Home /Hukmên Hec û Ûmrê

Hukmên Hec û Ûmrê


Hec

Hec di ferhengê de;
Qesd û berê xwe - dan e.
Hec di navlêka Fiqhî de;
Di wextekî diyarkirî de, ji bo edakirina menasikên xusûsî qesda Mekkê ye.

Hukmê Hecê û Fezîleta wê

>Hec, ruknek ji ruknên Îslamê ye. Xuda Teala ew li ser evdên xwe ferz kiriye.

>Lewra Xuda Teala dibêje: {Ji bo Ellah çûna Heccê li ser mirovan wacib e; li ser kesê ku ji aliyê rê ve karibe biçe; her kî jî wê mandel bike, bi rastî Ellah, ne hewcedarê alemêye.} [Alî Îmran, 97]

>Hem jî pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Îslam, li ser pênc esasan hatiye avakirin: Şehde-anîna; ji Xuda pê ve ti îlah nîn in û Mûhemmed jî evdê wî ye, kirina nimêjê ye, dana zekatê ye, heca Beytê ye û rojîya Remezanê ye.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

>Dîsa pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Kî, biçe Hecê, çêr neke û guneh neke, gunehên wî yên bûrî jê re tên efûkirin.»
(Tirmizî rîwayet kiriye)

>Hec, di emrê însên de careke tenê wacib e.

Şertên Hecê

1. Îslam mislimanbûn e.

>Hec li ser yê kafir ne wacib e û ji wî durust jî nabe.

2. Eql biaqilbûn e.

>Hec, li ser yê dîn ne wacib e.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Qelem ji ser sê kesan hatiye rakirin; ji ser yê razayî heta şîyar bibe, ji ser yê biçûk heta şeytan pê bikene û ji ser yê dîn heta eqlê wî were serê wî». (Ebûdawud rîwayet kiriye)

3. Bilûğ baliğbûn e.

>Hec, li ser yê biçûk ne wacib e; heke ji bo hecê îhram lê bên kirin, heca wî durust e; lêbelê ew ji ber heca îslamê ve çênabe; ewa ku piştî ew baliğ bibe, ewê li ser wî wacib bibe. Lêbelê ew jê re heca sunnet çêdibe.

>Lewra hedîsa Îbnebbas [Xuda jê razî be] heye, dibêje; jinekê biçûkek rakir ber pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin], jê re got; ma ji vî re hec heye? Jê re got: «Erê, ji te re jî xêr heye.»
(Mûslim rîwayet kiriye)

Îhram li xwe kirina yê biçûk ji bo hecê durust e.

4. Hûrrîyyet azadbûn e.

>Hec, li ser yê kole ne wacib e.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Kîjan kole biçe hecê, paşê were azadkirin, li ser wî heceke din jî heye»
(Mûslim ew rîwayet kiriye.)

5. Îstîtae ye karîn e.

>Îstîtae, hebûna zad (Zad, xwarin, vexwarin û cil û bergên ku îhtiyaca wî pê heye.) û siwarekê (“Rahîle” siwarek e, ew erebe, firok û keştî ye ku însan lê siwar dibe.) ye.

>Lewra Xuda Teala dibêje: {Ji bo Ellah çûna Heccê li ser mirovan wacib e; li ser kesê ku ji aliyê rê ve karibe biçe.} [Al-î Îmran, 97]

6.Hebûna mehremekî digel jinê ye

(Mehrem, ew zilam e ku zewaca bi jinê re lê heram e; bi sebeb bavîtî û biratîyê, yan jî bi sebebekî mûbah, her wekî mêr, bavê mêr, bav û birayê ji şîr û yên wekî van)

>Lewra hedîsa Îbnebbas [Xuda jê razî be] heye, dibêje; min ji pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] bihîst ku digot: «Jin naçe seferê; heke ne bi mehremekî xwe re be.» Zilamekî jê re got; ya pêğemberê Xuda! Jina min ji bo îhtiyacê derketiye û min jî navê xwe ji bo çûna vê ğezwê û wê ğezwê nivîsandiye, ev çawa dibe? Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] jê re got: «Here, bi jina xwe re hecê bike.» (Buxarî û Mûslim ew rîwayet kirine.)

Di hecê de wekalet

>Kî, -ji bo kalîtîyê, yan ji ber nexweşîya ku hêvîya şîfabûna ji wê nîn e, yan jî ji bo zeîftîyeke di bedena wî de heye ku ew nikare siwar bibe,- nikaribe biçe hec û ûmrê, divê ew bi wekalet yekî din ji ber xwe ve bişîne hecê, yan jî ûmrê, ev hec jî ji wî durust e; çendan di piştî wekîlê wî bikeve îhraman ji bo hecê, yan jî ûmrê, ew şîfa jî bibe.

>Lewra Fedl kurê Ebbas [Xuda jê razî be] rîwayet dike, dibêje; «jineke ji Xes‘emîyan got; ya pêğemberê Xuda! Bavê min ferza Xuda hec, gihaye wî, lê ew kalekî mezin e, nikare xwe li ser pişta hêştirê rast bike û bigre, bila ew çi bike? Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] jê re got: «Tu, ji ber wî ve biçe hece» (Tirmizî ew rîwayet kiriye.)

Zilamê ku nikaribe biçe hecê

Ew însanê ku di wekaleta yekî din de biçe hecê, divê di wî de du şert hebin:

>1. Divê ew şertên bûrîn yên hecê di wî de hebin.

>2. Divê wî heca xwe jî kiribe. Heke însanek di wekaleta yekî din de biçe hecê lêbelê hê wî bi xwe, heca xwe nekiribû, ew heca wî ji ber dîgerê wî ve çênabe, ew jê re dibe heca wî. Ew ji wî re heca îslamê tê jimartin.

>Delîla vê ev hedîs e, ewa ku Îbnebbas [Xuda jê razî be] rîwayet dike, dibêje: «Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] bihîst ku zilamekî digot; lebbeyke ji ber Şebrûme ve. Jê re got; Şebrûme kî ye? Wî got; ew birayê min e, yan jî lêzimekî min e. Jê re got; ma te heca xwe kiriye? Wî got; na! Jê re got; heca xwe bike, paşê ji ber Şebrûme ve hecê bike.» (Ebûdawud ew rîwayet kiriye)

Ûmre

Ûmre di ferhengê de;
Zîyaret û serdan e.
Ûmre di navlêka fiqhî de;
Zîyareta Beytê ye, di her wextekî de ji bo edakirina hinek mensîkên mexsûs.

Hukmê Ûmrê û fezîleta wê

>Ûmre, her wekî hecê di emrê însên de careke tenê wacib e.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] dibêje: «Îslam, ew e, tu şehda xwe bîne ku; ji Xuda pê ve ti îlah nîn in, Mûhemmed jî pêğemberê wî ye, tu nimêjê bikî, tu zekatê bidî û tu heca Beytê bikî û ûmrê bikî, tu xwe ji cenabê bişoyî, tu desmêja xwe tam bigrî û tu rojîya remezanê bigrî»
(Îbnxuzeyme rîwayet kiriye)

>Dîsa pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] dibêje: «Ûmre heta bi ûmrê ji bo gunehên navbera wan kefaret e. Heca meqbûl jî, ji bilî cennetê mûkafateke wê ya din nîn e.»
(Buxarî û Mûslim ew rîwayet kirine)