Home /Teharetname /Sunnetên Fitretî/Aferandinî

Sunnetên Fitretî/Aferandinî


Sunnetên Fitretî/Aferandinî

Pênasîya sunnetên Fitretî

Sunnetên Fitretî/Aferandinî
Xeslet û taybetmendîyên ku Xuda însan li serê aferandine, ewên ku însan bi wan mukemmel dibe heta dibe xwedan sifetên çêtirîn û sûretê ciwantirîn.

Ji Aîşe [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] got; «Deh tişt ji sunnetên fitretî ne: Qusandina simbêlan, berdana rihê, sêwak, av li poz werdan, jêkirina neynokan, şûştina nav telîyan, jêkirina binçengan, kurkirina rûv, hindik bikaranîna avê û av li dev werdan e.»
(Mûslim rîwayet kiriye) .

1. Sêwak e

Sêwak
Darek yan yekî wekî wî ji dara Erakê ye. Ew di diranan de tê bikaranîn, ji bo jêbirina bêhnê û xwarinên ku bi wan ve mabin.

Sêwak

Sêwak di her wext û demê de sunnet e; lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] gotiye; «Sêwak dev paqij dike û Rebb jî razî dike.» (Ehmed rîwayet kiriye)

Lêbelê sewaba bikaranîna wê di van cihên tên de zehftir e:

1. Li cem desmêjê ye:

Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] gotiye; «Heke ne ji ber ku zehmetî dê ji ummeta min re çêbibe bûya, min dê li cem her desmêjê bi sêwakê ferman li wan bikira.» (Ehmed rîwayet kiriye)

2. Li cem nimêjê ye:

Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] gotiye; «Heke ne ji ber ku zehmetî dê ji ummeta min re çêbibe bûya, min dê li cem her nimêjê bi sêwakê ferman li wan bikira.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

3. Li cem ketina nav malê ye:

Ji Miqdam, wî jî ji bavê xwe [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; min ji Aîşe [Xuda jê razî be] got; «Dema pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] diket nav mala xwe pêşî bi çi dest pê dikir? Wê ji min re got; wî bi sêwakê dest pê dikir.» (Mûslim rîwayet kiriye)

4. Li cem şîyarbûna ji xewê ye:

Ji Hûzeyfe [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; «Dema pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] bi şevê radibû sêwakê li devê xwe dixist û têde dibir û dianî.» (Buxarî rîwayet kiriye)

5. Li cem xwendina Qur’anê ye:

Ji ‘Elî [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin ku wî bi sêwakê ferman kir û got; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] gotiye; «Dema evd devê xwe sêwak bike, paşê rabe nimêj bike, melek li pişt wî radibe, li xwendina wî guhdarî dike û nêzîkî wî dibe -yan jî peyveke wekî wê got- heta devê xwe datîne ser devê, hingê çi tişta ku ji Qur’anê ji devê wî derdikeve, ew dikeve nava wî melekî, naxwe ji bo Qur’anê devên xwe paqij bikin.» (Bezzar rîwayet kiriye)

Hinek feydeyên sêwakê

Hinek ji feydeyên sêwakê ev in: Ew li dinyayê dev paqij dike,. Ew li axretê Xuda razî dike. Ew diranan xurt dike. Ew pirûyan dişidîne. Ew deng paqij dike û mirov çalak dike.

2. Av li dev û poz werdan e

Av li dev werdan
Av xistina dev û livandina wê ye.
Av li poz werdan
Bi nefesê di poz de kişandina avê ye.

Av li dev werdan

Av kişandina poz

3. Îstinca ye

Îstinca
Bi avê, jêbirina şûna tişta ku ji pêşî û paşîya însên derdikeve.

a. Qusandin û kurkirina simbêlan e

Daxwaz jê; zêde zêde qusandina wan e; lewra di vê de sipehîtî, paqijî û dijîtîya kafiran heye.

b. Berdana rihê ye

Berdana wê û dest jê berdan e.

Qusandin û kurkirina simbêlan

Berdana rihê

Qusandina rihê

Qusandina rihê heram e; lewra ferman bi berdan û destjêberdana wê hatiye.

Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] gotiye; «Simbêlan kur bikin, rihê berdin (yanî rihê bihêlin û bi guherandinê dest nedin wê) û di vê mijarê de dijîtîya mecûsîyan bikin.»
(Mûslim rîwayet kiriye).

4. Qusandina rûv e

Qusandina rûv
Qusandina mûyên ku li dora ewretê însên hene.
Hinek feydeyên rûv qusandinê

Bi awayekî îlmî tesbît bûye ku rûv qusandin sihheta bedenê, xurtî û selametiya wê diparêze. Lewra pirrbûna mûyan di vê deverê de dibe sebebê gellek îltîhabên cidî, ewên ku zirarê didin bedenê.

5. Sunnetkirina mêr û jinan e

Sunnetkirina ewretê mêr
Jêkirina wî çermê li ser serê sitrê mêr e.
Sunnetkirina jinê
Birrîna goştê zêde yê li ser cihê ku sitrê mêr dikeviyê ye.

Sunnetkirina mêr û jinê heye. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] ji Ummû-etîyye re gotiye; «Wî nizm bike û nebirre; lewra ew rû geştir dike û bêhtir şens dide mêr.» (Hakim rîwayet kiriye)

Sunnetkirin li ser mêran wacib e, li ser jinan jî sunnet e.

Hikmeta sunnetkirina mêran; paqijkirina sitrê mêr e, ji wê necaseta ku di çermê li ser sere sitr heye. Herçî sunnetkirina jinê ye, ew rûyê wê geş û xweş dike.

6. Jêkirina neynokan e

Ew birrîna wan e ku mirov nehêle ew dirêj bibe.

Jêkirina neynokan

7. Hilkirina mûyên binçengan e

Jêkirina mûyên ku têde şîn dibin. Lewra bi jêkirina wan ew paqij dibe û ew bêhnên ne xweş yên ku bi van mûyan re kom dibin.

Hilkirina binçengan

8. Şûştina navbera telîyan e

Beracîm; qermiçonk
Movikên telîyan e ku di zahirê mistê de ne.

Hinek aliman ew qirêjên ku di guh, stû û hinek cihên bedenê de kom dibin jî li ser wan jimartine.

Qermiçonk

Çil rojan

Zêdetirî çil rojan terkkirina neynokan, her wiha binçeng, rûv û simbêlan mekrûh e. Ji Enes kurê Malik [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; «pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] di qusandina simbêlan, jêkirina neynokan, qusandina rûv û hilkirina binçengan de dem ji me re diyar kir ku em ji çil rojan zêdetir wan terk nekin.»

(Mûslim rîwayet kiriye).