Home /Nimêjê /Nimêja xwedan uzran

Nimêja xwedan uzran


Uzr
Nexweşî, sefer/rêwîtî, tirs

1.Nimêja nexweşî

>Nexweş, bi qasî karibe divê nimêja xwe eda bike. Heke ew wekî mirovê tendurust û sağlem dikare nimêja xwe eda bike, divê ew wê eda bike. Heke ew wê nikaribe, ewê bi qasî jê tê, wê bike. Divê nexweş jipêya nimêj bike, heke karibe jipêya bike. Heke ew nikaribe jipêya bike, ewê rûniştî nimêj bike. Heke ew nikaribe rûniştî nimêj bike, ewê li ser tenişta xwe nimêj bike û berê rûyê wî dê li qiblê be. Heke ew nikaribe li ser tenişta xwe nimêj bike, ewê li ser pişta xwe nimêj bike û heke jê re hêsan be, berê lingên wî dê li qiblê be. Heke ew vê jî nikaribe, ewê li gorî rewşa xwe nimêj bike.

>Delîla vê jî ev gotina Xuda [ezzewecelle] ye: {Heta hûn karibin xwe ji hêrsa Ellah biparêzin.} [Teğabun, 16]

>Hem jî delîla wê ev gotina pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ye: «Jipêya nimêj bike. Heke tu nikaribî rûniştî nimêj bike, heke tu nikaribî li ser teniştê nimêj bike.» (Buxarî rîwayet kiriye)

Hinek ji hukmên nimêja nexweşî

>1. Dema nexwe rûniştî nimêj bike û karibe biçe sicûdê, sicûd li ser wî wacib e.

>2. Dema ew rûniştî nimêj bike û nikaribe biçe sicûdê, ewê bi bedena xwe rikû û sicûdê îşaret bike û sicûda wî dê ji rikûa wî nizmtir be. Heke îşaretkirina bi bedena wî jê re zehmet be, ewê bi serê xwe îşaret bike. Her wiha dema ew li ser pişta xwe jî nimêj bike, ewê bi serê xwe îşaret bike.

>3. Dema desmêjgirtin ji bo her nimêjê ji nexweşî re zehmet be, yan jî nimêj di wextên wan de jê re zehmet bin, jê re cema [bi hev re kirina] nîvro û esrê û meğrib û eşayê di wextê pêşîn de, yan jî di wextê duduyan de -kîjan jê re hêsan be- heye.

>4. Bi ti awayan nimêj ji ser nexweşî nakeve; heta eqlê wî li serê wî be. Naxwe ji nexweşî re ne sipehî ye, ew bi behaneya nexweşîyê sistahîyê di bara nimêja xwe de bike. Heta ew karibe bila bide xwe ji bo nimêja xwe eda bike.

>5. Dema nexweş çend rojan ji xwe biçe û paşê bi hişê xwe were, ewê bi qasî karibe dema bi hişê xwe hat, nimêj bike û qezakirina wan nimêjên ku di halê jixweçûna wî de lê çûbûn jî li ser wî ne wacib e. Lêbelê heke jixweçûna wî hindik be wek nimûne; her wekî rojekê, yan du rojan be, hingê kengê jê re hêsan bibe, divê ew wan qeza bike.

1

2

4

3

2.Nimêja mûsafirî/rêwîyî

>Ji mûsafirî/rêwîyî re meşrû ye ku ew nimêjên xwe yên çar-reketî [nîvro, esr û eşayê] bi du reketî kurt bike. Lewra Xuda [ezzewecelle] gotiye: {Dema hûn li erdê derkevin rêwîtiyê û hûn endîşe bikin ku kafir dê zerarê bidin we hingê, ti guneh ji we re nîn e ku hûn, hindek nimêjan bi kurtî bikin. Bi rastî kafir, ji bo we neyarne eşkere ne} [Nîsa, 101]

>Hem jî ji Enes kurê Malik [Xuda jê razî be] sabit bûye, gotiye; «Em bi pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] re ji Medînê derketin û diçûn Mekkê, heta em vegerîyan wî li pêşîya me nimêj bi du-reketî dikirin.» (Nesaî rîwayet kiriye)

Meqsûd ji seferê/rêwîtîyê

>Li gorî urfa mirovan ji çi re “sefer” were gotin, ew sefer e, têde nimêj tê kurtkirin.

Kurtkirina nimêjê

>1. Ji bo mûsafirî piştî ew cih û warê welatê xwe yê ku lê dimîne bicih bihêle, hingê kurtkirina nimêjê dest pê dike. Li cih û warê îqametgeha wî jê re kurtkirina nimêjê ne durust e. Lewra sabit nebûye ku pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] nimêj kurt kiribe; heta ew derneketibe seferê.

>2. Dema mûsafir bigihîje welatekî û bixwaze çar rojan yan hîn zêdetir lê bimîne, divê ew nimêja xwe bi temamî eda bike. Lêbelê heke ew ji çar rojan kêmtir nîyeta îqametê li wî welatî bike, jê re kurtkirina nimêjê durust e. Heke ew nîyeta îqameteke mûeyyen neke lê jê re hinek armanc hebin, kengê ew xilas bibe, ewê vegere welatê xwe, evê ha heta vegere cih û warê xwe jî jê re kurtkirina nimêjê durust e; çendan ew mayîna wî li wir ji çar rojan zêdetir be jî.

>3. Dema mûsafir li pey îmamekî mûqîm [ne rêwî] nimêj bike, divê ew nimêja xwe temam bike; çendan ji reketeke tenê pê ve jî negihabe wî.

>4. Dema mûqîm [ne rêwî] li pey mûsafirekî ku bi kurtînî nimêja xwe eda dike, nimêj bike, hingê divê ew piştî selam-dayîna îmamê xwe, nimêja xwe temam bike.

Cem‘a [bi hev re kirina] du nimêjan

>1. Ji mûsafir û nexweşî re cema [bi hev re kirina] nîvro û esrê di wextê yekê ji wan de û meğrib û eşayê jî di wextê yekê ji wan de durust e. Vêca dema ew wan di wextê nimêja pêşî de cem bike, ew dibe cemû-teqdîm, dema ew wan di wextê nimêja duduyan de cem bike, ew dibe cemû-texîr.

>2. Ji bo mirovê ku li mizgeftê nimêj dike cem‘a nimêjê durust e; ji bo hatina baranê ku bi sedem wê zehmetî û tengasî jê re çêbibe. Lêbelê ewên kul i mala xwe nimêj dikin her wekî jinan, ruxseta cem‘ê [bi hev re kirinê] ji wan re ne durust e.

>3. Ne lazim e ku cem û qesr [kurtkirin] bi hev re bin. Dibe ku mirov cem û qesrê bike û dibe ku mirov cem bike û qesrê neke.

Nimêja mûsafir di otobûsê de

1.Dema ew nimêj nafîle be:

>Ew bi uzr û bê uzr jî her sehîh e. Lewra sabit bûye ku «Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] li ser heywana xwe; berê wê biketa kuderê jî nimêja nafîle dikir.» (Buxarî rîwayet kiriye)

2. Dema ew nimêja ferz be:

>Dema ew ji bo nimêjê nikaribe li ser erdê peya bibe, yan jî dema ew peya bibe jî, ewê nikaribe siwar bibe, yan jî ew ji dijminekî bitirse û ev di rewşên wekî van de, nimêj [di otobûsê de] sehîh e. Ji vê re jî çendîn awa hene. Hinek ji wan ev in:

>a- Ew dikare berê xwe bide qiblê û ew dikare biçe rikû û sicûdê jî, her wekî dema ew gemîyê de be, divê ew nimêja xwe bi awayê wê yê adetî eda bike. Lewra ew dikare wê bike.

>b- Ew dikare berê xwe bide qiblê lêbelê nikare biçe rikû û sicûdê, hinge li cem tekbîra îhramê divê ew berê xwe bide qiblê, paşê otobûs berê wî bide kîjan alîyî ewê nimêj bike û ewê jib o rikû û sicûdê jî îşaret bike.

3. Nimêja [Xewfê] Tirsê

>Nimêja tirsê di her şerrê mûbah de hem li hederê [malê], hem jî li seferê meşrû û rewa ye. Hem kitêb hem jî sunnet meşrûîyeta wê nîşan didin:

>1- Ji kitêbê [Qur’anê] ev ayet wê rewa nîşan dide. Lewra Xuda [ezzewecelle] dibêje: {Dema tu li nav wan bî, tu li pêşiya wan nimêj bikî, bila grûbek ji wan digel te rabe nimêj bike, bila ew çekên xwe jî wergirin. Dema herin sicûdê, herdu sicûdên xwe ji qama pêşî qedandin, bila bi lez qama duduyan xweser biqedînin û biçine paş we; pasevanîyê bikin. Bila grûba din ya ku nimêj nekiribûn jî, were û bi te re qamekê nimêj bike. [bila qama din jî xweser bike] Bila ew jî rahêjin çekên xwe û tedbîra xwe bistînin.} [Nîsa, 102]

>2- Ji sunnetê jî kirina pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ye. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ew bi sehabîyên xwe re kiriye û sehabîyên wî jî [Xuda ji wan razî be] piştî wî ew kirine.

Sifetê nimêja tirsê

>Bandora tirsê li ser hijmara reketan nîn e. Heke ew li hederê [malê] be, nimêj bi awayê xwe yê normal tê edakirin. Heke ew li seferê [rêwîtîyê] be, nimêj bi qesrê [kurtînî] tê edakirin. Lêbelê awayê wê cuda ye. Di bara awa û sifetê wê de jî çendîn awa hatine, hemû jî durust in.

>Ew tirsa ku vê nimêjê îcab dike jî ji du haletan xalî nabe:

Haletê yekê; haletê tirsa ji êrîşkirina dijmin e:

>Ewê nimêjê bi awayekê ji wan awayên ku ji pêğemberê we [dirûd û silavên Xuda lê bin] hatine, eda bike. Meşhûrtirîna wan, ev e, ya ku di hedîsa Sehl kurê Ebûhesme [Xuda jê razî be] hatiye; «Ew awa jî wiha ye: Îmam wan dixe du taîfe [kom], taîfeyek li pêşberî dijmin radiweste û pasevanîyê dike. Taîfeya din jî pê re reketek nimêj dike. Dema îmam rabe reketa duduyan, ew nîyeta mûfareqetê [jê veqetînê] dike, ji xwe re nimêja xwe temam dike, selam dide, paşê jî ew ji bo pasevanîyê diçe pêşberî dijmin. Taîfeya pêşîn jî tê, ew bi îmam re reketa duduyan nimêj dike. Dema îmam ji bo tehîyyatê rûne, ew radibin, ji xwe re nimêja xwe temam dikin û îmam jî çavnêrîya wan dike. Dema ew rûnin û tehîyyatê bixwînin, ew bi wan re selam dide.» (Buxarî rîwayet kiriye)

>Ev awa, dema nimêj li seferê be, yan jî li hederê [malê] be; ew di nimêja fecrê de dibe. Lêbelê dema ew li cih û warê xwe be, yan jî di meğrîbê de be, ewê bi taîfeya yekê re du reketan nimêj bike. Paşê ew taîfe nîyeta mûfareqeta [jê veqetînê] wî dike, ew ji xwe re reketa mayî temam dike û selam dide. Paşê ew diçe. Taîfeya duduyan tê, îmam reketa mayî bi wan re nimêj dike. Paşê ew nîyeta mûfareqetê [jê veqetînê] jê dike; dema ew ji bo tehîyyata dawiyê rûne, ewê ji xwe re nimêja xwe temam bike û îmam çavnêrîya wan dike, heta dema ew ji bo tehîyyata dawiyê rûnin, ewê bi wan re selam bide.

Haletê duduyan; tirs dijwar dibe, ew nikarin bi awayê wê yê ku hatî, nimêj bikin:

>Di vî halî de ew peya û siwar berê xwe didin qiblê û nimêj dikin, heke karibin, heke na, bi kîjan rexî ve be, ewê berê xwe bidinê û wisan nimêj bikin. Wekî ku Îbnûmer [Xuda jê razî be] gotiye; «Dema tirs ji vê dijwartir bibe, hingê ewê jipêya, peya li ser lingên xwe, yan jî siwar ber li qiblê, yan jî ber li ğeyrê qiblê nimêj bikin» (Buxarî rîwayet kiriye)

>Ewê ji bo rikû û sicûdê îşaret bikin, ewê hem bimeşe û nimêj bike, yan jî ewê li gorî halê xwe li firoka xwe yan jî li tenka xwe siwar bibe û nimêj bike. Her wekî di rabûna cengê û dijwarîya şerrî de, yan jî ğeyrê vê de, ew halê ku mirov nikare nimêjê bi awayê wê yê normal eda bike. Ev gotina Xuda [ezzewecelle] wê nîşan dide: {Heke hûn bitirsin, çi peya bin, çi jî siwar bin nimêj bikin.} [Beqere, 239]

Ew di firokê de nimêj dike

Ew di gemîyê de nimêj dike

Ew di tenkê de nimêj dike

Hêsanbûna şerîetê

>Mûsamehekarî, hêsankarî û rakirina tengasîyê ji giringtirîn taybetmendîyên şerîeta îslamê ne, ku wê ji şerîet û nîzamên din vediqetînin. Ev di şerîetê de qaîdeyekî gelemper e: “Zehmetî hêsankarîyê bi alîyê xwe ve dikişîne.”