Home /Hec /Rukn, wacîbat û sunnetên Hecê

Rukn, wacîbat û sunnetên Hecê


Ruknên hecê

1. Îheram e.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Emel, bes bi niyetan e. Kî, niyeta çi kiribe, bes ew jê re heye. Naxwe kî hicret kiribe ji bo dinya li para wî bikeve, yan jî ew jinekê li xwe nîkah bike. Wî ji bo çi hicret kiribe, hicreta wî ji bo wê ye» (Buxarî rîwayet kiriye)

2. Se‘ya navbera Sefa û Merwê ye.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Se‘yê bikin. Lewra Xuda se‘yî li ser we nivîsandiye» (Ehmed rîwayet kiriye)

3. Sekna li Erefê ye.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Hec Erefe ye» (Tirmizî rîwayet kiriye)

4. Tewafa Îfadê ye.

>Lewra Xuda Teala gotiye: {Bila mala kevnar tewaf bikin.} [Hec, 29]

Şîyarî

>Kî, terka ruknekî ji ruknên hecê bike, heke ew rukn îhram be, nisûkê wî çênabe. Lewra wî niyet nekiriye û îbadet jî bêniyet çênabe. Heke ew ruknekî ji bilî îhramê be, nisûkê wî çênabe; heta ew wî neke.

Wacîbatên hecê

>1. Îhram ji mîqatê ye.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Kî, hec û ûmrê bixwaze, ev dever ji bo wan û ji bo ğeyrên wan jî yên ku bi wan re werin mîqat e» (Buxarî rîwayet kiriye)

>2. Wiqûfa li Erefê ye, heta roj biçe ava ji bo yên ku naverojê wiqûf lê kiribin.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] heta rojavayê wiqûf kiriye.

>3. Şevbûrandina li Mûzdelîfê ye.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] şeva xwe lê derbas kiriye û gotiye: «Ji bo ummeta min nisûkê xwe wergire. Lewra ez nizanim, dibe ku ez piştî vê sala xwe çav li wan nekevim» (Îbnmace rîwayet kiriye)

>Hem jî pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] piştî nîvê şevê destûra mislimanên zeîf daye. Ev jî nîşan dide ku şevbûrandina li Mûzdelîfê lazim e. Xuda jî li cem zikrkirina Meş‘irûl Heramê bi wê ferman kiriye.

>4. Şevbûrandina li Mînayê ye di şevên teşrîqê de.

>«Lewra sabit bûye ku pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ji şivanan re ruxset daye di şevbûrandina ji Mînayê de» (Ebûye‘la di Mûsneda xwe de rîwayet kiriye) Ev jî nîşan dide ku esl wacibbûna şevbûrandina li Mînayê ye.

>5. Remîya Cemran e.

>Lewra Xuda Teala gotiye: {Di rojên melûm de zikrê Xuda bikin.} [Beqere, 203]

>Rojên melûm ji rojên teşrîqê ne. Ji xwe remîya cemran bi xwe jî perçekek ji zikrê Xuda ye.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Tewafa Beytê, se‘îya navbera Sefa û Merwê û remîya cemran hatine wacibkirin ji bo bicihanîna zikrê Xuda» (Ebûdawud rîwayet kiriye)

>6. Helq [porkurkirin] yan jî teqsîr [porkurtkirin] e.

>Lewra Xuda Teala gotiye: {Sûnd be, hûnê bi destûra Xuda; bi ewleyî û bêtirs herin Mescîdul Heramê. Hinek ji we pora xwe tevî biqusînin û hinek ji we jî kurt bikin.} [Feth, 27]

>7. Tewafûl Weda ye.

>Lewra Îbnebbas [Xuda jê razî be] rîwayet dike, dibêje: «Ferman li mirovan hatkirin ku bila dawiya ehda wan bi Beytê be, lêbelê ev ji ser jina di heyzan de hate sivikkirin» (Mûslim ew rîwayet kiriye)

Sunnetên hecê

>1. Xwe şûştin û bêhna xweş li xwe dan ji bo îhramê ye.

>2. Lixwekirina pêşmal û ebayekî sipî ye.

>3. Telbîyekirin ji dema îhram lixwekirinê heta bi remîya cemra Eqebê ye.

>4. Tewafûl Qudûm ji bo mûfrid û qarin e.

>5. Remelkirin di hersê şewtên pêşîn yên tewafûl qudûmê de ye.

>6. Îttîbaa di tewafûl qudûmê de ye. Îttîbaa ev e; mirov nîvê ebayê xwe dixe bin milê xwe yê rastê û herdu terefên wî jî datîne ser milê xwe yê çepê.

>7. Bihurandina şeva Erefê li Mînayê ye.

>8. Maçkirina Berê reş e.

>9. Cemû-teqdîmkirina navbera meğrib û eşayê ye.

>10. Wiqûfa li Mûzdelîfê ye li cem Meş‘erûl Heramê ji fecrê heta rojhilatê. Heke ev hêsan bibe; heke hêsan nebe jî, ji xwe Mûzdelîfe tev cihê wiqûfê ye.

Sunneta Hecê

>Kî terka sunnetekê ji sunnetên hecê bike, tiştek li ser wî nîn e û heca wî jî sehîh e.

Wacibê Hecê

>Kî, terka wacibekî bike, li ser wî xwînek heye ji bo ew cihê vê kêmasîyê tije bike.