Home /Hukmên Necasetan

Hukmên Necasetan


Pênasîya necasetê

Necaset di ferhengê de
Qirêj e
Necaset di navlêka fiqhî de
Ew qirêja ku şerîetê bi jêbirina wê ferman kiriye.

Cureyên necasetan

1. Mîza însên û mezereta wî

Ji ber ku hedîsa wî mirovê bedewî heye ewê ku di mizgeftê de mîz kiribû. Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] jê re gotibû;

«Ev mizgeftên ha, ji bo tiştekê ji vê mîzê û qirêjê çênabin. Ew bes ji bo zikrê Xuda, nimêj û xwendina Qur’anê ne.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine.)

2. Xwîna heyzê

Lewra sabit bûye ku Xewle keça Yesar hatibû cem pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin], jê re gotibû; ya pêğemberê Xuda! Min cileke tenê heye û ez têde dikevim heyzê [bila ez çi bikim]? Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] jê re gotibû; «Dema tu paqij bibî, cihê xwînê bişo, paşê têde nimêj bike.»
(Ebûdawud rîwayet kiriye.)

Ji bilî xwîna heyzê, ew [xwînên din] tahir e; çi xwîneke rêhtî be, çi ew ne rêhtî be. Lewra sabit «bûye ku mirovekî mûşrik tîrek avêtibû mislimanekî li ser nimêjê û ew lê xistibû. Wî mislimanî ew ji xwe kişandibû, xwîn jê dihat û wî nimêja xwe jî berdewam kiribû.» (Ebûdawud rîwayet kiriye.)

3. Mîz û rîxên heywanên ku goştê wan nayê xwarin

Ji ber hedîsa Îbnmesûd [Xuda jê razî be] heye. Wî gotiye; «Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] çû ser destavê, ji min re got; sê keviran ji min re bîne. Min du kevir peyda kirin û ez li kevirê sêyem jî gerîyam lêbelê min ew peyda nekir. Min rahişt rîxekê û min ew jê re anî. Wî rahişt herdu keviran, ew rîx jî avêt û ji min re got; “Ev necis e.”» (Buxarî rîwayet kiriye)

Hukmê mîz û rîxên heywanên ku goştê wan tê xwarin çi ye?

Mîz û rîxên heywanên ku goştê wan tê xwarin tahir e. Lewra sabit bûye ji Enes [Xuda jê razî be] ku hinek mirov hatin Medînê, li wê nexweş ketin, pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] ew şandin cem hêştirên sedeqê/zekatê ji bo ji mîzên wan û şîrên wan vexwin.
(Buxarî riwayet kiriye)

4. Mirar e

Ewê/a ku bêyî serjêkirineke dînî bi ser pozê xwe de miriye. Lewra Xuda -ezzewecelle- gotiye; {Bibêje: ez di ya ku ji min re hatiye agahkirin de, ji nanxwerekî re, rastî tiştekî heramkirî nayem, ji bilî ku mirar be, yan xwîna diherike be, yan goştê beraz be. Bêguman ew pîs in} [Enam, 145]

Ew perçeyê ku berî serjêkirina heywanan hîn bi sağî jê hatibe kirin ew jî dikeve nav necasetê.

Lêbelê ev cureyên ku li jêr tên ji hukmê vê hatine cudakirin:

1. Mirara masî û kulehan e.

Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] gotiye; «Ji me re du mirar û du xwîn hatine helalkirin. Herçî herdu mirar in, masî û kuleh e. Herçî herdu xwîn in, kezeb û fatereş e.» (Ehmed rîwayet kiriye)

2. Mirara ku xwîna heriki jê re nîn e, her wekî mêşan e.

Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] gotiye; «Dema mêş bikeve firağa yekî ji we, bila wê tevê têde noq bike. Paşê jî wê bavêje. Lewra di perekî wê de şîfa heye. Di perê wê yê din de jî êş heye.» (Buxarî rîwayet kiriye)

Mirar

Masî

Kuleh

Mêş

5. Goştê beraz e.

Lewra Xuda -ezzewecelle- gotiye; {Bibêje: ez di ya ku ji min re hatiye agahkirin de, ji nanxwerekî re, rastî tiştekî heramkirî nayem, ji bilî ku mirar be, yan xwîna diherike be, yan goştê beraz be. Bêguman ew pîs in.} (Enam, 145)

Beraz

6. Girîza se ye.

Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] gotiye; «Tahirkirina firağa yekî ji we, dema se wê bileqîne, ew e ku wê heft caran bişûyê û cara pêşîn jî bi axê be.»
(Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

Leqandin, ew e ku se zimanê xwe bixe nav firağê û têde bibe û bîne, çi jê vexwe, çi jî jê nevexwe.

Girîza se

7. Mezî

Ew aveke sipî, tenik û bi demûş e. Ew li cem pev-leyistin, yan jî bîranîna cîmaê derdikeve, ew ne bi şehwet û verêhtin e, li pey wê sistbûn jî nayê; heta dibe ku mirov hest bi derketina wê jî nake. Lewra dema ‘Elî kurê Ebûtalib [Xuda jê razî be] pirsa mezîyê jê kiribû, pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] jê re wiha gotibû; «Desmêj bigre û ewretê xwe bişo.»
(Buxarî û Mûslim rîwayet kirine.)

8. Wedî

Ew aveke sipî û sitûr e, di piştî mîzê de derdikeve.

Tahirbûna menîyê

Menî, aveke sipî û sitûr e, bi şehwet û verêhtin derdikeve û di piştî wê de jî sistbûn tê, bêhna wê wekî bêhna darên xurmeyan e, nêzîkî bêhna hevîr e, ew tahir e. Lewra heke ew necis bûya, pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] dê bi şûştina wê ferman bikira. Heke ew ter be, şûştina wê têrê dike ku wê jêbibe, heke ew hişk be, firikandina wê têrê dike ku wê jêbibe. Aîşe [Xuda jê razî be] di hedîsa xwe de gotiye; «Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] menîya xwe dişûşt, paşê di wî cilê xwe de derdiket nimêjê, min li şûna şûştina li serê dimeyzand.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

Di rîwayeta Mûslim de wiha ye: «Wî ez didîtim, min ew ji cilê pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] difirikand û wî jî têde nimêj dikir.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

Şûştin dema ew ter be

Firikandin dema ew hişk be

Alkol

Alkol, digel ku ji hêla menewî ve necis e û vexwarina wê ji gunehên mezin e jî lêbelê; ew ji hêla hissî ve tahir e. Herçî ev gotina Xuda -ezzewecelle- ye: {Geli yên ku bawerî anîne! ‘eraq, qumar, pûtên çikandî û falên bi zaran pîsin, ji karê şeytênin, naxwe xwe ji wan dûr bigirin da ku hûn serfiraz bibin} [Maîde, 90] Daxwaz jê necaseta menewî ye; ne necaseta hissî ye her wekî ku di qumar û pûtan de jî wisa ye.

‘Eraq

Rêyên tahirkirina necasetan

1. Tahirkirina erda necis bûyî

Dema necasetek li erdê bikeve, çi bi avê be, çi jî bi ğeyrê avê be, ew tê zailkirin. Lewra hedîsa wî mirovê bedewî heye, ewê ku di mizgeftê de mîz kiribû. Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] gotibû; «Wî bihêlin, bi ser mîza wî de birijînin dêwleke tije ji avê, yan jî dêwleke mezin44 tije ji avê.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine.)

Heke necaset herkbar be, ew hişk bibe, ew bi hişkbûnê tahir dibe. Lewra hedîsa Ebûqîlabe [Xuda jê razî be] heye ku gotiye: «Dema erd hişk bibe, ew paqij dibe.» (Buxarî rîwayet kiriye.)

Hişkbûna necaseta diherik e

Necaseta ku li ser erdê diherik e

Hişkbûna necaseta diherik e

2. Tahirkirina ava necis bûyî

Ew bi berdana avê bi ser de heta şûna necasetê zail bibe, ew pê tahir dibe, wekî ku ew bi paqijkirina necasetê bi navgînên teknolojîya modern jî tahir dibe.

Tahirkirina bi zêdekirina avê

Tahirkirina bi navgînên modern

3. Tahirkirina cila necis bûyî

Ew bi avê tê şûştin, tê firikandin û tê guvaştin heta necaset jê here.

Tahirkirina cilên necisbûyî

4. Tahirkirina merşan e

Ew bi avê û bi paqijkerên modern tê şûştin û tê firikandin heta necaset jê here.

Tahirkirina merşan

5. Tahirkirina çermê miraran e

1. Çermê mirara ku goştê wê tê xwarin:

Ev bi debağê tahir dibe. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] gotiye; «Dema çerm were debağkirin tahir dibe.» (Mûslim rîwayet kiriye)

Debağ: Çareserkirina çerman bi hinek maddeyan e heta ew nerm bibe û pîsebêhna pêve heyî jê biçe.

Lêbelê dema heywana ku goştê wê tê xwarin ne mirar be, ew bi rêya usûlên dînî hatibe serjêkirin, hingê ji xwe çermê wê tahir e.

Debağ

Heywanên ku goştê wan tê xwarin

2. Çermê mirara ku goştê wê nayê xwarin e

Ewê/a ku bi serjêkirinê helal nabe, ew bi debağê jî tahir nabe; çendan ew di halê heyatê de tahir be jî.

Heywanên ku goştê wan nayê xwarinê

6. Tahirkirina mîza keçê, yan jî kurikê ku hîn xwarin nexwariye

Mîza keçê tê şûştin. Herçî mîza kurik e, reşandina avê li serê têrê dike. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] gotiye; «Mîza keçê tê şûştin. mîza kurik av lê tê reşandinê».
(Ebûdawud rîwayet kiriye)

Şûştina ji mîza keçê

Reşandina ji mîza kur

7. Tahirkirina tişta ku se ew leqandibe

Ew heft caran tê şûştin, cara pêşî jî bi axê ye. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] gotiye; «Dema se firağa yekî ji we bileqîne, tahirkirina wê ew e ku wê heft caran bişûyê, ya pêşî jî bi axê be.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

Carek

Tahirkirina bi axê

Paşê

Tahirkirina bi şûştinê

6 caran

8. Tahirkirina mezî û wedîyê ye

Ewê ewretê xwe bişûyê û desmêj bigre. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] di hedîsa ‘Elî kurê Ebûtalib [Xuda jê razî be] de jê re gotibû; «Desmêj bigre û ewretê xwe bişo.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

Herçî tahirkirina cilê ye, têde reşandina avê li ser wî cihê ku mezî yan wedî lê ketibe, têrê dike. Lewra hedîsa Sehl kurê Henîf heye ku wî ji pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] pirs kiribû, jê re gotibû; ya pêğemberê Xuda! Ewa ku li cilê min bikeve, ezê çawa cilê xwe jê paqij bikim? Ji min re got; «Têra te dike ku tu rahêjî çengek av û devera bibînî ku ew lê ketibe, wê bi ser de birijînî.» (Ebûdawud rîwayet kiriye)

9.Tahirkirina xwîna heyzê ye

Ew, bi avê tê şûştin lêbelê; mayîna şûna wê zirar nake. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] gotiye; «Av lê kirin, têra te dike û şûna wê zirarê nade te.» (Ebûdawud rîwayet kiriye)

10. Tahirkirina pêlavan e

Ewê wê bi erdê bihekîne heta şûna necasetê jê here. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] gotiye; «Dema yek ji we bi pêlava xwe pêl ezîyetekê bike, ax jê re tahirker e.»
(Ebûdawud rîwayet kiriye)

Tahirkirina pêlavê bi hekandina bi erdê ve

11. Tahirkirina cilê jinê yên dirêj e

Tahirkirina erdê ji bo cilê jinê

Heke necasetek xwe bi dawa cilê jinê ve bigre, meşa wê di mekanê paqij de têra wê dike; erd wê tahir dike. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] gotiye; «Ewa piştî wê, wê tahir dike.» (Ebûdawud rîwayet kiriye)

12. Tahirkirina xwarinên hişk e

Rûnê ku mişkê mirî ketibe navê

Ew bi avêtina necasetê û dewrûberên wê tahir dibe û ya mayî li ser eslê teharetê dibe. Lewra sabit bûye ku mişkekî ketî nav rûn de ji pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] hate pirsîn; ew çawa ye? Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] got; «Wî jê bavêjin, dewrûberên wê jî bavêjin û rûnê xwe bixwin.»
(Buxarî rîwayet kiriye)

13. Tahirkirina pehnahîyên cîlakirî, her we
ayne û camê ye

Tahirkirina camê bi vemiştinê ye

Ew tê vemiştin heta şûna necasetê jê here.

Hinek mijar di bara necasetan de

1. Esl di tiştan de tahirbûn e; lêbelê dema tişteke ku necaseta wê nîşan bide were, hingê ew cuda ye.

2. Dema necaset bikeve ser tiştekê; lêbelê cihê wê neyê zanîn, hingê temamê wê dê were şûştin.

3. Dema necaset bi tişteke din cih biguherîne-her wekî rîxa kerê bişewite û bibe xwelî- ew pê tahir dibe.

Guherîna rîxê bi xwelîyê wê tahir dike