Home /Ruknên rojîyê, mûstehebên wê, mekrûhên wê û mûfsîdatên wê

Ruknên rojîyê, mûstehebên wê, mekrûhên wê û mûfsîdatên wê


Nîyet di rojîyê de

>Bi şev nîyet anîna li rojîyê wacib e; dema ev rojî wacib be. Lêbelê dema ew [sunnet be, ne ferz] be, hingê bi şev anîna nîyetê ne wacib e. Ji xwe durust e mirov, di naverojê de jî nîyetê li rojîya nafîle bîne; heke mirov ya ku pê îftar çêdibe, nekiribe. Lewra ji dêya mûmînan Aîşe [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] rojekê hate malê, got; «Ma ti xwarinek li dev we heye?” Me got; na, wî got: “Naxwe ez bi rojî me.» (Mûslim ew rîwayet kiriye)

Ruknên rojîyê

Ruknê yekê; xwe girtina ji tiştên ku îftar bi wan çêdibe; ji vedana fecrê heta roj biçe ava ye.

>Lewra Xuda Teala dibêje: {Heta ji we re tayê sipî ji tayê reş diyar bibe, bixwin û vexwin. Paşê rojiya xwe heta şev bidomînin} [Beqere, 187]

>Ji tayê sipî û tayê reş meqsûd; sipîtahîya naverojê û reşahîya şevê ye.

Ruknê duduyan; nîyet e.

>Yanî rojîgir dê bi vê xwe girtina ji tiştên ku îftar pê çêdibe, îbadetê Xuda [ezzewecelle] qesd bike.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye; «Emel bes bi nîyetan e. Kî, nîyeta çi kiribe, bes ew jê re heye.» (Buxarî û Mûslim ew rîwayet kirine)

Mûbahên rojîyê

>1. Xwe şûştin û rûniştin di nav avê de ji bo xwe hînik-kirinê ye.

>2. Daqurpandina tif û belğemê ye.

>3. Te‘amkirina xwarinê bi zimanî tenê ye; bi şertê ku tiştek ji wê jî nekeve qirikê.

>4. Bêhnkirina bêhn û bêhn-xweşîyên hewayê ye.

Îstîmala [bikaranîna] sêwakê ji bo yê rojîgir

>Îstîmalkirina sêwakê di her wextekî de meşrû û rewa ye, hîç ferq nake; çi ew berî nîvro be, çi jî piştî nîvro be, çi sêwak ter be, çi jî ew hişk be. Lêbelê heke sêwak ter be, bila ew miqate be, ji bo tiştek jê negihîje qirika wî; lewra ew pê difitire!

Mûstehebên rojîyê

1. Paşîv-xwarin û dereng xistina wê heta berî ezana fecrê ye.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Rabin paşîvê; lewra di paşîvê de bereket heye.» (Ehmed rîwayet kiriye)

>Paşîv bi zehf xwarina xwarinê û kêm xwarina wê jî çêdibe; çendan ew qurtek av be jî.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Paşîv, xwarina wê bereket e, hûn terka wê nekin; çendan yek ji we qurtek av jî vexwe. Lewra Xuda li paşîv-xweran tê rehmê û melaîketên wî jî efûya gunehên wan dixwazin.» (Ehmed rîwayet kiriye)

>Texîrkirina paşîvê mûsteheb e.

>Lewra ji Zeyd kurê Sabit [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; «Em bi pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] re rabûn paşîvê, paşê em rabûne nimêjê. Enes kurê Malik dibêje; min jê re got: Di navbera paşîv û nimêjê de çi qeder zeman hebû? Sabit jê re got; bi qasî xwendina pêncî ayetan zeman hebû.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

Av - vexwarin di esnaya ezanê de

>Dema rojîgir dengê ezanê bibihîze û vexwarina wî jî di destê wî de be, hingê ew dikare wê vexwe heta xilas bibe.

>Lewra ji Ebûhûreyre [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: «Dema yek ji we ezanê bibihîze û firağ li ser destê wî be, heta ew îhtiyaca xwe jê neqedîne, bila wê ji destê xwe nedeyne.» (Ebûdawud rîwayet kiriye)

>Aliman ev hedîs, bi “Şeka di hilatina fecrê de” mane kirine. Lêbelê heke rojîgir ji hilatina fecrê emîn be, hingê ew nikare xwarinê bixwe û avê vexwe. Heke digel ku ji hilatina fecrê emîn be jî dîsa ew tiştekê bixwe, yan jî vexwe, hingê rojîya wî betal dibe û divê ew wê qeza jî bike.

2. Lezkirina li fitarê ye

>Ji bo rojîgirî, kengê ew ji çûna ava ya rojê emîn bibe, lezkirina li fitarê mûsteheb e.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Însan her di xêrê de ne, heta ew lezê li fitarê bikin.» (Ebû Dawud rîwayet kiriye)

>Fitarkirin bi xurmeyên ter mûsteheb e. Heke xurmeyên ter nebin, bila mirov bi xurmeyên hişk fitara xwe bike; bila xurmeyên fitarê kit bin. Heke xurme peyda nebin, bila mirov bi çend qurt av fitara xwe bike.

>Lewra di vê xusûsê de hedîsa Enes kurê Malik [Xuda jê razî be] heye. Ew dibêje: «Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] berî nimêj bike li ser xurmeyên ter difitirî. Heke xurmeyên ter nebûna, ew bi xurmeyên hişk difitirî. Heke xurmeyên hişk jî nebûna, ew bi çend qurt av difitirî.» (Tirmizî rîwayet kiriye) Heke tiştek bi dest wî nekeve, bila bi dilê xwe nîyeta fitarê bîne û ev jî têra wî dike.

3. Dûa li cem fitarê

>Lewra sabit bûye ku dema pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] difitirî, wiha digot: «Tîbûn çû, ra şil bûn, Xuda hez bike ecr jî sabit bû.» (Ebû Dawud rîwayet kiriye)

>Dîsa pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Ji bo rojîgirî li cem fitara wî dûayek heye, ew her qebûl dibe.» (Îbn Mace rîwayet kiriye)

Ewê ku bi şaşî bifitre, [rojîya wî çawa dibe?]

>Dema rojîgir bi gumana ku roj çûye ava, yan jî fecrê nevedaye, xwarinê bixwe, paşê xîlafa gumana wî jê re xuya bibe, hingê qezakirin li ser wî ne wacib e.

>Lewra Xuda Teala dibêje: {Di gazîya ku hûn şaş bikin de; ji we re ti guneh nîn e.} [Ehzab, 5]

>Hem pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] jî gotiye: «Xuda, ji ser ummeta min şaşî, jibîrkirin û tişta ku kotekî li wan were kirin, rakiriye.» (Îbnmace ew rîwayet kiriye)

4. Terka leğiw û çêran

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Dema yek ji we bi rojî be, bila çêran neke û bila bi kesî re pev jî neçe, heke yek çêrî wî bike, yan jî şerrê wî bike, bila ew dîsa bibêje: Ez mirovekî bi rojî me!» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

>Dîsa pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Kî, gotina derew û emelkirina pê terk neke, îhtiyaca Xuda pê nîn e ku ew terka xwarina xwe û vexwarina xwe bike.» (Ebû Dawud rîwayet kiriye)

5. Zehfkirina îbadetan

>Her wekî xwendina Qur’anê, zikrê Xuda, nimêja Terawîhan, rabûna şevê, rabûna şeva qedrê, sunnetên Rewatib, sedeqe, comerdî û înfaqkirina di rêya xêrê de û îftarkirina rojîgiran û çûna ûmrê. Lewra hesenatên di remezanê de sewaba wan qatbiqat e.

>Lewra ji Îbnebbas [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye: «Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ji hemû mirovan comerdtir bû. Dema Cibraîl [silavên Xuda lê bin] di Remezanê de dihat balê, ew ji hemû wextên din comerdtir bû. Cibraîl [silavên Xuda lê bin] di her şeva remezanê de dihat balê, dersa Qur’anê jê re vedigot. Dema Cibraîl [silavên Xuda lê bin] dihat bale ew ji bo kirina qencîyê ji bayê bivîzevîz jî comerdtir bû.» (Buxarî rîwayet kiriye)

6. Xwe dana îbadetê, bi taybetî jî di deh rojên dawîn yê remezanê de

>Lewra ji Aîşe [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; «Dema deh rojên dawîyê yên remezanê dihatin, pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] cilên xwe li xwe dişidandin, şeva xwe sağ dikir û ehlê xwe jî şîyar dikirin.» (Buxarî rîwayet kiriye.)

Mekrûhên rojîyê

1. Zêdahîyê di mezmeze [av li dev werdan] û îstinşaqê [av kişandina poz û jê derxistin û avêtin] de ye

>Ev jî, ji ber ku tirs heye, av biçe nava wî. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Di poz werdanê de zêdahîyê bike; lêbelê ku tu bi rojî bî, têde zêdahîyê neke!» (Ebûdawud rîwayet kiriye)

2. Ramûsana bi şehwet e

>Ji bo rojîgirî, maçkirin û ramisîna jinê mekrûh e; heke ew ji xwe bitirse ku menî jê were, yan jî şehweta wî pê rabe. Divê rojîgir xwe ji her tiştê ku şehweta wî radike û wê dixe bizavê, dûr bigre. Lêbelê heke ew ji xwe emîn be ku rojîya wî xirab nabe, hingê maçkirin ğem nake.

>Lewra ji Aîşe [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; «Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] bi rojî hevserên xwe maç dikir û çermê xwe jî digihand çermê wan, wî ji we tevan bêhtir bi xwe dikarîbû; şehweta xwe bigre.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

>Çerm bi hev û din gihandin ji bo yê ciwan mekrûh e; ne ji bo yê kal.

>Lewra ji Ebûhûreyre [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; «Zilamekî ji pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] pirs kir; gihandina çermê mêr bi çermê jinê ve ji bo yê bi rojî çawa ye? Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ji wî re ruxset da. Zilamekî din hate cemê û eynî pirs jê kir, pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ew li wî qedeğe kir. Ji me ve xuya bû, ewê ku ruxset jê re dayî kal bû, ewê ku ew lê qedeğekirî jî ciwan bû» (Ebûdawud rîwayet kiriye)

Mûfsîdatên rojîyê

1. Di naveroja meha Remezanê de xwarin û vexwarina bi
qesd e.

>Lewra Xuda Teala dibêje: {Heta ji we re tayê sipî ji tayê reş diyar bibe, bixwin û vexwin. Paşê rojiya xwe heta şevê bidomînin} [Beqere, 187]

Fitara ji bo kar û xebatê

>Ew mirovên ku di firin û karên giran û zehmet de kar dikin ji bo wan fitar û rojî negirtin, ne mûbah e; lewra ew jî her wekî dîgerên xwe divê rojî bigrin.

Hişyarî!

>Ew mirovê xwe ji bîr bike ku bi rojî ye, ji lewma tiştekê bixwe, yan jî vexwe, rojîya wî sehîh e. Lêbelê dema hate bîra wî divê ew di cih de xwe ji xwarin û vexwarinê bigre.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Kî bi rojî be û xwe ji bîr bike, ji lewma bixwe, yan jî vexwe, bila ew rojîya xwe temam bike. Lewra Xuda xwarin daye wî û ew av daye.» (Mûslim rîwayet kiriye)

>Rojî, bi her tiştê ku ji rêya dev û bêhvilê digihîje nava mirov, xirab dibe. Her wiha ew tiştên ku wezîfa xwarin û vexwarinê bicih tînin jî her wekî derzîyên ğizayî ew jî rojîyê xirab dikin. Lêbelê ew derzîyên neğizayî bin, her wekî derzîya pensilînê û yên wekî wan rojîya mirov bi wan xirab nabe; lewra ew ne xwarin û vexwarin û tiştên wekî wan e

>Ew teleskop û xurtûma nefesê û yên wekî wan; ewên ku ji bo îhtiyacê ji rêya dev ve dikevin nava mirov, ew rojîya însên xirab nakin.

Dermanên ku ğiza bi wan çêdibe, rojîyê xirab dikin.

Derzîya pensûlînê rojî pê xirab nabe.

>Kil û dilopa çav û guhan û yên wekî wan, rojîya mirov bi wan xirab nabe. Lewra ti delîl nîn e ku rojî bi wan xirab dibe. Hem jî çav, ji bo xwarin û vexwarinê ne quleke adetî ye, her wiha ye dilopa guh û poz jî. Lêbelê ya baş, bila mirov xwe ji dilopa poz biparêze. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ji bo yê bi rojî zêdehiya di îstinşaqê [av kişandina poz û jê avêtin] de qedeğe kiriye. Lewra ew qul digihîje navê.

Oksîjena astimê rojî pê xirab nabe.

Kil, rojî pê xirab nabe.

>Dema rojîgir wan tiştên ku nabin xwarin û ew zirar jî didin mirov her wekî çixarê, vexwe, rojî bi wan xirab dibe. Lewra ew wan di qula adetî de dikişîne nava xwe ku ew jî dev e. Her wiha ew jî wekî xwarin û vexwarinê ne.

>Ew tiştên ku xwe parastina ji wan ne mûmkin e, her wekî toza rê û ew xwarinên ku di ber diranên mirov de dimînin, ew rojîyê xirab nakin.

Xwarinên di ber diranan de bimînin rojî bi wan naşike.

Bi çixarê rojî dişke.

2. Çûyîna Nivînê

>Lewra Xuda Teala dibêje: {Di şeva rojîyê de çûyîna nav nivînên jinên we ji bo we hatiye helalkirin.}
[Beqere, 187]

>Kî bi rojî be û here nivîna jinê, rojîya wî pûç dibe. Divê ew rojîya wê rojê qeza bike û bi qezakirina wê re jî kefaretekî giran lê dikeve. Kefaret jî ev e: Divê ew koleyekî azad bike. Heke kole bi dest wî nekeve, ewê du mehan li pey hev rojî bigre. Heke ew nikaribe du mehan li ser hev rojî bigre, ewê xwarina şêst miskînan bide wan.

>Lewra ji Ebûhûreyre [Xuda jê razî be] sabit bûye, gotiye; «Zilamek hate cem pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin], jê re got; min xwelî li xwe kir. Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] jê re got: “Te, çi ji xwe kir?” Wî jê re got; ez di remezanê de çûme nivîna jina xwe. Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] jê re got: “Ma tu dikarî koleyekî azad bikî?” Wî jê re got; na, ez nikarim koleyekî azad bikim. Jê re got: “Ma tu dikarî du mehan li ser hev rojî bigrî?” Wî jê re got; nexêr, ez nikarim du mehan li ser hev rojî bigrim. Jê re got; “ma tu dikarî xwarinê bidî şêst miskînan?” Wî jê re got; nexêr, ez nikarim xwarina şêst miskînan jî bidim! Jê re got: “Rûne!” Ew jî rûnişt. Di vê navê de selikek52 ji pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] re hat, têde xurme hebûn. Jê re got: “Raje vê, wê sedeqe bide.” Wî jê re got; ma ez wê bidime mirovên ji xwe feqîrtir?! Vêca pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] pê kenî heta diranên wî yên kursîyan xuya bûn. Paşê jê re got: “Wan bide eyalên xwe.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

>Kefaret, divê li gorî wê rêza hatî, be: Heta ew karibe rojî bigre, xwarindayîn çênabe, heta ew karibe koleyekî jî azad bike, rojîgirtin çênabe.

>Heke jinê jî di mijara kirinê de bi xebera mêrê xwe kiribe, divê ew jî kefaret bide. Lêbelê heke mêrê wê di mijara kirinê de kotekî lê kiribe, rojîya wê pê betal bûye, divê ew rojîya wê roja xwe qeza bike, lêbelê kefaret lê nakeve.

>- Heke bi dilê mirov, menî ji mirovî were, ew jî wekî kirinê ye. Dema rojîgir bi keyfa xwe, bi maçkirinê, yan bi destdanê, yan bi menî-jixwe-anînê, yan jî bi tişteke din menîyê ji xwe bîne, rojîya wî xirab dibe. Lewra ew ji şehwetê ye. Şehwet jî nakokîyê bi rojîyê re dike. Divê ew rojîya wê roja xwe qeza bike, lêbelê kefaret lê nakeve. Lewra kefaret bi kirinê tenê wacib dibe. Lewra ness [delîla qet‘î] di bara kirinê tenê de hatiye.

>- Dema rojîgir bedena xwe bigihîne bedena jinê, yan destê xwe bide wê, yan sipehîtîya wê bifikre û ji lewma mezî jê were, rojîya wî durust e. Lewra delîl li ser xirabbûna rojîyê bi mezîyê warid nebûye, nehatiye.

>- Dema rojîgir raze û di xew de şeytan pê bikene, yan jî bê şehwet menî jê were, her wekî wî mirovê ku nexweş be, rojîya wî xirab nabe. Lewra di vê xusûsê de tercîh di destê wî de nîn e.

>- Dema rojîgir ji kirine berî fecrê, yan jî ji [şeytan pê kenînê] bi cenabet lê bibe sibeh, rojîya wî durust e. Lêbelê divê ew zû xwe bişoyê ji bo bigihîje nimêja sibehê bi cemaetî.

>Lewra ji Aîşe [Xuda jê razî be] sabit bûye, wê gotiye; fecr digiha pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] û ew hîn ji hevsera xwe bi cenabet bû, paşê wî xwe dişûşt û rojîya xwe digirt.

3. Xwe vereşandina bi qesd e

>Ew bi qesd deranîna xwarinê, yan jî vexwarinê ji rêya dev e. Lêbelê dema vereşîn zorê lê bike, yan jî bê tercîha wî tiştek jê derkeve were, ew bandorê li rojîya wî nagire.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Vereşîn zorê li kî bike, qezakirin li ser wî nîn e. Lêbelê kî bi qesd xwe vereşîne, bila ew rojîya xwe qeza bike.»

4. Derhatina xwîna heyz û çêl e

>Jin, çi dema xwîna heyzan, yan jî xwîna çêl bibîne, çendan di kêlîka dawîyê ya berî roj biçe ava de be jî, bila ew bifitre û qezakirin li ser wê wacib dibe.

Feydeyek

>- Qewlê xurt; hecamet -ew derxistina xwînê ji bedenê bi aletekî xusûsî ye- rojîyê xirab nake.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] bi rojî hecamet ji xwe berdaye.

>Ji Ebûseîd el-Xudrî [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ji bo rojîgir ruxseta maçkirin û hecametê daye. Lêbelê ew mekrûh e, lewra ew mirov zeîf dike.

>Ji Enes kurê Malik [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; zilamekî ji min pirs kir; ma we ji bo rojîgirî hecamet mekrûh didît? Min jê re got; na, lêbelê mekrûhdîtina wê ji bo zeîfkirinê ye.

>Derketina xwînê bi birînê, yan jî bi hilkirina diran, yan jî derketina xwînê ji bêhvila mirov, yan ji rêya enjeksîyonê ji bo wergirtina nimûneyan, yan jî ji bo wê bi xêra xwe bide dîgeran, zirar nade rojîgir û rojîya wî bi wê xirab jî nabe.