Şertên sehîhbûna nimêjê

Şertên sehîhbûna nimêjê

Şert û mercên sehîhbûna nimêjê

Ya yekê; hatina wextê

>Ji bo nimêja ferz wextek heye. Nimêj, -heke ne ji ber uzrekî be- berî wî wextî û piştî wî wextî jî ne sehîh e. Lewra Xuda [ezzewecelle] gotiye: {Lewra nimêj, li ser bawermendan ferzeke xwedî-dem e} [Nîsa, 103]

>Yanî ferzeke di wextên diyarkirî de ye.

>Hem jî ji Ebûmûsa [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; «mirovek hate cem pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin], pirsa wextên nimêjê jê dikir? Wî ti bersiv nedayê. Dema fecr duşeq bû, ew rabû nimêja fecrê, hîn însanan hev nas nedikir. Paşê dema tav zaîl bû, ferman lê kir, ew rabû nimêja nîvroyê kir. Wî mirovî digot; naveroj tam bi nîvî bûye. Wî ji wan bêhtir pê dizanîbû. Paşê dema tav bilind bû, ferman lê kir, wî nimêja esrê kir. Paşê dema tav ket [winda bû] ferman lê

>kir, wî nimêja meğribê kir. Paşê dema şefeqa sor winda bû, ferman lê kir, wî nimêja eşayê kir. Paşê sibeya din, nimêja fecrê texîr kir; heta jê silav da, wî mirovî digot; roj derket, yan jî dike derkeve. Paşê wî nimêja nîvroyê texîr kir, heta nêzîkî wextê esrê yê doh bû. Paşê wî nimêja esrê texîr kir, heta jê silav da, wî mirovî digot; tav sor bûye. Paşê wî meğrib texîr kir, heta li cem ketina şefeqê [a sor] bû. Paşê nimêja eşayê texîr kir heta bû sêyeka şevê ya yekê. Paşê bû sibeh, gazî wî mirovê pirsker kir û jê re got; “wext di navbera van herduyan de ye.» Di rîwayeteke din de gotiye: «Di roja duduyan de wî berî şefeqa sor winda bibe, nimêja meğribê kir.» (Mûslim rîwayet kiriye).

Wextên nimêjê ev in:

1.Wextê fecrê:

>Wextê wê, ji derketina fecra sadiq- ew sipîtahîya ku ji alîyê meşriqê [rojhilatê] di ufûqan [asoyan] de dibe- heta bi derketina tavê ye.

2.Wextê nîvroyê:

>Wextê wê, ji zewala tavê heta piştî siha ku tav li sere zaîl bûye, siha her tiştê bibe bi qasî wê ye. Lewra tav, dema derkeve ji bo yê ku sabit dinêre siha aliyê meğribê [rojava] çêdibe. Paşê çiqas tav bilind bibe, ev sih her kêm dibe, heta paşê ev sih radiweste. Paşê ew dîsa dest bi zêdebûnê dike. Dema ew dest bi vê zêdebûnê bike, ev wextê zewalê ye.

3. Wextê esrê [berêvarê]:

>Wextê esrê, ji xilasbûna wextê nîvro ye, heta siha her tiştê du caran bi qasî wî bibe; piştî wê siha ku tav li serê zaîl bûye.

4. Wextê meğribê:

>Wextê meğribê, ji çûna ava ya tavê heta bi windabûna şefeqa sor e. Şefeqa sor, ew rohnîya sor e ku li cem çûna ava ya tavê di ufûqan [asoyan] de çêdibe.

5. Wextê eşayê:

>Wextê eşayê, ji xilasbûna wextê meğribê heta bi nîvê şevê ye. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Wextê nimêja eşayê heta bi nîvê şevê yê navê ye.» (Mûslim rîwayet kiriye)

>Di vê serdemê de, mûmkin e mirov bi rêya teqwîmê/roj-jimêrê wextên nimêjê bi hêsanî nas bike.

02_03_001-Salat Subuh.bmp

Nimêja fecrê [sipêdê]

02_03_003-Salat Zhuhur.bmp

Nimêja Nîvro

02_03_002-Salat Ashar.bmp

Nimêja Esrê [berêvarê]

02_03_004-Salat Isya’.bmp

Nimêja Eşayê

02_03_005-Salat Maghrib.bmp

Nimêja Meğribê [roj bi-avaçûnê]

Nayê xwestin;

>- Nimêj di cilên teng de; ewên ku ewretî kufş dikin, yan di ew cilên tenik û şefaf de, yan ew nimêja ku ewret vekirî be, yan jî nimêja ku tu eda bikî û tu kirasê xwe dirêj bikî, heta cil xwe berdin heta bi binê gwîzekan, nayê xwestin.

>- Nimêj di cilên ku li ser wan wêne [fotoğraf] hebin, yan jî nimêj di cihên ku di wan de fotoğraf xwedan rûhan hebin, yan jî li ser sicadeyeke ku têde fotoğraf û nexş hebin, nayê xwestin!

>- Nimêj di mizgeftên ku di wan de qebr hebin. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Bila xebera we jê hebe, ew ummetên berîya we qebrên pêğemberên xwe û salihên xwe ji xwe re dikirin mizgeft! Zinhar, hûn qebran ji xwe re nekin mizgeft! Ez wê li we qedeğe dikim.» (Mûslim rîwayet kiriye)

Hinek feyde

>1. Kî, berî derketina wextê bigihîje reketekê ew gihaye wê nimêjê. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Kî, bigihîje reketekê ji nimêjê, bêguman ew gihaye wê nimêjê.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

>2. Dema bi xewê yan jî bi jibîrkirinê nimêj li mirov biçe, bilezûbez edakirina wê nimêjê wacib e. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Kî, nimêjekê ji bîr bike, dema ew were bîra wî bila wê nimêjê di cih de bike. Ji bilî kirina wê kefaretekî wê yê din nîn e.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

Ya duduyan; tahirbûna ji hedesê [bêdesmêjîyê]

1.Tahirbûna ji bêdesmêjîya biçûk e:

>Ew bi desmêjê dibe. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Dema yek ji we bêdesmêj bibe, heta desmêj negire, Xuda nimêja wî qebûl nake.» (Buxarî rîwayet kiriye).

02_03_008.jpg

2.Tahirbûna ji bêdesmêjîya mezin e:

>Ew bi xwe şûştinê dibe. Lewra Xuda [ezzewecelle] gotiye: {Heke hûn bi cenabet bin, xwe [bi şûştinê] tahir bikin!} [Maîde, 6]

>02_03_006.PNGKî, di nimêja wî de were bîra wî ku ew êdesmêj e, yan jî ew di nav nimêja xwe de bêdesmêj bûye, nimêja wî betal bûye. Divê ew ji bo desmêjê bêyî selamdayîn ji nimêjê derkeve. Lewra nimêja wî qut bûye lê ew temam nebûye. Herçî selam e, ew dawîya nimêjê ye.

Ya sisêyan; tahirbûna cil, beden û mekanî ye:

1.Tahirbûna cilan e:

>Lewra Xuda Teala gotiye: {Cilê xwe tahir bike.}[Mûddessir, 4]

02_03_007-Purification of the body.jpg

Tahirbûna cilan

2.Tahirbûna bedenê ye:

>Lewra sabit bûye ku pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] di ber du qebran re derbas bû û got: «Ew herdu tên ezabdayîn. Lêbelê ew di [gunehekî] mezin de tên ezabdayîn. Herçî evê ha ye, wî xwe ji mîzê paqij nedikir , nediparast.» (Ebûdawud rîwayet kiriye)

3.Tahirbûna mekanî ye:

>Lewra hedîsa wî yê bedewî heye, ewê ku di mizgeftê de mîz kiribû, vêca pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] jî gotibû: «Dest jê bedrin, nîv dêwl av yan jî dêwleke tije av bi ser mîza wî de birijînin.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

02_03_009.jpg

Tahirbûna mekanî

Nimêj û necaset [pîsîtî]

>Kî nimêj bike û necasetek li ser wî hebe lêbelê wî pê nizanîbe, yan jî ew ji bîr kiribe, nimêja wî sehîh e. Lewra sabit bûye «ku pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] nimêj kir û herdu pêlavên xwe ji pêyê xwe kirin, ji lewma sehabîyan jî pêlavên xwe ji pêyên xwe kirin. Çi dema wî silav da, pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ji wan re got: “Çima we pêlavên xwe ji pêyên xwe kirin?” Wan jê re got; ya pêğemberê Xuda! Me tu dîtî, te ew ji pêyên xwe kirin, ji lewma me jî ew ji pêyên xwe kirin. Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: “Cibraîl hate cem min, ji min re vegot, bi wan ve pîsîtî heye! Naxwe dema yek we were mizgeftê, bila pêlavên xwe biqulibîne û bil ali wan binêre; heke bi wan ve pîsîtîyê bibîne, bila wê bi erdê bimale, paşê bil adi wan de nimêj bike.» (Ebûdawud rîwayet kiriye)

>Kî, di nav nimêjê de pê bihese ku necasetek li ser wî heye, jêbirîna wê necasetê li ser wî wacib e. Paşê ewê di nimêja xwe de berdewam be û ewê nimêja xwe li ser reketên ku kiribû, wê ava bike. Lewra hedîsa derbasbûyî delîla vê ye. Heke ew nikaribe wê necasetê jêbibe, nimêja wî betal bûye.

Erd tev mizgeft e.

>Erd tev mizgeft e, têde nimêj sehîh e. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Erd ji min re bi mizgeft û tahûr [paqij] hatiye kirin, naxwe kîjan mirov ji ummeta min nimêj bigihîje wî, bila nimêj bike.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

>Lêbelê ji erdê hinek cih hene nimêjkirin li wan cihan hatiye qedeğekirin. Her wekî nimêja di goristan û hemamê [avrêjê] de (Nimêja cenaze ji wê hatiye îstisnakirin). . Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Erd, tev mizgeft e; ji bilî goristan û hemamê.» (Tirmizî rîwayet kiriye) û hevşîyê hêştiran jî. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Di hevşîyên hêştiran de nimêj nekin.»

> «E‘tanûl îbîl» (Tirmizî rîwayet kiriye). ew cih e ku bi şev têde hêştir radizin û têde dihewin. Yanî hevşî ye.

02_03_010-Prayer in the toilet.jpg

Nimêj li hemamê [avrêjê]

02_03_011-Prayer at the graveyard.JPG

Nimêj li nav qebran

Ya çaran; setra [nixumandina] ewretî ye:

>Ewretê mêr: ji navikê heta bi kabê ye.

>Ewretê jinê di nimêjê de; ji bilî rû û herdu mistên wê temamê bedena wê ye.

>02_03_013.psd

02_03_014.png

Nixumandina milan

>Divê nimêjker cileke wisan li xwe bike ku ew navbera zendên wî û stûyê wî binixumîne. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Bila yek ji we di cileke tenê de nimêj neke ku tiştek jê li ser stûyê wî nebe.»
(Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

Ya pêncan; îstiqbala [berê xwe dana] qiblê ye:

>Qible, K‘eba mûşerref e. Lewra Xuda [ezzewecelle] gotiye: {Naxwe berê xwe bizivirîne aliyê mizgefta pîroz. Hûn li kuderê dibin bibin berê xwe her bizivirînin aliyê Ke‘bê} [Beqere, 144]

>Divê mirov hinek karûbaran li ber çavan bigre: Ewê ku di nava mizgefta heramê de nimêj dike, dive berê xwe bide Ke‘bê bi xwe. Lêbelê ewê ji Ke‘bê dûr nimêj dike, ewê berê xwe bide rexê wê. Lewra dibe, ew nikaribe berê xwe bide wê bi xwe. Ji ber vê pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Navbera Şerq û Ğerbê qible ye.» (Tirmizî rîwayet kiriye).

>Nimêja nafîle ji mirovê siwar: Heta jê were, ewê di serê pêşîn de bide xwe ji bo berê xwe bide qiblê; heke ew nikaribe vê bike, siwareka [merkeba] wî berê wî bide kîjan alî ewê bi wî alîyî ve nimêj bike. Lewra sabit bûye «ku pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] li ser heywana xwe berê wî bi kîjan alî ve diket, bi wî alî ve nimêja sunnet dikir û li serê witr jî dikir. Lêbelê li ser wê nimêja ferz nedikir». (Ebûdawud rîwayet kiriye)

Ewê ku qiblê nizanibe, bila ew çi bike?

>Ewê ku qiblê nas neke, heke ew di xanîyan de be, yan jî li nêzîkê wî hinek însan hebin, ewê qiblê ji wan bipirse, yan ewê qiblê ji mihrabên mizgeftan, yan bi pisûla, yan bi roj û heyvê û yên wekî wan nas bike. Heke ew nikaribe, ewê bi zena xurt emel bike. Lewra Xuda Teala gotiye: {Heta hûn karibin xwe ji hêrsa Ellah biparêzin.} [Teğabun, 16]

02_00_023.psd

Ewê ji Ke ‘bê dûr nimêj bike



Tags: