Home /Teharetname /Desmêj

Desmêj


Desmêj

Pênasîya desmêjê

Desmêj di ferhengê de
Sipehîtî û paqijî
Desmêj di navlêka fiqhî de
Bikaranîna avê di hinek azayên xusûsî de bi nîyeta paqijkirinê ye.

Hukmê desmêjê

Desmêj, yan wacib e, yan jî musteheb e:

A. Desmêj ji bo sê tiştan wacib e

1. Nimêj e:

Xuda - ezzewecelle - gotiye; {Gelî yên ku bawerî anîne! Dema we xwest nimêj bikin; rûyê xwe û destên xwe digel anişkan bişon, sere xwe mesih bikin, û lingên xwe digel gwîzekan jî (bişon)} [Maîde, 6]

Desmêj ji bo nimêjê

2. Tewafa Ke‘bê ye:

Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] gotiye; «Heta tu tahir nebî, tu tewafa Ke‘bê neke.» (Buxarî rîwayet kiriye)

Desmêj ji bo Tewafê

3. Destdana Mûshefê ye:

Xuda Teala gotiye; {Ji yên paqij pêve tu kes dest nadê.} [Waqîe: 79]

Desmêj ji bo destdana Mûshefê

B. Desmêj di ğeyrê van de musteheb e.

Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] gotiye; «Yê ku ne mûmîn be, xwe li ser desmêjê nagire.» (Ehmed rîwayet kiriye)

Mustehebbûn, “li cem nûkirina desmêjê ji bo her nimêjê, desmêja ji bo zikrê Xuda û dûa, li cem xwendina Qur’anê, berîya xewê, berîya xwe şûştinê, ji bo hilgirtina mirî û piştî her bêdesmêjbûnê çendan qesda nimêjê neke jî” zehf çêtir e.

Desmêj di piştî hilgirtina mirî-meyît de

Desmêj ji bo zikrê Xuda

Desmêj li cem xewê

Desmêj li cem xwendina Qur’anê

Desmêj di piştî hilgirtina mirî-meyît de

Fezîletên desmêjê

1. Sebebê hezkirina Xuda ye:

Xuda ezzewecelle - gotiye; {Bêguman Xuda ji yên tobedar hez dike û ji yên xwe paqij dikin jî hez dike} [Beqere, 222]

2. Elametê ummeta Mûhemmed e [dirûd û silavên Xuda lê bin] lewra ew roja qiyametê çalebeş [enîya wan sipî ye û bazinên dest û pîyên wan jî sipî ne] tên.

Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye; «Ummeta min ji ber şûna desmêjê roja qiyametê enî-sipî, dest û ling-sipî tên. Naxwe kî ji we bixwaze sipîtîya xwe zêdetir bike, bila wê bike.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

3. Ew ji bo guneh û xeta
jêbirin e.

Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] gotiye; «Kî, desmêj bigre û desmêja xwe sipehî bigre, xetayên wî ji bedena wî derdikevin, heta ew ji bin neynokên wî jî derdikevin.»
(Mûslim rîwayet kiriye)

4. Ew dereceyan bilind dike:

Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] gotiye; «Ma ez tiştekê ji we re bibêjim ku Xuda pê xeta jê dibe û pê dereceyan bilind dike?” Sehabîyan got; belê, ya pêğemberê Xuda! Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] got; “di germ û sermayê de sipehî desmêj girtin e, ber bi mizgeftê ve pirr gav avêtin e, (“el-Mekarih” ew karên ku li xweşîya însên naçin û pê giran tên) piştî nimêjê dîsa çavnêrîkirina nimêjê ye. Ha ev e robedarîya we.»(Mûslim rîwayet kiriye)

Sifetê desmêjê

1. Hazirkirina nîyetê di qelb de ye.

2. Besmele ye, yanî mirov dê bibêje; bismillah [bi navê Xuda desmêj digrim]

3. [Sê caran] şûştina herdu mistan e.

4. Sêwakkirin e, cihê wê li cem mezmezê [av li dev werdanê] ye.

5. [Sê caran] Mezmeze, îstinşaq û îstinsar e

Mezmeze; av li dev werdan e. Îstinşaq; av li poz werdan e. Îstinsar; av derxistina ji poz e.

6. [Sê caran] şûştina rû digel ji hev vekirina rihê ye.

7. [Sê caran] ji serên telîyan heta digel enîşkan şûştina destê rastê ye, paşê jî wisan şûştina yê çepê ye.

8. Mesha serî ye; bi şilkirina dest bi avê dibe. Paşê meshkirina pêşîya serî heta bi patikê ye. Paşê yek cara din vegerandina heta bi pêşîya serî ye.

9. [Careke tenê] Meshkirina nava guhan bi telîya şehdê û zahirên wan jî bi telîya girdê ye.

10. [Sê caran] şûştina lingê rastê digel gwîzekan e, her wiha ye lingê çepê jî.

11. Piştî valabûna ji desmêjê dûakirina bi vê gotinê ye: «Ez şehde didim ku Xuda yek e, bê şirîk e. Ez şehde didim ku Mûhemmed evdê wî û qasidê wî ye.» (Mûslim rîwayet kiriye)

«Xudayê min! Min bike ji tobedaran û min bike ji xwe paqijkeran.» (Tirmizî rîwayet kiriye)

«Xudayê min! Ez te ji hemû kêmasîyan pak didêrim û hemdê te dikim. Ez şehde didim ku ji te pê ve ti îlah nîn in. Ez lêbûrîna xwe ji te dixwazim û li be rte tobe dikim.»
(Nesaî rîwayet kiriye)

Sifetê desmêjê

[Sê caran] Şûştina herdu mistan

1

[Sê caran] av li poz werdan

3

[Sê caran] av li dev werdan

2

[Sê caran] Îstinsar e,

4

[sê caran] Şûştina rû

5

[Sê caran] Ji serên telîyan digel enîşkan şûştina herdu destan e.

7

(Carekê) mesihkirina nava guhan

9

Ji hev vekirina rihê

6

Mesha serî

8

[Sê caran] Şûştina lingan digel gwîzekan

10

Şertên desmêjê

1. Divê av tahirker be.

2. Divê av mûbah be; wek nimûne: Ne ava dizî be.

3. Jêbirina dohn û yên wekî wan e; ewên ku nahêlin av bigihîje çermê însên.

4. Desmêj-girtineke mukemmel e.

Ferzên desmêjê

1. Nîyet e: Cihê wê dil e; ew wê bi ziman jî nabêje. Heke bêyî nîyeta desmêjê bi qesda xwe hînik-kirinê, yan xwe paqijkirinê azayên desmêjê bişoyê, ew desmêj çênabe.

2. Şûştina rû ye. Av li dev û poz werdan jî ji wê ye.

3. Şûştina herdu destan digel enîşkan e.

4. Meshkirina serî tevî ye; herdu guh jî ji wî ne.

5. Şûştina herdu lingan digel gwîzekan e.

6. Tertîba di navbera azayên desmêjê de ye.

Sunnetên desmêjê

1. [Sê caran] şûştina herdu mistan di serê desmêjê de ye.

2. Sêwak li dev werdan e.

3. [Sê car sê car] şûştina azayên desmêjê ye; lêbelê serî û herdu guh ne, ew mesha wan ji carekê zêdetir nake.

4. Teyamun e: Di azayên desmêjê de destpêkirina bi azayên rexê rastê ye.

5. Îtaletut Tehcîl e: Di şûştina enîşk û gwîzekan de şûştina zêdetirî cihên ferz e.

6. Texlîlûl-lehye ye: [Telî derbaskirina di nav rihê de ye] ji bo av bigihîje çermê rû.

7. Şilkirina navbera telîyên destan û lingan e.

8. Bi destan şûştana azayên desmêjê ye; av lê reşandinê tenê têrê nake.

9. Neîsrafkirina avê ye; lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye; «Di nav vê ummetê de hinek însan dê werin, ewê di ava desmêjê de îsrafê bikin.» (Ebûdawud rîwayet kiriye)

10. Piştî desmêjê dûakirin e. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye; “kî ji we desmêja xwe sipehî bigre, paşê bibêje; «Ez şehde didin ku Xuda yek e, bê şirîk e. Ez şehde didin ku Mûhemmed evdê wî û Qasidê wî ye. Xudayê min! Min bike ji tobedaran û min bike ji xwe paqijkeran.» (Tirmizî rîwayet kiriye) Her heşt derîyên cennetê jê re tên vekirin, ew di kîjanî de bixwaze, têde diçe cennetê.”

11. Kirina du reket nimêj di piştî desmêjê de ye. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye; «Kî wekî vê desmêja min desmêj bigre, paşê rabe du reket nimêj bike û têde bi xwe re neaxive, gunehên wî yên buhurî jê re tên efûkirin.» Buxarî û Mûslim rîwayet kirine

Jêbirina dohn

Sêwak li dev werdan

Ferehkirina devera şûştina rû û lingan

Telî di nav hev re derbaskirin

Newaqidên [şikînerên] desmêjê:

1. Her tiştên ku ji pêşî û paşîya însên derkeve, her wekî mîz, gû û bayê, ew desmêjê dişikîne. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye; «Dema yek ji we bêdesmêj bibe, heta ew desmêj negire, Xuda nimêja wî qebûl nake.»
(Mûslim rîwayet kiriye)

2. Ew xewa ku demekê dewam bike, ewa ku pê re îdrak [têgihiştin] nemîne. Ew jixweçûn û tevizîna temam dikevin hukmê xewê.

3. Xwarina goştê hêştiran e. Lewra hedîsa Cabir kurê Semûre heye ku zilamekî pirseke wiha ji pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] kir; «Ma em ji goştê hêştiran desmêj bigrin?” Jê re got; “erê, desmêj bigrin.» (Mûslim rîwayet kiriye)

4. Bê perde yekser bi dest destdana ewret e. Lewra hedîsa Busre keça Sefwan heye ku wê ji pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] bihîst ku digot: “Kî, dest bide ewretê xwe, bila desmêj bigre.” (Ebûdawud rîwayet kiriye)

Xwarina goştê hêştiran

Xewa mûsteğriq

Hinek mijar

1. Dema misliman ji xewa xwe rabe û xwest ji firağekê desmêj bigre, heta ew destên xwe sê caran neşoyê, bila destê xwe têde noq neke. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye; «Dema yek ji we ji xewa xwe şîyar bibe, bila destê xwe di firağê de noq neke heta wî sê caran neşoyê. Lewra ew nizane destê wî li çi ketiye.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

2. Divê mirov hewl bide avê bigihîne ser her azayê ku şûştina wî wacib e. Bi taybetî jî navbera telîyên destan û lingan, navbera rihê, guhan, her wiha ye enîşkan, gwîzekan û pehnîyan jî. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye; «Ji ber [ketina] êgir xwelî li xwediyên wan pehnîyan be.» (Mûslim rîwayet kiriye)

3. Esl, avakirin li ser yeqînê ye. Heke bi desmêjbûna xwe yeqîn bike, paşê di şikestina desmêja xwe de bikeve gumanê, ewê [emelê xwe] li ser yeqînê ava bike, ew jî bi desmêjbûna wî ye. Heke bêdesmêjbûna xwe yeqîn bike, paşê bikeve gumanê; gelo min desmêj girt yan na? Yeqîn ev e ku ew bê desmêj e.

4. Dema misliman desmêj bigre, hinek ji azayên xwe yên desmêjê carekê bişo, hinekan ji wan du caran bişo û hinekan ji wan jî sê caran bişo, desmêja wî sehîh e; lêbelê wî terka ya çêtir kiriye.

5. Kî xwe ji bîr bike, bêdesmêj nimêj bike, dema were bîra wî divê di cih de nimêja xwe ewde bike.

6. Dema mirov desmêj bigre, paşê necasetek lê bikeve, ewê necasetê jê bibe lêbelê desmêj nagire. Lewra ev ne bêdesmêjbûn e.

Navbera rih û guhan

Noqkirina dest di firağê de piştî rabûna ji xewê

Pehnî

Derbaskirina telîyên destan di navbera telîyên lingan de

Desmêj û tendurustiya giştî

Di meqalekeke ku di kovara Sûrs ya ku neteweyên yekbûyî wê derdixin de hatiye weşandin, metina wê wiha ye: “Xwe şûştina birêkûpêk û desmêja ji bo nimêjê di civakên îslamî de ew zehf bûye arîkar ji bo tixûb deyne û nehêle nexweşîya “Teraxûma” belav bibe, ewa ku ji bo korbûnê di alema sêyem de sebeba sereke tê jimartin. Li cîhanê nêzî 500 mîlyon mirov hene ku bi vê nexweşîyê ketine. Ew dikarin xwe ji korbûnê biparêzin dema rêya îslamî di bara paqijîya li ser her mislimanî berîya nimêjê wacib bişopînin. Di civakên îslamî yên pêbendê dînê xwe de nizmbûna rêjeya ketina bi vê nexweşîya hatiye tesbîtkirin; heta ew gihaye dereceya tinebûnê.” (Ettibûn-Nebewî fî dew’îl îlmîl hedîs ya Ğiyas el-Ehmed).

Ne mûnasib e!

1. Eşkere gotina nîyetê li cem desmêjê ye. 2. Îsrafkirin di avê de ye. 3. Zêdetirî sê şûştinan di desmêjê de ye;

lewra hatiye rîwayetkirin ku bedewîyek hate cem pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] pirsa desmêjê jê dikir. Wî sê car sê car desmêj nîşanî wî da. Paşê pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] jê re got; «Wiha ye desmêj. Kî, li ser vê zêde bike, wî xirab kiriye, zêdegavî kiriye û zulm kiriye.» (Ebûdawud rîwayet kiriye)

Lêbelê heke azayên desmêjê bi sê car şûştinan paqij nebin, mûbah e ku ew li wan caran hinekên din jî zêde bike. Her wekî wî yê ku dohn û dîgerên wî li destên wî ketibin.

Îsrafkirin di avê de

4. Sipehî negirtina desmêjê ye:

Hatiye rîwayetkirin ku zilamekî desmêj girtibû lêbelê; bi qasî cihê neynokekê li ser lingê xwe [ziwa] hiştibû, pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ew cih dît û jê re got; «Vegere, desmêja xwe sipehî bigre.» (Mûslim rîwayet kiriye) Ew zilam vegerîya, [desmêja xwe sipehî girt]paşê nimêj kir.

Ev haletên ha tev dikevin çerçoveya sipehî negirtina desmêjê:

a. Neşûştina herdu gwîzekan e.

b. Neşûştina herdu enîşkan e; bi sebeb tengbûna zendikan.

c. Neşûştina sipîtîya navbera guh û mûyên rihê [cenikê] ye.

e. Neşûştina mista destê çepê digel destê çepê ye.

f. Kî desmêj bigre û li ser wî deqên dohn hebin.

g. Desmêjgirtina jinê ye ku li ser telîyên wê zîneta wê hebe, nehêle av bigihîje çermên wan.

h Şilnekirina telîyên lingan dema av di navbera wan de derbas nebe.

5. Mesihkirina stû ye;

ew bi ti awayan ne ji desmêjê ye. Lêbelê heke îhtiyaca wê bi mesihkirinê hebe; bila ew berî yan jî piştî temambûna desmêjê wê mesih bike.

6. Gotina hinek zikran e ku ew di şerîetê de nehatine gotin;

her wekî dûayeke taybet ku li dev şûştina her azayekî were gotin. Yan jî “bila zemzem be” ji bo mirovê ku desmêj digre.

7. Îadekirina desmêjê ji bo ewê ku weswese pê re heye:

Ev leystika Şeytan e, ew bi mirov dileyize. Ew weswesê jê re çêdike; desmêja te çênebûye, yan jî ew nuqsan e!! Ew dike ku însan di îstincayê de mûbaleğe dike, zehf azayên desmêjê dişoyê, heta ew ji îbadetê aciz dibe.