Home /Zekata pertalên ticaretê [bazirganîyê]

Zekata pertalên ticaretê [bazirganîyê]


Pertalên ticaretê;
Her tiştê ku bi qesda kar û qezencê ji bo kirîn û firotinê hatibin hazirkirin.

>Çima jê re “pertal” hatiye gotin? Lewra di wan de îstiqrar çênabe, ew xuya dibin, paşê ji holê radibin diçin. Lewra bazirgan van pertalan bi xwe naxwaze; lêbelê ew kar û qezenca wan ya ji diravan dixwaze.

>Pertalên ticaretê, temamê malên ji bilî dirav û pereyan di nav xwe de digrin. Her wekî taksîyan, cilan, qumaşan, hesin, texte û ji bilî van jî çi ji bo ticaretê hatibin hazirkirin ew pertalên ticaretê ne.

Taksî

Texte

Cil û berg

Hesin

Hukmê zekata pertalên ticaretê

>Zekata pertalên ticaretê wacib e.

>Lewra Xuda Teala dibêje: {Gelî yên ku îman anîne! Ji qezenca xwe ya pak înfaq bikin.}[Beqere, 267]

>Pirranîya ehlê îlmê dibêjin; ji vê ayetê meqsed “zekata pertalên ticaretê ye.”

>Lewra Xuda Teala di ayeteke din de jî dibêje: {Ji malên wan sedeqeyekê bistîne.} [Tewbe, 103]

>Malê ticaretê ji malên din bêhtir xuya dibe, ji lewma zekat têde wacib e.

Şertên wacibbûna zekata pertalên ticaretê

>1. Divê bihayê wan bigihîje nîsabê. Nîsab, bi bihayê zêr û zîv tê nirxandin û dîyarkirin.

>2. Divê sal di ser wan de derbas bibe.

>3. Divê ew ji bo ticaretê hatibin hazirkirin. Yan ew bi qesda kar û qenckirinê hatibin standin.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Emel, bes bi nîyetan e.» (Buxarî û Mûslim ew rîwayet kirine.)

>Heke xwedî, nîyeta xwe ji ticaretê bi îstîmal û bikaranîna wan ya ji bo şexsê xwe, biguherîne, hingê sala ji bo hesabê zekatê qut dibe. Heke ew dîsa nîyeta xwe ji îstîmala şexsî bi ticareta ji bo kar û qezencê biguherîne, sala ji bo hesabkirina zekatê ji nû ve dest pê dike. Lêbelê heke qesda wî bi vê nîyet guherandinê hîlekirin be û qesda wî ji stûyê xwe xistina zekatê be, hingê sala ji bo hesabkirina zekatê qut nabe ew çax.

>Nimûneya vê wiha ye: Heke mirovekî di meha Mûherremê de zevîyek bi qesda ticaretê kirrî, paşê wî di meha Şabanê de nîyeta xwe guherand ku wê bixe xanî ji bo têde rûne û bijî, hingê sala hesabkirina ji bo zekatê qut dibe. Paşê wî di meha Şewalê de nîyeta xwe ji çêkirina xanî di zevîya xwe de guherand û ji xwe re got; ezê têde ticaretê bikim, hingê ji meha Şewalê saleke nû dest pê dike. Lêbelê heke wî ev nîyet guherandina xwe ji bo hîlebazî bi qesda ‘ji stûyê xwe xistina zekatê’ kiribe, hingê ew sala ji bo hesabkirina zekatê qut nabe.

Awayê derxistina zekata pertalên ticaretê

>Dema sal di ser pertalên ticaretê de derbas bibe, pertalên ku ji bo firotinê hatine rapêşkirin tên dîyarkirin û ew bihayê wan bi bihayê xwe yê halê hazir di bazarê de tê kufşkirin, paşê li gorî îhtiyaca feqîran zekat ji wan bi xwe, yan jî ji bihayê wan tê derxistin.

Tacir [bazirgan] zekata pertalên ticaretê çawa hesab dike?

>1. Ew pertalên xwe yên ticaretê bi bihayê wan yê halê hazir dinirxîne.

>2. Ew diravên xwe yên din jî tîne ser hev, hîç ferq nake; çi ew di ticaretê de bikaranîbin, çi jî ew di ticaretê de bikar neanîbin?

>3. Ew deynên xwe yên li xelkê, ewên ku edakirina wan garantî ye, tîne ser hev.

>4. Ew ji tevahîya van diravên xwe deynên xelkê yên li xwe ji wan dixe.

>5. Zekat ji tevahîya diravên mayî tê derxistin. Ew jî çaryeka dehyekê ye. 2.5% du û nîv ji sedê ye.

>[Zekata wacib = Bihayê pertalên ticaretê + dirav + deynên wî li xelkê, ewên ku edakirina wan garantî yedeynên xelkê li bazirganî] + [rêjeya zekatê li gorî sala heyvî 2.5% ji çil behran behrek tê derxistin].

>- Ji bo hesabkirina zekata ticaretê, mirov li malên ku zekat lê dikeve yên mewcûd, li stoka wan û bihayê wan yê roja wacibbûna zekatê têde, dinêre. Di vê xusûsê de mirov arîkarîyê ji lîsteya navenda malî-budçê-dixwaze; lê bêyî ku mirov di hesabê kar û ziraran de li kar û zirarê binêre.

>- Ew maddeyên ku ji bo ambalaj û pakêt-kirinê hatine hazirkirin nayên hesabkirin; dema wî ew bi qesda firotina parekende nekirrîbin. Lêbelê dema ew di firotina pertalên ticaretê de bên bikaranîn; vêca heke wekî ‘poşetên taybet’ ew bihayê wan pertalan zêde bikin, bihayê wan jî tê hesabkirin; lêbelê heke ew bihayê wan zêde nekin, her wekî pelên ambalajê, ew nakevin nav nirxandina mal û hesabkirina ji bo zekatê.

>- Nirxandina mal, ji bo her bazirganî bi wî bihayê ku normal mirov dikare pê li cem paşîya salê mal pê bikirre, dibe -hîç ferq nake; çi ew bazirganê bi komelî be, çi jî ew bazirganê bi parekendeyî be- ew jî bi wî bihayê ku pê guhertin çêdibe tê hesabkirin. Ew ji bihayê firotinê -bihayê bazarê- ji malîyeta tarîxî, yan jî defterî diguhere.

>- Dema nirxê pertalan di navbera roja wacibbûna zekatê û roja edakirina wê de biguhere, hingê nirxê roja wacibbûna zekatê derbasdar e. Hîç ferq nake; çi ew zêde bûbe, çi jî ew kêm bûbe.

>- Zekata pertalên menqûl [guhêzbar] berî teslîm standina wan li ser xwediyê wan e. Milkbûn di pertalên firotî de bi salixê qebzkirinê hasil dibe. Naxwe ew pertalên firotî bi salixê di rê de, wek nimûne; heke li ser esasê teslîmkirina wan di bendera firoşerî de hatibin firotin, bi teslîmkirina wan ji bo barkêşê dibe milkê wî. Heke ew li ser esasê teslîmkirina wan di bendera kiryarî de hatibe firotin, bi gihiştina wê ji bo bendera gihanê dikeve ber milkê wî. (Li tewsîye û biryarên civîna heftan ya mijarên zekatê yên hevdem ya sala 1417h. 1997z. binêre!)

>- Dema malên ticaretê di nav xwe de bankanotên cuda cuda, yan jî zêr û zîv bihewîne. Hingê ew radibe ji bo naskirina miqdarê derxistina wî wacib serî li wan bankanotan dide ku tacir [bazirgan] wan ji bo nirxandina pertalên ticareta xwe digre û ew jî li gorî nirxê derbasdar yê di roja wacibbûna zekatê de wan hesab dike.

>- Malên ticarî, ewên ku kiryar lezê li dana heqê wan dike; lêbelê hîn ev mal teslîm negirtine, hingê zekata vî malî li ser kiryarî ne wacib e; lê ew li ser firoşerî wacib e.

Zekata maddeyên xam; ewên ku dikevin nav pîşesazîyê û maddeyên arîkar

>1. Maddeyên xam -yên pêşîn- ewên ku hatine hazirkirin ji bo bikevin nav çêkirina maddeyên pîşesazîyê. Her wekî hesin di çêkirina erebe û taksîyan de û zeytan di çêkirina sabûnê de zekat di wan de wacib e. Ew jî li gorî bihayê wan yê ku mûmkin e mirov, di dawîya salê de pê bikirre, tê hesabkirin. Ev li ser heywan, hibûbat [dane] û giyayên ku ji bo pîşesazîyê tên amadekirin jî şamil tê.

>2. Maddeyên arîkar, ewên ku nakevin nav çêkirina maddeyên pîşesazîyê her wekî şewatekê [sotemenî] di pîşesazîyan de, ew her wekî eslên sabit in, zekat di wan de nîn e.

>3. Zekata malên neçêkirî û malên ku çêkirina wan hîn temam nebûye:

>4. Zekat di malê çêkirî û malê ku çêkirina wan hîn temam nebûye de wacib e; zekata pertalên ticaretê li gorî nirxê wan di halê wan yê hazir yê di dawîya salê de tê hesabkirin.

Kombûna sebebekî din ji bo zekatê digel pertalên ticaretê

>Dema digel pertalên ticaretê sebebekî din ji bo zekatê berhev bibe her wekî çandinîyê, ew zekata pertalên ticaretê dide.

Hinek cure malên ku zekat di wan de ne wacib e

>- Ew tiştên ku ji behrê dertên, her wekî durr, mercan û masîyan zekat di wan de nîn e. Lêbelê dema ew bibin pertalên ticaretê, hingê zekat li wan dikeve.

>- Ew pertalên wekî arsa, erebe-taksî û yên wekî wan, ewên ku ji bo kirê tên amadekirin, di wan de zekat nîn e. Lêbelê zekata di kirêya wan de heye, dema ew bigihe ber nîsabê û sal jî di ser de derbas bibe.

>- Ew îhtiyacîyên ku însan wan ji xwe îstîmal dike û bikartîne her wekî taksîya wî û xanîyê wî, di wan de zekat nîn e.

>- Dema digel pertalên ticaretê sebebekî din jî ji bo zekatê berhev bibe, her wekî zîraet û çandinîyê, ew zekata pertalê ticaretê dide.

Zekat li ser sermaye ye

>Ew malê ku zekat lê dikeve, ew serê mal û sermaye ye; ewê ku tedawul pê çêdibe, ewê ku bi qesda kar û zirarê ji bo kirrîn-firotinê tê amadekirin. Herçî ew malê ku sabit be, ew li cem nirxandinê nayê hesabkirin û ji ber wî ve zekat jî nayê derxistin. Her wekî refan û berfgîrên ku mal di wan de tê parastin, hem jî ew erebeyên ku mal bi wan tê barkirin û birin û anîn û aletên ku mal bi wan tê rakirin û yên wekî van.

Milkê nîsabê

>Gelo di temamê salê de ji serî heta bi dawiyê şert e milkê nîsabê li cem wî hebe? Yan têrê dike ku di serê salê û dawîya wê de milkê nîsabê li cem wî hebe? Yan jî derbasdarî bi dawîya salê tenê ye?

>Derbasdarî, bi temambûna nîsabê ye hem di serê salê de, hem jî di dawîya salê de. Lewra nirxandina mal di temamê salê de pirr zehmet e. Serê salê hatiye qebûlkirin ji bo çêbûna sebebê wacibbûnê û dawîya salê jî ji bo hatina wextê ye. Ya hêsan ji bo mislimanî bila ew civanekî ji xwe re dîyar bike, her wekî meha Remezanê, yan jî meheke din, bila ew di vî civanê xwe de malê xwe binirxîne û zekata xwe bide.

Zekata pişkan

Hisse;
Perçeyek ji perçeyên wekhev e, ji serê malê [sermayeya] şirketa hevpişk.

>Nimûneya vê wiha ye; şirketa hevpişk, sermayê wê sê mîlyon doloar e. Perçeyên serê malê wê di wexta vekirina wê de deh hezar perçe ne. Her perçeyek 300 dolar e. Ev perçe pişk e. Hissedar, yan jî xwediyê pişkê di şirketê de bi qasî pişka xwe şirîk e.

Hukmê tedawila pişkan,

>Mûbah e, heta ku kar û emelê şirketê ne heram be, yan jî têde kar û dan-standina bi ribayê çênebe.

Awayê zekata pişkan

>- Rêvebirîya şirketê, di şûna hissedarên xwe de zekatê ji hisseyên şirketê derdixe; dema di ristenameya wê ya esasî de ev madde hebe, yan jî pişkdaran ew di derxistina zekatê de kiribe wekîlê xwe.

>- Dema şirket derxistina zekatê bixe dest xwe, komîsyona fiqhzanî ya ser bi rêxistina komcivîna îslamî ve eşkere kiriye ku zekat bi rêvebirîya şirketê ve girêdayî ye û ew şexsek qebûl kiriye. Ev qebûla wan, esas girtina tevlîhevkirinê ye; ewa ku di bara zekata çarpêyan de di sunneta pak de hatiye. Hinek aliman ew di temamê mal û samanan de umûmî qebûl kirine. Yanî malê temamê pişkdaran wek malê şexsekî tenê tê qebûlkirin û ji vî cîhetî ve zekat û miqdarê nîsabê têde tê ferzkirin û derxistin.

>- Cumhûrê aliman di bara zekata şirketan de vî prensîpê tevlîhevkirinê esas nagirin û li pişka her şirîkî li gorî hisseya wî dinêrin.

>Hêjayê gotinê ye; komcivîna duduyan ya komîsyona lêkolînên îslamî di vê mijarê de nêrîna cumhûrê aliman esas girtiye û prensîpa tevlîhevkirinê esas negirtiye. Lêbelê li her şirîkekî li gorî pişka wî meyzandiye.

>Ji lewma wê ev qerar daye:

>“Di wan şirketên ku di wan de gellek pişkdar hene, di tetbîqkirina van hukman de li tevahîya kar û qezenca şirketan nayê meyzandin; lêbelê li vî esasî dinêre ku her şirîkek pişka wî, wî elaqedar dike.’’

>- Di vê rewşê de divê rêvebirîya şirketê wan pişkên ku di wan de zekat ne wacib e, ji serê malê xwe bixe, wekî pişka weqfa xêrxwazî û pişkên alîyên xêrxwazî û eslên malên xwe yên sabit, ewên ku di wan de zekat nîn e, her wekî avahîyan, kargehan, kel û pelan û erebeyên ku ji bo bikaranînê û yên wekî wan in, ew malên mewcûdên ku zekat li wan nakeve.

>Lêbelê dema rêvebirîya şirketê bi derxistina zekatê ranebe, divê pişkdarên şirketê bi xwe zekata pişka xwe derxînin.

>Ew jî wiha çêdibe:

>1. Pişkên şirketên çandinî, zekata wan tê derxistin her wekî zekata çandinî û fêkîyan.

>2. Pişkên şirketên bazirganî, zekata xwe ji esl û karê pev re derdixin. Têde pişk bi bihayê xwe yê bazarê yên di roja wacibbûna zekatê de tên nirxandin.

>3. Pişkên şirketên pîşesazî, zekata xwe ji karê xwe yê safî derdixin; ne ji hazirkirî, avahî û yên wekî wan:

>4. Dema pişkdar pişka xwe di nav salê de bifiroşe, ew bihayê wan dixe nav malê xwe û dema sala zekata wî were, ewê pê re zekata wan jî bide. Herçî kiryar e, ew jî zekata pişka xwe wekî bûrî dide. (Qedaya fiqhîye mûasere Dr. Selah es-Sawî, rûpel, 54 û yên piştî wê.)