Home /Hec /Pêşgotinên pênasî ji Hecê

Pêşgotinên pênasî ji Hecê


Pêşgotinên pênasî ji Hecê

Mekke
Naveke ji peyva Beke ya Samî çêbûye. Ew bi meneya newal e.

Mekke di tarîxê û halê hazir de

>Navê Mekkê di gotina Xuda Teala: {Bêguman mala pêşî ji bo mirovan hatiye danîn; ewa ku li Bekkê ye, mûbarek e, û ji cîhanîyan re serkehnîya hîdayetê ye.} [Alî Îmran, 96] de bi peyva Bekke hatiye.

>Tarîxa xurt û sağlam ji bo avakirina Mekkê digihîje sedsala nozdehê berî mîladê. Ew jî di serdema mezinên me Îbrahîm û Îsmaîl [silavên Xuda li wan bin] de bûye. Lewra ew herdu mirovên pêşî ne, ku lê bicih bûne.

>Xuda Teala di bara Îbrahîm de dibêje: {Xwedayê me! Min hinek ji zarokên xwe li newaleke bêçandinî, li cem mala te ya bi hurmet bicih kirine. Xwedayê me, da ku bi berdewamî û durustî nimêj bikin, êdî tu jî meyla dilên hinek mirovan bide aliyê wan û ji mêweyan rizq bide wan da ku ew sipasiya te bikin.}[Îbrahîm,37]

>Bi feyz û bereketa dûaya mezinê me Îbrahîm [silavên Xuda lê bin] Ava Zemzemê ji bin pêyên Îsmaîl [silavên Xuda lê bin] herikî, dema av û xwarin ji cem dêya wî Hacer xilas bûbû. Hê ji wê demê ve qebîle û êlan ji bo avê berê xwe dan Mekkê û têde jiyanê dest pê kir.

>Êdî bû ku qebîle û êlan berê xwe dan Mekkê û lê zehf bûn, heta dewr giha Qureyşîyan ji bo hukm lê bikin. Qureyşîyan karûbarê wê îdare kir heta pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] lê xuyabû. Esera mezintirîn di guherandina heyatê de hem li Mekka mûkerrem, hem jî li temamê alemê jî ya wî ye.

>Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] li Mekkê hate şandin, Ke‘be bû qibla mislimanan û Mekke jî bû dergûşa doza îslamê. Lêbelê xelkê wê ji her kesên din bêhtir ji doza îslamê nefret dikir û ehlê îslamê diêşandin. Heta paşê misliman mecbûr bûn hicret bikin, herin Medîna mûnewwer û li wir dewleta îslamê hate avakirin. Paşê pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ji wê vegerîya, hat Mekke azad kir. Ji wê rojê û pê de û heta vê serdema me Mekke bû welatekî mezin yê misliman.

>Mekka mûkerrem, bi taybetî Herema Mekkê îhtîmam û elaqeyeke mezin ji xelîfan û hukmdarên misliman dîtîye. Ew bi pêşvebirin û ferehkirina wê rabûne û ew kirine merkez û navend, ronahîya îslamê ji wê derdikeve û li alemê tevî belav dibe.

Fezîleta Mekkê

1. Ew ji bo yên ku herin navê ewlegeh e

>Lewra Xuda Teala gotiye: (A{Kî, here navê, ewle bûye.} [Al-î Îmran, 97] yanî Herema Mekkî

2. Deccal û Taûn naçin navê

>Ebûhûreyre [Xuda jê razî be] rîwayet dike, dibêje; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: «Medîne û Mekke bi melaîketan hatiye dorpêçkirin. Li ser her neqebeke wê melaîketek heye. Deccal û taûn naçin navê.» (Ehmed ew rîwayet kiriye)

3. Nimêja di Mizgefta Heramê de bi sed hezar nimêj e

>Cabir [Xuda jê razî be] rîwayet dike, dibêje; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: «Nimêjeke di Mizgefta Heramê de ji sed hezar nimêjên di ğeyrên wê de çêtir e.» (Îbnmace ew rîwayet kiriye)

4. Ew, li cem Xuda hezkirîtirîn perçê erdê ye

>Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Ez, bi Xuda kim; tu, çêtirîn erda Xuda yî û li cem Xuda hezkirîtirîn erda Xuda yî!» (Tirmizî ew rîwayet kiriye.)

Mekka mûkerrem

Hukmên xusûsî di bara Mekke û Heremê de

1. Gefeke dijwar heye ji bo mirovê ku têde qesda xirabîyê bike; vêca çi wê bike, çi jî wê neke

>Xuda Teala dibêje: {Kî, têde bi îlhadê bi zulmeke wiha bixwaze ji heqiyê bikeve, emê wî bi ezabekî cansoj bidin teamkirin.} [Hec, 25]

>Îlhad, her mesîyet û bêemrîya Xuda ye.

>Îbnebbas [Xuda jê razî be] rîwayet dike, dibêje; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: «Mirovê ku ji hemû mirovan bêhtir Xuda jê hez nake, sê ne.» Yek ji wan jî «Mûlhidê li Heremê» (Buxarî ew rîwayet kiriye) jimart.

2. Têde şerr û rijandina xwînê heram e

>Xuda Teala dibêje: {Di bîra xwe bînin wê dema me Ke‘be ji bo mirovan kir civîngeh û ewlegeh}[Beqere, 125]

>Kî biçe nav Mekkê, têde ewle dibe. Ji bo vê yekê pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Ji bo yekî ji we ne helal e li Mekkê sîlahê hilgire.» (Mûslim ew rîwayet kiriye)

>Dîsa pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Xuda Mekke mûhterem kiriye; ne însanan ew mûhterem kiriye. Naxwe ji bo yê ku îmanê bi Xuda û roja axretê tîne, ne helal e, ew li wê xwînê birijîne û li wê darê wê jî bibirre»
(Buxarî ew rîwayet kiriye)

Şerr û rijandina xwînê

3. Hatina kafir û mûşrikan ji bo Heremê heram e

>Xuda Teala dibêje: {Gelî yên ku îman anîne! Bi rastî mûşrik bes pîs in. Vêca bila ew piştî vê sala xwe nêzî Mizgefta Heramê nebin ha!} [Tewbe, 28]

>Hem jî pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] li Mînayê ferman kir ku vê îlan bike: «Piştî îsal, yê mûşrik naçe hecê û yê tazî tewafa Beytê nake» (Buxarî ew rîwayet kiriye)

4. Nêçîr, birîna daran û standina male windabûyî li Heremê; -heke ne ji bo yê nas dike be- heram e

>Îbnebbas [Xuda jê razî be] rîwayet dike, dibêje; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: «Xuda Mekke heram kiriye, ew berî min ji ti kesî re helal nebûye û ew piştî min jî ji ti kesî re helal nabe. Ew di saeteke naverojê de ji min re hatiye helalkirin; têde giyayê wê nayê qutkirin, darên wê nayên birrîn, nêçîrên wê nayên tirsandin û malê windabûyê wê nayê wergirtin heke ne ji bo yê ku nas dike be.» (Buxarî ew rîwayet kiriye)

Meşaîrên Hecê

Meşaîrên Hecê
Nîşanên zahir yên ku îbadetê Hecê vediqetîne

1. Erefat e

>Erefat, geljimareya erefê ye. Çima jê re Erefat hatiye gotin? Yan ji ber ku Adem û Hewwa li wir hev nas kirine, yan jî ji ber ku însan li wir sûc û gunehên xwe îtîraf dikin.

>Ew meş‘ereke, li derveyê tixûbê Heremê ye. Ew li başûrê rojhilatê Mizgefta Heramê dikeve, 22 km. jê dûr e. Erda wê 10,4 km çarçikî ye. Hacî di roja bîst û nehê meha Zîl-hiccê de li wir kom dibin.

Erefat

Mizgefta Nemîre

>Nemîre, çîyayeke li rojavayê Mizgeftê ye. Ji ber wî çîyayî ji mizgeftê re jî “Mizgefta Nemîre” hatiye gotin.

>Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] li zikê newala Ûrene peya bû, li wir xutbe xwend û nimêj kir. Di serê serdema Xîlafeta Ebbasî de li zikê newala Ûrene li cihê xutbe û nimêja pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] mizgeft hate avakirin. Di serdema Siûdî de jî ferehkirin û temîrkirina wê pêkhat; heta paşê mesafa wê ji 110 metreyên çargoşe zehftir e. Hacî di roja nehê Zîl-Hiccê de li wê kom dibin.

Mizdefta Nemîre

Mizgefta Sixerat

>Ew li Erefatê, li jêra çîyayê Rehmê li rexê rastê ye, li alîyê ku bi ber çîyê ve hildigere. Li wir zinarên mezin hene. Êvara Erefê pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] li wir weqfe kir. Hacî roja nehê meha Zîl-Hiccê li wir kom dibin.

Mizdefta Sexîrat

Çîyayê Rehmê

>Ew çîyayekî biçûk e, ji ber û kevirên mezin pêktê. Ew 20 km. li rojhilatê Mekkê dikeve. Banê wî rast e, hawîrdora wî 640 metre ye. Hacî roja nehê meha Zîl-Hiccê li ser wî kom dibin.

Çiyayê Rehmeh

2. Mîna

>Çima jê re “Mîna” hatiye gotin? Ji ber ku têde xwîn tê rêhtin. Ew li navbera Mekke û Mûzdelîfê dikeve. Ew 7 km. ji bakurê rojhilatê Mescîdûl Heramê dûr e. Hacîyên ku lezê dikin şevên 11 û 12ê Zîl-Hiccê lê dimînin û hacîyên ku dereng dimînin jî şeva 13 Zîl-Hiccê lê dimînin. Ew meşereke li hundurê tixûbê Heremê ye. Mizdefta Xeyf û hersê Cemre jî li wir in.

Mîna

Cemerat

>Cemerat, geljimareya Cemre ye. Ew ziğurên [kevirkên] biçûk in. Cemreyên hersê Menasîkan li Mînayê ne. Ew Cemra Sûğra, Wusta û Eqebe ye. Ew stûnên kevirî ne, di nîvê sê hewzan de ne. Ew elamet e, ji bo cihê ku Şeytan lê xuyabûbû û mezinê me Îbrahîm [silavên Xuda lê bin] jî kevir avêtinbûnê. Mesafe, di navbera Cemra Eqebê û ya Wusta de 247 metre ye û di navbera ya Wusta û ya Suğra de jî nêzî 200 metreyan e.

Cemra Kubra

Cemra Wusta

Cemra Suğra

Mizdefta Xeyf

>Ew dikeve qûntara başûrê çîyayê Mînayê, nêzîkî Cemra Suğra ye.

Mizdefta Xeyf

3. Mûzdelîfe

>Mûzdelîfe, ciheke di navbera Mîna û Erefê de ye. Hacî piştî wiqûfa xwe li Erefê têde şeva xwe derbas dikin. Meşerûl Heram dikeve nîvê Mûzdelîfê. Ew, ew cih e ku ji hacîyan re mûsteheb e, li cemê rawestin, dûa ji Xuda bikin, zikrê wî bikin û spasîya wî bikin. Ew cihê şev bûrandina hacîyan e, wê dema ew piştî bi ava-çûna tava nehê Zîl-Hiccê ji Erefê peya dibin.

Mûzdelîfe

4. Mizdefta Heramê

Ke‘ba mûşerref

>Ke‘ba mûşerref şeklekî kûpî werdigre.

Hicra Îsmaîl

>Ew beşê bakurî yê Beytê ye. Ewê ku ji tevahîya avahîyê bi îmkanê Qureyşîyan tenê çêbûye. Ji ber ku avahî şamilî ser wî tê, dema wan xwestibû Beytê ava bikin. Wan dîwarekî şekl-kevanî li serê çêkirin ji bo hişyarî pê bidin ku ev perçe jî ji Beytê ye. Ev navêkirin, navlêkirineke gelêrî ye; ne şer’î ye.

Ke‘ba Mûşerref

Hecerê Eswed [berê reş]

>Ew di ruknê başûrî yê Ke‘bê de, li çepê derîyê Ke‘ba Mûşerref e. Ew ji cennetê ye. Berê reş şikestîye, ji bilî heşt kevirkên zehf biçûk wekî xurmeyan tişteke din jê nemaye.

Berê Reş

Ruknê Yemanî,

>ew ruknê başûrê rojavê Ke‘bê ye. Jê re “ruknê yemanî” tê gotin; lewra ew li terefê Yemenê ye. Taybetmendîya ruknê yemanî ev e; ew li ser bingehên pêşîn yên Beytê ye, ewên ku Îbrahîm û Îsmaîl [silavên Xuda li wan bin] ew ava kiribûn.

Ruknê Yemanî

Mûltezem,

>Ew navbera berê reş û derîyê Ke‘bê ye. Miqdarê wê bi qasî du metreyan e. Ew cihê qebûlbûna dûa y e. Sunnet e, mirov li wir dûa bike û herdu dêmên xwe, singa xwe, herdu zendên xwe û herdu mistên xwe jî pêve bike.