Home /Teharetname /Hukmên destavkirinê

Hukmên destavkirinê


Tişta ku li cem destavkirinê wacib e

1. Setrkirina ewretî ji mirovan di dema destavkirinê de ye; lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] gotiye; «Setrkirina pêşîya çavên cinan û ewretê mirovan dema yek ji wan biçe avrêjê ev e ku bibêje: Bismillah [Bi navê Xuda].» (Tirmizî rîwayet kiriye)

2. Xwe parastina ji lêketina necasetê li cilên mirov û bedena wî ye; heke tiştek jê lê bikeve, ewê wê bişoyê; lewra sabit bûye ku pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] di ber du qebran re derbas bû, pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] got; «Ew tên ezabdayîn lêbelê ew ne di tişteke mezin de tên ezabdayîn.Herçî ev e, wî xwe ji mîzê nediparast.» (Ebûdawud rîwayet kiriye)

3. Îstinca û îsticmar [xwe paqijkirina bi keviran] e; lewra di hedîsa Enes kurê Malik [Xuda jê razî be] de hatiye ku gotiye; «Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] diket avrêjê min û kurikekî wekî min firağeke avê û enze [sutreya ku didanî pêşîya xwe] hildigirt, wî xwe bi avê paqij dikir.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

Ew tiştên ku li cem destavkirinê heram in

1. Dema mirov li çolê destava xwe bike, berê xwe û pişta xwe dayina qiblê heram e; lêbelê di xanîyan de jî ya çêtir terka vê ye; lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] gotiye; «Dema hûn biçin cihê destavê; bi gû kirin û mîzkirina xwe berê xwe û pişta xwe nedin qiblê. Lêbelêberê xwe bidin rojhilat yan jî rojava.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

2. Destavkirin di rêyên mirovan, siha wan û cihên kombûna wan de heram e; lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] gotiye; «Xwe ji herdu tiştên ku lenetê li xwe tînin biparêzin.» Sehabîyan jê re got; ya pêğemberê Xuda! Ew tiştên ku lenetê li xwe tînin çi ne? Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] ji wan re got; «Ewê ku di rêya mirovan û di sihên wan de destava xwe dike.» (Mûslim rîwayet kiriye)

3. Mîzkirin di ava sekinî de ewa ku naherike, her wekî ava hewzê banyoyê de heram e; lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] gotiye; «Bila yek ji we di ava sekinî de mîz neke ha! Paşê jî ew xwe jê bişoyê.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

4. Bi Qur’anê re ketina banyoyê heram e;

Tişta ku li cem destavkirinê musteheb e.

1. Li cem destavkirina li sehrayê xwe dûrkirina ji mirovan e.

2. Ewê li cem ketina avrêjê bibêje; «Xudayê min, ez bi te xwe ji şeytanên nêr û mê diparêzim.»
(Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

3. Ewê li cem ketina avrêjê pêşî lingê rastê bavêje hundur û li cem derketina ji avrêjê jî pêşî lingê çepê bavêje derve.

4. Ewê li cem derketinê jî bibêje; «Ez lêbûrîna te dixwazim.» (Ebûdawud rîwayet kiriye) .

Ketina bi lingê çepê

Derketina bi lingê rastê

Destavkirin li sehrayê

Qible

Xwe xalîkirin ji rêya mirovan

Mîzkirin di ava sekinî de

Sabit bûye ku mîz di ava sekinî de serdide nexweşîya “Belharsîya” ewa ku di encama kirdeyekî nexweşkar de peyda dibe. Ew cureyek ji kurm e ku jê re “Qelşên birînan” tê gotin. (Tibba Nebewî di siha îlmê nûjen de ya “Ğiyas Ehmed)

Tişta ku li cem destavkirinê mekrûh e

1. Heke ne ji bo îhtiyacê be, li ser destavkirinê xeberdan û peyivîna bi dîgeran re mekrûh e; lewra hedîsa Îbnûmer [Xuda jê razî be]; «Heye ku zilamek di ber pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] re derbas bûbû, wî jî destava biçûk dikir, wî silav lê kir; lêbelê pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] silava wî nevedabû.» (Mûslim rîwayet kiriye)

2. Ketina nav avrêjê bi tiştekê ku têde zikrê Xuda hebe, mekrûh e, lêbelê heke bitirse ku ew were dizîn û tiştên wekî wê çêbibin, hingê ew ğem nake ku bi xwe re bibe avrêjê.

3. Bi destê rastê destana ewretê xwe, yan pê îstincakirin, yan îsticmarkirin mekrûh e; lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] gotiye; «Bila yek ji we li ser mîzê bi destê rastê xwe ewretê xwe negire û bila ew di avrêjê de jî xwe bi destê rastê xwe venemale.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

4. Mîzkirin di şeqt û qulan de mekrûh e; ji bo heywan zirarê nedin wî, yan ew zirarê nedin wan.

Axaftin li ser destavkirinê

Çûna avrêjê bi tiştekê ku zikrê Xuda li serê hebe

Mîzkirin di qulan de

Çûna avrêjê bi Mûshefê

Ji pêya mîzkirin

Dema zilam ji peşkên mîza xwe ewle be ku ewê lê nekevin, jê re duruste ku ji pêya mîz bike. Lewra hedîsa Hûzeyfe heye ku gotiye; «Kewaşe-avêjê qewmekî hate cem pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] û ji pêya mîz kir.» (Buxarî rîwayet kiriye)

Îbnûlmûnzir gotiye; Rûniştî mîzkirin bi min çêtir e, lê ji pêya jî mûbah e.

Îstinca û Îsticmar

Îstinca
Bi ava tahirker jêbirina şûna tişta ku ji pêşî û paşîya însên dertê.
Îsticmar
Bi kevir û tiştên wekî wî, jêbirina şûna tişta ku ji pêşî û paşîya însên dertê.

Hukmê îstinca û îsticmarê

Îstinca rewa ye. Lewra hedîsa Enes kurê Malik [Xuda jê razî be] heye ku gotiye; «Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] diket avrêjê, min û kurikekî wekî min firağeke avê û enze [sutreya ku didanî pêşîya xwe] hildigirt, wî xwe bi avê paqij dikir.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine).

Bi du şertan îsticmar tenê caiz dibe;

Divê mîz û gû ji cihê derketina xwe ya adetî belavî cihên din nebûbe. Heke na, hingê divê av têde were bikaranîn.

Divê îsticmar bi sê paqijkirinan û zêdetirî wan be, ji bo temîzkirina pêşî û paşîyê ji şûna necasetê hasil bibe.

Hikmet ji îstinca û îsticmarê

1. Tahirkirin û jêbirina necasetê ye.

2. Paqijî û xwe dûrkirin ji sebebên nexweşîyan e.

Şertên tiştên ku pê îsticmar çêdibe

A. Divê ew tahir be; ew bi tiştên necis ne sehîh e.

B. Divê ew mûbah be; ew bi tiştên heram ne sehîh e.

C. Divê ew cihê necasetê paqij bike.

D. Divê ew ne hestî û rîx be. Selmanê Farisî [Xuda jê razî be] «gotiye; ji bo kirina gû, yan mîzê pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] li me qedeğe kiribû ku em berê xwe bidin qiblê û ku em bi destê rastê xwe îstinca bikin û ku em bi kêmtirî sê keviran xwe paqij bikin û ku em xwe bi rîxê yan jî hestî îstinca bikin». (Mûslim rîwayet kiriye).

E. Divê ew ne tişteke xwedan rêz be, her wekî xwarinê, yan jî kağezên ku têde tişteke xwedan rêz hatibe nivîsîn.

Îsticmar bi kevirê paqij, desmal, perên paqij û qumaş caiz e.

Îsticmarkirin bi destmalan

Îsticmarkirin bi keviran

Îsticmarkirin bi qumaşan

Îsticmarkirin bi hestîyan

Îsticmarkirin bi xwarinê

Îsticmarkirin bi perên xwedan rêz

Hinek feyde

1. Ji ber derketina bayê [tirr û fisan] îstinca ne hewce ye.

2. Îstinca ji îsticmarê çêtir e; lewra ew paqijtir û temîztir dike.

Îstincakirin bi destê rastê

Îstincakirin bi destê rastê ne caiz e; lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] gotiye; «Bila yek ji we di ser mîzê de bi destê rastê xwe ewretê xwe negire û bila di avrêjê de jî xwe bi destê rastê xwe paqij neke ha.» (Mûslim rîwayet kiriye)