Îtîkaf

Îtîkaf
40
Îtîkaf di ferhengê de;
Pêbendbûna tiştekê û nefs weqfkirina li ser wê ye.
Îtîkaf di navlêka fiqhî de;
Mayîna li mizgeftê ye, ji bo îbadetê Xuda Teala.

Meşrûîyeta îtîkafê

>Îtîkaf, karek ji karûbarên qenc û taetên mezin e.

>Lewra ji Aîşe [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; «Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] di dehekên dawîya remezanê de diket îtîkafê, heta ew wefat kir. Paşê jinên wî jî piştî wî ketin îtîkafê.» (Buxarî rîwayet kiriye)

>Îtîkaf, hem ji bo me hatiye meşrûkirin, hem jî ew ji bo ummetên berîya me jî hatibû meşrûkirin.

>Lewra Xuda Teala dibêje: {Me soz ji Îbrahîm û Îsmaîl wergirt, me ji wan re got; hûnê mala min ji bo tewafkar, îtîkafkar, rukû‘kar û sicûdkaran paqij bikin} [Beqere, 125]

Hukmê îtîkafê

>Îtîkaf, di her wext û demê de sunnet e. Îtîkafa baştir di dehekên dawîya remezanê de ye. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] di dehekên dawîya remezanê de li ser îtîkafê berdewam kiriye. (Zadûl-Mead)

Şertên îtîkafê

1. Nîyet e

> Îtîkafkar, nîyeta mayîna li mizgeftê tîne, ji bo xwe nêzîkkirin û îbadetkirina ji Xuda [ezzewecelle] re.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Emel, bes bi nîyetan e» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

2. Divê ew mizgefta ku îtîkafkar têde dikeve îtîkafê jî nimêja bi cemaetî têde were edakirin

>Îtîkaf, di ğeyrê mizgeftê de ne durust e. Lewra Xuda Teala dibêje: {Dema hûn bi qesda îbadetê li mizgeftan di îtîkafê de bin, hîç neçin nivînên jinên xwe!} [Beqere, 187]

>Hem jî pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ketiye îtîkafê. Lewra ketina îtîkafê di mizgefteke ku nimêja bi cemaetî têde nayê edakirin, terka nimêja bi cemaetî lazimî xwe dike. Halev e ku ew jî wacib e. Yan jî heke ew here nimêja bi cemaetî, hingê ew dike lazimê xwe ku îtîkafkar her wext dubare dubare ji mizgeftê derkeve, ev jî berovajîyê meqsûda îtîkafê ye.

>Herçî jin e, îtîkafa wê di her mizgeftê de çêdibe; çi nimêja bi cemaetî têde were edakirin, çi jî nimêja bi cemaetî têde neyê edakirin. Ev wisa ye, dema fitneyek li ser îtîkafa wê îcra nebe. Heke fitneyek li ser îtîkafa wê îcra bibe, îtîkafa wê tê menkirin. Ya baş, bila ew mizgefta ku jin têde dikeve îtîkafê jî nimêja bi cemaetî têde were edakirin. Lêbelê ew ji bo îtîkafê ne şert e.

03_06_002_1.jpg

Mizgefta komkar

3. Tahirbûna ji bêdesmêjîya mezin e

>Îtîkafa mirovê bi cenabet, jina di heyzan de û jina bi çêl, ne durust e. Lewra sekna van li mizgeftê ne durust e.

Rojî ji bo îtîkafê ne şert e

>Rojî ji bo îtîkafê şert nayê jimartin.

>Lewra ji Îbn Ûmer [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; Ûmer ji pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] pirs kir, got; min di serdema cahilîyetê de li xwe nezr kiribû ku ez şevekê li mizgefta Heramê bikevim îtîkafê, ez çi bikim? Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] jê re got: «Nezrê xwe bîne cih!» (Buxarî rîwayet kiriye) Heke rojî ji bo îtîkafê şert bûya, hemin îtîkafa wî dê bi şevê ne durust bûya. Lewra rojî bi şev çênabe.

>Hem jî sabit bûye ku pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] «di dehekên pêşîn yên şewalê» (Mûslim rîwayet kiriye) de ketiyee îtîkafê. Di nav wan de rojên îdê jî hebûn. Di wan de rojî-girtin ne durust e. Her wiha ew herdu du îbadetên ji hev cuda ne; ji bo yekî ji wan hebûna yê din ne şert e.

01_08_009_1.psd

Zemanê Îtîkafê

>Îtîkaf, di her wext û rojan de durust e. Lêbelê ya baş, bila îtîkaf ji şev û rojekê ne kêmtir be. Lewra ji pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] û ji ti sehabîyekî wî nehatiye neqilkirin ku ew ji şev û rojekê kêmtir ketibin îtîkafê.

Îtîkafa dehekên dawîya remezanê

>- Ew çêtirîn wextên îtîkafê ne.

>Lewra ji Aîşe [Xuda jê razî be] sabit bûye, gotiye; «pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] di dehekên dawîya remezanê de diket îtîkafê, heta wî wefat kir. Paşê jinên wî jî piştî wî ketin îtîkafê» (Buxarî rîwayet kiriye).

>- Kî, nîyeta xwe li îtîkafa dehekên dawîya remezanê bîne, ewê sibeha roja bîst û yekê di mizgefta ku têde nîyeta xwe li îtîkafê tîne, nimêj bike. Paşê ewê bikeve îtîkafê.

>Lewra ji Aîşe [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; «Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] her remezanê diket îtîkafê. Dema nimêja sibehê dikir, diçû cihê xwe yê ku têde diket îtîkafê» (Buxarî rîwayet kiriye) .

>- Îtîkaf, bi roj-çûna ava ya dawîya roja remezanê xilas dibe. Ya baş, bila derketina ji îtîkafê di sibeha roja îdê de be. Ev ji gellek selefên ummetê sabit bûye.

Hikmeta îtîkafê

>Hikmeta îtîkafê, qutbûna ji dinyayê û ji ehlê wê û xwe valakirina ji bo îbadetê ye. Divê îtîkafkar dilê xwe ji wê re vala bike.

Tişta ku ji îtîkafkarî re mûbah e

>1. Ji îtîkafkarî re mûbah e; derketina ji mizgeftê ji bo tiştên ku pêdevi be. Her wekî derketina ji bo xwarin û vexwarinê; dema ti kes nebe wan jê re hazir bike û bîne. Hem jî derketina ji bo destavê jî.

>Lewra ji Aîşe [Xuda jê razî be] sabit bûye, gotiye; «Dema pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] diket îtîkafê serê xwe nêzîkî min dikir, min jî pora wî şeh dikir. Heke ne ji bo îhtiyaca însên ya normal bûya, ew nedihat mala xwe» (Mûslim rîwayet kiriye)

>2. Şikinandin û şehkirina porê ji îtîkafkarî re mûbah e. Delîla vê ew hedîs e ku niha derbasbû.

>3. Axaftina bi xelkê re di bara tiştên ku feyde bide wan de û pirskirina ji halê wan jî ji îtîkafkarî re mûbah in. Lêbelê bila ew di vê zehf axaftin û zehf pirsê neke. Lewra ew nakokîyê bi meqsûda îtîkafê re dike.

>4. Zîyaretkirina hinek xizm û ehlê wî jê re û derketina wî ji îtîkafgeha xwe ji bo xatir xwestina ji wan ji îtîkafkarî re mûbah e.

>Lewra ji Sefîyye keça Huyey [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; «Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] di îtîkafê de bû, ez jî bi şev dihatim cemê, min ew zîyaret dikir û min pê re xeber dida. Paşê ez rabûm ji bo biçim, ew jî bi min re rabû ji bo min vegerîne mala min»
(Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

Pûçkeren îtîkafê

>1. Bê îhtiyac, derketina ji mizgeftê îtîkafê betal dike.

>Lewra ji Aîşe [Xuda jê razî be] sabit bûye, gotiye; «Heke ne ji bo îhtiyaca însên ya normal bûya, ew nedihate mala xwe»
(Mûslim rîwayet kiriye) Hem jî derketina ji îtîkafgehê seknê lê difewitîne û haleve ku ew jî ji bo îtîkafê rukn e.

>2. Çûyîna nivînê jî îtîkafê betal dike; çendan bi şev be jî.

>Lewra Xuda Teala gotiye: {Dema hûn bi qesda îbadetê li mizgeftan di îtîkafê de bin, hîç neçin nivînên jinên xwe} [Beqere, 187]

>Bê kirin bi şehwet menî hatin, her wekî menî ji xwe anînê û bêgayîn jî bedenê xwe gihandina bedenê jina xwe jî dikevin ber hukmê kirinê.

>3. Perardayîna ji bo qutkirina îtîkafê jî îtîkafê betal dike.

>Heke mislimanek çend rojên diyarkirî nîyeta xwe li îtîkafê bîne, paşê ew îtîkafa xwe qut bike, jê re durust e, wê qeza jî bike.

>Lewra ji Aîşe [Xuda jê razî be] sabit bûye, gotiye; «dema pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] dixwest bikeve îtîkafê, nimêja fecrê dikir, paşê diket îtîkafgeha xwe. Ferman dikir ji bo çetra wî jê re were anîn, ew jê re dihat danîn. Wî xwest bikeve îtîkafa dehekên dawîya Remezanê. Zeyneb jî ferman kir ji bo çetra wê jê re were anîn, ew jî jê re hate anîn û ew hate danîn. Ji bilî wê jinên pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] yên din jî ferman kirin ji bo çetrên wan ji wan re werin anîn, ew jî hatin anîn û hatin danîn. Çi dema pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] nimêja fecrê eda kir, meyzand ku wa ye gellek çetr hatine danîn, got: “Ma hûn qesda xêrê dikin.” Ferman kir çetra wî hate rakirin û terka îtîkafa di meha Remezanê de kir. Paşê ew di dehekên pêşîn yê şewalê de kete îtîkafê» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

>Di rîwayeteke din de jî wiha hatiye: «Dehekên dawîya şewalê»

>4. Îtîkafkar naçe serdana nexweşan, beşdarî merasimên cenaze nabe û ew di îtîkafgeha xwe de ji bo îbadetê Xuda têkilîya xwe ji her karî qut dike.



Tags: