Home /Teharetname /Ğusl

Ğusl


Pênasîya ğuslê

Ğusl di ferhengê de
Derbaskirina avê li ser temamê tiştê ye.
Ğusl di navlêka fiqhê de
Şilkirina temamê bedenê bi sifetekî xusûsî; bi qesda îbadetkirina ji Xuda Teala re ye.

Wacibkerên ğuslê

1. Derketina menîyê

Menî: Aveke sipî û sitûr e, ew bi şehwet û verêhtin derdikeve û li pey wê jî westin û sistbûn tê, bêhna wê dişibihe hêka xirabûyî. Lewra Xuda Teala gotiye; {Eger hûn bi cenabet bin xwe paqij bikin.} [Maîde, 6] Hem ji bo gotina pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ya ji ‘Elî [Xuda jê razî be] re ye: «Dema te av [menî] bi verêhtin derxist, xwe bişo.» (Ebûdawud rîwayet kiriye).

Hinek mijar

1. Heke di xew de şeytan bi mirov bikene û menî ji mirov neyê, şûştin li ser mirov nîn e. Lêbelê heke di piştî şîyarbûna wî de menî derket, hingê divê ew xwe bişoyê.

2. Heke mirov menîyê bibîne û neyê bîra wî ku şeytan pê kenîbû dîsa wacib e ku ew xwe bişoyê. Lewra menî derketiye. Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye; «Av ji avê ye.»
(Mûslim rîwayet kiriye) Yanî şûştin ji derketina menîyê ye.

3. Heke hest pê bike ku menî veguhezî ewretê wî; lêbelê jê derneket, hingê ti şûştin li ser wî nîn e.

4. Heke menî ji ber êşekê, yan jî nexweşîyê bê şehwet jê hat, dîsa ti şûştin li ser wî nîn e.

5. Dema yek bi cenabet be û xwe bişoyê, paşê di piştî şûştinê de menî jê were, dubarekirina şûştinê ne wacib e. Lewra ew bi pirranî bê şehwet derdikeve. Lêbelê jê re baş e ku ji bo îhtiyatê ew desmêj bigre.

6. Dema mirovê razayî ji xew şîyar bû, şilahî dît lê ti sebebê wê jî nehate bîra wî, ew ji yekî ji sê haletan xalî nabe;

a. Ew yeqîn bike ku ew menî ye; hingê ji wî re şûştin wacib e. Çi îhtîlam [şeytan pê kenîn] were bîra wî, çi jî neyê bîra wî.

b. Ew yeqîn bike ku ew ne menî ye. Hingê şûştin ji wî re nîn e. Hukmê wê jî hukmê mîzê ye.

c Ew bikeve gumanê; gelo ew menî ye, yan jî na? Divê ew xweş li serê bifikre; heke hate bîra wî ku ew menî ye, ji xwe ew menî ye. Heke hate bîra wî ku ew mezî ye, ji xwe ew mezî ye. Heke tiştek nehate bîra wî, hingê ji bo îhtiyatê divê ew xwe bişoyê.

7. Dema mirov menîyê bibîne, lêbelê nehate bîra wî, kengê ew îhtîlam bûye, hingê şûştin li ser wî wacib e. Hem jî ji xewa xwe ya dawîn pê ve divê ew nimêjên xwe jî [tevan] îade bike.

2. Cîma’

Ew e ku ewretê mêr û ewretê jinê li hev bikevin û cîmaa bi ketina serê kîr tev di quz de, dibe; çendan hatina menîyê hasil nebe jî. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye; «Dema cihê sunnetkirî di cihê sunnetkirî re derbas bibe, şûştin wacib dibe.» (Tirmizî rîwayet kiriye).

3. Mislimanbûna yê kafir e

Lewra dema Qeys kurê ‘Asim misliman bû, pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] jê re fermankir; «Xwe bişo.» (Ebûdawud rîwayet kiriye).

4. Qutbûna xwîna heyzê û çêl

Lewra hedîsa Aîşe heye ku pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ji Fatima keça Ebû-hûbeyş re got; «Dema heyz berê xwe bide were, dest ji nimêjê berde û dema ew pişta xwe bide, here, xwe bişo û nimêj bike.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine). Bi îcmaê çêl jî wekî heyzê ye.

5. Mirin e

Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] di hedîsa şûştina keça xwe Zeyneb ya dema wê wefat kiribû de gotiye; «Heke hûn mûnasib bibînin wê sê caran, yan pênc caran, yan jî hîn zêdetir bişon.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

Sifetê şûştinê

Ya wacib, di şûştinê de bi çi awayî dibe bila bibe, bi nîyeta şûştinê şilkirina temamê bedenê ye. Lêbelê musteheb e ku mirov sifetê şûştina pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ji xwe re bike nimûne. Dêya mûmînan Meymûne [Xuda jê razî be] awayê şûştina wî wiha vegotiye; «Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] av ji bo cenabê danî cih, du caran, yan jî sê caran destê rastê xwe bi ser yê çepê de bir. Paşê wî ewretê xwe şûşt. Paşê du caran, yan jî sê caran destê xwe li erdê, yan jî li dîwarî da. Paşê wî av li devê xwe werda û av li pozê xwe jî werda. Wî destên xwe û herdu zendên xwe şûştin. Paşê wî av bi ser serê xwe de rijand. Paşê wî bedena xwe şûşt. Paşê wî xwe da paş, herdu lingên xwe jî şûştin. Ew dibêje; min kincek jê re anî, wî ew red nekir û pê destê xwe ziwa bike.» (Buxarî rîwayet kiriye).

Naxwe awayê şûştinê wiha ye:

1. Mirov du caran, yan jî sê caran mistên xwe dişoyê.

2. Mirov ewretê xwe dişoyê.

3. Mirov du caran, yan jî sê caran destê xwe li erdê, yan jî li dîwarî dixe.

4. Mirov eynî wekî desmêja ji bo nimêjê desmêj digre; lêbelê şûştina lingê xwe tenê dihêle paşîyê.

5. Mirov avê bi ser serê xwe de dirijîne.

6. Mirov bedena xwe ya mayî jî dişoyê.

7. Mirov xwe dide paş û lingên xwe jî dişoyê.

1

2

3

4

5

Hinek feyde

- Li ser jinê ne wacib e ku ew kezîyên xwe veke ji bo şûştina cenabê yan jî heyzê. Lêbelê têra wê dike ku ew avê bi ser wan de birijîne heta av bigihîje binê koka wan.

- Dema jin xwe ji heyzê, yan jî ji çêl bişoyê jê re musteheb e ku ew perçekek ji pembû yan jî tişteke wekî wî bigre, miskê yan jî bêhneke xweş li wî bike, paşê wî bi ser şopa xwînê de bibe.

- Dema însan xwe ji cenabê bişoyê bi vê şûştinê nimêjkirin jê re sehîh e; çi wî nîyeta desmêjê anîbe, çi jî neanîbe.

Tiştên ku li ser mirovê/a bi cenabe heram in

1. Nimêj e:

Lewra Xuda Teala gotiye; {Gelî yên ku bawerî anîne! Dema hûn serxweşbin nêzî nimêjê nebin.}[Nîsa, 43]

Nimêj

2. Tewafa Beytul Heramê ye:

Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye; «Tewafa Beytê heram e.»
[Nesaî rîwayet kiriye].

Tewafa Beytê

3. Destdana Mûshefê ye:

Lewra Xuda Teala gotiye; {Ji yên paqij pêve tu kes dest nadê.} [Waqîe, 79]

Hem jî gotina pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ye: «Ewê ku ne tahir be, dest nade Mûshefê.» (Malik di el-Mûwetteê de rîwayet kiriye).

Destdana Mûshefê

4. Xwendina Qur’anê ye:

Ji ‘Elî [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; «Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ji avrêjê derdiket, ji me re Qur’an dixwend û bi me re goşt dixwar. Ji cenabê pê ve tiştekê ew ji Qur’anê asteng nedikir.» (Tirmizî rîwayet kiriye).

Xwendina Qur’anê

5. Sekna li mizgeftê ye; lêbelê rêbiwar ne têde ye.

Lewra Xuda Teala gotiye; {Gelî yên ku bawerî anîne! Dema hûn serxweşbin nêzî nimêjê nebin, heta hûn bizanin ka hûn çî dibêjin. Dema hûn bi cenabet bin jî -ji bilî yê rêwî- heta hûn xwe neşon.} [Nîsa, 43]

Sekna li mizgeftê

Şûştinên musteheb

1. Xwe şûştina ji bo înê ye:

Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye; «Kî, xwe ji bo înê desmêj bigre, wî xwe bi ya qenc girtiye. Lêbelê kî xwe bişoyê, ji xwe şûştin çêtir e.» (Ebûdawud rîwayet kiriye).

2. Xwe şûştina li cem ihram li xwe kirina ji bo umrê, yan jî hecê ye:

Ji Zeyd kurê Sabit [Xuda jê razî be] «hatiye rîwayetkirin ku wî pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] dît ku wî xwe ji bo îhlala xwe xwerû kir û xwe şûşt.» (Tirmizî rîwayet kiriye).

3. Xwe şûştina di piştî şûştina mirî de ye:

Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye; «Kî, mirîyekî/ê bişoyê,bila ew jî xwe bişo.» (Îbnmace rîwayet kiriye)

4. Xwe şûştin di piştî her cîmaê de ye:

Ji Ebûrafî [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin; «ku pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] rojekê li ser hevserên xwe gerîya, xwe li cem vê dişûşt û xwe li cem wê jî dişûşt. Ew dibêje; min jê re got; ya pêğemberê Xuda! Çima tu wê nake şûştineke tenê? Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: “Ev paktir e, xweştir e, paqijtir e.”» (Ebûdawud rîwayet kiriye)

Ne mûnasib e

1. Derengxistina şûştina cenabê heta wextê nimêjê derkeve.

2. Terkkirina jinê ji bo nimêja li ser wê wacib kengê ji heyzê paqij bû. Heke jin paqij bû berî derketina wextê nimêja nîvroyê bi qasî reketekê, hingê li ser wê wacib e ku ew xwe bişoyê û nimêja nîvroyê bike. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye; «Kî bigihîje reketeke sibehê berî tav derkeve, ew gihaye sibehê. Kî bigihîje reketeke esrê berî roj here ava, ew gihaye esrê.»
(Buxarî û Mûslim rîwayet kirine).