Home /Zekatê /Zekat, hukmê wê û şertên wê

Zekat, hukmê wê û şertên wê


Zekat, hukmê wê û şertên wê

Zekat di ferhengê de;
Zêdebûn û pirrbûn e.
Zekat di navlêka fiqhî de;
Miqdarekî diyarkirî ji mal e, di wextekî diyarkirî de ji bo komeke mûeyyen tê deranîn.

Merteba zekatê

>Zekat, ferzek ji ferzên Îslamê ye. Ew ruknê Îslamê yê sisêyan e.Xuda [ezzewecelle] dibêje: {Nimêjê bikin, zekatê bidin} [Nûr, 56]

>Hem jî pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Îslam, li ser pênc esasan hatiye avakirin: Şehde dayîna ji Xuda pê ve ti îlah nîn in, Mûhemmed jî evdê wî û pêğemberê wî ye, kirina nimêjê ye, dayîna zekatê ye, çûna heca Beytê ye û rojîya Remezanê ye» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

Hukmê manî‘ê [astengkerê] zekatê

>Mani‘ê zekatê; yan ji ber ku wê înkar dike, li zekatê asê dibe; yan jî ji ber çikûsîya xwe li zekatê asê dibe.

1. Mani‘ê zekatê ji ber ku wê înkar dike, lê asê dibe

>Kî, wacibbûna zekatê înkar bike, ew bi îcmaa ummetê kafir dibe; dema ew wacibbûna wê zanibe. Lewra hingê ew tekzîba Xuda û pêğemberê wî dike.

2. Mani‘ê zekatê ji ber çikûsîya xwe li zekatê asê dibe.

>Kî, ji ber çikûsîya xwe li zekatê asê bibe, bi zorê jê tê standin û ew bi vê asêbûnê kafir nabe. Lêbelê ew sûcekî ji wan sûcên mezintirîn dike û guneh û webalê wê jî zehf mezin e.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] di bara mani‘ê zekatê de dibêje: «Kîjan xwediyê zêr û zîv heqê wê zekatê jê eda neke, dema roja qiyametê tê, jê re dibin bistên hesinî ji êgir, ew di agirê cehennemê de li ser wî tên sincirandin; bi wan teniştên wî, enîya wî û pişta wî tê dağdan. Ew di rojeke ku miqdarê wê pêncî hezar sal de, çiqas sar dibe, jê re tê sincirandin, [ dewam dike] heta di navbera mirovan de hukm tê kirin; vêca rêya wî tê dîtin, yan bi cennetê ve ye, yan jî bi êgir ve ye.» (Mûslim rîwayet kiriye.)

>Heke ew şerr bike ji bo zekatê nede, şerrê wî tê kirin heta ew ji fermana Xuda [ezzewecelle] re berdest bibe û zekatê eda bike.

>Lewra Xuda [ezzewecelle] dibêje: {Heke ew tobe bikin, nimêj bikin û zekata xwe bidin, rêya wan vekin. Bi rastî Ellah gunehbexş û dilovîn e.} [Tewbe, 5]

>Hem jî pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Ferman li min hatiye kirin ku ez şerrê mirovan bikim; heta ew şehde bidin ku ji Xuda pê ve ti îlah nîn in, Mûhemmed jî pêğemberê Xuda ye, nimêjê bikin û zekatê bikin. Dema ew vê bikin, ew xwîna xwe û malên xwe ji min biparêzin; lê ku bi heqê îslamê be, ew ne têde ye û hesabê wan jî li ser Xuda ye.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine.)

>Ebûbekr [Xuda jê razî be] şerrê mani‘ê zekatê kiribû û gotibû: «Ez bi Xuda sûnd dixwim, kî cudahîyê bixe navbera nimêj û zekatê ezê şerrê wî bikim! Lewra zekat heqê mal e. Ez bi Xuda sûnd dixwim, heke werîsekî ku didane pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ji min asteng bikin, ezê ji bo wê astengkirinê jî şerrê wan bikim!» (Buxarî rîwayet kiriye.)

Hikmeta wacibbûna zekatê

>1. Paqijkirina nefsê û temîzkirina wê ji, guneh û şaşîyan e. Xuda [ezzewecelle] gotiye; {ji malên wan sedeqeyekê wergire da ku tu pê wan paqij bikî, wan pak û bilind bikî û ji wan re dû‘a bike.}
[Tewbe, 103]

>2. Paqijkirina mal, zêdekirina wî û bereket xistina nav wî ye.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Sedeqe tiştekê ji mal kêm nake.» (Mûslim rîwayet kiriye)

>3. Ceribandina însên e, di bara îtaetkirina wî de ji bo fermanên Xuda û li pêşgirtina wî ya ji bo hezkirina Xuda li ser hezkirina mêl e.

>Palpiştîya feqîrî û temînkirina îhtiyaca hewcedaran e. Ev jî di navbera zengîn û feqîran de hevhezîyê zêde dike û di navbera ferdên civaka misliman de bilindtirîn dereceyên palpiştîya civakî tehqîq dike.

>Serfkirina li mirovan û înfaqkirina di rêya Xuda de ji însên re dixe şêwe û adet.

Fezîleta Zekatê

>1. Ew ji bo gihiştina rehma Xuda sersebeb e.

>Lewra Xuda [ezzewecelle] gotiye: {Rehma min jî dor li her tiştê girtiye. Ezê wê ji bo yên ku xwe diparêzin û zekata xwe didin û ewên ku îmanê bi ayetên me tînin, binivîsim.} [Eraf, 156]

>2. Ew ji bo heqkirina arîkarîya Xuda şert e. Xuda [ezzewecelle] gotiye: {Bêguman kî arî Ellah bike, hemin ewê jî arî wî bike. Bêguman Ellah, xurt û destbilind e. Ewên ku heke em, li sererdê desthilatiyê bidin wan, ewê nimêjê bikin, zekatê bidin.} [Hec, 40-41]

>3. Ew ji bo efûbûna gunehan sebeb e.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Sedeqe gunehan veditemirîne, her wekî ku av jî agir veditemirîne.» (Tirmizî rîwayet kiriye.)

Ewê ku ji erdê derdikevin

Ew malên ku zekat di wan de wacib e

Herdu neqd [zêr û zîv]

Pertalên ticaretê

Heywanên çarpê [hêştir, dewar û pez]

Şertên wacibbûna zekatê

1. Îslam [mislimanbûn] e.

>Zekat, ji mirovê kafir çênabe. Lewra Xuda kar û emelê kafiran qebûl nake.

2. Azadbûn e.

>Zekat, li ser koleyan ne wacib e. Lewra malê wî jî milkê xwediyê wî ye.

3. Milkê nîsabê ye.

Nîsab,
Nîsab, miqdarekî mueyyen ji mal e. Dema mal bigihîje wî miqdarî hingê zekat têde wacib dibe.
Şertên nîsabê

>a- Divê nîsab, ji îhtiyacên însên yên zerûrî zêde be. Îhtiyacên zerûrî ew in ku însan bê wan nikare bijî. Her wekî xwarin, cil û xanî. Lewra zekat ji bo palpiştîya feqîran wacib e. Naxwe divê xwediyê mal jî ne mûhtac be.

>b- Divê nîsab [ew malê ku bi ber zekatê dikeve] bi awayekî tam milkê şexsekî mueyyen be. Zekat di malê ğeyrê şexsekî mueyyen de ne wacib e. Wek nimûne; ew malê ku ji bo avakirina mizgeftekê hatibe komkirin, yan ji bo berjewendîyên giştî hatibe weqifkirin, yan jî ew malên ku di sindoqên komeleyên xêrxwaz de hatine danîn.

4. Derbasbûna salê bi ser mal de ye

Sal,
Saleke temam ya hicrî ye.

>Derbasbûna salê jî ev e; divê di ser nîsabê de diwazdeh mehên qemerî [heyvî] derbas bibin û ew mal jî hîn di milkê xwediyê xwe de be.

>Ev şert di zêr û zîv, pertalên ticaretê, hêştir, dewar û pez tenê de lazim e. Herçî çandinî, fêkî, maden û defîne in, di wan de derbasbûna salê ne şert e.