Home /Hec /Nisûk û Telbîye

Nisûk û Telbîye


Nisûk

Nisûk di ferhengê de;
Îbadet e.
Nisûk di navlêka fiqhî de;
Ew tişt e ku hacî, yan jî ûmreker dibêje û dike.

Nîyeta nisûkê

>Dema îhramwerger ji şûştina xwe û paqijkirina xwe vala bibe, cilên îhramên xwe li xwe bike û zilam jî cilên dirûtî ji xwe bike, ew ji bo hecê, yan jî ûmrê nîyeta ketina nisûkê dike. Mûsteheb e, ew nîyeta nisûkê ku nîyet kiriye, teleffuz bike û ew li cem qesda ûmrê piştre temettûê ji bo hecê bibêje: “Lebbeyke Xudayê min, ez qesda ûmrê dikim, paşê temettûa hecê dikim” yan jî “Lebbeyke Xudayê min, ez qesda ûmrê dikim” paşê li cem hecê jî bibêje: “Lebbeyke Xudayê min, ez qesda hecê dikim” û ewê mûqarin jî dibêje: “Lebbeyke Xudayê min, ez qesda hecê dikim” ewê mûqarin di navbera hec û ûmrê de jî dibêje: “Lebbeyke Xudayê min, ez qesda hec û ûmrê dikim.”

>Lewra Enes [Xuda jê razî be] rîwayet dike û dibêje: “Min ji pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] bihîst ku digot: «Lebbeyke Xudayê min, ez qesda Hec û ûmrê dikim» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine) Heke ew bi devê xwe tiştekê nebêje jî nîyeta bi dilê wî tenê têra wî dike.

Cureyên nisûkan

1. Temettû’ e:

>Temettû, ew e; mirov di mehên hecê de îhraman ji bo ûmrê li xwe bike, jê vala bibe û ji îhraman derkeve. Paşê di eynî salê de ji bo hecê îhraman li xwe bike. Temettûkar, dema bigihîje Mekkê, ew emelekî ji emelên ûmrê dike, ew jî: Tewaf, Seyî, helq, yan jî teqsîr e. Paşê ew ji îhramên xwe derdikeve û cilên xwe li xwe dike. Dema roja heştê Zîl-Hiccê jî were, ew ji bo hecê îhraman li xwe dike, piştre emelên hecê dike. Li ser wî wacib e, ew ji bo temettûa xwe jî hedîyekî serjêke.

2. Qîran e:

>Qîran ev e; mirov ji bo hec û ûmrê pev re îhraman li xwe bike. Yan jî ji bo ûmrê îhraman li xwe bike, lêbelê paşê berî dest bi tewafa wê bike, hecê jî bixe ser wê. Qarin di îhramên xwe de berdewam dibe; heta emelên hecê jî xilas dike. Lêbelê bi qîrana wî hedîyek li ser wî lazim dibe.

3. Îfrad e:

>Îfrad, ev e; mirov ji bo hecê tenê îhraman li xwe dike. Îfradkar di îhramên xwe de berdewam dibe heta emelên hecê xilas bike. Lêbelê li ser wî ti hedîyek nîn e.

>Nisûka çêtirîn temettû ye. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] bi kirina wê ferman li sehabîyê (Hedîsa Aîşe ye, di Sehîha Mûslim de ye) xwe kiriye. Paşê Qîran e, paşê jî îfrad e.

Ferq di navbera hersê nisûkan de

>Temettû

>Qîran

>Îfrad

>Wesf

>*Ûmre ye, paşê hec e.

>*Ûmre û hec e.

>*Hec tenê ye.

>Îhram

>*Mirov du îhraman li xwe dike, ya yekê; ji bo ûmrê ye. Paşê mirov îhraman ji xwe dike, paşê ji bo hecê dîsa îhraman li xwe dike.

>*Ew ji bo hec û ûmrê careke tenê îhraman li xwe dike.

>*Ew careke tenê ji bo hecê tenê îhraman li xwe dike.

>Telbîye

>*Li cem îhrama yekê, mirov dibêje: “Lebbeyke ez qesda ûmrê dikim.” Paşê mirov li cem îhrama hecê jî dibêje: “Lebbeyke ez ez qesda hecê dikim.” Yan jî mirov dibêje: “Lebbeyke ez qesda ûmrê dikim, ez pê temettûê dikim û hecê jî dikim.”

>*Ew li cem îhram lixwekirinê dibêje: “Lebbeyke, ez hec û ûmrê dikim”.

>*Ew li cem îhramli-xwekirinê dibêje: “Lebbeyke ez hecê dikim.”

>Hedîy

>*Têde hedîyek wacib dibe.

>*Têde hedîyek wacib e.

>*Têde hedîyek ne wacib e.

>Tewaf

>*Têde du tewaf hene. Ya yekê; ji bo ûmrê ye. Ya duduyan; ji bo hecê ye.

>*Têde tewafeke tenê lazim e. Ew jî tewafa hecê ye.

>* Têde tewafeke tenê lazim e. Ew jî tewafa hecê ye.

>Seyî

>*Têde du seyî hene. Ya yekê; ji bo ûmrê ye. Ya duduyan; ji bo hecê ye.

>*Têde seyîyeke tenê heye. Ew jî seyîya hecê ye.

>* Têde seyîyeke tenê heye. Ew jî seyîya hecê ye.

Telbîye

Telbîye;
Gotina îhramwergir e: “Ferman bike Xudayê min, ferman bike. Ferman bike, ti şirîkê te nîn in, ferman bike. Hemd, nîmet û milk her ji te re ne, ti şirîkê te nîn in.”

>Lewra hedîsa Îbnûmer [Xuda jê razî be] heye, dide nîşan ku telbîya pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] jî her wisan bûye.

>Meneya «LEbbeyke Ellahumme lebbeyke» (Mûttefequn eleyh [Buxarî û Mûslim ew rîwayet kirine]) Ez her bersiva te didim û li ber fermana te amade me.

>Telbîye, di nav xwe de pesnên Xuda, spasîya wî, bersivdana fermana wî, îzharkirina yekdêrîna wî û beraeta ji şirkê, dihewîne.

Hukmê Telbîyê

>Telbîye sunnet e. Mêr wê bi dengê bilind dibêjin û jin jî ji tirsa fitnê wê bi dengê nizm dibêjin.

Wextê telbîyê û cihên wê

>Îhram ergir di piştî îhram lixwekirinê de dest bi gotina telbîyê dike û ew di rêya xwe de jî wê zehf zehf dibêje.

>Ew di gellek cihan de mûekked [gotina wê zehf baş] e. Hinek ji wan cihan jî ev in:

>Dema ew hilgere ser cihên bilind, yan xwe berde newalekê, yan nimêja ferz eda bike, yan şev berê xwe bide û were, yan jî naveroj berê xwe bide û were.

>Îhramwergir di ûmrê de dema Beytê bibîne û berê reş îstîlam bike, telbîya xwe qut dike; di hecê de jî dema ew roja îdê dest bi remîya Cemra Eqebê dike, telbîya xwe qut dike.