Home /Teharetname /Heyz, îstîhaze û çêl

Heyz, îstîhaze û çêl


Heyz, îstîhaze û çêl

Heyz

Pênasîya heyzê

Heyz di ferhengê de
Herkîn û kişîna tiştekê
Heyz di navlêka fiqhî de
Ew xwînek e, di halê tendurustîya wê de di hinek wextên mueyyen de bêyî sebeb ji malzaroka jinê derdikeve.

Sifetê xwîna heyzê

Ew reş e, ji dijwarbûna reşahîya wê her wekî ku ew dike bişewite, ew êşdar e, bêhna wê ne xweş e, jin bi wê re hest bi germbûneke dijwar dike.

Salên heyzê

Ji bo destpêka heyzê salên mueyyen nîn in. Ew li gorî tebîetê jinê û hawîrdora wê bi çend awayan diguhere. Kengê jin xwîna heyzê bibîne, ew bi heyzê ketiye.

Mûddetê heyzê

Ji heyzê re sînorekî diyarkirî nîn e. Hinek jin hene, sê rojan di heyzan de dimînin. Hinek jin hene çar rojan di heyzan de dimînin. Pirranîya jinan jî şeş, yan jî heft rojan di heyzan de dimînin.

Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ji Hemne keça Cehş re - ew gellek rojan di heyzan de dima - got; «Tu, di îlmê Xuda de şeş rojan, yan jî heft rojan di heyzan de dimînî. Paşê xwe bişo.» (Ebûdawud rîwayet kiriye).

Hinek mijar

1. Esl ev e; jina avis nakeve heyzan. Heke wê bi demeke hindik berî zayîna xwe xwîn dît û pê re zehmetî jî hebe, ew xwîna çêl e. Heke pê re zehmetî nebe, yan jî ew xwîn bi demeke zehf berî zayîna xwe be, ew xwîna heyzê ye.

2. Dema jin berî dema xwe ya adetî bikeve heyzê yan jî heyza wê ji dema xwe ya adetî dereng ket; her wekî ku ew di serê heyvê de be, ew di dawîya wê de bibîne; yan jî mûddeta wê ya adetî zêde bibe, yan jî kêm bibe. Her wekî adetê wê şeş roj bûn lêbelê zêde bû û bû heft roj. Ewê vê ji xwe re nexe derd. Ew kengê xwînê bibîne, ew heyz e. Ew kengê tuhrê [paqijbûna ji heyzê] bibîne, ew tuhr e.

3. Tuhra jinê bi derketina avsipîkekê tê naskirin. Ew diherike, sipî ye, dema heyz radiweste, ew derdikeve. Heke avsipîk dernekeve, elametê tuhra wê ziwabûn e; naxwe ewê pembûyekî sipî deyne ser cihê heya xwe, heke ew ziwa derkeve û tiştek li ser nebe [hingê heyza wê nemaye].

Hinek ji hukmên heyzê

1. Hukmê geravik û zeravkê

Pênasîya geravik û zeravikê
Zeravik:
Xwîna zer e, ji jinê derdikeve.
Geravik:
Xwîna gerav e, di navbera zer û reş de ye.
Hukmê geravik û zeravikê

Dema jin xwîna zer, yan jî geravikê di navbera zer û reş de bibîne; yan jî ew bes şilahîyekê bibîne; ew ji yekî ji du haletan xalî nabe:

Elametê tuhrê [paqijbûnê]

Awayê zeravikê

Awayê geravikê

1. Yan wê ew di dema heyzê de dîtiye, yan jî berîya tuhrê ew pê ve dîtiye:

Di vê rewşê de jê re hukmê heyzê sabit dibe. «Lewra hedîsa Aîşe [Xuda jê razî be] heye ku jinan durece (“Durece” tişteke jin wê datîne ser cihê heya xwe ji bo pê bizane gelo tiştek ji şûna heyzê maye yan na?) jê re dişandin, têde kursuf (“Kursuf” pembû ye) hebû, têde zeravik hebû, wê jî ji wan re digot; lezê nekin heta hûn avsipîkê bibînin. Daxwaza wê tuhra ji heyzê bû.» (Malik ew di mutteê de rîwayet kiriye).

2. Yan jî wê ew di dema tuhrê de dîtiye:

Di vê rewşê de ew tiştek nayê jimartin û li ser wê desmêj û şûştin jî wacib nabe. Lewra hedîsa Ummû-etîyye heye ku wê gotiye; «me geravik û zeravik di piştî tuhrê de tiştek nedijimart.»
(Ebûdawud rîwayet kiriye).

2. Hukmê qutbûna heyzê:

Dema jin rojekê xwînê bibîne û rojekê jî qutbûna xwînê bibîne û rewşên wekî vê; ew ji yekî ji du haletan xalî nabe:

1. Yan evê her wextê pê re berdewam be:

Ev xwîna îstîhazê ye.

2. Yan evê car caran qut bibe:

Yanî evê hinek caran were û ewê di hinek wextan de jî paqij bibe. Hukmê wê wiha ye:

a. Dema qutbûna xwînê ji rojekê kêmtir be, ev mûddet ji heyzê tê jimartin.

b. Dema ew di mûddetê tuhrê de tiştekê bibîne ku ew wê nîşan bide -her wekî ew avsipîkê bibîne- ev mûddet dibe tuhr. Hîç ferq nake; çi ew hindik be, çi jî ew zehf be, yan jî ew ji rojekê kêmtir be, yan jî zêdetir be.

Îstîhaze

Pênasîya îstîhazê

Îstîhaze
Kişîna xwînê ji cihê heya jinê ye; bi awayê ku hîç jê qut nebe, yan jî ew mûddeteke hindik jê qut bibe.

Ferqa di navbera heyz û îstîhazê de

  • Xwîna heyzê
  • Xwîna îstîhazê
  • Reş û sitûr
  • Ew sor û tenik e
  • Jê re bêhna ne xweş û gemarî heye
  • Jê re bêhn nîn e
  • Ew hişk nabe
  • Ew hişk dibe
  • Ew ji dûrahîya malzarokê derdikeve
  • Ew ji raya jêra malzarokê derdikeve
  • Ew xwîneke tendurustî û tebîî ye
  • Ew xwîna êş, nexweşî û xirabûnê ye
  • Ew di wextên malûm de derdikeve
  • Jê re wextên malûm nîn in
  • Haletên mûstehazê [jina bi îstîhaze]

    Haletê yekem; ji heyza wê re adetekî pêzan heye, berîya îstîhazê jî ew li cem wê diyar e.

    Ev bi qasî adetê wê heyz tê jimartin û beşa heyvê ya mayî jî îstîhaze tê qebûlkirin. Lewra hedîsa Aîşe [Xuda jê razî be] heye ku Fatima keça Ebû-hûbeyş [Xuda jê razî be] gotibû; ya pêğemberê Xuda! Ez hiç paqıj nabım, ma bila ez terka nimêjê bikim? Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] jê re got: «Na! Ew rayek e. Lêbelê bi qasî wan rojên ku tu têde diketî heyzê terka nimêjê bike. Paşê xwe bişo û nimêj bike.» (Buxarî rîwayet kiriye).

    Haletê duyem; jê re adetekî pêzan nîn e. Lêbelê ew dikare xwîna heyzê û xwîna îstîhazê ji hev û du veqetîne.

    Eva bi temîzê [ji hev û din veqetandinê] kar bike. Lewra ji Fatima keça Ebû-hûbeyş [Xuda jê razî be] sabit bûye ku ew diket îstîhazê, pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] jê re got: «Dema ew xwîna heyzê be, ew xwîna reş e, tê zanîn. Dema ew be, tu ji nimêjê raweste. Dema ya din be, desmêj bigre û nimêj bike. Lewra ew rayek e.»
    (Ebûdawud rîwayet kiriye).

    Haletê sêyem; jê re adet nîn e û ew nikare wan ji hev û din jî veqetîne.

    Eva ha dê bi adetê pirranîya jinan kar bike. Her meh heyza vê dê şeş roj yan jî heft roj bin. Ewê ji serê wê mûddeta ku têde xwînê dibîne, dest pê bike û beşa mehê ya mayî dê îstîhaze be. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye; «Tu di îlmê Xuda de şeş rojan yan jî heft rojan dikevî heyzê. Paşê xwe bişo heta tu bibînî ku wa ye tu ketî tuhrê û paqij bûyî, bîst û sê şevan yan jî bîst û çar şevan digel rojên wan nimêj bike û rojîya xwe jî bigre. Lewra ev têra te dike. Her mehê wiha bike her wekî ku jin dikevin heyzê û her wekî ew Tahir dibin di wextên heyzên wan û tuhrên wan de.» (Ebûdawud rîwayet kiriye).

    Haletê çarem; jê re adet heye û ew dikare xwîna heyz û îstîhazê jî ji hev veqetîne.

    Eva ha dê adetê xwe hesab bike ne ku ewê bi temîzê kar bike. Lewra adet ji jinê re mezbûttir e. Heke ew adetê xwe ji bîr bike, ewê bi temîzê kar bike.

    Hinek mijar

    1. Heke jin dema heyza xwe zanibe; lêbelê rojên heyza xwe ji bîr kiribe, ewê bi adetê pirranîya jinan were hesabkirin.

    2. Heke jin hijmara rojên heyza xwe zanibe; lêbelê dema heyza xwe ji bîr kiribe; gelo di serê mehê de bû, yan di dawîya wê de bû? Hijmara ku heyza wê dihat ji serê mehê dê were hesabkirin. Heke ew bibêje; ez nîvê mehê diketim heyzê; lêbelê ez tam nikarim diyar û teyîn bikim. Hingê hijmara heyza wê ya ku dihat dê ji serê nîvê mehê were hesabkirin. Lewra nîvê mehê nêzîktirê zebtkirina wextê wê ye.

    3. Dema mûddeta heyzê biqede, jin hê jî di heyzan de be, ewê xwe bişoyê, paşê ewê kincekê deyne ser ewretê xwe û jê re hukmê tuhrê heye; ewê nimêj bike û rojî jî bigre; piştî desmêjê ew xwîna jê tê jî zirar nade wê. Lewra ew xwedan uzr tê jimartin. Di desmêjê de jî jê re yek ji sê awayan heye:

    a. Piştî wextê nimêjê hat, ewê ji bo her nimêjekê desmêj bigre. Ew jî pêşî dê ewretê xwe bişoyê, ewê kincekê li serê bişidîne. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ji Fatima keça Ebû-hûbeyş [Xuda jê razî be] re gotibû: «Paşê ji bo her nimêjê desmêj bigre û nimêj bike.»
    (Ebûdawud rîwayet kiriye).

    b. Ewê nimêja xwe ya nîvroyê dereng bixe heta berî esrê, paşê ewê xwe bişoyê û nimêja nîvro û esrê bike. Ewê wiha bike. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ji Hemne keça Cehş re gotibû; «Heke qeweta te hebe tu nimêja nîvroyê dereng bixî û lezê li nimêja esrê bikî, xwe bişo û herdu nimêjan: Nîvro û esrê li ser hev bike. Nimêja meğribê dereng bixe û lezê li eşayê bike. Paşê xwe bişo û herdu nimêjan bi hev re bikî, vê bike. Ji bo nimêja sipêdê jî xwe bişo. Heke tu karibî, rojîya xwe jî bigre.»
    (Ebûdawud rîwayet kiriye).

    c. Ewê ji bo her nimêjê xwe bişoyê. Lewra sabit bûye ku Ummû-hebîbe «[Xuda jê razî be] heft salan ket heyzan, wê pirsa vê ji pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] kir; ez çi bikim? Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] jê re got; xwe bişo. Wê jî ji bo her nimêjê xwe dişûşt». (Buxarî rîwayet kiriye).

    4. Dema ji bo sebebek ji sebeban xwîn ji jinê were, her wekî emelîyateke di malzaroka wê de û xwîn jî jê derkeve, were. Ew ji yekî ji du haletan xalî nabe:

    a. Ewê zanibe ku ew nakeve heyzan. Eva ha, hukmên îstîhazê jê re îsbat nabe û ewê ti wextan ji nimêjê jî îmtîna nebe. Ev xwîn dê xwîna êş û xirabbûnê be. Ewê ji bo her nimêjê desmêj bigre.

    b. Ewê zanibe ku mûmkin e, ev xwîn ji heyzê be. Ji vê re hukmê îstîhazê heye.

    5. Cîmaa/gayîna jina di îstîhazê de durust e; lewra şerîetê ev qedeğe nekiriye.

    Çêl

    Pênasîya çêl

    Çêl
    Ew xwîna ku bi sebeb wîladetê ji malzaroka jinê dertê.

    Mûddetê çêl

    Ji hindiktirînê çêl re tixûbek nîn e. Herçî pirranîya wê ye, ew bi zehfî çil roj e. Lêbelê heke ew berîya wê tuhrê bibîne, ewê xwe bişoyê û nimêj bike.

    Hinek hukmên çêl

    1. Dema jin biwelide û xwînê nebîne -ev pirr nadir e- ewê desmêj bigre û nimêj bike û ti şûştin jî li ser wê nîn e.

    2. Dema xwîn ji çil rojan zêdetir were, di piştî çil rojan de jî jê re adetekî qutbûna wê hebû, yan jî elamet xuyabûn ku ewê di demeke nêzîk de qut bibe, ewê çavnêrî bike heta ew qut bibe. Heke xwîn dewam bike, hinge ew mûstehaze ye; hukmên îstîhazê jê re îsbat dibe.

    3. Dema berî çil rojan ew tahir bibe, ew tahir e, ewê xwe bişo, nimêj bike, rojî bigre û mêrê wê jî dê here nîvîna wê.

    4. Dema ew berî çil rojan tahir bibe lêbelê hîn çil roj xilas nebûn careke din ew xwînê bibîne, dive ew çavnêrî bike;

    a. Heke ew zanibe ku ew xwîna çêl e, ji xwe ew wisan e.

    b. Heke ew zanibe ku ew ne xwîna çêl e, jê re hukmê tahirbûnê heye.

    5. Nîfas îsbat nabe; heke tiştekê neyêne dinyayê ku têde xulqbûna însên xuya bibe, ev cuda ye. Heke ew jiberçûyekî/ê bîne dinyayê -jiberçû ew cenîn e ku berî, temambûna wextê xulqîyeta wî ew ji malzaroka wê were- ku hîn xulqîyeta însên têde xuya nebûye, jê re sê halet hene:

    a. Ewê berî çil rojên pêşî be. Ev xwîna xirabûnê ye, ewê xwe bişo, nimêj bike û rojî bigre.

    b. Ewê piştî heştê rojan be. Ev xwîna çêl e.

    c. Ewê di navbera çil û heştê rojan de be.

    Di vê de jî dê were meyzandin;

    Heke têde elametên xulqîyeta însên xuya bûbe, ew xwîna çêl e, heke na, ew xwîna xirabûnê ye.

    Tiştên ji bo jina di heyz û çêl e de heram in

    1. Cîma’/gayîn

    Lewra Xuda-ezzewecelle- gotiye; {Di bara heyzê de ji te dipirsin, bibêje: ew eziyet e. di dema heyzê de xwe ji jinan dûr bigirin û heya ku ew jê paqij nebin nêzîkî wan nebin. Dema ew paqij bûn êdî çawa ku Xuda li we ferman kirî herin nivîna wan. Bêguman Xuda ji yên tobedar hez dike û ji yên xwe paqij dikin jî hez dike.} [Beqere, 222] Hem jî gotina pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ye, dema ev ayet nazil bû: «Ji bilî nîkahê/cimaê her tiştî hûn karin bikin kin.» (Mûslim rîwayet kiriye).

    Hinek mijar/mesele

    1. Kî di heyzan de here nivîna jina xwe, ew pê gunehkar dibe. Kefaret li wî dikeve û kefaret li wê jî dikeve; heke ew bi riza wê be.

    Kefaret; bi wezna dînarekê yan jî nîv dînarê sedeqe dayîna zêr e. Lewra hedîsa Îbnebbas [Xuda jê razî be] heye ku pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] di bara wî zilamê diçe nivîna jina xwe ya di heyzan de gotiye; «Ewê bi dînarekê yan jî nîv dînarê sedeqe bide.» (Ebûdawud rîwayet kiriye).

    Dînar = 4.25 gram zêr e.

    1. Heke jina di heyzan de tahir bibe, heta xwe neşoyê, bila mêrê wê neçe nivîna wê. Lewra Xuda - ezzewecelle- gotiye; {Heya ku ew jê paqij nebin nêzîkî wan nebin.} [Beqere, 222] Yanî ji xwînê. Paşê Xuda - ezzewecelle- gotiye; {Dema ew paqij bûn}[Beqere, 222] Yanî xwe bişon. Paşê Xuda -ezzewecelle- gotiye; {Êdî çawa ku Xuda li we ferman kirî herin nivîna wan.} [Beqere, 222] Yanî cîmaa-gayînê.

    2. Nimêj e

    Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye; «Dema heyz berê xwe bide û were, dest ji nimêjê berde û dema heyz pişta xwe bide û here, xwe ji xwînê bişo û nimêj bike.”(Ebûdawud rîwayet kiriye).

    Hinek mijar/mesele

    1. Dema jin tahir bibe, ew nimêjên xwe îade nake. Lewra ji Aîşe [Xuda jê razî be] sabit bûye ku dema jê hate pirsîn ku jina di heyzan de dê rojîyê qeza bike lê ewê nimêjê qeza neke. Wê got; «ew rewş dihat serê me jî, ji me re dihat gotin; rojîyê qeza bikin lêbelê ji me re nedihat gotin; nimêjê qeza bikin.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine).

    2. Heke jina di heyzan de bi qasî reketeke tam giha wextê nimêjê, ew li ser wê wacib e; çi di serê wextê de gihabe wê çi jî di dawîya wextê de gihabe wê. Heke ew bigihe wextê wê lêbelê miqdarek ewqas kurt e ku têde nikaribe reketekê bike, ew nimêj li ser wê wacib nabe. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye; «Kî, bigihîje reketeke nimêjê ew gihaye nimêjê.»
    (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine).

    3. Rojî ye

    Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye; «Ma dema ew dikeve heyzan, terka nimêj û rojîyê nake?” Me got; bele.» (Buxarî rîwayet kiriye).

    Hinek mijar/mesele

    Dema jina di heyzan de berî fecrê tahir bibe û rojî bigre, rojîya wê durust e; çendan wê piştî fecrê xwe şûştibe jî.

    4. Destdana Mûshefê ye

    Lewra Xuda-ezzewecelle- gotiye; {Ji yên paqij pêve tu kes dest nadê.} [Waqîe: 79] Hem jî pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye; «Ewê ku ne tahir be, dest nade Mûshefê.»
    (Malik ew di mutteê de rîwayet kiriye).

    5. Tewafa Ke‘bê ye

    Lewra dema ew ketibû heyzan pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ji Aîşe [Xuda jê razî be] gotibû: «Yê hacî çi dike, tu jî wê bike; lêbelê heta tu tahir nebî tewafa Ke‘bê neke.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine). Dîsa hedîsa Îbnebbas [Xuda jê razî be] heye, gotiye; «ji mirovan re hatiye gotin bila dawîya dema we bi Beytê tewaf be. Lêbelê ev ji bo jinan di heyzan de hatiye sivikkirin.»
    (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine).

    6. Sekna li mizgeftê ye, lêbelê ne ji bo rêbiwarî

    Lewra Xuda - ezzewecelle- gotiye; {Gelî yên ku bawerî anîne! Dema hûn serxweşbin nêzî nimêjê nebin, heta hûn bizanin ka hûn çî dibêjin. Dema hûn bi cenabet bin jî - ji bilî yê rêwî- heta hûn xwe neşon.} [Nîsa, 43]

    Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] dibêje: «Lewra ez, mizgeftê ji bo jina heyzdar û mirovê bi cenabet helal nadêrim.»
    (Ebûdawud ew rîwayet kiriye).

    Hinek mijar/mesele

    1. Jina di heyzan de, dema xwe biparêze û ji pîskirina mizgeftê netirse, ew dikare di mizgeftê re derbas bibe, here. Lewra Xuda - ezzewecelle - gotiye; {Ji bilî yê rêwî.} [Nîsa, 43]

    2. Jina di heyzan de jê re heram e ku di nimêjgeha îdê de bisekine. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye; «Jinên di heyzan de dê xwe ji nimêjgehê dûr bikin.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine). Çendan ji wan re mûsteheb e ku di herdu îdan de derkevin nimêjgehê, beşdarî xutbeya wê, xêr û dûayên mislimanan jî bibin.

    7. Telaqe

    Ji mêr re heram e ku jina xwe ya di heyzan de berde. Lewra Xuda Teala dibêje: {Ey Pêğember! Dema hûn bixwazin jinan berdin, di çaxê paqijbûna wan ya ku hûn neçûbin nivîna de wan berdin û îddetê wan temam bikin.} [Telaq: 1] Yanî bila dema telaqê wan di wextê hatina îddeteke melûm de be.

    Lêbelê digel herambûn û bidetbûna wî jî telaqê jina heyzdar çêdibe.