Home /Rojî /Uzrên rojî negirtinê di Remezanê de û qezakirina rojîyê

Uzrên rojî negirtinê di Remezanê de û qezakirina rojîyê


Uzrên rojî negirtinê di remezanê de û qezakirina rojîyê

Uzrên rojî negirtinê di remezanê de

1. Nexweşî ye

>Ji bo kesê nexweş [rojî negirtin] di remezanê de mûbah e.

>Lewra Xuda Teala dibêje: {Kî ji we nexweş be, yan jî rêwî be, bila bi qasî rojên ku xwaribe, di rojên din de rojî bigire.} [Beqere, 184]

>Ew nexweşê ku jê re ruxseta rojî negirtinê jê re hatiye dayîn, ew nexweş e ku bi sebeb nexweşîya wî rojî jê re zehmet dibe, yan jî ew pê zirar dibîne.

Rojî negirtina yê nexweş

>Dema nexweş bifitre -hem jî hêvî hebû ku nexweşîya wî şîfa bibe- kengê ew şîfa bibe divê wan rojên ku negirtibû, dîsa qeza bike.

>Lewra Xuda Teala dibêje: {Kî ji we nexweş be, yan jî rêwî be, bila bi qasî rojên ku xwaribe, di rojên din de rojî bigire.} [Beqere, 184]

>Dema nexweşîya wî yek ji wan nexweşîyan be ku hêvî nîn e, ew şîfa bibe -her wekî ew nexweşîyeke kronîk [seraqetî] be, yan jî ew mirovek emr-mezin be, bi awayekî berdewam nikaribe rojî bigre- hingê ewê ji ber her rojekê ve bi qasî nîv saekê (Miqdarê saê çar kulm bi kulma zilamê normal e. Naxwe saek 2.25 kg e. Naxwe xwarin-dayîna ji ber her rojekê ve kêm-zêde 1.125 kg e) ji birinc, yan yên wekî birincê ji qûtê welatê xwe xwarina miskînekî bide.

2. Rêwîtî ye

>Ji bo mirovê rêwî mûbah e, ew di remezanê de bifitre û li ser wî qezakirina wê jî wacib dibe.

>Lewra Xuda Teala dibêje: {Kî ji we nexweş be, yan jî rêwî be, bila bi qasî rojên ku xwaribe, di rojên din de rojî bigire.} [Beqere, 184]

>Ew sefera ku têde fitar mûbah e, ew rêwîtî ye ku têde nimêj tê kurtkirin. Lewra li gorî urfa mirovan ew e, rêwîtîya ku jê re “sefer” tê gotin. Bi şertê ku ew rêwîtî jî sefereke mûbah be; naxwe heke ew sefera gunehkarîyê be, yan jî heke ew sefer ji bo bi hîlebazî bifitre be, hingê di vê seferê de fitar ne durust e.

>Heke rêwî di seferê de rojî bigre, rojîya wî durust e û ew jê re çêdibe.

>Lewra Enes kurê Malik [Xuda jê razî be] dibêje; «Em bi pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] re diçûn seferê, yê bi rojî eyb ji yê nerojî re çênedikir û yê nerojî jî eyb ji yê bi rojî re çênedikir.» (Buxarî rîwayet kiriye)

>Lêbelê bi şertê ku di seferê de rojî jê re zehmetîyê çêneke. Heke rojî zehmetîyê jê re çêke, yan jî zirarê bide wî, ji bo wî fitar ji rojî girtinê çêtir e.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] di seferê de zilamekî bi rojî dît, ji dijwarbûna germê sih ji xwe re çêkiribû û însan jî li ser wî kom bûbûn, pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] jê re got: «Rojîya li seferê ne ji xêrê ye»
(Buxarî rîwayet kiriye)

3. Avisbûn û şîrdayîn e

>Jina ducan û jina şîredar, heke ji xwe bitirse ku rojî bigre, ewê zirarê bibîne, hingê ewê bifitre û ew jî wekî yê nexweş, dê rojîya xwe qeza bike.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye; «Xuda Teala rojî û nîvê nimêjê ji ser yê rêwî rakiriye; ji ser jina avis û jina şîredar jî rojî rakiriye.» (Tirmizî rîwayet kiriye)

>Lêbelê heke ew bi rojî-girtinê bitirse ku zirar li zarokê wê tenê bibe; ne ji xwe bitirse, hingê ewê bifitre, paşê rojîya xwe qeza bike û ewê ji ber her rojekê ve xwarina miskînekî bide.

>Lewra gotina Îbn Ebbas [Xuda jê razî be] heye, dibêje: «Jina şîredar û jina ducan, dema ji zarokên xwe bitirsin, ewê bifitrin û xwarinê bidin.»
(Ebû Dawud rîwayet kiriye)

4. Heyz û çêl e

>Ew jina ku di remezanê de bikeve heyzan, yan jî ew xwîna çêl bibîne, hingê li ser wê wacib e ku ew bifitre û ji wê re rojî-girtin heram e. Heke ew rojî bigre jî rojîya wê ne durust e û divê dîsa ew wê rojîya xwe qeza bike.

>Lewra ji Aîşe [Xuda jê razî be] sabit bûye ku dema yekî jê pirs kir; ma jina di heyzan de rojîyê qeza dike û nimêjê qeza nake? Wê jê re got; «Em diketin heyzan ji me re dihat gotin; rojîya xwe qeza bikin; lêbelê ji me re nedihat gotin; nimêja xwe qeza bikin.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

Qezakirina rojîyê

>- Dema misliman rojekê di remezanê de bê uzr bifitre, divê ew tobe bike û lêborîna gunehê xwe jî Xuda bixwaze. Lewra ew sûcekî mezin û gunehekî giran e. Divê ew digel tobekirin û efû-xwestinê bi qasî wan rojên ku di wan de rojî xwaribe, ewqas roj qeza bike. Ji gotina aliman tê fehmkirin; divê ew rojîya xwe jî bilezûbez qeza bike. Lewra jê re ruxseta fitarê nebûye û esl jî ev bûye ku wî di wexta bi de rojîya xwe eda bikira.

>- Dema misliman bi uzrekî ku fitarê mûbah dike her wekî heyz, çêl, nexweşî, rêwîtî û yên wekî van bifitre, li ser wî û wê qezakirina rojîyê wacib e. Lêbelê heke ew nikaribe rojî bigre, hingê bilezûbez qezakirin jî ne wacib e; belkî jê re wext heye ku ew heta remezaneke din bi bêhna fereh qeza bike.

>Lewra hedîsa Aîşe [Xuda jê razî be] heye, dibêje: «Carina li ser min rojîya qezaya remezanê hebû, min nikarîbû wê qeza bikim heke ne di şabanê de bûya.” Yehya got; “meşğûlbûna ji pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] yan jî bi pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin].» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

>Lêbelê ji mirov re sunnet û mûsteheb e ku ew bilezûbez rojîya xwe qeza bike. Hem ew bi qezakirinê deynê xwe ji stûyê xwe eda dike, hem jî ev jê re îhtiyat e. Lewra dibe ku ew nexweş bikeve û rewşeke nû were holê ku ew êdî nikaribe rojîya xwe qeza bike.

>- Heke mirov qezakirina deynê xwe yê rojîyê dereng bixe heta remezaneke din were, û di dereng-xistina wî de jê re uzr hebe, heke uzrê wî dewam bike, hingê divê ew piştî remezana duduyan wê qeza bike.

>- Lêbelê heke mirov heta remezana duduyan were, bê uzr deynê xwe yê rojîyê qeza neke, -li gorî cumhûrê aliman- divê ew hem rojîya xwe qeza bike, hem jî ji ber her rojekê ve ew ji qûtê welatê xwe nîvê saekê xwarina miskînekî bide. Lêbelê li gorî Henefî û Zahirîyan qezakirin tenê li ser wî heye; li ser wî ti fîdye nîn e.

>- Di qezakirinê de li ser hev rojî-girtin ne şert e; belkî ew hem dikare wan li ser hev bigre, hem jî ew dikare ne li ser hev jî bigre.

>Lewra Xuda Teala dibêje: {Kî ji we nexweş be, yan jî rêwî be, bila bi qasî rojên ku xwaribe, di rojên din de rojî bigire} [Beqere, 184]

>Xuda Teala li ser hev girtina van rojan bi şert nekiriye. Heke li ser hev girtina wan şert bûya, helbet Xuda yê ew jî eşkere bikira.

>- Kî, terka qezakirinê bike heta ew bimre, heke ew ji bo uzrekî be, ji xwe tiştek li ser wî nîn e. Lewra wî ti îhmalkarî nekiriye. Heke ew ne ji bo uzrekî be, ji ber her rojeke wî ve divê di rojîya remezanê de xwarina miskînekî were dayîn. Lêbelê heke ew rojîya nezr be, welîyê wî dê ji ber wî ve rojî bigre.

>Hinek ehlê îlmê dane zanîn ku kî, bimre û rojî li ser wî hebe, welîyê wî dê ji ber wî ve rojî bigre; hîç ferq nake, çi ew rojîya wî rojîya ferza remezanê be, yan jî rojîya nezr û yên wekî wê bin.

>Lewra hedîsa Aîşe [Xuda jê razî be] berfereh e, dibêje; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Kî bimre û rojî li ser wî hebe, welîyê wî ji ber wî ve rojî digre.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

>Hedîsa Îbnebbas [Xuda jê razî be] jî berfereh e, dibêje; zlamek hate cem pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin], jê re got; ya pêğemberê Xuda! Dêya min mir, mehek rojî li ser wê hebû, ma ez ji ber wê ve qeza bikim? Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] jê re got: «Belê, deynê Xuda ji bo qezakirinê li pêştir e.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)