Home /Zekatê /Sedeqa tetewi‘ê

Sedeqa tetewi‘ê


Zekata fitrên;
Sedeqeyek e, pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ew li cem fitara Remezanê ferz kiriye.

>Çima jê re “zekata fitran” hatiye gotin? Lewra ew bi fitara ji Remezanê wacib dibe.

Hukmê zekata fitrên

>Zekata fitran, li ser her mislimanî wacib e; ewê ku xwarina wî ji qûtê wî û qûtê xizanên wî yên roj û şeva îdê zêde hebe. Ewê saekê ji xwarinê derxîne.

>Divê zekatdar, fitra serê xwe, fitra serê jina xwe û fitra yên ku nefeqên wan li ser wî wacib e jî, derxîne. Mûsteheb e ku mirov fitra sêxlê di zikê dêya wî de jî derxîne.

>Delîla wacibbûna zekata fitrên ev rîwayeta Îbnûmer [Xuda jê razî be] e, ew dibêje: «Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] zekata fitrê saek ji xurmeyan, yan saek ji ceh li ser mirovê kole, yê azad, mêr û jinê, biçûk û mezinê misliman ferz kir û got; bila ew berî derketina mirovan ji nimêjê were dayîn.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine.)

Xurme

ceh

Wextê derxistina zekata fitrên

>Baştirîn wextê derxistina zekata fitrên, roja îdê, piştî derketina fecrê û berî nimêja îdê ye. Berî roja îdê bi rojekê, yan jî du rojan jî derxistina zekata fitrên durust e. Lewra sehabîyan wisan kiriye. Lêbelê dereng-xistina wê heta piştî nimêja îdê ne durust e. Lewra hedîsa Îbnûmer ya bûrî wisan ferman dike: «Bila ew berî derketina mirovan ji nimêjê were dayîn.»

>Di hedîsa Îbnebbas jî dibêje: «Kî, berî nimêjê wê eda bike, ew zekateke meqbûl e. Kî, wê piştî nimêjê jî eda bike, ew sedeqeyeke normal ji sedeqeyan e.» (Ebûdawud rîwayet kiriye.)

Miqdarê zeka fitrên

>Ji ber her ferdekî ve saek63 e. Ew ji xwarina mirovan çêdibe, her wekî birinc, xurme û genim.

>Lewra hedîsa Ebûseîd el-Xudrî [Xuda jê razî be] heye, dibêje: «Me di serdema pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] de roja [îda] fitrê saek ji xwarinê derdixist.»

>Ebûseîd dibêje: «Xwarina me ceh, mewîj, şûrtan û xurme bûn.» (Buxarî rîwayet kiriye.)

>Sae, li cem Henefîyan 3.25 kg e. Ew li cem cumhûrî 2.040 kg e. Ew bi çenga zilamekî normal çar çeng tê teqdîrkirin.

>x 4

>Yan

>Yan

Cihên ku zekata fitrên li wan diçe

>Sedeqa fitrê jî li her heşt sinifan diçe, ewên ku zekat ji wan re tê dayîn. Ew jî tevlî vê gotina Xuda Teala ye: {Sedeqe, bes ji bo feqîr û miskînan e.} [Tewbe, 60]

Hikmet ji zekata fitrên

>1. Paqijkirina rojîgirî ji kelevajî û çêran e. Îbnebbas [Xuda jê razî be] rîwayet dike û dibêje: «Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] zekata fitran ferz kir da ku ew ji bo rojîgirî bibe paqijkirina ji kelevajî û çêran66 û xwarin ji bo miskînan.» (Ebûdawud rîwayet kiriye.)

>Ev jî wiha ye: Rojîgir, bi pirranî nikare xwe ji keyf, axaftina pûç û xeberên bê feyde biparêze. Ev sedeqe, ji bo rojîgirî dibe paqijbûna ji van peyvên heram û mekrûh, ewên ku ew ketibû nav wan; ji xwe ew jî sewaba emelan kêm dikin û rojîyê eybdar dikin.

>2. Destferehî çêkirina ji miskîn û feqîran re ye û roja îdê jî temînkirina îhtiyaca wan e, da ku parsekîyê nekin. Lewra parsekî di roja îdê de zillet û perîşanî ye. Ji xwe roja îdê di eslê xwe de roja keyfxweşî û şadmanîyê ye. Da ku bi dana fitran ji bo wan ew jî di roja îdê de di keyfxweşîya mirovên din de bibin hevşirîkên wan.

Melûmatên mûhîm di bara zekatê de

Qîmet di zekatê de:

>Esl, di zekatê de; deranîna wê ji eynê wî malî ye ku zekat têde wacib bûbe. Lêbelê heke îhtiyac pê hebe, yan mesleheta tercîhkar wê bixwaze, girtina qîmetê wê jî durust e.

Elaqeya dewletê bi zekatê re:

>Esl, zekata mal ji selahîyeta îqtîdarê ye. Divê ew ji zekatdaran û teqdîra wan ya şexsî re nayê hiştin. Heke îqtîdar xwe ji vê erkê bide paş, hingê berpirsîya ferdî di stûyê her mislimanî de ye.

Beranîna malên zekatê ji bo mesleheta mûsteheqan:

>Beranîna malên zekatê di projeyên ku menfîeta wan li mûsteheqan vedigere de durust e; dema cihê xerckirineke lezgîn nebe ku belavkirina di cih de ji bo malên zekatê bixwaze.

Gelo di mal de ji bilî zekatê heqekî din yê wekî bacan heye?

>- Zekat, heqê dewrî ye, di mal de qerar pê hatiye dayîn û ew bi awayekî eynî li ser mirovên ku dikarin wê bidin, wacib e.

>- Di mal de ji bilî zekatê hinek hiqûqên din jî hene. Ew nû peyda dibin û bi miqdarekî melûm jî nehatiye teqdîrkirin. Ew her wekî zekatê ne sabit in. Ew ne bi sebeb mal wacib in. Lêbelê ew bi sebebên arizî -nû peydabûyî- wacib in, mal jî ji bo wacibbûna wê şert e. Nimûneyeke wê; nefeqê dê-bavan, lêziman, jinê û rakirina zirarê li cem çêbûna karesatan e, dema jêderên malê beytûl-malê [xezîna dewletê] têrê nekin.

>- Bac, çendan bi edalet be jî zekatê ji ser mirov ranakin. Lewra zekat îbadetek ji îbadetan e; bac jî berpirsîyeke medenî ye, naxwe yek ji wan ya dinê ji holê ranake.