Home /Nimêjê /Nimêja cemaetê

Nimêja cemaetê


Hukmê nimêja bi cemaetî

>Danerê şerîetê, nimêja bi cemaetî li zilamên ku karibin ferman kiriye û ew ji terka wê şîyar kirine. Hem jî pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] hewl daye ku ewên beşdarî wê nabin jî bişewitîne. Wî îzna terka wê nedaye mirovê korê nebîn jî.

>Delîla wê jî ev ayeta ha ye,

>1. Xuda [ezzewecelle] di bara nimêja tirsê de dibêje: {Dema tu li nav wan bî, tu li pêşiya wan nimêj bikî, bila grûbek ji wan digel te rabe nimêj bike} [Nîsa, 102]

>Lewra Xuda [ezzewecelle] di halê tirs û seferê de jî bi nimêja cemaetî ferman kiriye, naxwe di halê ewlehî û li malê de hîn lipêştir û lazimtir e.

>2. Hedîsa Ebûhûreyre [Xuda jê razî be] heye ku pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Ji mûnafiqan re nimêja ji hemû nimêjan girantir nimêja eşa û nimêja fecrê ye. Heke wan sewaba ku têde heye bizanîya ewê bihatana wan çendan bi çarlepkî jî bûna!Min xistibû dilê xwe ku bi nimêjê emr bikim, ew were qametkirin, paşê li zilamekî ferman bikim ew li pêşîya mirovan nimêj bike. Piştre ez jî hinek zilaman bi xwe re bibim em êzingan kom bikin herim koma wan mirovên ku beşdarî nimêjê nabin, em xanîyên wan bi êgir bi ser wan de bişewitînim!»
(Buxarî û Mûslim rîwayet kirine). Ji ber ku nimêja bi cemaetî wacib e, pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] xistiye dilê xwe ku yên ji nimêjê li paş mane, bişewitîne. Her wiha ji ber ku ew wacib e, ewên ku jê manej î bi nîfaqê hatine wesifkirin.

>3. Hedîsa wî mirovê kor e, dema wî îzn ji pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] xwest ku ew li mala xwe nimêj bike û ti kes nebû ku bi destê wî jî bigre û wî bîne, pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] jê re got: «Ma tu banga ji bo nimêjê dibihîzî?» Wî got; belê, jê re got; «Naxwe bersiv bide»
(Mûslim rîwayet kiriye)

>4. Ji Îbnmesûd [Xuda jê razî be] sabit bûye ku gotiye; «Kî, pê xweş be ku sibe misliman çav li Xuda bikeve, bila parêzgarîyê li van nimêjan bike dema ji bo wan bang tê dayîn. Lewra Xuda ji pêğemberê we [dirûd û silavên Xuda lê bin] re sunnetên [şopên] hîdayetê danîne. Ev nimêj jî ji sunnetên hîdayetê ne. Heke hûn li malên xwe nimêj bikin her wekî vî yê ku ji nimêjê li paş dimîne, nimêj dike, hingê hûn sunneta pêğemberê xwe [dirûd û silavên Xuda lê bin] terk dikin. Heke hûn sunneta pêğemberê xwe [dirûd û silavên Xuda lê bin] jî terk bikin, hûnê ji rêya heq bikevin. Kîjan mirov desmêja xwe sipehî bigre, paşê qesda mizgeftekî ji van mizgeftan bike, Xuda jê re bi her gaveke ku ew diavêje, hesenetekê dinivîse, pê dereceyeke wî bilind dike û pê xetayekê jê dibe. Me xwe didît ku ji bilî mûnafiqekî nîfaqa wî pêzan kes jê li paş nedima. Zilam hebû di navbera milên du mirovan de dimeşî û dihate nimêjê û di nav sefê de jipêya dihat rakirin» (Mûslim rîwayet kiriye)

>Hikmeta nimêja bi cemaetî û fezîleta wê

>1. Hevnasîya birayan û hevdostan ji bo Xuda ye û sağlemkirina peywendîyên hezkirinê di navbera wan de ye. Ewa ku ne bi wê hevhezîyê be, îman nameşe. Lewra bêyî hezkirina ji bo Xuda Teala însan nabe mûmîn û naçe cennetê jî.

>2. Ew kesê çil rojan li ser hev bigihîje tekbîra îhramê, ji nîfaqê û êgir bêrî dibe. Lewra Enes [Xuda jê razî be] rîwayet kiriye, gotiye; pêğemberê we [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: «Kî, çil roj ji Xuda re bi cemaetî nimêj bike û bigihîje tekbîra yekê, jê re du beraet tên nivîsandin: Beraetek ji êgir e, beraetek jî ji nîfaqê ye.» (Tirmizî rîwayet kiriye)

>3. Kombûna cemaeta mislimanan e, berhevbûna qelbên wan li ser xêr û qencîyê ye.

>4. Palpiştîya mislimanan û hevkarîya wan di navbera wan de ye.

>5. Îzharkirina şîara dîn û xurtbûna wî ye.

>6. Bi yek-kirina dilên mislimanan e. Lewra di yek sefê de mirovên reş û sipî, Ereb-nijad û ne-ereb-nijad, mezin û biçûk û xizan û dewlemend li kêleka hev di yek mizgeftê de li pey yek îmamî û di yek wextî de kom dibin, ew tev berê xwe didin yek qiblê û berê xwe didin yek-alîyî.

>7. Hêrskirina dijminên Xuda ye; lewra misliman her xurt û asê ne, heta ew di mizgeftan de li ser nimêjê miqate bin.

>8. Xîçkirina [jêbirina] xetayan û bilindkirina dereceyan e. Lewra ji Ebûhûreyre [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: «Ma ez tişta ku Xuda pê xetayan xîç dike û dereceyan bilind dike, ji we re nîşan bidim?» Sehabîyan got; belê, ya pêğemberê Xuda! Wî got; «Sipehî desmêjgirtina di serma û germê de ye, pirr gav-avêtina di çûna mizgeftan de ye, û çavnêrîkirina nimêjê di piştî nimêjê de ye. Ha ev e, nobet!» (Mûslim rîwayet kiriye)

>9. Nimêja bi cemaetî bi bîst û heft dereceyan ji nimêja bi tena serê xwe çêtir e. Lewra Ebdûllah kurê Ûmer [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: «Nimêja bi cemaetî bi bîst û heft dereceyan ji nimêja bi tena serê xwe çêtir dibe.» (Buxarî rîwayet kiriye)

Nimêja bi cemaetî li malê

>Ji ti kesî û ti cemaetê re ne sipehî ye, ew li mala xwe nimêj bikin û mizgeft jî nêzîkî wan be! Lêbelê heke mizgeft ji wan dûr be û dengê bangê jî nebihîzin, ji wan re ti asteng nîn e ku ew bi cemaetî li mala xwe nimêj bikin.