Home /Dehîye

Dehîye


Dehîye;
Ew heywanên çarpê ne, ku ji bo xwe nêzîk-kirina Xuda Teala di rojên qurbanê de tê serjêkirin e.

Hukmê dehîyê

>Ew sunneteke mûekked e.

>Lewra Xuda Teala dibêje: {Ji Xudayê xwe re nimêj bike û qurbanê serjêke} [Kewser, 2]

>«Hem jî Pêğember [dirûd û silavên Xuda lê bin] du beranên reşesipî (Emleh, ewê têde reş û sipî heye, lêbelê sipîtahîya wî ji reşahîya wî zehftir be.) yên bi hêstir (Eqren, ewê ku hêstir û quloçên wî hebin.) kirin qurban, ew bi destê xwe serjêkirin, bismillah got, tekbîr anî û pêyê xwe jî danî ser herdu sukrên wan» (Tirmizî ew rîwayet kiriye)

Wextê serjêkirina qurbanê

>Wextê serjêkirinê, ji piştî nimêja îda roja qurbanê destpê dike, heta dawîya rojên teşrîqê roj biçe ava, her dewam dike [roja yezdehê, diwazdehê û sêzdehê meha Zîl-Hiccê].

Ji bo dehîyê [qurbanê] heywanên ku çêdibin

>1. Pezek, ji ber şexsekî ve çêdibe. Lêbelê ew kê bixwaze, dikare wî di sewabê de bixe şirîkê xwe. Lewra çi dema pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] xwest qurbana xwe serjêke, got: «Bi navê Xuda, Xudayê min, wê ji Mûhemmed, ji malbata Mûhemmed û ji ummeta Mûhemmed qebûl bike» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

>2. Hêştirek û dewarek, ji ber heft kesan ve çêdibe. Naxwe durust e, heft kes di devehekê, yan jî dewarekê de bibin şirîk.

>Lewra Cabir dibêje; «Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ferman li me kir ku her heft kes ji me di hêştir û dewêr de bibin şirîk (El-Bedene, hêştir e, çi nêr be, çi jî mê be.)» (Mûslim rîwayet kiriye)

Salên ku ji bo qurbanê çêdibin

>- Cezee ji mêşinan, ew e ku şeş mehên xwe temam kiribe.

>- Senîye, ji pezê reş û çûr, ew e ku saleke xwe temam kiribe.

>- Senîye, ji dewêr, ew e ku du salên xwe temam kiribe.

>- Senîye ji hêştiran, ew e ku pênc salên xwe temam kiribe.

Qurbanê çêtirîn

>Ji heywanan tevan yên ji bo qurbanê çêtirîn, hêştir e; heke ew bi temamî were derxistin. Lewra bihayê wê zehftir e û feyda wê jî ji b o feqîran çêtir e. Piştî hêştirê dewar e; heke ew bi temamî were derxistin. Piştî dewêr pez e. Paşê heftyeka hêştirê ye, paştir jî heftyeka dewêr e.

Eybên qurbanê

1. Eybên ku nahêlin ew ji bo qurbanê çêbibe

- Korbûn e:

>Ew heywanê ku di çavên wan de korîtî heye. Nebîntî jî dikevin ber hukmê wê.

- Kulekbûn e:

>Ew e ku heywan nikaribe bimeşe.

- Bêmixbûn e:

>Ew hizhizî ye ku têde mix nîn e.

- Ew nexweşa ku nexweşîya wê eşkere ye.

>Delîla van jî hedîsa Berra kurê Azib [Xuda jê razî be] e, dibêje; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: «Ji bo qurbanê heywana kor a ku korîtîya wê eşkere be, şehta ku şehtîya wê eşkere be, nexweşa ku nexweşîya wê eşkere be û hizhizîya ku mixê wê nîn e, çênabe» (Mûslim rîwayet kiriye)

>Eybên wekî van û yên ji van qebîhtir jî di hukmê wan de ne.

2. Eybên ku ji bo qurbanê ğem nakin

- Betra ye:

>Ewa ku dûvê wê nebe.

- Cemma kol] ye:

>Ewa ku quloçê wê nebe.

- Xesî:

>Xesandîyê ku gunên wî hatine xesandin.

>- Ewa ku guhê wê qelaştî yan jî qul be, yan jî quloçên wî şikestî be. Ew tiştên ku ji bo qurbanê hatin gotin, çêdibin, yan jî çênabin, her wiha ew ji bo hedîy û fîdyê jî wisan e.

Bêmix

Quloç-şikestî

Kor

kol

Kulek

bêdûv

Parvekirina qurbanê

>Xwediyê qurbanê, dikare sêyeka qurbanê bixwe, sêyeka wê hedîye bide û sêyeka wê jî sedeqe bide. Heke ew temamê wê sedeqe bide jî durust e; heke ew pirranîya wê jî bixwe, dîsa durust e.

Feydeyeke mûhîm

>Kî, bixwaze qurbanê serjêke, dema dehê mehê were, jê re ne durust e, ew tiştekê ji mûyên xwe, neynokên xwe û laşên xwe wergire; heta ew wê serjêke.

>Lewra hedîsa Ummû-seleme [Xuda jê razî be] heye, dibêje: «Dema dehê mehê were û yek ji we jî bixwaze qurbanê bide, bila ew dest nede tiştekê ji mûyên xwe û laşê xwe» (Mûslim rîwayet kiriye.)

>Herçî ewê ku mirov qurban ji ber wî ve bide, her wekî malbat û zarokên mirov, ji bo wan tiştek ji van ne heram e.