1. Divê ew bibe qût:

>Heke ew nebe qût, ew ji bo xwarina rojane tenê be, hingê zekat têde nîn e. Lewra ewê ku nebe qût, malîyeta wî temam nabe; ji ber ku mirov nikare di mal de jê menfîet bibîne.

2. Divê ew were kişandin:

>Divê ew bi wesqan were teqdîrkirin, ew jî kişandin e. Ev jî qebûlbûna wê nîşan dide.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Di hibûbat û xurmeyan de zekat nîn e; heta negihîjin pênc baran.» (Mûslim rîwayet kiriye.)

>Heke ew neyên kişandin her wekî sebze û giyayan di wan de zekat nîn e.

3. Divê ew bi çandina însên ya di zevîya xwe de şîn bûbin:

>Naxwe ewên ku bi xwe şîn bûbin, di wan de zekat nîn e.

4. Gihiştina nîsabê [miqdarê zekatê] ye:

>Ew miqdar jî pênc bar in. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Di hibûbat û xurmeyan de zekat nîn e; heta negihîjin pênc baran.» (Mûslim rîwayet kiriye.)

>Naxwe miqdarê nîsabê sêsed sae‘ên nebewî ne. Ew jî 612 kgam ji genimê rind e. Ji berê [mehsûlê] salê yên yekcins hinek ji wan li ser hev tên komkirin ji bo bigihîjin ber nîsabê. Her wekî celebên xurmeyan. Naxwe xurmeyên sukkerî û xurmeyên berhî tên berhevkirin. Lewra ew herdu du celebên yekcinsî ne. Lêbelê ji bo gihiştina ber nîsabê du cins nayên berhevkirin. Wek nimûne; genim û ceh nayên berhevkirin û genim û xurme jî nayên berhevkirin.

Wextê wacibbûna zekata hibûbat [dane] û fêkîyan

>Dema hibûbat [dane] bişide, zekat têde wacib dibe. Di fêkîyan de jî, dema belate bikeviyê; yanî êdî ew bibe fêkîyekî xweş ku were xwarin, hingê zekat têde wacib dibe. Naxwe kî, fêkî yan jî hibûbatan [daneyan] piştî têde wacibbûna zekatê bifiroşe, hingê zekat li ser firoşerî ye. Lewra di wextê wacibbûna zekatê de ew xwediyê wî bûye.

Miqdarê zekata wacib di hibûbat [dane] û fêkîyan de

>1. Di wan hibûbat [dane] û fêkîyên ku bê kulfet û malîyet tên avdan de; her wekî yên ku bi ava baran û kehnîyan tên avdan, zekat 10% deh ji sedan [ji deh behran behrek] wacib dibe.

>2. Di wan hibûbat [dane] û fêkîyên ku bi kulfet û malîyet tên avdan de; her wekî yên ku bi ava bîran tên avdan, zekat 5% pênc ji sedan [ji deh behran nîv behr] wacib dibe.

>3. Di wan hibûbat [dane] û fêkîyên ku bi herduyan tên avdan de; her wekî yên ku carekê bi ava baranê û careke din jî bi ava bîran tên avdan, zekat 7.5 % sê parên çaryeka dehê yanî heft û nîv ji sedan [ji deh behran sê parên behrekê] wacib dibe.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Di yên ku baran, çem û kehnî wan av didin de zekat dehyek e; di yên ku bi heywanan tên avdan de jî zekat nîvê dehyekê ye.» (Mûslim rîwayet kiriye)

Telefbûna hibûbat [dane] û fêkîyan

>Dema hibûbat [dane] û fêkî bê telefkirin û bê îhmalkarîya xwedî, telef bibe, zekat li ser wî nîn e. Heke piştî wacibbûna zekatê têde bi îhmalkarîya xwedî, yan jî bi qesd telef bike, hingê zekat ji ser wî nakeve, edakirina wê li ser wî wacib dibe.

Zekata hinguvîn

>Îbn Ebdûlbirr [rehma Xuda lê be] ji cumhûrî [pirranîya aliman] radigihîne ku “zekat têde nîn e,” ev ya xuya ye. Lewra ne di Kîtabê [Qur’anê] de, ne jî di sunnetê de delîleke sehîh û eşkere nîn e ku wacibbûna zekatê di hinguvîn de nîşan bide. Esl jî bêrîbûn e, heta delîleke wacibbûnê ranebe pêşîya mirov.

Ya duduyan; maden û rîkaz in

Maden;
Maden, zêr, zîv, hesin, cewher û qela û yên wekî van e ku ji ğeyrê cinsê xwe ji erdê tên derxistin. Hem jî ew maddeyên xam in ku ji erdê tên derxistin.
Define;
Ew malê wekî zêr û zîv û yên wekî wan e ku bi kirina însên di zikê erdê de hatine veşartin.

Hukmê zekata maden û definan wacibbûn e.

>Lewra Xuda Teala gotiye: {Gelî yên ku îman anîne! Ji malê pak yê ku we qezenc kiriye û ji yên ku me ji we re ji erdê derxistine jî înfaq bikin.}[Beqere, 267]

>Hem jî gotina pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ye: «Di defîne de zekat pêncyek e.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

Şertên zekata defîneyan

>Ji bo zekata defîneyan ti şertek nîn e. Naxwe dema însan wan bidest bixe, ewê yekser zekata wan derxîne.

Miqdarê zekata wacib di maden û defîneyan de

>Pêncyek di hindik û gelleka maden û defîneyan de wacib dibe. Lewra gotina pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gelemper e: «Di defîneyan de zekat pêncyek e.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

Zêrê xam

Zîvê xam

Qelaya xam

Hesinê xam