Îmamet û îtîmam

1802

Ewê ku ji bo îmamtîyê heqtir e

>Bi tertîb wiha ye:

>Yê yekê; ewê ku zehftir kitêba Xuda xwendibe; ewê ku zehftir ew jiber kiribe û hukmên wê bêhtir zanibe fehm bike.

>Yê duduyan; ewê ku zehftir sunnetê zanibe; ewê meneyên hedîsê û hukmên wê zehftir zanibe.

>Yê sisêyan; ewê ku di hicretkirinê de lipêştir be. Ewê ku pêşî ji welatê kafiran hicret kiribe û hatibe welatê îslamê. Heke li wir hicret nebe, ewê ku pêşî tobe kiribe û terka gunehan kiribe.

>Yê çaran; ewê ku bi temenê xwe mezintir be; ev jî wiha ye, dema ew di xusûsên bûrî de wekhev bin.

>Delîla vê xusûsa bûrî jî ev hedîsa Îbnmesûdê [Xuda jê razî be] ensarî ye, dibêje; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: «Ji nav cemaetê kî zehftir kitêba Xuda xwendibe ewê îmamtîya wan bike. Heke ew di xwendinê de wekhev bin, kî ji wan zehftir sunnetê zanibe. Heke ew di sunnetê de wekhev bin, kî ji wan pêşî hicret kiribe, heke ew di hicretkirinê de wekhev bin, kî ji wan pêşî misliman bûbe, ewê îmamtîya wan bike.» (Mûslim rîwayet kiriye)

>Ev tertîb [rêz] li ber çavan tê girtin, dema mirov bixwaze îmamê mizgeftekê dîyar bike, yan jî îmamekî bi meaş ji cemaetekê re dîyar bike. [Îmamê bi meaş ew îmam e ku bi heqdest ji bo nimêja li mizgeftekê hatiye teyînkirin] Lêbelê dema ji cemaetê re îmamekî bi meaş hebe, yan jî îmam xwediyê malê be, yan jî yek ji wan kesan be ku desthilatî jê re hebe, ew ji dîgerên xwe lipêştir e. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Zilam di cihê desthilatîya zilamî de nabe îmamê wî û di mala wî de bêyî destûra wî li ser mindera wî narûne.» (Mûslim rîwayet kiriye)

Sekngeha îmam û memûmîyan

>1. Dema memûmî [ewê ku li pey imam nimêj dike] yek mirov be, sunnet e, ew li hîza [dehma] wî li rexê rastê wî bisekine. Lewra hedîsa Îbnebbas [Xuda jê razî be] heye, dibêje; «Min şevekê bi pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] re nimêj kir, ez li rexê çepê wî rabûm jipêya, pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ji pişt min ve bi serê min girt û ez anîm rexê rastê xwe.»
(Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

>2. Dema cemaet du kes û zêdetirî wan be; îmam li nîvê sefê li pêşîya wan radiweste. Lewra hedîsa Cabir û Cebar [Xuda ji wan razî be] heye, dibêje; «Yek ji wan li rexê rastê pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] sekinî û yê din jî li rexê çepê wî. Cabir dibêje; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] bi destê me tevan girt û em dehf dan heta em li pişt wî rabûn jipêya.» (Mûslim rîwayet kiriye)

>3. Nimêja mûnferidî [ewê bi tena serê xwe] li pişt sefê ne sehîh e, heke uzrekî wî nebe, her wekî ku sef temam bûbe û din av sefê de cihê xwe nebîne.

Sekingeha jinan

>1. Dema jin bi cemaetî nimêj bikin, sunnet e, îmama wan di nîvê sefa wan de di nav sefê de raweste û ew nakeve pêşîya wan.

>2. Dema îmamê jinê zilam be, ewê li pişt wî bisekine. Dema jin bi mêran re nimêj bike, ewê li pişt sefê nimêj bike.

>3. Dema jin bi cemaetî digel mêran nimêj bikin, sunnet e, ew ji mêran li paş bin û sefên wan jî dê wekî sefên mêran bin. Lewra ji Ebûhûreyre [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: «Çêtirîn sefên jinan ya paşîya wan e, xirabtirîna wan jî ya pêşîya wan e!» (Îbnmace rîwayet kiriye)

02_12_002-Women’s prayers.png

Nimêja jinan

02_12_003-Women beside men.jpg

Jin li nêzîkî mêran

Hinek ji hukmên îqtîdaya bi îmamî

>1. Ji bo ewê li mala xwe be, ne durust e, ew ji bihîstina dengê îmamî ji tekbîrgehê, yan jî ji bihîstina radîyoyê pê îqtîda bike û nîyeta xwe pê re bîne.

>2. Dema sef bi hev û din ve bin, sehîh e ku însan ji derveyî mizgeftê jî îqtîda bi îmam bike û nîyeta xwe pê re bîne.

>3. Sehîh e, memûmî bi îmamî îqtîda bikin û niyeta xwe li pey wî bînin; çendan ew li ser banê mizgeftê bin, yan jî ew jê nizmtir bin, tabîî dema dengê wî bibihîzin.

>4. Ewê ku nimêja xwe ya ferz eda bike, sehîh e, ew îqtîdaya xwe bi yê nimêja nafîle dike, bike û li pey wî nîyeta xwe bîne. Her wiha ye, ewê nimêja nafîle dike jî jê re sehîh e, ew nîyeta xwe li pey mirovê ku nimêja ferz dike û li dûv wî nimêj bike. Her wekî nimêja eşayê li pey îmamê ku nimêja terawîhan dike, yan jî nimêja digel ewê ku nimêja ferz lê çûbe ji bo jê re sewaba bi cemaetî hasil bibe. Lewra ji Cabir kurê Ebdûllah [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; «Mûaz bi pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] re nimêj dikir, paşê ew dihate cem qewmê xwe, li pêşîya wan jî nimêj dikir.» (Buxarî rîwayet kiriye)

02_12_004-Following from Outside of the Masjid.jpg

Îqtîdakirin ji derveyî mizgeftê

Ketina pêşîya îmam

>1. Ji memûmî re meşrû ye ku ew mûtabeeta îmamê xwe bike, ew piştî hereketa îmamê xwe yekser wê bike. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Îmam bûye îmam ji bo îqtîda pê were kirin. Naxwe dema ew tekbîra xwe bîne, hûn jî tekbîra xwe bînin. Dema ew biçe rikûê hûn jî herin rikûê. Dema ew biçe sicûdê hûn jî biçin sicûdê.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

>2. Ji bo memûmîyan ketina pêşîya îmamê xwe heram e. Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] di vê xusûsê de bi kirp li ser sekiniye û gotiye; «Ma yek ji we ji vê natirse ku dema ew berî îmam serê xwe rake, Xuda serê wî bixe serê kerekî, yan jî sûretê wî bixe sûretê kerekî.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

>3. Kî bi sehw bikeve pêşîya îmamê xwe li ser wî wacib e ku ew vegere û dîsa bibe tabîê wî.

Nimêj li pey bêdesmêjî

>Nimêj li pey mûhdisî [bêdesmêjî] (Bêdesmêj, yan jî mûhdis; ew kes e ku teharet û desmêja wî nîn e) ne sehîh e; lêbelê heke ew heta piştî xilasbûna nimêjê bi bêdesmêjîya wî nizanibe, hingê di vê rewşê de nimêja memûmî sehîh e; lêbelê divê îmam dîsa nimêja xwe îade bike.



Tags: