Home /Rojî /Fezîleta rojîyê û hukmê wê

Fezîleta rojîyê û hukmê wê


Fezîleta rojîyê û hukmê wê

Rojî, di ferhengê de;
Xwe girtin û dûrkirina ji tiştekê ye
Rojî, di navlêka fiqhê de;
Ji vedana fecrê heta roj biçe ava, xwe girtina ji xwarin, vexwarin û çûyîna nivînê, bi niyeta îbadetkirina ji Xuda Teala re ye.

Fezîleta rojîyê

>Xuda di bara fezîleta rojîyê de dibêje: {Gelî yên ku îman anîne! Rojîgirtin, wekî ku li ser ummetên beriya we hetibû ferzkirin, her wisa li ser we jî hatiye ferzkirin; da ku hûn xwe ji sûcan biparêzin. Rojî girtin çend rojên bijimar in. Kî ji we nexweş be, yan jî rêwî be, bila bi qasî rojên ku xwariye, di rojên din de rojî bigire. Ewên ku [ji ber kalîtî û nexweşiyê] nikarin rojî bigirin, divê ji ber her rojekê ve fîdyekê; xwarina belengazekî bidinê. Kî bi dilê xwe zêdetir bide, ew jê re çêtir e. Heke hûn zanibin, rojî-girtin ji we re çêtir e. Meha Remezanê, ew meh e ku têde Qur’an hatiye xwarê; ewa ku ayetên wê ji bo mirovan rêber in û ji bo cudakirina heqîyê ji batilî delîlên eşkere ne. Naxwe kî ji we hazirî wê mehê bibe, bila rojîya wê bigre û kî nexweş be, yan jî rêwî be, bila bi qasî wan rojên ku di wan de rojî negirtibe, di rojên din de rojî bigre. Ellah rehetiya we dixwaze; ji bo we zehmetiyê naxwaze, da ku hûn jimara Remazanê temam bikin û ji ber ku wî hûn anîne ser rêya rast û durust, Ellah mezin bidêrin; da ku hûn spasiya wî bikin.} [Beqere, 183-185

>Ji rojîyê re fezîleteke mezin, sewabeke zehf û qat bi qat zêde heye. Xuda ji bo şeref-dan û mezinkirina wê gotiye, rojî ji bo min e.

>Lewra di hedîsa qudsî de ji Ebûhûreyre [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: «Her emelê kurê Adem jê re tê zêdekirin, qencîyek bi dehan e; heta bi heftsedan zêde dibe. Xuda [ezzewecelle] gotiye: ‘Lêbelê rojî na, lewra ew ji bo min e, ezê mûkafata wê bidim; lewra ew şehweta xwe û xwarina xwe ji bo min terk dike.’ Ji rojîyê re du keyfxweşî hene: Keyfxweşîyek li cem îftarê ye û keyfxweşîyek jî li cem çavpêketa Xudayê wî ye. Qemûşka devê wî li cem Xuda ji bêhna miskê xweştir e.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

Hikmeta meşrûîyeta rojîyê

>Bicihkirina teqwatîya Xuda bi bersivdana fermana wî û xwe stûxwehrkirina ji şerîeta wî re ye. Lewra Xuda [ezzewecelle] gotiye: {Hûn xwe ji sûcan biparêzin.} [Beqere, 183]

>Xwe hînkirina sebrê, xurtkirina îradeya xwe di serkeftina li hemberî şehwetan de ye.

>Ji xwe re bi adetkirina qencîyê, şefqetkirina li mûhtac û feqîran e. Lewra dema mirov birçîbûnê te‘am bike, dil û hesta mirov li hemberî birayên xwe yên mûhtac nerm û tenik dibe.

>Bicihkirina rehetîya bedenê û sağlemkirina wê bi rojîyê ye.

Hukmê rojîyê

>Rojîya ku Xuda Teala ew meşrû kiriye, dibe du beş:

1. Rojîya wacib e

>Ew jî du texlît e:

>a- Ew rojî ye ku Xuda ew ji destpêkê de li ser evdê xwe wacib kiriye. Ew jî rojîya remezanê ye. Rojîya remezanê ruknek ji ruknên Îslamê ye.

>b- Ew rojî ye ku evd bi xwe wê li ser xwe wacib dike, wekî rojîya nezr û rojîya kefaretan e.

2. Rojîya mûsteheb e

>Ew jî her rojî ye ku Xuda hez dike evd wê bigre. Her wekî rojîya duşem û pêşemê û rojîya sê rojan ji her mehê, rojîya aşûrayê, rojîya dehekên zîlhiccê û rojîya Erefê ye.

Şertên wacibbûna rojîyê

>1. Îslam [mislimanbûn] e; ew li ser yê kafir ne wacib e.

>2. Baliğbûn e. Ew li ser biçûkan ne wacib e. Lêbelê dema taqeta wan jê re hebe, mirov ji wan re dibêje; rojî bigrin da ku girtina wê ji wan re bibe şêwe û adet.

>3. Biaqilbûn e; ew li ser yê dîn ne wacib e.

>4. Karîn e; ew li ser yê nikaribe bigre, ne wacib e.

Rojîya Remezanê

>Rojîya Remezanê, ruknek ji ruknên Îslamê û ferzeke esasî ye, Xuda ew li ser evdên xwe ferz kiriye:

>Lewra Xuda Teala dibêje: {Gelî yên ku îman anîne! Rojîgirtin, wekî ku li ser ummetên beriya we hetibû ferzkirin, her wisa li ser we jî hatiye ferzkirin; da ku hûn xwe ji sûcan biparêzin.}
[Beqere, 183]

>Hem jî pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Îslam, li ser pênc esasan hatiye avakirin» (Buxarî rîwayet kiriye) û wî «Rojîya remezanê» jî yek ji wan vegot.

Hinek ji fezîletên Remezanê

>1. Rojî û îbadetê remezanê, gunehên derbas bûne didin efûkirin. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Kî rojiya Remezanê bigre; îmana wî pê hebe û sewaba xwe ji Xuda hêvî bike, gunehê wî yên ku derbas bûne, tên efûkirin.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine) Dîsa pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Kî, Remezanê bi ibadet derbas bike; îmana wî pê hebe û sewaba xwe ji Xuda hêvî bike, jê re gunehên wî yên ku derbas bûne, tên efûkirin.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

>2. Kî rabe “şeva qedrê” bi ibadet derbas bike, gunehên wî yên ku derbas bûne, tên efûkirin. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Kî remezanê bigre; îmana wî pê hebe û ew sewaba xwe ji Xuda hêvî bike, jê re gunehên wî yên ku derbas bûne, tên efûkirin. Kî, rabe “şeva qedrê” bi ibadet derbas bike; îmana wî pê hebe û ew sewaba xwe ji Xuda hêvî bike, jê re gunehên wî yên ku derbas bûne, tên efûkirin.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

>3. Ûmreyeke di remezanê de, bi qasî heceke digel pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] re xwedî sewab dibe. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Ûmreyeke di remezanê de bi qasî heceke digel min xwedî sewab dibe.» (Mûslim rîwayet kiriye)

>4. Meha Remezanê, têde derîyên cennetê tên vekirin, derîyên cehennemê tên girtin, şeytan tên girêdan û nefs jî berê xwe dide ser kirina xêrê. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Dema Remezan werê, derîyên asîmanî tên vekirin, derîyên cehennemê tên girtin û şeytan jî bi zincîran tên girêdan.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine) Naxwe divê misliman bilezûbez tobe bike, xwe ji kirina guneh û mûnkeran dûr bike û berê xwe bide Xuda Teala.

>5. Meha Remezanê meha Qur’anê ye. Naxwe divê mirov têde Qur’anê zehf zehf bixwîne. Lewra Xuda [ezzewecelle] gotiye: {Meha Remezanê, ew meh e ku têde Qur’an hatiye xwarê; ewa ku ayetên wê ji bo mirovan rêber in û ji bo cudakirina heqîyê ji batilî jî delîlên eşkere ne.} [Beqere, 185]

>6. Meha Remezanê meha comerdî, înfaq û sedeqa ye. Lewra ji Îbn Ebbas [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; «pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ji bo kirina qencîyê ji hemû mirovan comerdtir bû. Comerdîya wî di remezanê de ji comerdîya wî ya di mehên din tevan de zehftir dibû. Cibraîl [silavên Xuda lê bin] her salê di Remezanê de dihat cem wî heta ew xilas dibû; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] Qur’an lê erz dikir. Dema Cibraîl [silavên Xuda lê bin] çav liv î diket pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ji bo kirina qencîyê ji bayê bivîzevîz jî comerdtir dibû.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

Hatina Remezanê bi çi tesbît dibe?

>Hatina meha remezanê bi dîtina hîlalê [heyvê] tesbît dibe. Dema heyv di piştî çûn-ava ya tavê ya roja bîst û nehê şabanê de werê dîtin, bi wê têgotın meha remezanê hatiye. Dema piştî çûn-avaya tavê di şeva sihê meha şabanê de heyv neyê dîtin, yan jî ewr, yan toz, yan jî dû ji dîtina wê re bibe asteng, hingê mirov şabanê sih roj temam dike.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Ji bo dîtina wê rojî bigrin û ji bo dîtina wê bifitrin jî; heke meh ji we ve xuya nebe, wê sih roj bijimêrin.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

Rojî negirtina di Remezanê de

>Rojî negirtina di Remezanê de heram e, yek ji gunehên mezintirîn e. Kî, bê uzr rojekê bifitre û tobe neke, rojîya demê tevî jî cihê wê nagire, çendan ew temamê demê rojî bigre jî.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Kî, bê ruxseteke ku Xuda destûra wî dabe, rojekê ji remezanê bifitre, rojî-girtina temamê demê jî ji ber qezakirina wê ve çênabe.» (Ebû Dawud rîwayet kiriye)

>Cezayê rojî negirtinê mezin e.

>Lewra ji Ebû-umame el-Bahilî [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; min ji pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] bihîst ku digot: «Demekê ez razayî bûm, du zilam hatin cem min bi nîvê herdu zendên min girtin. Ez anîm ber çîyayekî asê û ji min re gotin; hilgere jorê. Min got; ez nikarim hilgerim serê. Ji min re gotin; emê wê ji te re hêsan bikin. Ez jî hilgerîyam jorê heta ez gihame nîvê çîyê, ji nişka ve hinek dengên dijwar hatin min, min got; ev dengên ha çi ne? Ji min re gotin; ev qîrewîra ehlê êgir e. Paşê ez birim, min ji nişka ve xwe li cem komek mirov dît, bi lingên xwe yên paş ve daleqandî bûn, gurmikên wan qelaştî bûn, ji gurmikên wan jî xwîn dihat. Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] dibêje, min ji wan re got; evên ha kî ne? Dibêje, ji min re gotin; evên ha, ew kes in ku bê ûzir difitrin.» (Îbn Hibban rîwayet kiriye.)

Halê selefan di rojîyê de

Nimûneya selefan Mûhemmed [dirûd û silavên Xuda lê bin] e:

>Îbn Qeyyîm [rehma Xuda lê be] gotiye: «Şêwe û rêça pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] di meha remezanê de ev bû: Wî her cûr ji îbadetan dikirin. Cibraîl [silavên Xuda lê bin] di remezanê de dersa Qur’anê didayê. Dema Cibraîl [silavên Xuda lê bin] lı bale bû, ew di kirina xêrê de ji bayê bivîzevîz jî comerdtir bû. Ew ji hemû mirovan comerdtir bû. Ew di remezanê de jî ji hemû wextên din comerdtir bû; wî têde zehf sedeqe didan, qencî dikirin, xwendina Qur’anê pir dikir, nimêj, zikr û îtîkaf dikirin. Wî di remezanê de hinek îbadetên taybetî dikirin ku wî ew di ti mehên din de nedikirin. Heta wî carina têde rojîya xwe bi hev û din ve dikir da ku saetên şeva xwe û naveroja xwe bi îbadetê tije bike.” (Zadul Mead Fî hedyî Xeyrîl Îbad; 2/30)

Selef û Qur’an di remezanê de

>Di wextên bi fezîlet de her wekî meha remezanê, bi taybetî di wan şevên ku şeva qedrê di wan de tê xwestin zehf xwendina Qur’anê û nirxandina zemanî mûsteheb e.

>Ha va ye, îmam Buxarî [rehma Xuda lê be] dema dibû ewwelê şeva meha remezanê hevalên wî lê kom dibûn. Wî li pêşîya wan nimêj dikir û wî di her reketê de jî bîst ayet dixwendin her wiha Qur’an xetim dikir. Wî di seherê de ji nîvê Qur’anê heta bi sêyeka wê dixwend, û wî her şevê li dev îftarê Qur’an xetim dikir û wî digot li cem wetimkirinê dûa qebûl dibin. (Sifetus-Sefwe; 4/170)

>Ji îmam Şafîî hatiye rîwayetkirin; wî ji bilî ayetên ku di nimêjê de dixwendin, di remezanê de tam şêst xetime dixwendin. (Sifetus-Sefwe; 2/255)

Selef û rabûna di remezanê de

>Ji Saib kurê Yezîd hatiye rîwayetkirin, gotiye; «Ew di serdema Ûmer kurê Xettab [Xuda jê razî be] de di meha remezanê de bi kirina bîst reketan ibadet dikirin û wan bi sedan ayet dixwendin. Wan di serdema Osman kurê Effan [Xuda jê razî be] de jî ji ber kerixîna ji rabûnê birha xwe didan ser kopalên xwe.» (Beyheqî ew di Sunenul Kubra ya xwe de; 2/699 de rîwayet kiriye)

>Ji Ebdûllah kurê Ebûbekr [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; min ji bavê xwe bihîst ku digot; «Me di remezanê de silav dida û me ji tirsa vedana fecrê lez dikir; xwarina xizmetkaran zû dida wan.»(Mûweteu Malik t. Ebdul-Baqî; 1/116)

>Ji Nafî ew jî ji Ebdûllah kurê Ûmer hatiye rîwayetkirin, gotiye; «Ew di meha remezanê de li mala xwe ibadet dikir, heta dema însan ji mizgeftê vedigerîyan malê, wî radihişt meterê xwe yê avê, paşê ji mala xwe derdiket, diçû mizgefta pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin], paşê ew jê dernediket heta têde nimêja sibehê eda dikir.» (Beyheqî ew di Sunenul Kubra ya xwe de; 2/696 de rîwayet kiriye)