Home /Şûnedev

Şûnedev


Pênasîya şûnedevan

Şûnedev
Ewa ku piştî jê hatibe vexwarin di firağê de maye

Esl di şûnedevan de teharet e; lêbelê heke delîlek necaseta wê nîşan bide, ew cuda ye. Ew jî wekî yên ku tên e;

1. Şûnedevên tahir

a. Şûnedeva mirovan e:

«Lewra sabit bûye ku pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] ji şûndeva Aîşe [Xuda jê razî be] vedixwar û ew jî di heyzan de bû û wî devê xwe datanî ser şûna devê wê».
(Mûslim rîwayet kiriye)

B. Şûnedeva kitikê ye:

Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] di bara kitika ku ji firağê vexwaribû de gotiye; «Ew ne necis e; ew ji wan sewalan e ku li ser we digerin, diçin û tên.» (Tirmizî rîwayet kiriye)

Şûnedeva kitik

C. Şûnedevên heywanên ku goştê wan tê xwarin, şûnedeva hêstir [qantir], ker, dehbe û dirindeyên teyran û yên wekî wan e:

Ew tahir in; lewra esl di tiştan de teharet e. Li ser necisbûna wan jî delîlek nîn e. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] li keran siwar dibû û di serdema wî de mirov li wan siwar dibûn.

Şûnedeva dirindeyên teyran

Şûnedeva dehbeyan

Şûnedeva kerê

Şûnedeva heywanên ku goştê wan tê xwarin

2. Şûnedevên necis

A. Şûnedeva se ye:

Şûnedeva se

Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] gotiye; «Dema se firağa yekî ji we bileqîne, tahirkirina wê ew e ku wê heft caran bişûyê, ya pêşî jî bi axê be.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

B. Şûnedeva beraz e

Şûnedeva beraz

Şûnedeva beraz necis e; lewra Xuda Teala gotiye; {Yan goştê beraz, bêguman ew pîs in.}
[Enam, 145] Yanî ew necis e, tişta ku jê biwelide jî necis dibe.

Tahirbûna însên;

Însan di nefsa xwe de tahir e; hîç ferq nake; çi ew misliman be, lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] gotiye; «Mûmîn necis nabe» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine.) çi ew kafir be; lewra sabit bûye ku pêğemberê Xuda «dirûd û silavên Xuda li ser wî bin» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine.) ji meşka mûşrikekê desmêj girtiye. Herçî ev gotina Xuda ye; {Bes muşrik pîs in} (Tewbe, 28) Daxwaz jê necaseta menewî ye; necaseta îtîqadê ye.