Home /Nimêja tetew‘î

Nimêja tetew‘î


Nimêja tetewi‘ê
Nimêja meşrû, ya ne wacib

Fezileta nimêja tetewi‘ê

>1. Nimêja tetewi‘ê dibe sebeb ku Xuda pê ji evdê xwe hez bike. Lewra di hedîsa qudsî de hatiye ku Xuda Teala dibêje: «Evdê min bi nafîleyan her xwe nêzî min dike, heta ez jê bikim. Dema ez jê hez bikim jî ez dibim ew guhê wî yê ku ew pê dibihîze, ez dibim ew cave wî yê ku ew pê dibîne, ez dibim ew destê wî yê ku ew pê werdigre, ez dibim ew lingê wî yê ku ew pê dimeşe, heke ew ji min bixwaze ezê bidim wî û heke ew xwe bi min biparêze, ezê wî biparêzim» (Buxarî rîwayet kiriye)

>2. Nimêja tetewi‘ê kêmasîya ferzan tije dike. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Însan, roja qiyametê ji karên xwe pêşî hesabê nimêjê ji wan tê pirsîn. Xudayê me ezzewecelle ji melaîketan -ji xwe ew ji wan bêhtir pê dizane- re dibêje; «li nimêja evdê min binêrin, gelo wî ew temam kiriye, yan jî ew kêm kiriye?» Heke wî ew temam be, jê re temam tê nivîsîn. Heke wî tiştek jê kêm kiribe, ji wan re dibêje; «binêrin ka ji evdê min re tetewi‘î hene?» Heke jê re tetewi‘î hebin, ji wan re dibêje; «ji evdê min re ferza wî ji tetewi‘ê wî temam bikin» Paşê kar li ser wê tên wergirtin.» (Ebûdawud rîwayet kiriye)

Nimêja tetewi‘î li malê çêtir e

>Nimêja tetewi‘ê li malan ji mizgeftan çêtir e. Lêbelê ew tetewi‘ên ku di wan de bi cemaetî meşrû be, her wekî terawîhan di remezanê de, ew li mizgeftan ji male çêtir e. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Çêtirîn nimêja mirov, ya li mala mirov e, lêbelê ya ferz na!» (Buxarî rîwayet kiriye).

Cureyên nimêja tetewi‘ê

>Gellek cureyên tetewi‘an hene. Mûhîmtirînê wan ev in:

Ya yekê; sunnetên rewatib in (Rewatib; geljimareya ratib e. Ew, tişta sabit û daîmî ye)

>Ew sunnet in ku bi ferzan re tên edakirin. Ew sunnet mûekked in. Temamê sunnetên rewatib deh yan jî diwazdeh reket in. Ew jî ev in:

>- Du reket berî nimêja fecrê hene.

>- Du reket yan jî çar reket berî nimêja nîvro û du reket jî piştî wê hene.

>- Du reket piştî meğribê hene.

>- Du reket piştî eşayê hene.

>Lewra ji Îbnûmer [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; «Min deh reket ji pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] girtine. Du reket berî nîvro û du reket piştî wê, du reket piştî meğribê li mala wî û du reket piştî eşayê li mala wî û du reket berî nimêja sibehê.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

>Rîwayeteke wekî vê ji Aîşe [Xuda jê razî be] jî sabit bûye. Lêbelê wê berî nîvroyê behsa çar reketan kiriye. (Mûslim rîwayet kiriye)

Sunnetên piştî nimêjê:
Nimêjên ferz:
Sunnetên berî nimêjê

>ــــــــــ

>Fecr,

>Du reket

>Du reket

>Nîvro,

>û çar reket in

>ــــــــــ

>Esr,

>ــــــــــ

>Du reket

>Meğrib,

>ــــــــــ

>Du reket

>Eşa.

>ــــــــــ

>Çêtirîn sunnetên rewatib yên ku pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] hem li malê hem jî li seferê li ser kirina wan dewam kiriye, herdu reketên fecrê ne. Lewra hedîsa Aîşe [Xuda jê razî be] heye, dibêje: «Bi qasî ku pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] li ser herdu reketên fecrê bi israr bû, li ser ti nafîleyên din ewqas ne bi israr bû.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

>Sunnet e, mirov wan sivik bike, lê bêyî nuqsankirina wacibên wan. Lewra ji Aîşe [Xuda jê razî be] sabit bûye, gotiye; «Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] herdu reketên berî fecrê ewqas sivik dikirin heta min ji xwe re digot, gelo wî maka kitêbê [fatîhe] xwend?»
(Buxarî rîwayet kiriye)

>Qezakirina sunneta fecrê jî durust e:

>1. Piştî nimêja fecrê, heke wî ew nekiribe. Lewra ji Qeys kurê Emr sabit bûye, gotiye; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] zilamek dît, wî piştî nimêja fecrê du reket nimêj dikir. Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] jê re got: «Nimêja sibehê du reket e.» (Ebûdawud rîwayet kiriye) wî zilamî got; min herdu reketên berî wê nekiribûn, mine w vêga kirin. Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] tiştek jê re negot.

>2. Piştî derketina tavê, lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye; «kî herdu reketên fecrê nekiribin, piştî tav derkeve bila wan bike.» (Tirmizî rîwayet kiriye)

Ya diduyan; nimêja witrê

Hukmê witrê û fezîleta wê

>Witr, sunneteke mûekked e. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Xuda witr [kit] e. Ew ji witrê hez dike. Gelî ehlê Qur’anê! Naxwe hûn jî witran bikin.» (Ebûdawud rîwayet kiriye)

>Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] hem li malê hem jî li seferê li ser witrê miqate bû.

Sifetê witrê

>1. Hindiktirîn witr, yek reket e. Pirrtirîn witr jî yazdeh, yan jî sêzdeh reket e. Mirov wan du reket, du reket eda dike, paşê bi reketeke tenê jî witr nimêj dike.

>2. Hindiktirînê kemala wan sê reket e. Mirov du reket nimêj dike, paşê selam dide, paştir reketeke din nimêj dike û selam dide. Mirov dikare wan bi hev û din ve bi tehîyyateke tenê nimêj bike. Mûsteheb e, mirov di reketa yekê de piştî fatîhê sûretê ‘ela û di reketa duduyan de piştî fatîhê sûretê Kafîrûn û di reketa sisêyan de jî sûretê Îxlas bixwîne.

>Lewra ji Ubeyy kurê Ke‘b [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; «Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] di reketa yekê ya witran de “Sebîhîsme Rebbîkel ela”, di reketa duduyan de “Qulya eyyûhel Kafîrûn” û di reketa sisêyan de jî “Qul huw-ellahû ehed” dixwend.» (Nesaî rîwayet kiriye)

Hinek mesele

>- Fezîleta çar reketên piştî nîvroyê sabit bûye. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Kî berî nîvro çar reket û piştî wê jî çar reket nimêj bike, Xuda wî li êgir heram dike.» (Ebûdawud rîwayet kiriye)

>- Çar reket sunnet berî esrê jî ne mûekked in, lê mûsteheb in. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye; «Rehma Xuda li wî kesî be ku berî esrê çar reket nimêj bike.» (Ebûdawud rîwayet kiriye)

>- Sunnetên ne mûekked berî esr, meğrib û eşayê jî hene. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] sê caran gotiye; «Di navbera herdu ezanan [bang û qametê] de nimêjek heye. Di cara sisêyan de jî got: Ji bo yê ku bixwaze.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine) Ji herdu ezanan meqsûd; bang û qamet e.

>- Qezakirina sunnetan di wextên kîrahetê de jî caiz e; dema mirov bi xewê, yan jî bi jibîrkirinê ji wan meşğûl bibe. Lewra sabit bûye ku pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ji wan meşğûl bûbû, sunnetên xwe yên piştî nîvro piştî nimêja esrê kirine.

Wextê witrê

>Ji piştî nimêja eşayê heta bi vedana fecrê ye. Edakirina wê di sêyeka dawî ya şevê çêtir e. Lewra hedîsa Cabir heye, dibêje; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Kî bitirse ku ew dawiya şevê ranebe, bila di serê wê de witran bike.» (Mûslim rîwayet kiriye)

>Ew careke din jî witran nake. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Di şevekê de du witr nîn in.» (Ebûdawud rîwayet kiriye) «Kî, hêvîya wî hebe ku ew di dawîyê de rabe, bila di dawiya şevê de witran bike. Lewra nimêja dawîya şevê jê re şahid hene, ew jî çêtir e.»
(Mûslim rîwayet kiriye)

Dûa di witrê de

>Dûa di witrê de di reketa paşîyê de berî rikûê (Ebûdawud rîwayet kiriye) yan jî piştî rabûna jê (Buxarî rîwayet kiriye) meşrû ye. Mirov destên xwe radike û bi dûayên ku hatine, dûa dike. Yek ji wan dûayan ev e: «Xudayê min! Min di nav mirovên ku te ew hîdayet kirin de, hîdayet bike, di nav yên ku tee w tendurust kirin de min tendurust bike, tu di nav yên ku te xwedîtî li wan kiriye de xwedîtîyê li min bike, ji min re bereketê bixe nav tiştên ku te ew dane min, min ji xirabîya ku te hukm lê birrîye, biparêze. Lewra tu hukm dibirrî û hukm lit e nayê birrîn. Bêguman ew mirovê ku tu xwedîtîyê lê bikî, reben nabe û yê ku tu dijminahîya wî bikî, ew ezîz nabe. Xudayê me! Tu pîroz û bilind î.» (Tirmizî rîwayet kiriye)

>Îmam dê qunûtê bixwîne û memûmîyên li pey wî jî di dûayan de; ne sena û pesnên Xuda de, amîn bibêjin. Pesn û sena wekî vê cumlê ye: “Bêguman tu bi heqiyê hukm dikî” li vir, memûmî huş dibin.

Hinek mesele

>1. Sunnet e, mirov piştî nimêja witrê sê caran bibêje: “Subhanel Melîkîl Quddûs” (Ehmed rîwayet kiriye) [Ez xwedîyê pak ji hemû kêmasîyan pak didêrim] ew dengê xwe dirêj dike û ewê di cara sisêyan de jî bilind bike.

>2. Ne rewa ye, mirov di piştî dûayê de, ne di witrê de, ne di ğeyrê wê de jî bi destê xwe rûyê xwe bimale. Lewra ev yek ji pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] nehatiye.

>3. Qunût di dirêjahîya salê tevî de durust e; ew ne xasê nîvê paşî yê remezanê ye. Qunût di temamê ferzan de, li cem hatina felaket û karesatan di temamê nimêjan de mûsteheb e.

>4. Dûaya xetima Qur’anê di nimêjê de ne rewa ye.

Qezakirina witrê di naverojê de

>Qezakirina witrê di naverojê de rewa ye û ew cot tê qezakirin. Lewra ji Aîşe [Xuda jê razî be] sabit bûye ku dema ji ber êşê û dîgerên wê nimêja şevê li pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] diçû, wî di naverojê de ew diwazdeh reket nimêj dikirin. (Mûslim rîwayet kiriye)

Ya sisêyan; nimêja terawîhan

>Terawîhan; nimêja şevê ye di remezanê ye. Çima jê re “terawîh” hatiye gotin? Lewra wan ji bo dirêjbûna nimêjê têde xwe di navbera çar reketan de rehet dikirin.

Fezîleta nimêja terawîhan

>Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] dibêje: «Kî bi îman pêanîn û sewaba wê li cem Xuda hesab kirin remezanê sağ bike, gunehên wî yên bûrî jê re tên efûkirin.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

Hukmê Nimêja Terawîhan

>Terawîh, sunneteke mûekked e, pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ew di meha Remezana mûbarek de meşrû kiriye. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] çend şevan ew nimêj bi sehabîyên xwe re kiribû, paşê ji tirsa ku ew li ser wan ferz bibe, terk kiribû. Sehabîyên wî jî [Xuda ji wan razî be] piştî wî [dirûd û silavên Xuda lê bin] ew nimêj kirine.

Hijmara reketên nimêja terawîhan

>Ya çêtir di terawîhan de yazdeh reket e. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] bi pirranî ew nimêj yazdeh reket kiriye. Hem jî gotina Aîşe [Xuda jê razî be] heye, dema jê hate pirsîn; nimêja pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] di Remezanê de çawa bû? Wê got; «pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ne di Remezanê de, ne jî di ğeyrê wê de zêdetirî yazdeh reketan nimêj nedikir.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

Nimêja terawîhan bi nîyeta eşayê

>Kî, ji nimêja eşayê dereng bimîne, dema ew were nimêjê jî bibîne ku wa ye, mirov nimêja terawîhan dikin, bila ew jî bi niyeta nimêja eşayê bikeve nav wan. Lêbelê dema îmam selam bide, bila ew rabe nimêja xwe temam bike.

Hinek mesele

>1. Rabûna nimêja şevê di temamê salê de sunneteke mûekked e; terka rabûna nimêja şevê jî mekrûh e.

>Lewra ji Ebdûllah kurê Mesûd [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; li cem pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] behsa zilamekî hate kirin û hate gotin; ew heta sibehê razayî bû û ranebûye nimêja sibehê. Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: «Şeytan di guhê wî de mîz kiriye!» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine) Mekrûh e, mirov rabûna şevê ya ku ji xwe re kiribe adet terk bike.

>Lewra ji Ebdûllah kurê ‘Emr kurê ‘As [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: «Ya Ebdûllah! Tu wekî filan kes nebe. Ew radibû şevê, paşê rabûna şevê terk kir.»

Şîyarbûna ji bo nimêjê

>2. Mûsteheb e mirov li cem razanê nîyeta rabûna şevê bike. Ji bo mirovê ku şîyar bibe jî sunnet e bi zikrên ku hatine Xuda zikr bike û çavê xwe ji xewê bifirikîne û sêwakê li devê xwe bide;

>Lewra ji Hûzeyfe [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; «Dema pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] bi şevê radibû» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine) sêwak li devê xwe dida Li asîmanî binêre û her deh ayetên dawîya sûretê Alî Îmran bixwîne.

>Lewra ji Îbnebbas [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; ez bi şevê li cem Meymûne -ew xaleta wî ye- mam, min xwe li ser ferehîya palgehekî gêr kir û pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] û malbata xwe jî xwe li ser dirêjahîya wî xwe gêr kirin. Ew razîya heta şev bi nîvî bû, yan jî nêzîkî binîvîbûnê bû, ew şîyar bû, ji xewê çavên xwe difirikand -di rîwayeteke din de rûnişt, li asîmanî meyzand- paşê deh ayet ji Alî Îmran xwendin -di rîwayeteke din de; paşê deh ayet ji dawîya sûretê Alî Îmran xwendin-. «Dema zilam ji bo nimêja şevê şîyar bibe, jê re mûsteheb e, ew jina xwe jî şîyar bike. Her wiha jin jî bila mêrê xwe şîyar bike. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: “Dema zilam bi şevê jina xwe şîyar bike û herdu bi hev re -yan ew nimêj bike- du reket nimêj bikin û ew di nav zilamên zikrkar û jinên zikrkar de tên nivîsîn.» (Ebûdawud rîwayet kiriye)

>3. Ew kesê ku di nimêja şevê de xew zorê lê bike, bila ew terka wê bike û raze heta xew ji ser çavê wî here.

>Lewra ji Aîşe [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: «Dema yek ji we di nimêjê de bipûnije, bila raze heta xew ji ser çavê wî biçe. Lewra dema yek ji we bipûnije û nimêj bike, dibe ku ew diçe lêborîna xwe bixwaze, lêbelê çêrî xwe dike.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

>«Xuda di sêyeka şevê ya dawîyê de peya dibe tê asîmanê dinyayê û dibêje; ma yek heye gazî min bike, ez jî bersiva wî bidim? Ma yek heye tiştekê ji min bixwaze, ez jî wê bidimê? Ma yek heye lêborîna xwe ji min bixwaze, ez jî li wî bibûrim.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

Ya çaran; selatûd-dûha [nimêja tavê]

>Ew nimêj di wextê dûha-danê tavê de meşrû dibe.

Wextê Dûhayê:

>Wextê dûha ji derketina tavê û bi qasî rimekî bilindbûna wê destpê dike - ev bilindbûna wê kêm-zêde di tixûbê sêyeka saetekê de dibe- heta berî zewala tavê bi çaryekekê yan jî sêyeka saetekê dewam dike. Çêtirîn wextê wê jî dema dijwarbûna germahîya tavê ye.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] dibêje: «Nimêja ewwabînan wextê ji germê şewitîna simên golikên hêştiran e.» (Mûslim rîwayet kiriye)

Fezîleta nimêja tavê

>Lewra Xuda Teala di hedîsa qudsî de gotiye; «hey kurê Adem! Di serê naverojê de çar reket nimêj ji min re bike, ezê di paşîya wê de jî têra te bikim.» (Mûslim rîwayet kiriye)

Hijmara nimêja tavê

>Durust e, mirov du reketan, yan çar, yan şeş yan jî heşt reketan bike. Ya sehîh, bila mirov du reket nimêja tavê bi selamekê bike. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ew wisan kiriye.

>- Ew ji ber sedeqe dayîna her movikekê ve çêdibe. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Dema sibeh li ser her movikeke we vedide, sedeqeyek lê dikeve. Her subhanellahek sedeqeyek e. Her el-hemdûlîllahek sedeqeyek e. Her laîlahe-îllellahek sedeqeyek e. Her Ellahûekberek sedeqeyek e. Şîreteke qencîyê sedeqeyek e. Menkirina mûnkerekê sedeqeyek e. Ji ber van ve du reketên tavê ku tu bikî, çêdibe.» (Mûslim rîwayet kiriye)

>- Kî çar reket nimêja tavê bike, wê rojê ew têra wî dike. Lewra ji Nûeym kurê Hemmar el-Ğetefanî ji pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] rîwayet kiriye, wî jî ji Xudayê xwe tebareke weteala rîwayet kiriye ku gotiye: «Hey kurê Adem! Di serê naverojê de çar reket nimêj ji min re bike, ezê di paşîya wê de jî têra te bikim.» (Ehmed ew di Mûsneda xwe de rîwayet kiriye)

>-Kî nimêja sibehê bi cemaetî bike û heta tav derkeve zikrê Xuda bike û paşê nimêja tavê jî bike, jê re sewaba hec û ûmreyeke tam heye. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Kî nimêja sipêdê bi cemaetî bike, paşê rûne heta tav vede zikrê Xuda bike, paşê du reket nimêj bikejê re wekî sewaba hec û ûmrekê heye.» (Tirmizî rîwayet kiriye. Albanî jî ew di Sehîha el-Camîî [6346] de sehîh dêrîyaye)

Ya pêncan; nimêja tehîyyetûl mescid [hedîya mizgeftê]

>Mirovê biçe mizgeftê berî ew rune, jê re du reket nimêj meşrû ye.

Hukmê wê,

>ew sunneteke mûekked e. Delîla wê ev gotina pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ye: «Dema yek ji we biçe mizgeftê berî ew rûne, bila ew du reket nimêj bike.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

>Ji ber wê ve sunneta ratib yan jî ferz jî çêdibe. Wek nimûne; kî ji bo nimêja nîvro biçe mizgeftê, sunneta nîvroyê bike, jê re çêdibe, li ser wî nimêja tehîyyetûl mescid nîn e.

Tehîyyetûl mescid

Ya şeşan; nimêja îstîxar

>Ew du reket e. Dema mirov di karekî xwe de biheyîre, berî dest pê bike, wê nimêjê dike. Nimêja îstîxare du reket e. Dema mirov di karekî xwe yê îxtîyarî [tercîhkirinê] de biheyîre, berî ew dest pê bike, wê nimêjê dike. Piştî wê dûa rewa ye. Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] wekî ku sûretek ji Qur’anê hînî wan dikir, wisan nimêja îstîxare jî hînî wan dikir.

Dûaya îstîxare

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Dema yek ji we kirina karekî bixe dilê xwe, bila ji bilî ferzê du reket nimêj bike, paşê jî bibêje: “Xudayê min, ez bi zanîna te îstîxarê j ite dikim, ez ji qudreta te qudretê dixwazim, ez kerema te ya mezin dixwazim. Lewra tu dikarî û ez nikarim, tu dizanî û ez nizanim, tu yî zanayê nependîyan. Xudayê min, heke tu dizanî ku ev kar, di bara dînê min û jîyana min û paşîya karê min de -ango; ji bo karê min yê acil û dereng de- ji min re qenctir e, wî ji min re teqdîr bike, wî j imin re hêsan bike û paşê j imin re bereketê bixîyê. Lêbelê heke tu dizanî ku ev kar, di bara dînê min û jîyana min û paşîya karê min –ango; di karê min yê acil û dereng de- ji min re xirab e, wî ji min vegerîne û min ji ser wî vegerîne û xêr li kuderê be, wê ji min re teqdîr bike, paşê min pê razî bike. Got; paşê jî ewê navê îhtiyaca xwe jî vebêje.» (Buxarî rîwayet kiriye)

Ya heftan; du reket nimêj piştî desmêjê

>Lewra ji Ebûhûreyre [Xuda jê razî be] sabit bûye ku pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] li cem nimêja fecrê ji Bîlal re got: «Ya Bîlal! Ew emelê kut e di îslamê de kiriye û hêvîya te zehf jê heye, ji min re vebêje, ew çi ye? Lewra min li pêşîya xwe di cennetê de teptepa pêlavên te bihîstiye.” Bîlal jê re got: “Emelê ku min kiriye û ez jê zehf bi hêvî me, ev e; çi naveroj be çi jî şev be, ez kengê desmêj bigrim, Xuda çi qeder nimêj ji min re nivîsîbe ez bi wê desmêjê nimêj dikim.» (Buxarî rîwayet kiriye)

Ya heştan; tetewi‘ên mûtleq

>Tetewi‘a mûtleq, ew nimêj e ku bi zeman û sebebekî ve negirêdayî ye. Nimêja tetewi‘a mûtleq di her wextî de meşrû ye; lêbelê di wan wextên ku di wan de ji nimêjê nehî [men] hatiye kirin.

Hinek nimûne, ji bo tetewi‘a mûtleq

Qiyamûl leyl [rabûna şevê]

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye; «piştî ferzê nimêja çêtirîn nimêja şevê ye.» (Mûslim rîwayet kiriye)

>Dîsa pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Li cennetê hinek ode hene, derveya wan ji nava wan ve û nava wan jî jo derveya wan ve tê dîtin» Bedewîyek rabû ser xwe, got; ya pêğemberê Xuda! Ew ji bo kê ne? Jê re got: «Kî, xeberdana xwe xweş bike, xwarinê bide xelkê, rojîyê bigre û dema însan jî razayîbin, ew bi şev ji Xuda re nimêj bike, ew ji bo wî ne».
(Tirmizî rîwayet kiriye)

Rabûna şevê di tibbê de

>Rabûna şevê serdide derxistina hormona kortîzolê. Ew kortîzyona siriştî ya wicûdê ye, bi taybetî berî şîyarbûna piştî çend saetan. Ew jî li zemanê wextê seherê rast tê. Seher sêyeka dawî ya şevê ye. Ew jî mirov ji zêdebûna nagihan ya di sewîya şekirê xwînê de diparêze. Zêdebûna nagihan jî ji nexweşîya şekirê re xeterê çêdike.

Nimêjên xwedî sebeb di wextên qedeğekirî de

>Nimêjên xwedî sebeb -ewên ku ji wan re sebebek heye, her wekî tehîyetûl mescid û nimêja cenaze- di wextên qedeğekirî de jî tên kirin.

Wextên ku di wan de nimêj hatiye qedeğekirin

>1. Ji piştî nimêja fecrê heta derketina rojê û bi qasî rimekê jî bilindbûna wê ye. Ew di tixûbê sêyeka saetekê de dibe.

>2. Ji stûnbûna tavê heta ew meyl bide.

>3. Ji nimêja esrê heta tav biçe ava ye.

>Delîla van ev hedîsa Ûqbe kurê ‘Amir e, ew dibêje; «Sê saet [wext] hene, pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] di wan de nimêj, yan jî definkirina mirîyên me li me men dikir. Dema roj derkeve heta bilind bibe. Dema mirovê nîvroyê radibe heta roj meyl bide. Dema roj ji bo çûna ava meyl dide heta biçe ava.» (Mûslim rîwayet kiriye)