Home /Nimêjê /Sutreya nimêjker

Sutreya nimêjker


Sutreya nimêjkerî

Pênasîya sutreya nimêjkerî

Sutreya nimêjkerî
Sutre, tişteke nimêjker wê datîne pêşîya xwe, dixe navbera xwe û yên ku di pêşîya wî de derbas bibin.

Meşrûîyeta sutreya nimêjkerî

>Danîna sutrê, hem li male, hem li seferê, hem di nimêjên ferz de, hem di nimêjên sunnet de, hem li mizgeftê hem jî di ğeyrê mizgeftê de jî meşrû û rewa ye. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Dema yek ji we nimêj bike, bil ali ber sutrê nimêj bike û bila nêzîkî wê jî bibe.» (Ebûdawud rîwayet kiriye)

>Ji Wehb [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye: «Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] li Minayê li pêşîya me îmamtî kir, li pêşîya xwe enze [covekî kurt e] di erdê de çikand û li pêşîya m edu reket nimêj kir.» (Ehmed rîwayet kiriye)

Hukmê sutreya nimêjkerî

>Sutre wacib e. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] hem ji bo îmam, hem jî ji bo mûnferid, bi danîna sutrê ferman kiriye û ew teşwîq kiriye. Ji ber vê tê xwestin ku dema misliman nimêj bike, ew sutrekê deyne pêşîya xwe û nehêle însan di navbera wî û sutreya wî de derbas bibin. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Heke sutre li pêşîya te ne be nimêj neke û nehêle ti kes jî di pêşîya te re derbas bibe; heke ew hewl bide ku her derbas bibe, hingê tu şerrê wî jî bike» (Îbnxûzeyme rîwayet kiriye)

Hikmet ji sutreya nimêjkerî

>Sutre ji bo nimêjkerî, ji bo gellek tiştan hatiye meşrûkirin. Hinek ji wan ev in:

>Nehiştina derbasbûnê di pêşîya nimêjkerî de ye ku ew derbasbûn xuşûa [tirs û edeba] wî qut dike.

>Derfet-dayîna nimêjkerî ye ji bo ew di nimêja xwe de tefekkur bike û bi dîgerên wê nelebike.

>Xwe parastina ji qutbûna nimêjê ya bi derbasbûna jinê, yan se, yan jî kerê di pêşîya nimêja wî de ye. Lewra hedîsa Ebûzerr [Xuda jê razî be] heye, gotiye; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: «Dema yek ji we rabe nimêj bike, dema li pêşîya wî wekî pişteka kurtan hebe, ewê wî setr bike. Heke li pêşîya wekî pişteka kurtan ne be, ker, jin û seyê reş dê nimêja wî qut bike.” Min got; ya Ebûzerr! Çi rewşa seyê reş ji seyê sor û seyê zer heye? Wî got; kurê birayê min! Min wekî te j imin pirs kirî, ew ji pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] pirs kir, wî ji min re got: “Seyê reş şeytan e!» (Mûslim rîwayet kiriye)

Hinek ji hukmên sutreya nimêjkerî

>1. Sutre-danîn, ji bo îmam û mûnferid [ewê bi tena serê xwe] dibe. Herçî memûmî [ewê li pey îmam sef digre] ye, sutreya îmamî ji wî re jî sutre ye. Ji Îbnebbas [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; «ez li makerekê siwar bûm û min berê xwe bi pêş ve da, ew roj ez nêzîkî îhtîlamê [şeytan pê kenînê] bûbûm, pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] jî li Mînayê li pêşîya sehabîyan nimêj dikir. Ez di pêşîya hinek sefê de derbas bûm, ez peya bûm, min makera xwe berda, ew diçêrî û ez jî ketim nav sefê, ti kesî ji min re negot, wê neke» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine).

>2. Derbasbûn di pêşîya nimêjkerî de ne durust e, û ewê derbas dibe jî pê gunehkar dibe. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Heke ewê k udi pêşîya nimêjkerî de derbas dibe bizanîya çi guneh jê re heye, ew bibûya ku heke çilan rawestîya jê re çêtir e ku ew di pêşîya nimêjkerî de derbas bibe.” Ebûn-nedr gotiye; “ez nizanim, gelo wî got; çil roj, yan meh, yan jî sal.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

>Lêbelê heke nimêjker sutre nedanîbe pêşîya xwe, derbasbûn ji pişt sutreya wî bibe; yan jî ew ji pişt cihê sicûda wî, ji wî dûr derbas bibe, ğem nake

>3. Divê nimêjker nehêle ti kes di pêşîya wî de derbas bibe.

>Lewra ji Ebûseîd el-Xudrî [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; min ji pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] bihîst ku digot: «Dema yek ji we li ber tişteke ku wî ji mirovan setr dike, nimêj bike û yek jî bixwaze di pêşîya wî re derbas bibe, bila nehêle ew derbas bibe, heke ew bizav her ji bo derbas bibe, bila şerrê wî bike. Lewra ew şeytan e.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine).

>4. Hinek ehlê îlmê Mescîdûl Heram ji vî hukmî îstisna [cuda] kirine, ji mirovan re ruxset dane ku têde di pêşîya nimêjkeran re derbas bibin. Lewra delîl di rakrina tengasîyê de gelemper in. Lewra di menkirina derbasbûna di pêşîya nimêjkeran de bi pirranî tengasî û zehmetî heye.

>5. Sutre, bi nimêjkirina li ber dîwar, yan sitûnekê ji sitûnên mizgeftê, yan jî dolabekê hasil dibe; yan jî bila nimêjker tişteke wekî kopalekî deyne pêşîya xwe û li berê nimêj bike.

>6. Di navbera sutre û nimêjkerî de bi qasî miqdarê derbasbûna pezekê mesafe dibe.

>Lewra hedîsa Sehl [Xuda jê razî be] heye, dibêje; «di navbera nimêjgeha pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] û dîwarî de bi qasî cihê derbasbûna pezekê mesafe hebû.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

Jin nimêjê qut dike

Di hedîsa derbasbûyî: “Nimêjê... qut dike.” de şibihandina jinê bi kerê, yan jî seyê reş nîn e. Hebûna her sêyan di yek sîyaqê de nayê vê meneyê; ew di îlletên [sedemên] xwe yên qutkirina nimêjê de jî wekhev in. Yanî nake lazimê xwe ew sedemê ku seyê reş nimêjê qut dike, û ew sedemê ku ker û jin jî nimêjê qut dikin, ew heman sedem û yek bin.

Ji lewma bi şeytan bûna seyê reş wekî ku hedîsê ew vegotiye, meneya wê ne ev e ku ker yan jî jin şeytan in. Dibe ku ev her sê sedemên wan yên cuda cuda hebin, çendan sîyaq wan bîne berhev jî. Çendan îlletê [sedemê] se di nessa derbasbûyî de ness li serê hebe û li ser yên din ne be jî. Ev jî nîşan dide ku se ji herduyên din cuda ye û ew ne wekî wan e.

Mûmkin e, mirov îlletê [sedemê] qutkirina jinê ji bo nimêjê bi derbasbûna wê yan jî nêzîkbûna wê di pêşîya nimêjkerî de fehm bike ku ew bala mêr dikişîne ser xwe û dibe ku ew wî ji nimêjê jî derxîne. Ji lewma bi pirranî derbasbûna jinê di pêşîya nimêja mêr de ji derbasbûna mêrekî di pêşîya nimêja mêrekî de bêhtir bala wî dikişîne ser xwe. Xuda bêhtir pê dizane lêbelê bi îhtîmaleke mezin ji lewma danîyarî [şerîetsazî] derbasbûna jinê di pêşîya nimêja mêr de kiriye sebebê qutbûna nimêja wî. Bi vî awayî da ku xuşûa nimêja wî were parastin.