Home /Mûbahên nimêjê, mekrûhên wê û betalkerên wê

Mûbahên nimêjê, mekrûhên wê û betalkerên wê


Ya yekê; mûbahên nimêjê

>1. Birêveçûna di nimêjê de ye, ji bo sedemekî ku peyda dibe wekî vekirina derîyê li cîhetê qiblê, bi şertê ku berê wî ji qiblê venegere.

>2. Hilgirtina zarokan di nimêjê de ye.

>3. Kuştina mar û dûpişk di nimêjê de ye.

>4. Fetilîna di nimêjê de ji bo îhtiyacê ye.

>5. Girî di nimêjê de ye.

>6. Subhanellah gotin ji bo mêran û tesfîq [zikê destê rastê li pişta destê çepê xistin] ji bo jinan e.

>7. Fetha [vekirina] ji îmam re ye.

>8. Îşaretkirina bi telî û dest [ewê berê mista xwe bide erdê û berê pişta wî jî bide jorê] ji bo vegerandina selamê di nimêjê de ye.

>9. Îşareta mûfhîm [bide fehmkirin] e ji nimêjkerî ji bo îhtiyaceke ku rûbirû dibe.

>10. Kirina hemdê Xuda ye, dema ew tişta ku wê dixwaze, bibîne.

>11. Tifkirin û lîk û belğem avêtina bi rexê çepê ve di nimêjê de ye.

>12. Nehiştina derbasbûnê di pêşîya nimêjkerî de ye.

Ya duduyan; mekrûhên nimêjê

>1. Ketina nav nimêjê, dema fikra mirov mûşeweş be, yan li cem mirov yan li pêşîya mirov tiştek hebe ew mirov ji nimêjê ğafil bike, her wekî mirov bi kotekî mîza xwe, yan gûyê xwe, yan jî tirr û fisên xwe bigre, yan mirov birçî be û tî be û li pêşîya mirov jî xwarin hebe û dilê mirov jî biçe wê, yan jî mirov li tiştekê binêre û ew mirov ji nimêjê ğafil bike.

>2. Xwe meşğûlkirina bi tiştên pûç, ew jî kirina tiştên ku di nimêjê de xuşû û îtmînanê tine dikin. Her wekî: Hereketên bê îhtiyac pê hebe, leyistina bi rih, cil, ğetre, saet, qirçandina telîyan û di hev re derbaskirina wan û yên wekî van e.

>3. Bi rûyê xwe fetilandina di nimêjê de ye bê yî ku îhtiyac pê hebe, ew jî bi şertê ku bedena wî ji qiblê nezîvire, heke na, nimêja wî betal dibe.

>4. Texessur e, ew e ku mirov destên xwe deyne ser kêlekên xwe. Xasîre, ew nîvê însên e, ewa ku ser kemaxan tenik dibe. Lewra ev ji kirina cihûyan e.

>5. Nixumandina dev û bêhvilê di nimêjê de ye.

>6. Teşmîra [şidandina] cil û kum û yên wekî wan e.

>7. Menkirina porê, komkirina wê û bi kezîkirina wê ji bo mêran, hingê ew dibe wekî wî girêdayîyê ku destê xwe bi pişt xwe ve girêdabe, dema ew biçe sicûdê jî pora wî pê re naçe sicûdê.

>8. Belğem avêtina bi cîhetê qiblê ve yan jî bi rexê rastê nimêjkerî ve ye.

>9. Rakirina çavan bi jorê ve ye.

>10. Miçkirin û girtina çavan e, heke ne ji bo îhtiyacê be.

>11. Razandina herdu zendan di sicûdê de ye.

Ya sisêyan; mûbtîlatên nimêjê

>1. Kirina tiştekê ye, ku ew bi şertekê ji şertên nimêjê re çênabe; her wekî hasilbûna tişteke ku teharetê betal dike, yan jî bi qesd vekirina ewretî, yan bi temamê bedena xwe ve ber vegerîna ji qiblê, yan jî qutkirina nîyetê.

>2. Bi qesd terka ruknekî yan jî wacibekî di nimêjê de ye.

>3. Emelê pirr têde ye, dema ew ne ji cinsê nimêjê be, hem jî ne ji bo zerûretê be, wekî rêveçûn û zehf hereketkirin e.

>4. Ken û qehqehe ye.

>5. Axaftina bi qesd e.

>6. Xwarin û vexwarina bi qesd e.

>7. Zêdekirina reketekê yan jî ruknekî bi qesd e.

>8. Selamdayîna memûmî bi qesd berî îmamê xwe ye.