Home /Zekatê /Ehlê zekatê û deranîna zekatê

Ehlê zekatê û deranîna zekatê


Hinek celebên din ji malên zekatê

Zekata deynan

Deyn;
Ew malê ku divê deyndar wî eda bike.

Hukmê zekata deynên wacib ji bo dîgeran li ser zekatdarî

>Dema li ser şexsekî deynek hebe, miqdarê wan bigihîje nîsabê, yan jî ji nîsabê kêmtir be, zekat li ser wî wacib nabe. Lêbelê dema deyn nîsabê kêm neke, ew bi qasî deyn ji mal dikeve û ew ji malê xwe yê mayî zekatê dide.

>Nimûneya wê wiha ye:

>Heke 10000 dolarên mirovekî hebin û deynên wî jî 10000 dolar bin, zekat li ser wî ne wacib e. Lewra deyn nîsabê tevî bi xwe re dibe. Her wiha heke deynê mirov 9950 dolar bin, ew nîsabê kêm dike, zekat li ser wî ne wacib e. Lêbelê heke deynê mirov 4000 dolar bin, ew bi qasî deyn ji mal tê xistin, 6000 dolarên wî dimînin, di wan de zekat wacib e.

>Lêbelê heke deyndar deynan di ticaretê de bikar neyêne. Her wekî ew xanîyekî ji bo çend salan bi teqsîtan bikirre. Yan jî ew deynan di kirrîna hinek aletan de ji bo projeyeke mezin bikarbîne ku hecmê wê bi mîlyonan be. Dibe ku bazirganek karê xwe fereh bike, ew bi mîlyonan xeteke nû ji bo hilberanê bikirre û wê li xeta hilberana xwe îlawe bike. Gelo ev deynên beranînê hemberê xwe ji malên zekatê yên mewcûd saqit dikin?

>Gotina vê, meneya wê: Windakirina malekî zehf ji para feqîran ya ji zekatê ye!

>Heke em vê gotinê esas bigrin, ew çax mirov dê bibêje; gellek ji bazirganên vê demê zekat li ser wan nîn e. Civîna duduyan ji bo mijarên hevdem yên zekatê, ewa ku di Zîlqade ya 1409h. Hezîran 1989z. hatibû lidarxistin de bi van qeraran bi dawî bûbû:

10000 mal e

>-

10000 mal e

4000 deyn e

>=

>-

10000 yan jî 9950 deyn e

6000 malê mayî ye

>=

>=

Zekat têde wacib e

Zekat ne wacib e

>Ya yekê: Ew temamê deynên ku karekî bazirganî fînanse dikin ji malê mewcûd yê ji bo zekatê dixe, dema li cem deyndarî pertalên -eslên sabit- zêdeyî îhtiyacên wî yên esasî nebin.

>Ya duduyan; ew deynên beranînê yên ku projeyên pîşesazî yên giranbiha fînanse dikin ji malên mewcûd yê ji bo zekatê dixe, dema li cem deyndarî pertalên -eslên sabit- zêdeyî îhtiyacên wî yên eslî nebin ku mûmkin be wan bixe hemberê wan deynan. Di rewşa ku ev deynên beranînê mûeccel [paşwext] bin, ew wan ji malên mewcûd yê ji bo zekatê para salane ya ku jê tê xwestin, dixe. Dema ew pertal hebin, ew dikevin hemberî deyn, dema ew pê xilas bibe. Ew çax, deyn ji malên mewcûd yê ji bo zekatê naxe, heke ew deyn têrê nekin, ew ji malên mewcûd yê ji bo zekatê ji yê mayî dixe [saqit dike].

>Ya sisêyan; ew qerzên avasazîya mûeccel [paşwext], ewa ku normal bi teqsîtên demdirêj tên razandin, deyndar piştî birrîna para salane ya ku jê tê xwestin, ya di destê wî de mayî, zekatê dide, dema malê wî yê mayî nîsab û zêdetirî wê hebe.

Hukmê zekata deynên wacib ji bo zekatdarî li ser dîgeran

>1. Dema deyn, standina wan zehmet be, wekî wan deynên li mirovê mûflis, yan li mirovê zengînê ku deynê xwe dereng dixe, yan jî li mirovê ku deynê xwe înkar dike, li ser xwediyê deynan ne wacib e ku her salê zekata wan bide; lêbelê dema ew deynê xwe bistîne, hingê ewê careke tenê zekata wan bide.

>2. Dema deyn, standina wan ne zehmet be, wekî wan deynên li mirovê têrmal, ewê ku deynê xwe dereng naxe, hingê divê xwediyê deynan her salê zekata deynên xwe yên li xelkê bide; lewra ew di hukmê malê di destê wî de ye.

Zekata senedan

Sened;
Pêbawerîyek e, îdxalatçî bi mûcibê wê li cem teslîm girtina wan bihayê navdêrî dide barhilgirê wê, hem jî pê re feydeyeke din jî dide ku herdu terefan li serê îttîfaq kiriye li bihayê navdêrî yê senedê

>Ev ribayeke eşkere ye û heram e. Lewra deyneke di hemberî feydeyekê de ye. Sened bi sûretê xwe yê giştî ne caiz e. Lewra ew qerzeke bi feydeyeke eşkere ye. Ewê ku bi vê emel dike, divê ew li ber destê Xuda Teala tobe bike.

Hukmê zekata senedan û miqdarê wê

>Sened ji bo hilgirê xwe deynekî mûeccel e, li ser cîhetê ku ew derxistiye. Tavilê; zekata senedan hukmê zekata deynan werdigre. Têde zekat wacib e, dema ew bi xwe bigihîje nîsabê. Yan jî ew bi neqd û pertalên ticaretê yên ku xwediyê wan, wan tîne ser deynên xwe bigihîje ber nîsabê û salek jî di ser de derbas bibe, ji wê çaryeka dehyekê tê derxistin. Dema sened -heke ne piştî mûddetekî zemanî- vekirina wan ne mûmkin be, zekat ji wan nakeve; lêbelê zekat li cem vekirina wan ji bo her salên derbasbûyî tê derxistin.

Zekata îkramîya dawîya xizmetê û îkramîya xanenişînîyê û mûçeyên xanenişînîyê

Îkramîya dawîya xizmetê;
Miqdarekî malî yê qutkirî ye, karker li gorî qanûn û ristenameyan di dawîya xizmeta xwe de wê ji xwediyê kar heq dike; dema şertên diyarkirî têde pêkwerin.
Îkramîya xanenişînîyê;
Miqdarekî malî yê qutkirî ye, dewlet, yan jî dezgehên elaqedar wê didin karmend û karkerê ku dikevin ber qanûna sîgorta ya sosyal, dema temamê şertên xwestî ji bo heqkirina mûçeya xanenişînî pêk nehatibin.
Mûçeya xanenişînî;
Miqdarekî malî ye, karker yan jî karmend li gorî qanûn û ristenameyan mehane wê ji dewletê yan jî dezgehên elaqedar heq dike; dema şertên diyarkirî têde pêk hatibin.

Hukmê wê

>Di dirêjahîya mûddetê xizmeta xwe de zekat li ser karker, yan jî karmendê ku van heqan bidest dixe, wacib nabe. Lewra di van îstihqaqan de hasilbûna milkê tam ya ku ji bo wacibbûna zekatê şert e, nîn e. Ji xwe ew nikare wan xerc bike û ew nikare di dirêjahîya mûddetê xizmeta xwe de xwe bigihîne heqekî ji van hiqûqên milkî jî.

>Ev îstihqaq, dema qerar bi dîyarkirina wan û bi teslîmkirina wan ya careke tenê, yan jî çend teqsîtan di wextên dewrî de ji bo karmendî yan jî karkerî derkeve, ew jê re dibe milkê tam, hingê ewê ji wan îstihqaqên ku ketine destê wî zekata malê “bidestketî” bide.

>Di kongreya zekayê ya yekê de ev îfade hatiye:

>“Ew malê bidestketî, dema mirov wî bixe nav malê xwe yên din hingê mirov bi nîsab û sala malê xwe yê pêşî re zekata wan jî dide.” (Qedaya Fiqhîye Mûasere Dr. Selah es-Sawî, rûpel: 58.)

Zekata giranbihayan

Giranbiha;
Giranbiha, ew mal e ku ji bo kirê hatiye amadekirin. Ew ne ji bo ticaretkirina di eynên wan bi xwe de hatine hazirkirin. Her wekî arsa, erebe û fabrîkeyên hilberanê û yên wekî wan.

>Ehlê îlmê li ser vê îttîfaq kirine: “Zekat di wan bi xwe de nîn e. Lêbelê zekata dahata wan tê dayîn. Ew jî di nîsab û salê de dikevin ser neqd û pertalên ticaretê yên xwediyê xwe yên din û ew eynî wekî zekata diravan zekata wan jî çaryeka dehyekê derdixe.” (Qedaya Fiqhîye Mûasere Dr. Selah es-Sawî, rûpel: 58.)

Zekata temînata ku kirêdar dide

Temînat;
Ew mal e ku kirêdar ji bo pêbawerîyê bi lez dide xwediyê malê kirê.

>Zekata wan li ser kirêdarî ne wacib e; lewra ew ne di milkîyeta wî de ne, temamîya milkîyeta wan nehatiye cih ku ew jî di wacibbûna zekatê de şert e. (Qedaya Fiqhîye Mûasere Dr. Selah es-Sawî, rûpel: 60.)

Zekata hiqûqên menewî

Hiqûqên menewî,
Otorîteyeke ne maddî li ser şexsekî ye. Çi ew encameke fikrî be; her wekî heqê mûellifî di telîfên îlmî û edebî de; yan beraeta îcadê be, di îcadên pîşesazî de, yan jî berê failîyeteke bazirganî be, ku bazirgan pê radibe ji bo kişandina karkeran, her wekî di navê bazirganî û nîşanên bazirganî de.

Hukmê zekata hiqûqên menewî

>Hiqûqên menewî, êdî di urfê de bihayekî wan yê malî çêbûye, şerîet jî wî qebûl dike. Li gorî rêz û rêçên şerîetê di wan de teserrufkirin jî durust e. Ew parastî ne, êrîşkirina li ser wan jî ne durust e.

>Zekat di hiqûqên telîf û îcadê bi xwe de ne wacib e. Lewra şertên zekatê de têde nîn in. Lêbelê dema ew bêne nirxandin û kirêkirin, hukmê malê bidestketî li ser wan jî şamil tê. (Qedaya Fiqhîye Mûasere Dr. Selah es-Sawî, rûpel: 60.)

Zekata mûçe, meaş û qezencên meslekên serbest

Mûçe û meaş;
Ewa ku karker di hemberî karê xwe de werdigre.

Hukmê wê

>Mirov di dema wergirtina van de zekatê nade; lêbelê wan di nîsab û salê de dixe nav malên xwe yên din yê ji bo zekatê. Hingê dema nîsaba wan û sala wan temam bibe, mirov zekata tevan dide. Ew qezenca ku di nav salê de ji wan hatiye bidestxistin jî mirov zekata wê di dawîya salê de dide; çendan saleke temam bi ser her perçeyên wê de derbas nebûbe jî, naxwe madem ji wexta ku zekatdar ew bi tevahî xistine ber milkê ve salek di ser wan de derbas bûye. Miqdarê zekata ku deranîna wê wacib e jî çaryeka dehyekê [2.5%] ye.

Zekata malê heram

Malê heram
Ew her mal e ku şerîetê bidestxistina wî yan jî menfîet jê dîtin qedeğe kiriye. Çi herambûna wî ji bo zirarê be ku têde heye, yan ji ber pîsîtîya wî be, her wekî mirar û meyê, yan herambûna wî ji bo dîgerê wî be, ji ber ku xirabî di rêya qezenckirina wî de heye, lewra wî ew ji xwediyê wî girtiye hem jî bê destûra wî, her wekî ğesbê, yan jî ji ber ku wî ew bi uslûbeke wisan jê wergirtiye ku şerîet wê qebûl nake; çendan bi rizamendîya xwedî be jî, her wekî riba û bertîlê.

Hukmê zekata malê heram

>- Ew malê heramê ku ji bo xwe bi xwe heram e, wekî mey û berazî ne cihê zekatê ye. Lewra ew di nêrîna şerîetê de ne malekî xwedan qîmet e. Naxwe divê mirov bi wê rêya ku şerîet wê mûnasib dibîne, xwe ji wî malê heram xilas bike.

>- Ew malê heramê ji bo dîgerê xwe, ewê ku asêpirsa şerîî di qezenckirina wî de heye, zekat têde li ser bidestxistiyê wî, ne wacib e. Lewra temambûna milkîyetê ya ku ji bo wacibbûna zekatê şert e, nîn e. Li gorî dîtin-nêrîna bijarte; naxwe dema ew li xwediyê xwe vegere, divê ew ji bo saleke tenê zekata wî bide; çendan gellek sal di ser de derbas bûbin jî.

>- Ew mirovê ku malê heram ketibe destê wî, dema wî li xwediyê wî venegerîne û bi qasî miqdarê zekatê jê derxîne, ji ber malê ku di destê wî de ye, guneh di stûyê wî de dimîne. Ew qism li gorî şerîetê dibe derxistina perçeyekî ji zekata ku li ser wî deranîna wê wacib e. Ewa ku wî derxistî jî zekat qebûl nabe. Ew ji stûyê wî jî nakeve heta ku ew wî malî li xwediyê wî venegerîne heke ew wî nas bike; yan jî wî malî di şûna xwediyê wî de sedeqe nede; heke ji naskirina wî bêhêvî bûbe. (Qedaya Fiqhîye Mûasere Dr. Selah es-Sawî, rûpel: 61, û yên piştî wê.)

Hinek tewcîhat

Teserrufkirina di malê heram de çawa ye?

>a- Ewê ku malê heram bi rêya xirab bidest dixe, ew mal nabe milkê wî çi qas li cem wî mayîna wî malî dem dirêj bibe jî. Her divê ew wî malî li xwediyê wî, yan jî mîratxwerên wî vegerîne, heke wî û wan nas bike. Heke ew hêvîya xwe ji naskirina xwediyê mal qut bike, hingê divê ew wî malî di rêyên xêrê de xerc bike, ji bo xwe jê xilas bike û bi qesda sedeqe ji ber xwediyê wî ve bide.

>b- Dema însanek heqdestekê ji ber kirina karekî heram bistîne, ewê wê heqdestê di rêyên xêrê de xerc bike û wê li yê ku jê standiye, venagerîne. Lewra heke ew lê vegerîne, hingê ewê bibe arîkarîya wî ji bo gunehkarîyê. Bi vî awayî, ji bo ewê ku mirovekî ji bo kirina karekî heram bi heqdest digre, nebe ku ew hem karê xwe yê heram bide kirin, hem jî di ser de heqdestekê jî wernegire.

>c- Malê heram li wî yê ku ew mal jê hatiye wergirtin nayê vegerandin; heke ew li ser dan û standina ne rewa israr bike. Her wekî qezenca ribayê. Lêbelê ewê wî malî jî di rêyên xêrê de xerc bike.

>d- Dema vegerandina malê heram bi xwe ne mûmkin be, hingê divê ew mirovê ku ew bidestxistî malekî wekî wî, yan jî bihayê wî li xwediyê wî vegerîne, heke wî nas bike. Heke nas neke jî, ewê malekî wekî wî, yan jî bihayê wî di rêyên xêrê de xerc bike, bi qesda ku ji ber xwediyê wî ve sedeqe dide. (Qedaya Fiqhîye Mûasere Dr. Selah es-Sawî, rûpel: 61, û yên piştî wê.)