Home /Nimêjê /Ruknên nimêjê, wacibên wê û sunnetên wê

Ruknên nimêjê, wacibên wê û sunnetên wê


Ya yekê; ruknên nimêjê

Ruknên nimêjê
Rukn, perçeyên esasî ne, ku nimêj ji wan pêktê; terka wan bi ti awayan û di ti rewşan de ne durust e, ew bi qesd û bi sehwê [bêhemdî] jî nakevin; lêbelê di halê îczê [nekarînê] tenê de dikevin.

>1. Nîyet e.

>2. Qiyam [jipêyabûn] e, di ferzê de ji bo yê ku karibe.

>3. Tekbîra [Ellahu ekber] îhramê ye.

>4. Xwendina Fatîhê ye.

>5. Rikû ye.

>6. Rabûna ji rikûê ye.

>7. Sicûda li ser heft azayan e.

>8. Rûniştina di navbera herdu sicûdan de ye.

>9. Rûniştina ji bo tehîyyata dawîn e.

>10. Xwendina Tehiyyatu di runiştina dawî de

>11. Selewata li ser pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] e, di tehîyyata dawîn de.

>12. Selam dayîn e.

>13. Tuma’nîne ye, di hemû ruknan de.

>14. Tertîba di navbera ruknan de ye.

Ewê ku terka ruknekê ji ruknên nimêjê bike, bila ew çi bike?

1. Ewê ku bi qesd terka ruknekî bike, nimêja wî betal dibe û divê wê dîsa îade bike.

2. Ewê ku bi sehwê [bêhemdî] terka ruknekî bike, ew jî ji du haletan xalî nabe;

>a- Heta ew negihîje reketa piştî wê nayê bîra wî ku terka vî ruknî kiriye; li vir, ew reketa bûrî ya ku wî têde terka vî ruknî kiribû, jê re qîmet nîn e; ev reket dikeve cihê wê ya ku têde sehw kiribû, paşê ewê ji bo sehwê biçe sicûdê.

>Nimûneya wê wiha ye: Zilamek di reketa duduyan de li cem xwendina Fatîhê tê bîra wî ku wî di reketa yekê de fatîhe nexwendibû. Li vir, ewê vê reketê ji xwe re bike reketa yekê û ewê reketa bûrî jî îlğa [pûç] bike.

>b- Ew berî bigihîje cihê reketa piştî wê tê bîra wî ku ruknek ji vê reketa xwe ji bîr kiriye. Li vir, di cih de divê vegere ji bo vî ruknî eda bike.

>Nimûneya wê wiha ye; zilamekî ji bîr kir neçû rikûê, paşê dema xwendina xwe temam kir, çû sicûdê, paşê di sicûdê de hate bîra wî ku ew neçûye rikûê. Li vir, li ser wî wacib e ku rabe qiyamê, here rikûê, paşê jî nimêja xwe temam bike.

Ya duduyan; wacibên nimêjê

Wacibên nimêjê
Ewên ku sicûda sehwê cihê kêmasîya wan tije dike û ew bi jibîrkirinê jî dikevin.

>1. Tekbîrên guhestinê yên di navbera hey’etên nimêjê de ye.

>2. Gotina “Subhane rebbîyel ‘ezîm”e, di rikûê de.

>3. Gotina “Semîellelû lîmen hemîdeh” ji bo îmam û mûnferid, ew ji bo memûmî ne meşrû ye.

>4. Gotina “Rebbena we lekel hemd” di îtîdala ji rikûê de ye.

>5. Gotina “Subhane rebbîyel ‘ela” di sicûdê de ye.

>6. Gotina “Rebb îğfir lî” di navbera herdu sicûdan de ye.

>7. Rûniştina ji bo tehîyyata yekê ye.

>8. Teşehhuda [tehîyyata] yekê ye.

Ewê ku terka wacibekê ji wacibên nimêjê terk bike, bila ew çi bike?

>Ewê ku bi qesd terk bike, nimêja wî betal dibe û divê ew wê îade bike.

>Ewê ku bi sehw [bêhemdî] terk bike, nimêja wî sehîh e, ewê biçe sicûdên sehwê.

Ya sisêyan; sunnetên nimêjê

>Ji bilî şertên nimêjê, ruknên wê û wacibên wê, her tiştê ku di bara sifetê nimêjê de hatiye vegotin, ew sunnet e; terka wî di sehîhbûna nimêjê de tesîr nake û ji bo terka wî jî sicûda sehwê ne wacib e.

>Sunnetên nimêjê du cure ne. Ew gellek in, hinek ji wan ev in:

Ya yekê: sunnetên qewlî [bi gotinê]

>1. Îstiftah e; ew dûa ye ku berî xwendina Fatîhê tê gotin.

>2. Et-Te‘ewwuz e; ew gotina “Eûzû billahî mîneş-şeytanir-recîm”

>3. Besmele ye; ew gotina “Bismillahîr-rehmanir-rehîm.”

>4. Tişta ku zêdetirî carekê were gotin di tesbîhên rikû û sicûdê ye.

>5. Tişta ku zêdetirî carekê were gotin di gotina “Rebbî îğfir lî” di navbera herdu sicûdan de ye.

>6. Tişta ku zêdetir be li ser gotina “Rebbena welekel hemd” piştî rabûna ji rikûê ye.

>7. Tişta ku ji xwendina fatîhê zêdetir be.

Ya duduyan; sunnetên fiêlî

>Ew gellek in, hinek ji wan ev in:

>1. Rakirina herdu destan e, bi tekbîra îhramê re, li cem rikû, li cem rabûna jê, li cem qiyama reketa sisêyan.

>2. Danîna destê rastê li ser destê çepê ye, di esnaya qiyamê de berî rikû û piştî wê jî.

>3. Nêrîna li cihê sicûdê ye.

>4. Ji hev dûrkirina herdu destan e, ji zik û teniştê di esnaya sicûdê de.

>5. Îftîraş e; ew rûniştin e ku mirov pêyê rastê radike û pêyê çepê radizîne û berê telîyên herduyan jî dide cîhetê qiblê û wisan li ser wan rûdine. Ev awayê rûniştinê di hemû rûniştinên nimêjê de sunnet e, ji bilî teşehhuda dawîyê ji nimêjên ku ji du reketan zêdetir bin.

>6. Tewerruk e; ew rûniştin e ku mirov pêyê xwe yê rastê radike, berê telîyên wî dide cîhetê qiblê û pêyê çepê jî di bin paqên pêyê rastê re derbas dike, li ser cihê rûniştina xwe rûdine û birha xwe berdide ser kemaxa çepê. Ev awayê rûniştinê ji bo teşehhuda dawîyê ji nimêjên ku ji du reketan zêdetir bin.

Îftîraş

Tewerruk