Home /Nimêjê /Nimêja herdu îdan

Nimêja herdu îdan


Nimêja herdu îdan

Xuyahîyên îdê

>Îdên mislimanan du îd in: Îda fitrê, piştî meha Remezanê û îda edha [qurbanê] piştî roja Erefê ye. Xuda ew herdu îd di şûna îdên cahilîyetê û hemû îdên peydakirî de dane me.

>Lewra ji Enes kurê Malik [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; ji bo ehlê cahilîyetê di her salê de du roj hebûn, ew di wan de dileyistin. Çi dema pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] hate Medînê, got: «Du rojên we hebûn, hûn di wan de dileyistin. Xuda di şûna wan de du rojên ji wan çêtir: Roja fitrê û roja edhayê dane wan.»
(Nesaî rîwayet kiriye)

>Pîrozkirin, yan jî beşdarbûna di cejnên kafiran de ne durust e. Lewra ew eşkeretirîn nîşanên olî û bariztirîn şerîet û rêbazên ola wan e.

>Lewra Xuda Teala dibêje: {Di şûna heqiya ku ji te re hatiye de nede dûv hewesên wan. Me, ji her yekî ji we re şerî‘et û rêbazek daniye.} [Maîde, 48]

>Xuda di herdu îdan de nimêjek meşrû kiriye jê re nimêja îdê tê gotin. Ew ji mûhîmtirîn xuyahîyên wê ne.

Hukmê nimêja îdê

>Nimêja îdê ferzûl kîfayet e. Dema hinek mirovên ku têra wê dikin pê rabin, guneh ji ser yên mayî radibe. Çendan fermana bi kirina wê mûekked be jî lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] bi edakirina wê ferman kiriye; heta ferman kiriye ku ji bo edakirina wê jin û biçûk û mezin jî werin deranîn; heta jinên di heyzan de jî çendan ew nimêj nekin jî. Ev jî ji ber fezîleta wê û bi kirp rawestina li serê ye. Delîla ferzîyeta wê jî ev in:

>1. Gotina Xuda Teala ye: {Vêca ji Xudayê xwe re nimêj bike û qurbanê serjêke.} [Kewser, 2]

>2. Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ferman bi edakirina wê kiriye, heta fermana jinan jî bi edakirina wê kiriye.

>Lewra ji Ummû-etîyye [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; «Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ferman li me kir ku em di îda fitr û qurbanê de keçên nû-gihayî, yên di heyzan de û keçên di goşeyên xwe de jî derxînin. Herçî yên di heyzan de bûn, wan xwe ji nimêjê dûr dikir û hazirî xêr û gazîya mislimanan dibûn.» (Buxarî rîwayet kiriye)

Wextê nimêja herdu îdan

>Wextê nimêja îdê, bi nêrîna çavan; ji bilindbûna tavê miqdarê rimekê heta zewala wê ye. Miqdarê rimekê; çaryeka saetekê ye, piştî derketina tavê.

>Sunnet e, mirov nimêja îda qurbanê zû bike ji bo wext têra serjêkirina qurbanê bike. Sunnet e, mirov nimêja îda fitrê jî dereng bike ji bo wext têra derxistina zekata fitrê bike.

Sifetê nimêja herdu îdan

>Nimêja herdu îdan du reket e, bê ezan û qamet e, îmam têde qîraetê bi eşkerehî dixwîne. Ew wiha tê edakirin:

>1. Mirov di reketa yekê de piştî tekbîra ihram û îstiftahê û pêşîya eûzû û xwendinê heft tekbîran dide.

>2. Mirov eûzû û besmelê dibêje û dest bi xwendina fatîhê û sûretekî piştî wê dike. Sunnet e, mirov di reketa yekê de piştî fatîhê sûretê Ela û di reketa duduyan de jî piştî fatîhê sûretê Qemer bixwîne.

>3. Mirov di reketa duduyan de jî piştî tekbîra întîqalê pênc tekbîran dide. Ya sehîh, mirov bi her tekbîrekê re destên xwe ranake.

>4. Mirov di navbera tekbîran de hemdê Xuda dike, pesnê wî dide û selewatan li ser pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] dide.

>5. Dema îmam ji nimêjê selam bide, hildigere ser mînberê, du xutbeyan dixwîne û di navbera herdu xutbeyan de jî bi rûniştineke sivik rûdine.

>6. Xutbexwên di herdu xutbeyên îdê de li ser mijara mûnasibê halê wê radiweste û di herdu xutbeyên îda qurbanê de jî li ser hukmê qurbanê û mijarên mûnasibî meqamê wî radiweste.

Cihê nimêja herdu îdan

>Sunnet e, nimêja herdu îdan li nimêjgehê were edakirin; ne li mizgeftê. Lêbelê heke îhtiyac pê hebe, di mizgeftê de jî ğem nake.

Mûstehebên nimêja herdu îdan

>1. Mûsteheb e, mirov xwe bi cilên xwe yên sipehî xweşik bike. Lêbelê bila jin bêyî xwe sipehîkirin û bêhna xweş li xwe dayîn biçin nimêja îdê.

>2. Bila memûmî pêşwext hazir bibe û di sefên pêşîn de cihê xwe bigre.

>Heke ev mûmkin be, bila mirov bi meşa li ser pêyan di rêyekê de biçe nimêjgehê û di rêyeke din de jî vegere male.

>3. Lewra ji Cabir [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; «dema roja îdê bû, pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] rêya xwe diguherand.» (Buxarî rîwayet kiriye)

>4. Berî mirov derkeve here nimêja îda fitrê, bila mirov hinek xurmeyan bixwe û bila hijmara wan jî ket be [bila sê, yan jî pênc bin], bila mirov di îda qurbanê de jî tiştekê nexwe heta ji nimêjê venegere.

>5. Mûsteheb e, îmam nimêja îda fitrê dereng bixe; ji bo misliman bikare zekata fitrê bide û wê bigihîne mûsteheqên wê; bila nimêja îda qurbanê jî zû eda bike.

Hinek hukmên herdu îdan

>1. Berî nimêja îdê û piştî wê jî kirina sunnetan di cihê wê de mekrûh e; lêbelê heke ew di mizgeftê de were edakirin, hingê mirov li cem çûna mizgeftê tehîyyetûl mescidê eda dike.

>2. Ji bo mirovê nimêja îdê lê çûbe, yan jî hinek jê lê çûbe, sunnet e, ew wê bi sifetê wê qeza bike; yanî ewê du reket nimêj bi tekbîrên wê eda bike û ewa ku lê çûbe jî, ewê wê bi sifetê wê, wê temam bike.

>3. Mirov dê tekbîran bide. Tekbîr bi peyva: “Ellahû ekber, Ellahû ekber, la îlahe îllellah, wellahû ekber, Ellahû ekber, welîllahîl hemd” dibe. Her wiha bi vê peyvê jî: “Ellahû ekber, Ellahû ekber, Ellahû ekber kebîren” dibe.

>4. Ji bo mêran deng bilindkirina bi tekbîran sunnet e. Herçî jin in, ewê dengê xwe bi tekbîran nizm bikin; lewra ferman li jinan hatiye kirin ku ew dengê xwe nizm bikin.

>5. Tekbîr, di îda fitrê de ji fecra roja îdê heta derketina îmam ji bo nimêjê dest pê dike. Tekbîr, di îda qurbanê de ji sibeha roja Erefê dest pê dike heta dawîya rojên teşrîqan [roja sêzdehan] berdewam dibe. Mirov di rêya çûna nimêjgehê de û di esnaya rûniştina têde jî tekbîran dide heta îmam hazir bibe, mirov di piştî nimêjên ferz yên ku bi cemaetî tên edakirin de, di bazaran û malan û ğeyrên wan de jî tekbîran didin.

Tewcîhat û areste

>1. Mûsteheb e, misliman îdê li hev pîroz bikin. Bila ji hev re bibêjin; “Xuda wê ji me û ji te qebûl bike.”

>2. Mûsteheb e, mirov bi îdê keyfxweş bibin, vê keyfxweşîya îzhar bikin û misliman îdê li xizmên xwe, li hezkirîyên xwe, li dostên xwe û birayên xwe yên misliman pîroz bike.

>3. Îd firsend e, divê mirov wê di gihandina têkilîyên qut yên xwedîtîyê û lihevanîna mirovên nelihev de binirxîne.

>4. Di îdê de zîyareta qebran ne meşrû ye; lêbelê ew ji bo keyfxweşî û şadmanîya ku di îdê de heye, mûxalif e.

>5. Di herdu îdan de meşrû ye ku mirov li ser malbata xwe hem di cilan de, hem di cihûwar de hem jî di şadkirina wan mesrefê bike. Lewra herdu îd rojên keyfxweşî, dilşadî û rûkenîyê ne.

>Lewra Xuda Teala dibêje: {Bibêje: Ew bes, bi kerem û rehma Ellah e. Vêca bila ew bi wê keyfxweş bibin. Ew, ji wî malê ku dicivînin hîn çêtir e.} [Yûnûs, 58]

>6. Ne durust e, di îdan de keyfxweşîya mislimanan tiştên dijberên hînkarîyên îslamê û edebên wê di nav xwe de bigre. Wek nimûne; bila misliman xwe ji tevlîhevbûna mêr û jinan, lixwebirina nimêjan, leystikên heram, guhdarîkirina li stranan û heramên wekî van dûr bigre.